02 juni 2012

Erdogan li Diyrbekrê jî got mesela kurd êdî tuneye!



Hin kurdên dost û hevalên AKP-ê li hêviyê bûn ku Erdogan îro li Diyarbekrê li serçareseriya mesela kurd û qetlîama Roboskê tiştekî nuh Û girîng bibêje.
Lê Erdogan tiştekî nuh û girîng negot, qala qetlîama Roboskê nekir, tenê dûr û dirêj qala xizmetên ji Diyarbekrê û ji Kurdistanê ra kirine kir û dû ra jî got:

-Mesela kurd êdî tuneye, mesala PKK-ê, terorê û hemewelatiyên min yên kurd hene û wan jî em hêdî hêdî çareser dikin.

Erdogan weke hertim dîsa ji diyarbekriyan û kurdan xwest ku ew jî bi dewletê ra li dijî zarokên xwe şer bikin û belediya Diyarbekrê ji BDP-ê bigrin û bidin AKP-ê.
Li gorî Erdogan li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye, kurd gihîştine hemû maf û azadiyên xwe, tenê mesela "terorê" heye. Û ji bo ku "teror" biqede, dibê "gel alîkariya wî bike..."
Bi baweriya min êdî tu hêvî û sebeb nemaye ku kurd di nava AKP-ê da bimînin, her kurdê xwedî û ûjdan dibê ji AKP-ê veqete û bi tu hawî piştgiriyê nede vê hukûmeta zalim û zulimkar.
Piştiriya Erdogan û AKP-ê, piştgrî û şirîkatiya siyaseta Erdogan ya înkar û îmha miletê kurd e.

XXX
Rojekê berî bi çûyina Erdogan ya Diyarbekrê, 169 rêxistinên siwîl bi hev ra beyanek dan û hatina Erdogan ya Diyarbekrê protesto kirin. Bi gotinke din, gotin neyê Diyarbekrê.
Ev protestoya rêxistinên siwîl şêleke rast û di cîda ye, dibê ji nuha û pêda kurd rû nedin Erdogan û yek saniyeyê jî lê guhdarî nekin.
Bi hêviya ku îro di dema hatina wî da tenê pûlis û hin kurdên bêûjdan li dora wî hebin.
Tenêhîştina Erdogan helwesteke dîrokî û netewî ye.

XXX
Li pişta wî kembera Diyarbekir,
di zûleya wî da kî dizane kîjan hêrs, kîjan riste,
dimeşe di riya ku namûs dizane…
pêxwas e, dîsa jî dimeşe û
nigê wî dişewite

Ahmet Arîf
Werger; Zinarê Xamo

XXX
Tu welidî,
me tu sê rojan birçî hîşt,
me sê rojan pêsîr neda te,
pitika mina Adîloş,
ji bo ku tu nexweş nekevî,
ji bo ku toreya me wiha ye,
nuha êrîş bike pêsîrê,
êrîş bike û mezin bibe…
Vana,
mar û dûpişk in,
vana,
yên ku çav berdane xwarin û nanê me,
vana,
nas bike,
nas bike û mezin bibe….
Ev, namûs e nexşî kunyeya me bûye,
ev jî sebir e,
ji axuyan danizilîye.
Vana himêz bike,
himêz bike û mezin bibe…

Ahmet Arîf
Werger: Zinarê Xamo

XXX
Do di malpera Hekîm Sefkan da ez rastî pêkenîneka pir xweş hatim. Kêfa min gelkî jê ra hat, loma ez wê bi raskirin diweşînim.

Xeto di nav pirêzê da terextor li mîhiyê qeliband. Dema Hecî pê hesiya, jê ra got:
-Lawo min ji te ra negot tu ne şufêr î, terextorê najo.
Xeto got:
- Xalo bi heca ku tu çûyê ne sûcê min bû, sûcê bêxwediya bizinê bû, min ji ser dagerand, çû li Mihê qelibî û mîh mir.
Xeto xwe kiribû şufêr, lê nizanibû firêna teraxtorê li ku ye...

Heta nuha di siyasetê da me gelek ”Xeto” dîtin, neehlî, rebenî, kêmasî û nezaniyên xwe tim dikirin hustuyê hevalên xwe.
Heta ku rêberên me ”Xeto” bin karê me zor e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE