21 juli 2012

Astenga herî mezin Erdogan e



Hin ”ronakbîr” û siyasetmedarên kurd serokwezîr Erdogan ji bo çareserkirina mesela kurd weke îmkan û fersendekê dibînin. 

Lê ez bi xwe eksê wê difikirim. Ez dibêjim kelema li ber çareserkirina mesela kurd ya herî mezin Erdogan bi xwe ye. Û heta ku Erdogan xwediyê vê desthilatê be hukûmeta AKP-ê di vî warî da ewê tu gavên pozîtîf navêje. 

Çimkî di nava AKP-ê da yê herî bêtir li dijî diyalogê û çareseriyeke siyasîye Erdogan e. Û heta ku Erdogan serokwezîr û serokê AKP-ê be ewê tim serî li meselê bigerîne û nehêle mesela kurd bi riyeke aştiyane çareser bibe. 

Ji ber ku îdeolojiya wî ya nîjadperest û panturkîst nahêle Erdogan mafê kurdan yê netewî nas bike û bide. Herçiqas di hin waran da Erdogan li dijî kemalîzmê be jî lê di mesela kurd da ew kemalîstekî herî fanatîk e.
Loma jî tim dibêje ”yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat”. 

Weke taktîk vekirî nabêje ”yek ziman”, lê gotina ”yek milet” û qebûlnekirina perwerdeya bi zimanê kurdî di nava ”yek”ên Erdogan da bêguman ”yek ziman” jî heye.

Hedefa wî ya esasî belavkirina PKK-ê û BDP-ê û di nava demeke dirêj da helandina kurda ye.
Di destpêkê da Erdogan bi rastî jî bi fêlbazî û bi hostatiyeke mezin hêviyak mezin da kurdan û Yekîtiya Ewrûpayê. 

Lê piştî îktîdara xwe ya dewra sêyemîn derket ortê ku tu nêteke Erdogan ya endametiya Ewrûpayê û çareserkirina mesela kurd tuneye. 

Belovacî wê, ew dixwaze bi şer û bi girtinê liberxwedana kurdan bişkîne û tevgera kurd ya netewî teslîm bigre.

Hemû taktîk, demagojî, tawîz û gavên xapandinê ji bo qezenckirina wextê û gihîştina vê armancê ye.
Dibê hemû kurd vê nêt û hesabê Erdogan êdî baş bibînin û li gorî wê hereket bikin…

XXX
Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hîkmet
Ehmedê Xanî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE