26 juli 2012

Erdogan qebûl nake li Sûriyê jî kurd azad bibin


Hin kurdên nêzî AKP-ê di kanala TRT6 û kanalên din yên tirk da operasyon û êrîşên dewletê yên li hembrî kurdan tim bi şerê PKK-ê yê çekdarî va girê didin û loma jî ji hukûmetê bêtir tim PKK-ê rexne dikin.
 
Li gorî wan heger PKK dev ji şerê çekdarî berde hukûmetê gav bi gav mafê kurdan bide û mesela kurd bi riyeke aştiyane hel bike. Lê PKK bi şerê xwe yê çekdarî nahêle hukûmet vê gavê bavêje.

Nuha vaye li Kurdistana Sûriyê ne PKK heye û ne jî kes şerê çekdarî dike. Kurdan bi riyeke aştiyane hin bajarên xwe rzgar girine û mafê xwe yê netewî dixwzin.

Sûriye welatekî din e û kurd jî ne hemwelatiyên Tirkiyê ne û ji Tirkiyê jî tiştekî naxwazin.
Kurdên Sûriyê ne êrîş birine ser Tirkiyê û ne jî ji Tirkiyê tiştek xwestine. Daxwaza wan ji dewleta Sûriyê ye, ew li hemberî êrîşên dewleta Sûrî amadeyiyên xwe dikin û dixwazin mafên xwe yên netewî bidest xin.

Lê Erdogan û hukûmeta wî dîsa jî kurdên Sûriyê rehet bernadin, weke gurên har yên devbixwîn êrîşê dibin ser wan, gefan li wan dixwin û qala îşxala Kurdistana Sûriyê dikin. 

Erdogan û wezîrên wî dibêjin ew qebûl nakin kurd ala kurdî hildin û ewê tu carî rê nedin avabûna Kurdistanekê.

Yanî mêrik ne qebûl nake ku li welatekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet û desthilat.
Gelo ev hevalbendên AKP-ê û rexnegirên PKK-ê û BDP-ê li hemberî vê zorbatiya Erdogan û hukûmetê û van êrîşên tirkan ewê îcar çi bibêjin û îcar sûc têxin hustuyê kê?

Piştî vê zorbatî û van tehdîtên Erdogan û hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdên Sûriyê gelo ewê hîn jî hevkarî û hevalbendiyên xwe yên bi hukûmetê ra bidomînin ya na?

XXX
Bi qasî xuyaye li Tirkiyê şertên siyasî êdî rê nadin ku însan wek berê him doza kurdayetiyê bikin û him jî bibin hevkar û hevalbendên dewletê û hukûmeta AKP-ê.

Siyaseta ku hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdên Sûriyê dimeşîne şertên hevkariya eşkere ji ortê rakir.
Êdî meriv ya hevalbendê dewletê û ji cepheya AKP-ê ye ya jî li dijî hukûmeta AKP-ê û ji cepheya kurda ye. Îdarekirina herdu aliyan jî êdî ne mimkûn e.

Baş û xerab, kurdperwer û pûlperest û hevkarên tirkan êdî ji hev digerin, şertên Tirkiyê û Kurdistanê maskeyan yeko yeko dixîne.

Bi tirkan ra di nava partiyên tirk êdî kurdayetî û xebta ji kurd û Kurdistanê nabe, ew dem zûdaderbas bû…
Her teyr bi refên xwe ra…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE