29 juli 2012

Zalim pir bêrû ne


Her kes baş dizane ku kurd naxwazin Sûriyê ji ereban bistînin, bikin welatê xwe û ereban jî bindest bihêlin, bihelînin û bikin kurd.

Lê her kes baş dizane ku hemû ereb dixwazin ku welatê kurdan nedin kurdan û kurdan jî bidest bihêlin, bihelînin û bikin ereb.

Ev yek ji bo Tirkiyê jî wiha ye.
Li Tirkiyê jî kurd naxwazin Tirkiyê ji tirkan bigrin, bikin Kurdistan û tirkan jî bikin kurd.

Lê tirkan him welatê kurdan îşxal kiriye û him jî hebûna kurdan qebûl nakin, dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk, nahêlin zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Lê dîsa jî yên neheq, yên nîjadperest kurd in.

Tirk û ereb, bi îşxalên xwe, bi zulm û zordariyên xwe ne neheq û ne nîjadperest in, kurdên ku azadiya xwe, rizgariya welatê xwe dixwazin neheq û nîjadperest in.
De were li hemberî vê zulma zaliman nemre, de were neteqe

XXX
Di bûyera Kurdistan rojava da careke din derket ortê tirk, di warê siyasî û îdeolojîk da çiqasî li dijî hev bin jî dema mesele dibe kurd û Kurdistan dev ji dijayetiyên di nabêna xwe da berdin û li hemberî kurdan dibin yek û ji bo ku kurdan ji ortê rakin, bi hev ra êrîş dikin...

Dibê ev şêla tirkan ji bo me jî bibe numûne û ders, dibê em kurd jî di roj û demên wiha da hemû dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk bidin aliyekî û ji bo kurd û Kurdistanê werin ba hev û li hemberî kes û hêzên ku dixwazin me ji ortê rakin yekîtiya xwe xurt bikin.

Tirk û neyarên me yên ji bo ku me bindest bihêlin û heta me ji ortê rakin hemû berberî û dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî. Dibê em kurd jî ji bo ku bikanibin ji bin vê zulmê, ji bin vê bindestiyê xelas bibin wiha bikin, dev ji dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk berdin û hêza xwe bikin yek û bi hev ra xwe biparêzin.
Garantî û temînata jiyana me, ya hebûna me û serkeftina me hevkarî û yekîtiya me ye…


XXX
Dînê Tirkiyê yê resmî durûtî ye.
Murathan Mungan
Camêr pir rast gotiye, bi rastî jî wisa ye.

XXX
-Dostiya kûçikekî ji kûçiktiya hevalekî çêtir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE