03 juni 2012

Xwedêgiravî hin kurdên AKP-ê jî êdî gotine bes !

Nivîskarê rojnameya Yenêî Çagê Ahmet Takan, di nivîsa xwe ya do û îro da dibêje ku piştî minaqeşeya di nabêna wezîrê karê hundur Îdrîs Naîm Şahîn û Hueseyîn Çelîk ya li ser qetlîama Roboskê da 25 parlamenerên kurd li hemberî Şahîn him bi nivîskî û him jî bi devkî neheretiya xwe anîne zimên û heta Erdogan bi ”îstîfayê” jî tehdît kirine.

Lê Erdogan dîsa jî dev ji piştgiriya Şahîn bernedaye û heta di civîna partiyê da li Huseyîn Çelîk rabûye û gotiye "tu ne berdevkê min î."

Takan, di nivîsa xwe ya îro da jî dibêje ku di nava AKP-ê da aciziya parlamenterên kurd ya li hemberî Şahîn û Erdogan berdewam e. Xwedêgiravî kurd ji Erdogan îstîfaya Şahîn dixwazin. Lê Erdogan jî vê yekê qebûl nake.

Îcar ji ber ku Erdogan guh nade dîtin û daxwazên parlameterên kurd, loma jî Çelîk çûye giliyê Erdogan bi serokkomar Gul kiriye.

Bêguman ji vî "gilî" jî tu tişt dernakeve, ji ber ku Gul jî di esasê xwe da weke Erdogan difikire...

Lê ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî derewe em nizanin, lê tiştê xuya dike di parlamenterên AKP-ê yên kurd da zû dereng ewê çend kesên xwedî ûjdan derkevin û ji vê zulma li gelê wan dibe ra bibêjin bes!

Erdogan, zulm û çavsoriyeke pir mezin li kurdan dike, heger piçek kurdayetî, ûjdan û xîret bi meriv ra hebe, meriv nabe şirîkê vê zulmê û li hemberî wî bêdeng namîne.

Heger îdîeya ”nerehetiya 25 parlementerên kurd” rast be mesele pir mezin û cidî ye. Û ez hêvî dikim ku ev îdîa rast be.

Heger îdîa Ahmet Takan rast be û di rojên pêşda 25 parlamenter ji AKP-ê îstîfa bikin îşê AKP-ê diqede û mesela kurd jî di demeke nêz da ewê çareser bibe.

Lê heger îro nebe jî sibe ewê bibe, ji ber ku pêşketinên civakî û siyasî êdî vê netîceyê ferz dikin. Loma jî kurdên di nava partiyên tirk da jî weke çep û dîndarên kurd, miheqeq ewê ji tirkan veqetin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE