10 juni 2012

Kemal Burkay dawiya dawî bombeya xwe teqand !



Kemal Burkay dawiya dawî bombeya xwe teqand û namzediya xwe ya serokatiyê diyar kir.
Çavê kurdan, lê bi taybetî jî yê hemû HAK-PAR-iyan ronî be, Kemal Burkayê 75 salî ku berî vegera xwe ya Tirkiyê bi newalek Quran sond dixwar ku ewê siyaseta partîtiyê neke û nebe serokê HAK-PAR-ê, wa ye dev ji vê soza xwe berdaye û camêr zend û bendên xwe vemaltiye û wek şêrekî kal yê xwedî tecrûbe daketiye meydana siyasetê û gotiye di kongreyê da ewê bibe namzetê serokê HAK-PAR-ê.

Burkay, do êvarî di bernameya telewîzyonekê da gotiye, wî ji berpirsiyarên Hak-Par-ê xwestiye ku ew bibe şêwirmendê wan, lê wan gotiye na, dibê tu bibî serok.

Yê min bixwe gelkî kêfa min ji serokê Hak-Par-ê ra dihat, min digot belkî ew ne merivekî ”emanetçîye” ye. Lê ev beyana Burkay tê wê maneyê ku serokê Hak-Parê jê ra gotiye, serokatî ji min bêtir heqê te ye, dibê tu bibî serok….

Na heger ne Bozyel, lê hevalên wî ev gotin ji Burkay ra gotbin û ev soz dabin wî, dîsa pir eyb kirine. Ev ne şêleke rast û dirist e…

Lê bira bibe, bi dîtina min bi serokatiya Burkay Hak-Par ewê hezkirin û piştgiriya xwe ya heyî jî wenda bike û bibe partiya ”heyran û evîndarên Kemal Burkay”!

Bi vî hawî ew hêviya ku derî BDP-ê alternatîfeka din çêbibe pûç dibe.
Ocalan çawa ku nahêle bêyî wî kes xurt bibe û bibe serok û raqibê wî, Burkay jî eynî tişt e, heta ku ew hebe nahêle tu kesên din derkevin pêş, dibê yê herî mezin tim û tim ew be!

Aso, bêtoleransî û ”ez û eziya” Burkay rê nade ku ew bibe serokekî netwî û civatê hêmêz bike…

XXX
Bersîva Şukrî Demîr 
Şukrî, weleh ez ji Burkay qet ne "zikreş" im å tu gelşekemin ya şexsî jî bi camêr ra tuneye. Ez ne şexsê wî, kirin û fikrên wî rast nabînim û rexne dikim.

Heta çûyina wî min tu rexneyek lê negirt û heta li ser hin rexne û êrêşan min çend caran ew parast jî. Kesê bixwaze dikane wan nivîsên min di bloga min da bibînin.

Ya din Burkay bi rehetî dev ji serokatiyê berneda, TKSP bûbû keştiya binav dibû, Burkay ”keştiya binav dibû” li cî hîşt û reviya. Serokekî xwedî îdîa partiya xwe di wî halî da nahêle û naçe. Lê wî temenê(umrê) xwe wek sebeb nîşan da û got êdî ez nikanim vî karî bikim, ezê bi hin karên nivîsînê mijûl bibim.

Lê nuha gava dibîne ku Hak-Par wek TKSP-ê ne bar e, heta jê ra hinekî star e, loma jî dev ji ”umrê xwe”, soz û ahdên xwe yên berê dabûn berdide û dixwaze li ser sifra hazir rûne.

Ma piştî 75 saliya xwe çi heqê wî heye serokatiyê ji yekî wek Bayram Bozyel bistîne?
Bayram çi şaşî û xerabî kiriye ku Burkay wî ji serokatiyê dadixe ? 

Ya din endamên Hak-Parê çawa dikanin ”ezilkirineke” wiha qebûl bikin, ez wê jî fêm nakim.
Ev ne demokrasî ye û ne jî kultureke medenî ye. Ev kultureke feodal û dîktatorî ye.

Çi xebat û keda Burkay di hebûna Hak-Parê da heye ku ew ji derve here û ji xwedî û kedakarên partiyê ra bibêje, "xerc qediya emele paydos, her kes here mala xwe"!

Û di ser da bi dehan car sond xwar ku ew tiştekî wiha nafikire, ewê bi hin karên din mijûl bibe…

Dema meriv rexne li PKK-ê û BDP-ê digre gelkî kêfa havalên Ozgurlukçî tê, ji meriv ra li çepikan dixin, lê gava meriv Burkay rexne bike, ev yek dibe "zikreşî"!

Bi baweriya min heger hukmê PKK-ê û BDP-ê di destê Burkay û hevalên wî da bûya ewê ji wan bêtir bêtehamul û bêtolerans bûna, ewê nehîştana yek însan jî ji Burkay ra bibêje ”hilêbilê” !


XXX
Her kes dizane ku tu îdeolojî, tu dîn û baweriyeke siyasî û felsefî, tu pîvaneke exlaqî û moralî li hemberî zulmê, neheqiyê û bêedaletiyê bêdengmayinê qebûl nake û rast nabîne. Belovacî wê, eksê wê, serîhildanê û îtîrazê emir dike…

Kesên ku li hemberî zulma li kurdan dibe xwe bêdeng, kerr û lal dikin li gorî demokrasiyê jî û Quranê jî, li gorî hemû dîn û baweriyan jî gunehkar in û hevalên zulimkaran e.

1 kommentar:

  1. Xalo ma Sukri endame Folpartiet e, ci ishe wi je heye

    SvaraRadera

PARVE BIKE