06 augusti 2012

Miletperwerên me jî heyranê tirkî ne

Wek gelek tiştên me yên din, piraniya ronakbîr, siyasetmedar û neteweperestên( milîyetçiyên) me jî ne wek yên xelkê ne. Ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên xelkê ne ji zimanê dijmin, ji zimanê xwe hez dikin, bi zimanê xwe dipeyivin û zimanê xwe pêşda dibin.

Lê ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên me kurdan eksê yên xelkê ne; loma jî ew ji zimanê xwe bêtir ji zimanê dijminê xwe hez dikin.

Pûlisên îşkencecî di îşkencexaneyan da bi tirkî bi me da dîqirin û heqaretên nemayî li me dikin û li me dixin.
Zebaniyên zindanan di zindanan da bi darê zorê û bi kotek bi sedan marşên tirkî yên faşîst bi me didin ezberkirin. 

Li eskeriya bi darê zorê, bi dehana marşên tirkî yên li dijî netewa me, bi me didin gotin û bi tirkî heqaretê li me û li neteweya me dikin . 

Bi tirkî rê li ber muzîka me, folklora me û edebiyata me digrin û nahêlin em fêr bibin.
Bi tirkî me asîmîle dikin û me dikin biyaniyên zimanê me.

Yanî zimanê tirkî, di her warê jiyanê da tim bi zorê, bi lêdanê, bi îşkenceyê û bi riya tirsê xistine devê me.
Tirkî, ji bo kurdan di her warê jiyanê da tim bûye zimanê zaliman, zimanê îşkenceciyan û yê îşxalkaran.

Gava li me xistine, gava îş kewnce bi me kirine û gava li serê çiyan zarokên me kuştine bi tirkî dilşa bûne û bi tirkî halan di xwe hildane…

Di normalê da dibê ronakbîr, siyasetmedar, hunermend û milîyetçiyên miletekî, ji zimanekî ku bi vî rengî bûbe zimanê devê zaliman û şirîkê zalim û îş kenceciyan hez neke. 

Çimkî ev ziman bûye aletekî îşkencê û asîmîlasyonê û sembola zulma dewleta tirk.
Loma jî dibê ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên kurdan ji vî zimanî hewqasî hez nekirana.
Lê mixabin ew hîn jî ji zimanê xwe bêtir ji tirkî hez dikin...

Ev jî dişibe sendroma Stockholmê, piştî demekê yê mezlûm dibe heyran û evîndarê celad û zulimkarê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE