30 augusti 2012

Ji Wêranşarê serpêhatiyeke min

Di nivîsên xwe yên do û pêr da min qala Wêranşarê kir. Tiştên ku meriv li ser Wêranşarê qal bikin pir in, lê ez naxwzim zêde dirêj bikim. Îro ez dixwazim bi bûyerekê mijara Wêranşarê biqedînim.
Roja ezê birêketama ez çûm marketa/dikana Îsmarê, ji bo ku ji malê ra hin çerez bikirim.
Îsmar, zincîrmarketeke mala Mehmet Akyurekê lawê Taco ye…
Mehmet Akyurek û malbata wî bi eslê xwe ji erebên mêrdînê ne lê ji zûda ye li Wêranşarê ne. Yanî mala Akyurekan malbateke wêranşarî ye.
Mehmet Akyurek, di vê hilbijartina dawî da ji AKP-ê bû parlamenterê Ruhayê. Wêranşariyan di hilbijartinan da pir alîkariya wî kirin.
Di hundurê dikanê da tiştê ez lê digeriyam min nedît, min ji karkirekî bi kurdî alîkarî xwest. Xortê karkir bi tirkî got, ez bi kurdî nizanim. Min got, ma tu ne wêranşarê yî? Got na, ez ji Ruhayê me.
Li ser vê, min got, ma tu ereb î?
Got erê, ez erebê Ruhayê me.
Meraqa min zêde bû, min got ma hemû karkirên we jî ereb in?
Got, erê, hemû karkirên me ereb in û gelekên me ji Ruhayê ne.
Di hundur dikanê da ez çûm kîjan beşî, ez bi kîjan karkirî ra peyivîm, min bala xwe dayê bi rastî jî hemû ereb bûn, ya digotin em bi kurdî nizanin ya jî em pir hindik zanin.
Kesa li ber kasê jî ereba Ruhayê bû û got ez bi kurdî nizanim. Piştî ku me perê xwe da û em derdiketin xortekî ez nas kirim û hat silav da min û bi min ra bi kurdî peyivî, got ez kurd im. Di wê dikana mezin da axirê kurdek derket. Min ne pirsî ew çi karî dike. Yanî di nava bi dehan karkir da yek kurd bû.
Li bajarekî wek Wêranşarê ku piraniyeke mezin kurd in û gelekên wan bi tirkî jî nizanin, karkirên marketeke li vî bajarî ne ji wir in û di ser da jî bi kurdî nizanin.
Tiştê min fêm kir, mêrik wek erebekî pêşengî daye ereban û gava li Wêranşarê ereb nedîtibe çûye ji Ruhayê karkirên ereb aniye Wêranşarê.
Mehmet Akyurek û birayên wî ji wêranşarî û kurdan ra çi dibêjin bira bibêjin, lê nasnameya karkirên Îsmara Wêranşarê nîşan dide ku ew meteweperestekî erb e û ji kurdan hez nake. Heger ji kurdan hez bikira ewê neçûya ji Ruhayê tenê karkirên ereb neaniya, ewê çend kurd jî bianiya.
Bi îhtîmaleke mezin li Îsmarên Ruhyê û bajarên din jî rewş eynî ye, li wan deran jî kurd nayên tercîhkirin.
Esas dibê meriv di hemû Îsmaran da li nasnameya karkiran binêre, hela çend kurd û çend erb û tirk in?
Tiştê min li Wêranşarê dît li hemberî kurdan dîskrîmînasyoneke berbiçav bû, lê haya wêranşariyan û kurdan ji vê nîjadperestiya Mehmet Akyurek tuneye.
Çi heyf ku erebên Kurdistanê ji kurdan bêtir xwe nêzî dewletê û partiyên tirkan dikin. Bêguman ev şêla erebên Kurdistanê li zirara kurd ye, dibê kurd miheqeq erebên Kurdistanê jî bikşînin nava tevgera kurd ya netewî. Ji ber ku Kurdistan ne welatê kurdan tenê ye, welatê ereban û hindikayiyên din e jî. Loma jî dibê ew jî bi qasî kudan li hemberî îşxala dewleta tirk derkevin û doza azadiya gelên Kurdistanê bikin, di nava vê tevgerê da ciyê xwe bigrin.

29 augusti 2012

Dibê xort li Wêranşarê tiştekî bikin !

Di nivîsa xwe ya do da min bi kinî qala şerê eşîran û faîza li Wêranşarê kiribû.
Şerê di nabêna eşîran da û faîz di dema min da jî(berî salên 1980-î) li Wêranşarê hebûn, lê ne bi vî rengî bû.
Tiştê min îcar dît û bihîst pir û pir xerab bû, ev herdu bela(şerê eşîrtî û faîz)û nexweşî jî pir bi pêş ketine û bûne wek qansereke civakî.
Wêranşar dibê miheqeq ji van herdu bela û nexweşiyên pîs xelas bibe.
Ji axa, rîsipî û serokeşîran tişt sadir nabe, dibê siyasetmedar, lê bi taybetî jî xort, xortên xwenda dest bavêjin vê meselê û li Wêranşarê faîzê yasax bikin û dû ra jî hêdî hêdî dest bavêjin şerê eşîrtiyê.
Di dema me da xort pêşeng û dînamîzma civatê bûn, li hemberî her babet neheqiyê, nelirêtiyê û bêexlaqiyê derdiketin, xort moral û ûjdanê civatê bûn.
Min nuha ev ruhê şoreşgerî, ruhê serîhildêr bi xortan ra nedît. Xort jî weke bav û kalên xwe, wek mezinên xwe ketine keftelefta pereqezenckirinê û dewlemendbûnê.
Di dema me da derd û armanca xortan ne pereqezenkirin û dewlemendbûn bû. Derdê xoratn heq, huqûq, edalet, wekhevî, azadkirina welêt û bicîkirina moralekî tekûz û civateke paqij bû.
Min ev îdîal û angajaman li ba xortên nuha nedît, aqil û fikrê her kesî li pey pera û meqamekî bilind e. Vê yekê ez gelkî xemgîn kirim.
Ez li wir bûm yekî cemaldînî jineke kûrî (ji eşîra Kûra) revandibû. Li bajêr hemû cemaldînan bi rojan dikanên xwe girtin û bajar terikandin. Ev ne bes bû merivên jinikê çûn riya merivekî lawikê jin revandibû birîn û mêrikê hamî tam gulebaran kirin. Digotin yê jin revandibû û yê birîndar tew ne li hev bûn, yanî bi hev ra nedipeyivîn jî.
Heta dikanîbûn yek bikuştina ku tew yê sûcdar nas nekira jî. Ji ber ku li gorî vê kulturê mensûbiyeta wî ya ”berî û eşîrî” têra kuştina wî dike.
Ev ne tu hawe ye, dibê meriv li dijî vê kulturê, vê tradisyonê derkeve.
Bûyereke din jî dîsa şerê Kûra û Şekiran bû. Yekî şekirî, yekî kûrî kuştibû. Li gorî dihat gotin 70 malên şekiran ya bajar terikandibûn û ya jî ketibûn malên xwe û newêrîbûn derkevin der.
Heta pîrekên şekiran jî newêrîbûn derkevin û serbest bigerin...
Bi qasî ku min bihîst, li çend ciyan êrîş birûbûn ser pîrekên şekiran û çend malên wan jî talan kiribûn.
Li gorî digotin xwediyên malan jî ne li mal bûne, li bajarên din li xebatê bûne.
Di urf û adetên kurdayetiyê û eşîrtiya da tiştekî wiha tuneye, ev kultureke lûmpenan û çeteyan e. Di dijminatiya eşîrtiyê da jî rajonek, exlaq û mêraniyeke bi bext heye.
Diyar e dûzana Erdogan û îktîdara AKP-ê ev exlaqê kurdan yê eşîrî jî xera kiriye. Ji bo bidestxistina çen quriş pere êdî her tişt serbest û mubah bûye.
Ev, fenomen û pêşketineke pir xerab e, dibê xortên kurd, siyasetmedarên bîrewer, ronakbîrên kurdan miheqeq li hemberî vê dejenerasyona civakî û kulturî serî hildin û dest bi hin hewildanan bikin.

28 augusti 2012

Ezim hebe serkeftin mimkûn e


Ez çar rojan li Diyarbekrê mam. Herdu rojên eydiyê yên pêşîn ji ber ku eydî bû min zêde kesek nedît, herder girtî bû. Min rojên xwe bi dîtina merivên xwe borand. Lê herdu rojên din ez du caran çûm merkeza DDKD-ê û him li wir û him jî li der, min gelek nas, dost û heval dîtin.
Merkeza DDKD-ê li ciyekî merkezî bû û avahî jî gelkî xweşik bû. Hevalên DDKD-ê ji gava xwe gelkî bi hêvî bûn. Li gorî ku qal kirin hevalên berê hêdî dikevin têkiliyê û diçin û tên.
DDKD, bêguman navekî nas e, ”marqeyeke” meşhûr û bi nav û deng e, îtîbar û îmaja di nava gel da jî awantaj e. Yanî wek nav ji hevalan ra ne bar e, belovacî wî îmkan e. Heger xebateke bi aqil û bi dûzan werekirin tu sebeb tuneye ku piştî demekê xurt nebin.
Bi hêviya ku heval biserkevin û li Kurdistanê bikanibin bibin hêz û qeweteke madî.
Piştî eydiyê ez di ser Qerejdaxê ra bi erebeya xwarziyê xwe çûm Wêranşarê. Ev cara pêşîbû ku ez di ser Qerejdaxê ra diçûm Wêranşarê. Rêwîtiya me li dora saetek û 15 deqîqe girt. Bi xêra vê rêwîtiyê min xweza û coxrafiya Qerajdaxê dît.
Berê em ya di ser Qezê û Mêrdînê ra ya jî di ser Ruha û Swêregê ra diçûn û riya me pir dirêj dibû. Lê nuha rê pir kin bûye. Li gorî dibêjin 90 km e. Heger wisa be dibê Wêranşar ne bi ruhayê, bi Diyarbekrê ve were girêdan. Çimkî nabêna Wêranşrê û Ruhayê 93 km e.
Wêranşar min îcar pir ne xweş dît. Çend eşîr dîsa bi hev ketibûn. Eşîrtî, faîz, fesadî, gelacî û gelek fiîlên din yên xerab bi pêş ketiye. Kultur û normên eşîrtiya berê jî dejenere bûye, her tişt bûye pere. Însan bi peran radikevin û bi peran radibin. Her kes, yê muhtac ne muhtac bi hemû hêza xwe li dû kar û qezenckirina pera ye.
Berê dema yekî qîzek birevanda ya jî yek bikuşta kesî êrîşî malên hev û pîrekan nedikir. Lê nuha êrîşa pîrekan jî bûye adet. Qey ji bo ku buhayê xwînî bilind bikin û dawê zû bidin çêkirin, êdî li pîrekan jî dixin, malên kesên ham û tam, kesên ne li mal jî talan dikin.
Keça xalê min du rojan nikanîbû bihata ba min. Bi kêmanî nikanîbû serbest bigeriya. Min bi henek got, jê ra çarçefeke afganiyan bişînin, bira pê were.
Yanî bi kurtî min dejenarasyoneke pir xerab dît û madê min li hev ket…
Ji ber ku gundî pir ketine bajêr, şiklê jiyana xwe ya civakî û kultura xwe jî bi xwe ra anîne. Wêranşar ji bajarekî bêtir, dişibe gundekî mezin . Heta gunduyên ketine bajêr entegre bibin û bibin bajarî jê ra gelek sal lazim e.
Lê Qezê(Qiziltepe) ne wiha bû, min Qiziltepe him ji alî mîmarî ve, him ji alî paqijiyê ve û him jî ji alî civakî ve moderntir dît; li gorî Wêranşarê, Qeza bêtir dişibiya bajaran.
Li Wêranşarê tiştê herî xerab şerê eşîran û faîz e. Dibê hêzên siyasî, ronakbîr, xortên xwenda û rîsipiyên Wêranşarê li dijî şerê eşîran û faîzê miheqeq tiştna bikin. Dibê meriv li ser van herdu fenomenan civînan, konfensan çêke û tim di rojevê da bigre.
Deyn jî li Wêranşarê problem e, tîcaret bi piranî bi deyn dibe. Dema yek deynê xwe nede deh kes jê muteesîrdibin û ev jî dibe sebebê gelek teşxele û bûyerên nexweş.
Welhasil ez îcar ji Wêranşarê hinekî xemgîn û bi endîşe vegeriyam.




Kemal Kiliçdaroglu jî xwe li kurdan radikşîne

Law qey şansê me kurda ye, AKP, MHP, dewlet û hukûmet ne bes in, Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê heramzade jî xwe li me radikşîne, ji Erdogan dixwaze ku nehêle kurd li Sûriyê ji bin zulma Baasê xelas bibin, bigihîjin azadiya xwe, wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke siyasî.
Kemal Kiliçdaroglu, di kanala CNN Turkê da gotiye: “Dewletên mezin yên Rojava dixwazin Rojhilatanavîn bixin şiklekî din.
Amerîka ji bilî Îsraîlê dixwaze dewleteke ku ji gotina wê dernakeve ava bike. Ev dewlet jî dewleta Kurd e. Tirkiye kete rewşeke wisa ku nikane rûdanan kontrol bike. Ji bo vê korbûnê divê meriv kêmaqil be. Desthilat çawa vê rewşê nabîne?”
Ez nizanim me kurdan çi bi xelkê kiriye ku hewqasî neyarê me ne? Bîstûdu(22)dewletên ereban hene Kemal Kiliçdaroglu pê nerehet nabe, nabêje miletek çawa dikane xwedî hewqas dewlet be? Lê dema kurd dikin bibin xwedî dewlet, Kiliçdaroglu har dibe, xwe davêje bextê Erdogan, dibêje were em bibin yek û nehêlin kurd li Sûriyê azad bibin û bibin xwedî statuyeke siyasî.
Wek tê dîtin, dema mesele dibe kurd, hemû partiyên tirk hemû ferqî û dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî û li hemberî kurdan dibin yek û bi hev ra êrîşê dibin ser kurdan.
Bala min lêye agir ketiye Kemal Kiliçdaroglu, ji bo ku kurd li Sûriyê negihîjin mafên xwe yên netewî mêrik xwe perçe dike, dibêje li herêmê dike Îsraîleke din ava bibe. Heta nuha ne li dijî Îsraîlê bû, lê ji bo kurd nebin xwedî dewlet nîjadperestiyê dike.
Ez bi xwe ji Kemal Kiliçdaroglu, ji Erdogan û Bahçû. elî gazinan nakim, ew neyar in û karên xwe dikin. Loma jî meriv nikane ji Kemal Kiliçdaroglu ra bibêje çima tu wiha dibêjî?
Lê dibê meriv ji kurdên hîn di nava AKP-ê û CHP-ê da ne, ji kurdên ku hîn jî li pey Kiliçdaroglu dimeşin ra bibêje, ma hûn bi van neyarên qewmê xwe ra çima hîn jî hevaltiyê dikin?
Bi baweriya min, dema meriv xwe kurd bibîne û dilê wî piçekî ji bo gelê wî bişewite, meriv êdî di nava CHP-ê û AKP-ê da namîne. Ew kesên ku hîn jî rayên xwe didin CHP-ê, AKP-ê û dibin berpirsiyarên van partiyan, hîn jî dev ji Erdogan û Kiliçdaroglu bernadin ew şirîkên sûcên wan in. Êdî kum ketiye û serê gurrî li ber çava ye, kes nikane bibêje weleh min nizanîbû Erdogan û Kiliçdaroglu hewqasî dijminên miletê kurd in.
Kiliçdaroglu, eslê wî çi dibe bila bibe, wî carê ruhê xwe firotiye dewleta tirk û wek Erdogan û Bahçelî, ew jî neyartiya miletê kurd dike, ew jî naxwaze li tu beşê Kurdistanê kurd azad bibin û bibin xwedî dewlet, xwedî statutyeke siyasî.
Loma jî kesên ku xwe kurd bibînin û xêra kurdan bixwazin dibê ji nuha û pêva di nava CHP-ê û AKP-ê da nemînin û bi nîjadperest û neyarên wek Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu ra hevaltiyê nekin, dema bikin, maneya xwe ew jî şirîkê sûcên wan in.

27 augusti 2012

Serboriya rêwîtiya min


Min do nîvsozek dabû ku ezê îşev li ser rêwîtiya xwe ya Kurdistanê tiştekî binivîsînim.
Çûna min ya welêt qet di hesêb da tunebû, ji nişkave bû. Dema min bihîst malbata Yilmaz eydiyê diçe Diyarbekrê ser gora Yilmaz, min got ez jî bi we ra têm. Û roja berî eydiyê em bi hev ra çûn Diyarbekrê.
Ji ber ku ez neketibûm bin darbesta Yilmaz û bi cenazeyê wî ra neçûbûm Amedê, ev yek di dilê min da bûbû kulek mezin. Ez çûm ser gorra wî û me xatir ji hev xwest û hevûdu helal kir û bi hêsirên çavan axa gorra wî şil kir...
Di vê nabênê da ez çûm ser gorra bavê xwe û min eydiya diya xwe jî kir.
Haya diya min ji çûna min tunebû, min xwest jê ra surprîzekê bikim.
Piştî donzdê şevê em ji Stockholmê birêketin û saet li dora nehê sibê em gihîştin balafirxaneya Mêrdînê. Dema em ji balafirê daketin wek em ji sarincekê derkevin û têkevin himamê. Di wê saeta sibê da germiyan 38 derece bû, roja bi tîn bedena me germ kir.
Merivên Yilmaz bi du ereban hatibûn pêrgî me. Me bawilên xwe girt û berê xwe da Diyarbekira xopan.
Ji 1967-an virda ye ez diçim û têm Diyarbekrê. Min tu carî Diyarbekir hewqasî qilêr nedîtibû. Qey şeva eydiyê bû loma, lê Diyarbekir teslîmî tozê û gemarê bûbû, herder dişibiya sergo. Ez û hevalên din matmayî man, Diyarbekir çawa ketibû wî halî?
Lê tiştê bala min kişand, tu kes ji vê derya tozê ne aciz bû, însanan di nava wê derya tozê da bêxem alvêra xwe dikir. Min ev yek ji çend kesan pirsî, gotin ji ber ku roja berî eydiyê ye loma hewqasî qilêr e, sibe ewê paqij bikin.
Roja eydiyê ez derketim nava bajêr û min bala xwe da kuçe û kolanan. Erê belediyê paqij kiribû, lê dîsa jî qilêr pir bû. Ji belediyê bêtir, însanan ji milet gazin dikir, digotin milet ne tu milet e, însan her tiştî davêjin erdê û dibêjin bira belediye paqij bike.
Diya min digot, dema meriv ji însanan ra dibêje çima hûn toz û tebara xwe davêjin erdê, dibêjin ma tozçî ji bo çi meaş digrin, bira paqij bikin.
Ez çar rojan li Diyarbekrê mam û pir hindik geriyam, lê min vê carê Diyarbekir pir qilêrî dît.
Dema ez çûm mal diya min ne li mal bû, cîranên wê kilît dan min û ez çûm hundur.
Gava diya min ji bazarê hat û dît ku deriyê wê vekirî ye, matmayî ma. Ji cîrana xwe pirsî, xwest bizanibe gelo mîvanê wê kî ye? Lê ji ber ku min temî li wan kiribû, jê ra gotin em nizanin, nasekî te ye.
Bi lez hat hundur û bala xwe da sola min, lê soleke xerîb bû û loma jî nas nekir. Min li mitbaxê çay çêdikir, gava ez ji mitbaxê derketim û berbî wê ve çûm, feqîrê matmayî ma, got ma ev xewn e ya rast e? Min got rast e. Û ji kêfa dest bi girî kir.
Lê giriyê wê zû dageriya dilşadiyeke mezin; şeva eydiyê mîvanekî ku nedipa bûbû mîvanê wê…

Sibe ewê dom bike…




Formulärets överkant

X

Rojên bi jimar



Rojên bi jimar zû derbas dibin, hefteyek li Kurdistanê wek xewnekê, wek meriv çavê xwe bigre û veke derbas bû.
Roja berî cejna remezanê ez çûm Kurdistanê, Diyarbekrê. Min cejna xwe li Diyarbekrê li ba diya xwe derbas kir û dû ra jî çûm Wêranşarê. Çar rojan jî li Wêranşarê mam.
Hefteyek demeke pir kin bû, zû buhurî, lê dîsa jî xweş bû.
Tiştên ez li ser vê rêwîtiya xwe bibêjim pir in, lê îşev gelkî westiyayî me, ji min nayê qala tiştekî bikim. Belkî sibe qala hin çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên vê rêwîriya xwe bikim.
Ez pir kêfxweş im ku min ev rêwîtî kir…
Hin dost û hevalan gotine belkî ez nerehtim loma di facebookê da xuya nakim. Gelek sipasji bo lêpirsîna wan hevalan.

XXX
 - Paşgotiniya min bidomîne. Çimkî tu bi qasî ku derkevî hemberî min ne cesur û mezin î...

16 augusti 2012

Huseyîn Aygun kurmê darê ye


Di medyaya tirk da salvoyên parlamenterê CHP-ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun bi rengekî bênabên dom dikin.
Husên bi hostayî li gerîla û li tevgera kurd ya netewî dixe. Gerîlayên ew revandina wek ”zarok”, ”nezan” û kesên ”poşmanbûyî” nîşan dide. Kesên ku li bende mezinayî û şefqeta dewletê ne…
Adnan Firat di şoriveya xwe da gotiye, ”bi qasî ku min fêm kir du derdên Huseyîn Aygun yên girîng hene. Yek jê, Dêrsimê ji nasnameya kurdayetiyê biqetîne û ya din jî elewiyan bêtir bike kemalîst…”
Ev, tespîteke pir rast e. Bi rastî jî Aygun û Kiliçdaroglu û taximên dora wan bi şev û roj ji bo vê armancê dixebitin; dêrsimiyan bikin tirk û kemalîst.
Lê esas ne Aygun û Kiliçdaroglu tenê, armanca hemû elewiyên dêrsimî yên xwe kurd nahesibînin ev e, ew ji dewletê û ji tirkan bêtir kurdan neyarê xwe dibînin.
Ew bi xwe îtîrazî bindestiya xwe nakin, lê dixwazin kurd jî ïtîraz nekin. Înakrkirina eslê xwe, aşîmîlasyon û tirkbûn ji bo wan şrerefeke pir mezin e. Aygun û Kiliçdaroglu û kesên wek wan kurmê darê ne, dibê kurd van kurman baş nas bikin…

XXX
Nivîksarê kurd Ali Fikri Işık, ji ber ku eskerî nekiriye ji 9-ê hezîranê û virda ye li Edîrneyê di girtîgeha leşkerî da girtiye.
Doza A. Fikri Işık îro dest pêkir. Işik, di runiştinê da ”reda xwe ya ûjdanî” eşkere kir û got, ”ez naxwazim ji dewleta tirk ra leşkeriyê bikim” û xwest ku parastina xwe bi kurdî bike.
Lê dadgehê nehîşt Işik parastina xwe bi kurdî bike û axaftian Işik ya bi kurdî, wek ”zimanekî ku dadgeh jê fêm nake” derbasî zebtan kir.
Li ser vê israra dadgehê Işik got, ”dadgeha ku zimanê min nas neke, ez jî wê nas nakim.”
Abûqatên Işik, her çiqas berata Işik xwestin jî lê dadgehê ev daxwaza abûqatan red kir û mahkime taloqî 10-ê îlonê kir.
Ji nivîskar û ronakbîrên kurd Fûad Onen û Fehîm Işik jî beşdarî dadgeha Işik bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.
Dibê çapemeniya kurd li hemberî bûyera Alî Fikrî Işik xemsariyê neke û mijarê tim aktuel bigre.
Leşkeriya kurdan ya bi zorê ji dewleta tirk ra zulm û neheqiyeke mezin e. Dibê kurd vê neheqiyê rexne bikin…





XXX



Li cîhanê tu kes nikane bibêje ku ev nîjad (irq)hêja ye û ev jî nehêja û bêqîmet e. Lêdana mohreke wiha ne rast e. Kesê ku xwe ji nîjadeke hêja û mezin dibîne, ne hêja û ne mezin e.
Û kesê ku xwe bêqîmet dibîne jî tenê qurbanê cehaletê ye; efendiyên wî xistine serê wî ku ew bêqîmet û ne hêja ye..
///Gandhî

XXX

Bira ne wek fexrê be, lê belê ez dibêjim ku:
Em kurd in, dixapin lê naxapînin.
Ji bo jiyanekê em tu carî tenezulî derewan nakin
///Seîdê Kurdî

Rojîya rûvî


Rûvî dîsa birçî bû û li daristanê ji xwe ra li nêçîrekê digeriya. Ji nişka ve çavên wî li perçeyek goştê bi darêve ket.
Rûvî pir birçî bû, lê belê ket şikê û neçû ser goşt, li dora darê û goşt çû, hat, baş kontrol kir. Bala xwedayê ku feq e, heger xwe çindî goşt bike ewê têkeve feqê. Ji goşt wê 
da, çû xwe li derekê dirêj kir û dest bi payinê kir.
Bîstek derbas bû gur hat. Dema gur goştê bi darve dît, matmayî ma, çav li serî bûn tas. Ji rûvî pirsî, got:
-Rûvî, ma tu li vir çi dikî?
Rûvî got:
-Qet, wele ez gelkî westiyame, min xwe dirêj kiriye, ez bîstekê westa xwe digrim.
Gur got:
-Law malneket, wa ye pîlek bi wê dara hember ve ye. Ma qey te nîdîtiye?
Rûvî got:
-Min dîtiye.
Gur got:
-Ê heta nuha te çima nexwar?
Rûvî bi dengekî sakîn got:
-Wele îro bi rojî me. Lema min nexwar.
Gur got:
-Ê wê demê ezê bixwim, ez ne bi rojî me.
Rûvî bi konetî got:
-Noşîcan be, bixwe. Ez ne bi nêt bûma minê jî çêniyek bixwara. De qey qismetê te ye...
Gur çer devê xwe dirêjî goşt kir, teqînek mezin çêbû, gur bi mîtroyan pengizî dûr û her der di nava toz û dûmanê da ma.
Pîl ji darê da ket û rûvî çû ket ser.
Gurê birîndar li erdê bûbû term, bi nalîn ji rûvî ra got:
-Law rûvî, ka tu bi rocî bû?
Rûvî bêyî ku îsîfa xwe xera bike, got:
-Bîstek berê top teqiya, ma te nebihîst?

14 augusti 2012

Miletê zimanê xwe wenda bike ew jî mahkûmî wendabûnê ye



Li ser girîngiya zimên di înternetê da ez nuha rastî gotineke Cemal Sureya hatim. Cemal Sureya li ser mikemelî, xweşikî û mezinahiya zimanê tirkî gotiye:
”Ji tirkî mûyekî biqetîne/bikşîne di hundurû wî da roj, dinya, rûbar hene. Lê belê dibê tu ji tirkî biqetînî.”
///Cemal Süreya


Cemal Sureya kurdekî dêrsimî ye, zarokê qetlîamê û surgûnê ye. Baş dizane ku xwediyên zimanê tirkî çi zulma anîne serê bav û kalên wî. Baş dizane ku xwediyên ew zimanê ku ew hewqasî jê hez dike, zimanê diya wî qedexe kirin û loma jî diya wî li sûrgûnê bi salan newêrîbûye li derve ji Cemal ra bi kurdî bigota ”lajê min”!
Lê li gel vê jî Cemal Sureya bi rengekî hewqasî bêsînor evîndarê tirkî ye.
Aqilê meriv disekine…



XXX
Her miletê ku bi zimanê miletekî din peyivîye û zimanê miletekî din kiriye dewsa zimê xwe, ew milet zû dereng miheqeq di bin bandora kultur û zimanên biyaniyan da heliyaye û ji ortê rabûye.
Heger em naxwazin aqûbeta me jî ev netîce be dibê em xwe ji bin bandora tirkî xelas bikin û vegerin ser kok û zimanê xwe.

XXX



Miletek hatibe zincîrkirin,
dora wî hatibe girtin,
dengê wî hatibe birrîn jî
ew hîn azad e.
Her tiştê wî ji destê wî bigrin,
heta maseya li ser xwarinê dixwe,
nivîna tê da radikve jî jê bigrin,
ew dîsa dewlemend e.
Lê miletek him xizan û him jî bindest e,
gava zimanê wî were dizîn.
Ew milet êdî wenda ye.
///Îgnazio Buttîtta
Şair û hozanê Sicîlî
Werger Zinarê Xamo
2012-08-14














13 augusti 2012

Miletek bi ziman û edebiyata xwe milet e



Nivîskarê fransî yê bi nav û deng Balzac, li ser girîngiya zimên dibêje, ”Milet, civata ku edebiyata wî heye”.
Yanî miletek bi ziman û edibiyata xwe heye, miletê bêedebiyat ne tu milet e û makûmê wendabûnê ye.
Rast e, heger yê me kurdan jî ne Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Batê, Siyahpûss, Mewlana Xalid û klasîkên weke wan bûna nuha belkî miletê kurd di nava civat û miletên din da wenda bûbû.
Tiştê heta nuha nehîştiye wekamilet em bihelin û ji ruyê cîhanê wenda bibin ziman û edebiyata me ye.
Bi xêra berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û edîbên wek wan miletperweriya kurdî xuliqî ye û heta îro hatiye.
Bi xêra folklor, zargotin û klasîkên kurdî zimanê kurdî nemmriye û hestên kurdayetiyê di dilê kurdan da zindî maye.
Loma jî ji bo miletan edebiyat pir muhîm e. Û edebiyat jî bêguman bi zimên dibe. Gava ziman bihele edebiyat jî çênabe û ev jî destpêka mirina miletekî ye.

XXX
Mirina zimanekî mirina miletekî ye. Dibê em hemû kurd bizanibin roja ku zimanê me bimre, wek milet emê jî bimrin, yanî bihelin, bibin tirk. Ji xwe tirk jî ji bo dîtina wê rojê serî li xwe û li me digerînin, hebûna me qebûl nakin û mafê me nadin me. Dibêjin bi demê ra emê kurdan asîmîle bikin û bikin tirk. Yanî bi riya asîmîlasyonê her roj me dikujin.
Lê çi heyf ku gelek kurd jî dibin alîkarê vê qetilkirina kurdan. Heger em dixwazin nebin tirk dibê em bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

XXX
Kultura miletên zimanên wan berbî wendabûnê ve biçe dadigere erdekî bejî(qerac). Axa bejî birçîye. Axa birçî wek însên e, devê xwe dirêjî pêsîrên biyanî dike. Û miletên ku zimanên wan bi pêsîrên biyanî xwedî bibin jî wek şair gotiye, ”li welatê xwe bêwelatîtiyê dijîn.”
Tahsin Yücel


XXX
Ji yê bektaşî ra gotine, tu çima rociyê nagrî?
Bektaşî gotiye, heger tiştekî pir baş bûya, piştî diqede kesên digrin ewê eydî nekirana…
Camêr xwe baş parastiye û bersîveke pir xweş daye…

XXX
-Fêrbûn tiştekî xweş e, dixwaze bira ji dijmin be.
-Ne bi tirs û revê, ancax bi tahlûkeyê meriv dikane zora tahlûkeyê bibe.
-Ji îdîayên mezin ra delîlên mezin û ji îdîalên mezin ra jî fedekariyên mezin lazim e.





12 augusti 2012

Dema heliz borî ezbenî!


Cîgirê serokwezîr Bulent Arinc, ji ber ku hevkariya wan ya li dijî kurdan ya bi Îranê ra xera bûye pir xemgîn e û ji vê rewşê gazinan dike.
Wek tê zanîn heta çend sal berê Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq, dema hewce dikir li hemberî kurdan tim dihatin ba hev û bi hev ra li dijî kurdan plan û program çêdikirin.
Di warên din da li hev nekirana jî lê li dijî kurdan her tim li hev dikirin û bi hev ra êrîş dibirin ser kurdan. Û ev însîyatîf jî tim ji alî Tirkiyê ve dihat girtin; Tirkiyê tim serkêşiya vê tifaqa li dijî kurdan dikir.
Lê îro êdî ev tifaqa van çar çeteyan ya li hemberî kurdan têk çûye, loma jî Arinc pir xemgîn e.
Arinc, hesretiya wan rojên berê dikşîne û di dilê xweda dibêje, ”Axxx, axxx, ka ew rojên berê yên Pakta Bexdayê û CENTO yê!”
Kurd dibêjin, ” dema heliz borî ezbenî”!

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekrê Altan Tan gotiye, ”Dewran guherî, ji bo kurdan jî buhar hat.”
Rast e, buhara kurdan ji nişka ve hat. Lê dibê em jibîrnekin ku taviyên buharê jî ji nişka ve tên, asîmanekî çîk sayî ji nişka ve reş dixeniqe û dibe gurregurra tavan û şîrqîna burûskan.
Dibê em kurd ji surprîzên buharê yên wiha ra jî hazir û amede bin…

XXX
Bavê Temelê laz miribû. Mele cenazeyê bavê wî şuşt. Temel 20 lîrayê tirk heqê şuştinê da mele. Gava mele pere hindik dît, Temel pir hêrs bû û got:
-Mele, li min binêre, li benzînxaneya hember bi 5 lîreyî TIR-ekê dişon. Meriv ji îmanê neke !

XXX
-Her kes ji eynî hevîrî çêbûye,
lê her kes di eynî firnê da nebirijî ye

XXX
Fermo, ji şaira diltenik Fatma Savcî, du şiîrên gelkî xweş.

Ew guliyên payizokên xwe
bi hêstirên şevên zîvî dihûne...
Di koçberiya Hecîreşkan de,
hespê xwe yê ji xemê,
li berîka Mêrdînê
ji dilê xwe yê delodîn re dibezîne…
(Fatma savci)


Ji bo Bawerê ku li Rojhilat Makoyî,
li Rojava Dêrikî
Û ku sibe bihata Bakur belkî bûbaya Nisêbînî.
Li Başur belkî Dihokî…
Me gotibû ku mafê kesî tuneye di rojên azadiyê de biçe…
Wisa xuya ye, riknê azadiyê her car pêdivî bi xwîna me ye,
De bila her du çavên te ronî
Û kenê te yê ji dil xwêya li ser birîna me be…
(Fatma Savcî)

11 augusti 2012

Li cîhanê kurd tenê bêdewlet in


Nivîsakrê rojnameya Radîkalê Oral Çalişlar, di nivîsa xwe ya îro da qala bîranînek xwe ya pir xweş kiriye. Gotiye, berî nuha bi çend salan li Awûstûlya, li bajarê Melbournê di kanala telewîzyonekê da li hemberî pirseke pêşkêşvan ez matmayî mabûm û min nizanîbû ku çi bersîvê bidimê. Pirs ev bû:
”Gelo li cîhanê bêyî kurdan miletekî din ê ku nufûa wî zêdeyî 20 milyonî ye û li ser eynî cografyayê di jî û dewleta wî tuneye heye?”
Pêşkîşvanekî ku ji gelk ronakbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd bixîrettir bûye.
Yanî pirseke ku dibê her kurd gav û saetê ji xwe bike:
-Gelo li vê cîhanê bêyî me kurdan, tu miletekî din ê xwedî nufûseke hewqas mezin yê bêdewlet heye?
Bêguman tuneye.
Ji xwe heger her kurdî her roj ev pirs ji xwe bikira û ji ber ku dewleta wan tuneye pê biêşiyana, ev yek ji xwe ra bikirana derd, nuha em bêdewlet bûn.
Ji bo ku meriv bibe xwediyê tiştekî dibê meriv wiya bixwaze û ji bo bidestxistinê jî bixebite.
Mixabin hîn jî piraniya kurdan ji bêdewletbûna xwe ne aciz in.
Lê hîn jî ne xema piraniya kurdên bakur e ku li vê cîhanê ew tenê miletê xwedî 40 milyon nufûs yê bêdewlet in.
Her kurdê xwedî ûjdan, xwedî îman, xwedî exlaq û bixîret dibê li hemberî vê bindestiya xwe bêdeng nemîne û ji bo ku kurd jî weke miletên din bibin xwedî dewlet bi şev û roj bixebite.


XXX
Ey xortê kurdê Kurdistana bakur, heger tu dixwazî him bibî xwedî dewlet û him jî xwedî xanimeke gelkî xweşik, nazenîn û dengxweş li Tirkiyê zû dewleteke kurd ava bike!
Stranbêja kurd Canê gotiye ”Heta ku li bakur Kurdistan ava nebe û dewleta kurd çênebe ewê nezewice, roja ku dewleta kurd ava bû ewê jî wê rojê bizewice.”
Gelî azib û xortên kurdan, de gidî, de ez we bibînim, êdî her tişt girêdayî we ye, destên xwe zû bigrin, him zû welatê xwe rizgarbikin û him jî di wê rojê da daweta Cana hêja li darxin.
Yê min bi xwe wek kalekî kurd ji bo ku ew roj zû were û ez jî bibim namzetê zavatiyê çi ji destê min were ezê bikim….

XXX
Li Londonê di lîstikên olimpiyatê, di tekwandoyê da kurdekî bi navê Bahrî Tanrikulu, li ser navê Tirkiyê reqîbê xwe yê Yewnanî têk bir û derkete fînala çarîkê.
Serkeftina Bahrî Tanrikulu, di beşekî çapemeniya Tirkiyê da olan da û wek Bahrî wek kurd hate nasandin.
Hevalê Bahrî Tanrikulu, Servet Tazegulê ku di tekwandoyê da madalya zêr girt, gotiye: ”Ez bixwe ne kurd im, ez azerî me. Lê hevalê min Bahrî Tanrikulu Kurd e.”
Wa ye yê azerî mêrik li eslê xwexwedî derketiye û gotiye ew azerî ye. Ez hêvî dikim ku yê me jî li nasnameya xwe xwedî derkeve û bibêje ”ez kurd im”.
Li gorî Wîkîpedîayê Bahrî Tanrikulu, li Anqerê hatiye dinyayê, lê malbata wî ji Diyarbekrê ye. Ji ber ku paşnavê wî ”Tanrikulu” ye bi îhtîmaleke mezin ewê ji Qulpê be û belkî jî merivê Vîldan Tanrikulu be.
Lê ya girîng ew bibêje ”EZ KURD IM”!


XXX
Hukûmetê û medyaya tirk ”êrîşa” Foçayê tavilê xistin hustuyê PKK-ê û dest bi propagandeya nîjadperest kirin. Bi taybetî ji devê Erdogon jahr û agir dibare. Bahçlî li ba Erdogan bûye ”demokrat”
Meriv dibêje fena ku hukûmet li bendî bûyereke wiha bû.
Nava bajarê Foçayê û PKK, qet nakeve serê min. Ji bo çi Foçayê ? Ez dibêjim di vê bûyerê da jî wek gelek bûyerên din miheqeq pîncîtî hîleyek heye.
PKK-ê heta nuha tu beyan nedaye, hela em binêrin ew çi dibêje?

Eskeriya bi zorê neheqî û zulmeke mezin e




09 augusti 2012

Olîmpiyatên Londonê û perîşaniya Tirkiyê



Di lîstikên Olîmpiyatên Londonê da Tirkiye weke her tim dîsa pûş dikute. Yanî weke her tim dîsa li dawiya her kesî ye.
Tim ji dawiyê da dibin yekem.
Û ji xwe di ajnêberiyê û di jîmnastîkê da tew ji binda sifir in, tew neketin derecê.
Ev cara pêşî ye ku Tirkiye bi gurûbeke pir qelebalix, bi 148 kesan beşdarî olîmpiyatekê dibe. Lê li gel vê jî Tirkiyê heta nuha tenê madalyayek zîv girtiye.

Hukûmeta AKP-ê tiştê ku nikane bi micadelê û bi riyeke heqkirî bigre, dixwaze bi hîle û peran bigre…
Hukûmet qurnazî û pîncîtiya ku di siyasetê da dike, dixwaze di sporê da jî bike. Ji ber ku kultura wan ev e.
Hukûmet soza serweteke pir mezin dide sporciyê ku madalyake zêr bigre.

Hukûmeta AKP-ê wisa bawer dike ku pere her deriyî vedike, dema pera bidin sporciyên tirk, ewê ji wan ra madalyayên zêr bigrin.

Ji Etîyopyayê, ji Misrê û ji hin welatên din însan îtxal kirin, kirin tirk, têr nakir, nuha jî dixwazin madalyayan bi peran bikirin.

Heger ji wan bihata ewê çend sporciyên tirk bi peran bikirana yekem û bi vê riyê çend madalyayên zêr bigirtana û dû ra jî bi rojan qala qehremanî û mezinayiya miletê tirk bikriana. Lê wisa xuyaye nikanin….


XXX
Serokwezîr Erdogan li ser şerê li herêma Hekariyê û Şemzînanê gotiye ”rêxistina terorê” bi çalakiyên xwe yên meha remazanê nîşan da ku ew tu tiştekî miqedes nas nake û hurmetê nîşanî tu nirxên manewî nade.


Gotinek heye, dibêjin ”guruyê kumê min li serê te”. Ne kes, yekî wek Erdogan viya dibêje. Tu dibê qey ew û artêşa wî di meha Remazanê da disekinin, guh didin tişt û rojên miqedes û nirxên kurdan yên manewî.
Artêşa Erdogan bi şev û roj, ne dibêje Remezan e û ne jî eydî û rojên mibarek in, bi rengekî bênabên oerasyonên xwe didomînin û ji bo kuştina însanan bi tonan bombeyeyên jahrê bi ser çiya, çol û çepelan da dibarînin.
Heger we hurmet nîşanî meha Remezanê bida û guh bida tiştên miqedes,t dibê nuha bi dehhezaran leşkerên we ne li serê çiyan bûna.
Bi rastî jî zalim pir bêrû ne…


XXX
-Kûçikek li ba kê dêla xwe li ba dike di wextê da dîqet bike. Ya na tu yê matmayî bimînî...
-Her kes nikane bi cahiliya xwe bihese, ji ber ku jê ra aqil lazim e.


XXX
Darê ji bivir ra gotiye, weleh te nikanîbû ez bibiriyama, lê ez çi bikim ku doxa te ji min e...
Ev, meselame kurda ye, yên tên kuştin em in, yên dikujin em in..

08 augusti 2012

Heta kurd rayên xwe bidin neyarên xwe halê me ewê tim ev hal be

Cîgirê serokwezîr Beşir Atalay, do li Batmanê gotiye, ” Partiya herî mezin, nûnerê herî mezin yê hemwelatiyên bi koka xwe kurd in em in/ Kürt kökenli vatandaşların en büyük partisi, temsilcisi biziz. ” 

Bala xwe bidinê, Atalay nabêje, ”em partiya kurdan ya herî mezin in”, dibêje, ”yên bi koka xwe kurd”. Yanî bi eslê xwe, bi koka xwe kurd in, lê nuha êdî ne kurd in. 

Bi rastî jî wisa ye, kesê ku xw
e nuha jî kurd bibîne û dilê wî ji bo kurdan bişewite, îro nabe endam û parlamenterê AKP-ê.




Wek Atalay, Erdogan jî gava qala parmaenterên AKP-ê yên ”kurd” dike, tu carî bi rengekî dirist nabêje ”kurd”, mesela nabêje 60-70 parlamenterên me yên kurd hene. Dibêje nizanim çiqas parlamenterên wî yên ”bi koka xwe kurd” hene, nizanim filan wezîrê jî ”bi koka xwe kurd”, e. 




Lê tu carî nabêje filan kes e ”kurd e”, dibêje ”kurd kökenli” ye, yanî ”bi koka xwe” kurd e, lê nuha bûye tiştekî din.
A qesta Beşir Atalay jî ev e, ”kesên ku berê kurd bûn lê nuha ne kurd in…”




Ji vê gotina ”kurd kökenli” yanî ”bi koka xwe kurd” rezîltir gotin tuneye, gotineke mişt heqaret e, îmaya înkara nasnameya miletekî têda heye.




Bêguman Atalay bi îdîâ xwe ya ku AKP ”partiya kurdan ya herî mezin e” demagojiyê dike, ew jî zane ku li Kurdistanê ev ”mezinayiya” wan bi xêra qanûnên nîjadperest, bi riya zorê, hîle û xurda ye. BDP û AKP ne xwedî eynî îmkan û şertan in.




Lê li gel vê jî rastiyek heye ku gelek kurd hîn jî rayên xwe didin AKP-ê. Ji xwe ne wisa bûya nuha 60-70 marlamenterên AKP-ê yên kurd tunebûn.




Û heta ku kurd rayên xwe bidin AKP-ê û AKP 60-70 parlamenteran ji Kurdistanê derxe, Atalayê tim bibêje ew partiyan kurdan ya herî mezin in.




Heger kurd dixwazin li Kurdistanê şer raweste û zarokên wan neyên kurştin û miletê kurd jî bigihîje azadiya xwe, dibê kurd êdî rayên(dengên) xwe nedin AKP-ê, dibê kes nebe berpirsiyar, muxtar, şareder û parlamenterê AKP-ê.




Rawestandin şer û azadiya kurdan ji PKK-ê û BDP-ê bêtir, di destê parlamenter, şareder û piştevanên AKP-ê yên kurd da ye, roja ew dev ji piştgirî, şarederî û parlamenteriya AKP-ê berdin, Erdoganê were rê û ewê bi kurdan ra rûne û mafê kurdan qebûl bike.
Û eksê wê jî dirêjkirina şer û berdewamiya bindestiyê ye…

Mixabin Erdogan bi kuştina kurdan kêfxweş dibe


Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu, li ser beyan û îdîaya Erdogan ya kuştina 115 gerîlayên kurd gotiye, “dibê dewlet bi kuştina însanan kêfxweş nebe.”
Rast e, dibê dewlet însanan nekuje û bi kuştina înasanan kêfxweş nebe.

Lê belê dewleta tirk bi kuştina însanan kêfxweş dibe, ji ber ku yên dikuje kurd in. Loma dewlet jî û Erdogan  jî  bi kuştina kurdan pir kêfxweş didbin. Û çuqasî zêde bikujin hewqas zêde kêfxweş dibin.

Galîp Ensarîoglu herçiqas newêribe vê rastiyê rasterst bibêje jî lê rastî ev e, Erdogan bi rastî jî bi kuştina kurdan pir kêfxweş dibe. Dixwaze dewlet her roj bi sedan kurdî bikuje. Ji bo kuştina kurdan çi ji destê wî tê dike, gav û saetê fermanê dide pûlis  leşkerên dewletê.

Loma jî kuştina gelek gerîlayên kurd wî gelkî dilşa dike û ji ber vê yekê jî hejmarê dide, dibêje, me 115 kurd kuştin.


Tiştek pir vekirîye, bi gazin û bergerê dewlet dev ji kurştina kurdan bernade. Heger Ensarîoglu bi rastî jî dixwaze dawî li kuştina kurdan were, dibê dev ji AKP-ê û hevaltiya Erdogan berde. Heta ku kurd bi Erdogan ra bin dewletê vê siyaseta xwe bidomîne.
Serokwezîr Erdogan her roj viya dibêje, dibêje bira kes hêviyeke wiha ji me neke...


XXX
Cemal Ozçelîk, di malpera Kurdînfo da dîsa nivîseke pir bi qalîte û pir xweş nivîsî ye. Di dawiya nivîsa xwe da gotiye:
”Heger îro dewlet bi hemû zalimiya xwe êrîşî siruşta(xweza,tabîat)me û civata me dike, ev, îspata wê ye ku ew bêtir nêzî têkçûnê ne. Ji tecrûbeyên dîrokî em dizanin ku zalim, her tim di demên ku têkçûna wan nêz dibin da zorbatiyên xwe hildiperikînin asta herî bilind. Eynî wek ku îro dibe. Helbet ev nayê wê maneyê ku emê romantîk bin û xewnên zafera hêsan bibînin.”

Tespîteke rast e, dibê kurd nekevin rehawetê û di micadeleyê da xwe sist nekin. Çawa ku dewlet di êrîşên xwe da tu carî xwe sist nake, her wisa dibê kurd jî xwe sist nekin, nabênê nedin xebat û micadeleya li hemberî vê hukûmeta zalim.


XXX
Erê ez aşirî me (ekstrem im). Ji ber ku gelê min li vî welatî lape(pir zêde) di rewşeke xerab da ye. Li derekê zulm hebe nalîn jî ewê lape(pir zêde) be û serîhildan (îsyan) jî. Yên tên pihînkirin nastirên.
(Malcolm X)

06 augusti 2012

Miletperwerên me jî heyranê tirkî ne

Wek gelek tiştên me yên din, piraniya ronakbîr, siyasetmedar û neteweperestên( milîyetçiyên) me jî ne wek yên xelkê ne. Ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên xelkê ne ji zimanê dijmin, ji zimanê xwe hez dikin, bi zimanê xwe dipeyivin û zimanê xwe pêşda dibin.

Lê ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên me kurdan eksê yên xelkê ne; loma jî ew ji zimanê xwe bêtir ji zimanê dijminê xwe hez dikin.

Pûlisên îşkencecî di îşkencexaneyan da bi tirkî bi me da dîqirin û heqaretên nemayî li me dikin û li me dixin.
Zebaniyên zindanan di zindanan da bi darê zorê û bi kotek bi sedan marşên tirkî yên faşîst bi me didin ezberkirin. 

Li eskeriya bi darê zorê, bi dehana marşên tirkî yên li dijî netewa me, bi me didin gotin û bi tirkî heqaretê li me û li neteweya me dikin . 

Bi tirkî rê li ber muzîka me, folklora me û edebiyata me digrin û nahêlin em fêr bibin.
Bi tirkî me asîmîle dikin û me dikin biyaniyên zimanê me.

Yanî zimanê tirkî, di her warê jiyanê da tim bi zorê, bi lêdanê, bi îşkenceyê û bi riya tirsê xistine devê me.
Tirkî, ji bo kurdan di her warê jiyanê da tim bûye zimanê zaliman, zimanê îşkenceciyan û yê îşxalkaran.

Gava li me xistine, gava îş kewnce bi me kirine û gava li serê çiyan zarokên me kuştine bi tirkî dilşa bûne û bi tirkî halan di xwe hildane…

Di normalê da dibê ronakbîr, siyasetmedar, hunermend û milîyetçiyên miletekî, ji zimanekî ku bi vî rengî bûbe zimanê devê zaliman û şirîkê zalim û îş kenceciyan hez neke. 

Çimkî ev ziman bûye aletekî îşkencê û asîmîlasyonê û sembola zulma dewleta tirk.
Loma jî dibê ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên kurdan ji vî zimanî hewqasî hez nekirana.
Lê mixabin ew hîn jî ji zimanê xwe bêtir ji tirkî hez dikin...

Ev jî dişibe sendroma Stockholmê, piştî demekê yê mezlûm dibe heyran û evîndarê celad û zulimkarê xwe.

Dîrok rojekê ewê cengaweriya egîdên kurdan binivîsîne



Li herêma, Hekariyê û Şemzînanê ev 13 roj in ku di nabêna artêşa tirk û gerîlayên kurd da şerekî pir mezin heye. Ji ber ku dewlet nahêle çapemenî û heyetên rêxistinê siyasî û siwîl herin herêmê, loma jî kes bi rindikî nizane li herêmê çi dibe û rewş çi ye.

Lê li gorî xeberên ku heta nuha ji herêmê hatine û beyanên artêşa tirk û yên PKK-ê dane, ji herdu aliyan jî bi sedan kuştî û birîndar hene.


Di beyanên xwe da artêş tim zayiatên xwe kêm û yên gerîla jî zêdenîşan dide. Lê bi îhtîmaleke mezin rastî tam ne wiya ye, artêş rastiyê ji gel vedişêre.

Ev 13 roj ni ku artêşa tirk, bi teknîka herî pêşketî û modern, bi top û çekên herî giran, bi helîkopter û balafirên şer û bi dehhezaran leşker bi çend gerîlayên kurd ra şerekî pir mezin dike, lê li gel vê hêza xwe ya zebelih, dîsa jî nikane liberxwedana çend gerîlayên kurd bişkîne. Generalên artêşa yekmilyonî li hemberî vê mêranî û liberxwedana zarokên kurdan şeqizîne. Loma jî sansor danîne ser her tiştî, nahêlin kes here herêmê.

Yê dewletê çiqasî werin kuştin jî tu carî ne leşkerên wan diqede, ne çek û cebilxaneyên wan diqede û ne jî birçî dimînin Her tiştê wan heye, çi biqede, hewcedariya wan ji çi ra hebe tavilê dikanin temîn bikin.

Lê yê gerîla ne wisa ye. Her tiştê wî mahdût û bi sînor e; çeka wî yek e, cebilxaneya wî bi sînor e, bi qasîku kanibe bi xwe ra bigerîne.

Ez ji xwe ra difikirim û dibêjim, gelo ev gerîla çawa dikane li hemberî vê hêza hewqas mezin, hewqas roj wiha liberxwe bide?

Ev yek ji mûcîzeyê jî wêdetir e. Çend keç û xortên kurd ev 13 roj in ku li serê çiyayên Kurdistanê bi tivingên di destên xwe da li hemberî 20 hezar leşkerên profesyonel û xwedî çek û teknîk û îmkanên herî mezin û herî modern liberxwedaneke bêemsal nîşan didin.

Dîrok rojekê ewê vê qehremaniya keç û xortên kurdan, neviyên Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Şêx Mahmûd û Seyid Riza binivîsîne. Çiyayên Kurdistanê şahidên mêranî û cengaweriya egîdên kurdan e…

Erdogan hîn nehatiye rê


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do êvarî di bernameya televizyonekê da dîsa agir bera erdê da û toz û dûman tevhev kir û dîsa soza qedandina ”terorê” da tirkan û got, ev kar bi hukûmetê tenê nabe, dibê milet û bi taybetî jî medîa alîkariya hukûmetê bike. 

Di bernameyê da li ser pirsa, ”ma kurd çi dixwazin?”, Erdogan bersiveke pir balkêş da. Erdogan got, ew jî nizane û dû ra jî got: ”Dema em ha

tin ser hukim, ji me ra digotin li herêmê rewşa awarte rakin em tiştekî din naxwazin. Me rakir, lê jibîrkirin. Tu dinêrî tim tiştên nû derdikevin holê, daxwazên wan naqetin…”

Tu dibêjî qey efendî sedeqeyê dide kurdan, loma jî rakirina ” rewşa awarte” dike minet, dibêje me ” rewşa awarte” rakir.

Na wele bira ”rewşa awarte” heta û heta dom bikira.
Li gorî wî, bi rakirina ” rewşa awarte” mesela kurd hel bûye. Loma jî dibê kurd êdî tiştekî din ji hukûmeta Erdogan nexwazin û PKK jî çekan deyne.

Wisa xuyaye heta ku baweriya Erdogan li hemberî PKK-ê bi zafereke çekdarî hebe, ew dev ji riya zorê û şer bernade. 

Kurd bi heyran û qurbanê, bi bangên aştiyê nikanin Erdogan ji ser vê riya şaş vegerînin. Ev yek di her beyan û axaftina Erdogan da baş eşkere dibe…

Loma jî tenê riyek heye, dibê kurd bi şer û çekan jî nîşanî Erdogan bidin ku ev rê şaş e û bi vê riyê ewê tu carî nikanibin zora kurdan bibin û kurdan teslîm bigrin.

Loma jî bêqeyd û şert çekdanîna PKK-ê ewê Erdogan bi carê da stûr û har bike. Heger çekdanîn ewê bibe, dibê ev yek bi lihevkirin û bi peymanekê bibe.

Mêrik waye ji nuha da dibêje, digotin ” rewşa awarte” rakin, wan rakir, ma hîn jî kurd çi dixwazin?
Ev şêl jî nîssan dide ku Erdogan hîn gelkî dûrî çeareserkirina mesela kurd bi riyeke aşatiyane ye.


XXX
Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk ya kurd(PYD) û endamê desteya bilind ya kurdên Sûriyê, Salih Muslim, bi beyanekê diyar kir ku nakokiyên wan yên bi hin endamên din yên desteyê yên ji ber civîna bi wezîrê derve yê Tirkiyê ra çareser bû.

Li alî din Desteya Bilind a Kurdên Sûriyeyê jî li ser vê gelşê belavokek belav kir. Desteya Bilind di belavoka xwe da radigihîne ku van demên dawiyê hin kêmûkurî

derketine holê, lê ew sozê didin gelê kurd ku ewê li serê bisekinin û van şaşiyan dubare nekin.

Wek tê zanîn, di roja 2-8-2012-an de, endamên Desteya Bilind ya Kurdî baskê ENKS-ê bi wezîrê derve yê Tirkiyê ra rûniştibû û ev civîn ji alî PYD-ê û Encûmena Gel ve bi tundî hatibû rexnekirin û biryara rawstandina xebatên xwe di Desteya Bilind da dabûn. Lê bi vê beyanê diyar dibe ku wan ev gelş çareser kirine û wan soza berdewamiya xebateke hevbeş dane.

Vê biryara endamên Desteya Bilind ya Kurdên Sûriyê û beyana Salih Muslim ezgelkî kêfxweş kirim. Ez hêvî dikim ku şaşî û gelşên wiha dubare nebin. 

XXX
Rojnamevana tirk Ece Temelkuran, di nivîsek xwe da bal kişandiye ser "nimêja îniyê ya sivîl" ku li gellek bajarên Kurdistanê kurd naçin mijgeftan û li derve nimêja xwe dikin.

Wek têzanîn, ev zêdetirê salekê ye ku kurd li gellek bajarên Kurdistanê naçin mizgeftên dewletê û li paş meleyên fermî nimêjê nakin. Ji dêlî mizgeft û meleyên dewletê, li park û kolanan li pişt meleyên kurd nimêja xwe dikin 

û li xutbeyên kurdî guhdarî dikin.
Rojnamevana tirk Ece Temelkuran, li ser vê mijarê sekinîye û gotiye, ”kurd çima li mizgeftan nimêja îniyê nakin?”

Û dû ra jî bersîva pirsa xwe daye. Bersiva Ece Temelkuran ya vê pirsê wiha ye:
”Kurd ji bo çi li mizgeftan nimêzê nakin?

Çimki: Li mizgeftan xutbeyên ku ji Enqerê tên şandin bi meleyan didin xwendin. Dibêjin tu artêşa me muzaffer bike ya Rebî! Ew artêşa nuha bi Yûnanîstanê ra û bi Îsraîlê ra şer nake, ewê li hemerî kê muzafer be? Bi vê, hûn ji merivên mêrdînî, colemêrgî, diyarbekrî ra dibêjin; artêşa me heye, ewê lawê te bikuje...”
Û kurd jî naxwazin ji vê duaya we ra bibêjin ”amîn”! Loma jî naçin mizgeftan…


PARVE BIKE