17 juni 2012

Qerepereya li ser gotinên Leyla Zana yê



Hevpeyvîna Leyla Zana ya di rojnameya Hurriyetê da di nava kurd û tirkan da olanek mezin da . Ev sê roj in her kes qala hevpayvîna Zanayê dike.
Kêfa hukûmetê û ya hin kurdên hevalbendên wê gelkî ji gotinên Leyla Zanayê ra hat.
Berdevkê Erdogan Bulent Arinç got, Ez giringiyê didim gotinên Zana û wek xwerexnekirinê qebûl dikim.”
Kurdên ku li Tirkiyê xwedî mal û milk in, xwedî qesir, qonax û hevîngeh in, xwedî kar in, bi tirkan û hukûmetê ra kar û tîcaretê dikin, qeder û pêşeroja xwe bi tirkan ve kirine yek û dixwazin ne li Kurdistanê lê li Tiriyê bijîn gotinên Zanayê wek ”guhdarîkirina li ûjdanê  xwe”, wek rexeyeka li PKK-ê û BDP-ê û pesindana hukûmeta AKP-ê û Erdogan lanse û şirove kirin.
Lê rastî ne wiha ye, Zanayê bêyî çend gotinên dilxweşkir di esasê xwe da di warê siyasî û mesela kurd da pesnê hukûmetê û Erdogan nedaye, belovacî wê rexneyên gelek girîng li hukûmetê girtiye, gotiye heger hukûmet bixwaze dikane mesela kurd çareser bike. Ev rast e, lê nake.
Lê hukûmet û dostên AKP-ê yên kurd vî aliyê gotiên Zanayê yên rexne dernaxin pêş, tenê gotina wê ya ”ew bawer dike ku Erdogan ewê mesela kurd çareser bike didin pêş.”
Wiha dikin ji ber ku dixwazin nîvafaqê têxin nabêna BDP-ê û wan perçe bikin. Yanî li hemberî BDP-ê ev jî şerekî psîkolojîk e...
Hela ka  binêrin Zanayê çi gotiye:
Leyla zana li ser daxwaza Berbroglu parlamenterên AKP-ê û BDP-ê miqayese dike û dibêje:
”Parlamenterên AKP-ê di hestên xwe da kurd in, di fikir da ne kurd in. Yên BDP-ê di fikirên xwe da kurd in, di hest da ne kurd in. Herdu jî nîvço li bûyerê dinêrin. Yanî bi gotina di fikir da ne kurd in, ez dixwazim bibêjim ku parlamaneterên AKP-ê ji bo pêşeroja kurdan tiştekî his nakin, nafikirin.  Parlamenterên BDP pêşerojê difikirin, lê belê ji ber ku dûrî hestên kurdan e pir mekanîk dimîne.”
Ev tespît bi tevayî ne rast e. Parlamenterên AKP-ê yên kurd ne di fikir da û ne jî di hest da ji yên BDP-ê ne baştir in.
Heger baştir bûna ewê li dijî gotiên Erdogan, ”Li Tirkiyê mesela kurd qediyaye, mesela terorê heye” derketana, di qetlîama Roboskê da ewê biwêrîbûna du gotin ji Erdogan û Şahîn ra bigotana.
Rast e, di nava BDP-ê da parlamenterên hestên kurdan baş fêm nakin hene, lê belê di nava AKP-ê da yên hestên kurdan fêm dikin ji binda tunene. Heger fêmbikirina nedibûn endamên wê partiyê û îşxala wealtê xwe nediparastin, miletê xwe bi pakîstaniyên mahcir yên li Îngilîstanê ra miqayese nedikirin.
Leyla Zanayê gotiye Erdogan serokwezîrê herî bi hêz e, heger bixwaze dikane mesela kurd çareser bike. Ji ber ku hêza wî heye.”
Lê negotiye ku ”ew bawer dike ku Erdogan dixwaze çareser bike”, gotiye ku ”heger bixwaze” hêza wî ya çareserkirinê heye.
Ev rast e, lê ji xwe kesek eksê vê jî nabêje, kes nabêje ji ber ku Erdogan nikane, ya jî hêza wî tuneye, loma mesela kurd çareser nake...
Herkes dibêje, dikane lê nake, dema bixwaze dikane bike.
Di mesela ”terorê da jî Zanayê gotiye:
 “Berî her tiştî divê gotinên ‘teror’ û ‘kurd’ ligel hev neyên bikaranîn. Ev dibe sedema reaksiyona em hemû terorîst in. Ya duyemîn, divê nasnameya kurd di destûrê da têkeve bin ewlehiyê. Ya sêyemîn jî zarokên kurdan gelek ji asîmlasyonê zerer dîtine. Ji bo vê yekê divê mafê perwerdeyê bê dayîn. Serokwezîr dibêje, asîmlasyon nîne. Îro herin herêmê û heta dibistana dayîkê hatiye gundan jî. Lê perwerde bi tirkî ye. Li cihê ku pêwîste zarok ji dayîka xwe fêrî çandê bibin, zarokan fêrî Tirkî dikin.”
Li ser girtinên KCK-ê jî Zana wiha gotiye:
“Radibin û rûdinin dibêjin KCKe. Kê xwe îfade kiribe û serî hildabe, xwe di hundir de dîtiye. Ez bi dehan mirov nas dikim ku ne KCKî ne, lê di hundir de ne. Li Tirkiyê mirov diavêjin girtîgehê û wan li wê derê ji bîr dikin. Erê madem hun tometbar dikin, cezayê wî bdinê, lê ew jî nîne. Ne hikûmet û ne jî darêz tişta pêwîst nakin. Ger sibe ev mirov hemû biçin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, ji ber girtina domdirêj tezmînatê werbigrin, ma ev pere ji berîka vî gelî û welatiyên feqîr dernakeve, ma ji berîka me dernakeve? Darêz û polîs wê vê pirsê çareser bikin, çênabe. Li vir rastiyek heye. Em hemû vê yekê vekirî bêjin û bipejirînin. Ger were xwestin yê herî bihêz dikare vê rawestîne. Ewê bi hêz kî ye, niha hikûmete. Serokwezîrê wê hikûmetê jî Recep Tayîp Erdogan e.”
Yanî bi kurtî di van gotinên Zanayê da zêde tiştekî ku BDP-ê û PKK-ê rexne bike û pesnê hukûmetê bide tuneye. Tenê dibêje, ew ”bawer dike heger Erdogan bixwaze dikane meselê hel bike.”
Lê hin derûdor û dostên AKP-ê yên kurd dixwazin di nava kurdan da kesên wek wan zêde bibin û ew jî weke wan pesnê Erdogan û hukûmetê bidin û loma jî şiroveyeke herî normal jî weka "guhdarîkirina li ûjdanê xwe", ya jî hatina rê û dîtina ”rastiyê” lanse dikin.
Zana di dereke hevpeyvîna xwe da dibêje berê dewletê tim dixwst kurdan bera hev bide, perçe bike û bi vê riyê îdare bike.
Tespîteke pir rast e, lê dewlet nuha ji berê bêtir vî karî dike û siyaseta li ser gotinên Zanayê jî perçeyekî ji vê siyaseta dewletê ya "perçe bike û îdare bike" ye...

16 juni 2012

Dawiya xapandinê zû hat

Wê rojê(ez bawer dikim hefteyek berê bû) di malpera Dengê Kurdistanê da ez rastî hevpeyvîneke Burkay ku ji alî rojnameyeka tirk ve hatibû kirin, lê neweşandibûn hatim. 
Ez nuha di malperê da lê geriyam min nedît.

Burkay, di pêşgotina hevpeyvînê da digot, min ev hepeyvîn bi ”filan” rojnameyê ra kir lê neweşandin. Diyar e nehat hesabê wan biweşînin. Loma jî ez li vir diweşînim.
Yanî mediya tirk êdî karê xwe bi Burkay qedand, loma jî êdî hevpeyvînên ”WΔ jî naweşînin. Û hewce nabînin jê ra bibêjin ku ji bo çi neweşandiye jî.

Tirk ne li pey fikir û ramanên Burkay in, ew li pey fêsadiyê ne, nivîsa ku ne li ser PKK-ê û BDP-ê be, êrîşî wan neke û pesnê gavên hukûmetê yên baş nede helbet naweşînin; ji ber ku ew ne heyranên fikrên Burkay in, ew li dû fesadiyê û perçekirina kurda ne.

Hukûmet û medya tirk dixwazin di nava kurdan da ji xwe ra merivan çêkin. 
Diyar e Burkay jî êdî ev nêta hukûmetê û medyayê fêm kiriye ku êdî weke rojên berê qedir û qîmetê nadinê. Loma wî jî di van rojên dawî da dest bi ”rexnekirina” hukûmetê kiriye, qala hin nebaşiyên hukûmetê dike, dibêje hukûmet serî li kurdan digerîne, kurdan dixapîne.


Rast e hukûmet dixapîne, lê ne kurdan, Burkay dixapîne û heta nuha jî baş xapand. Burkay ev yek nuha fêm kiriye û loma jî hêdî hêdî dev diguherîne.

Bi baweriya min hukûmet û medya tirk êdî dev ji "hezkirina û mezinkirina" Burkay berdidin, loma jî ewê hêdî hêdî bibe siyasetmedarekî ji rêzê. Yanî her tişt ewê dîsa here qeysa berê…

Riya çareseriyê diyalog e



Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Leon Panetta, di axaftina xwe ya di civîna Konseya Emerîka-Tirkiyê da gotiye, ji bo çareseriya mesela kurd li Tirkiyê tenê rêya leşkerî nebese, divê rêya siyasî jî
hebe.
Panetta dû ra jî gotiye, “Ewê piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê ya di tekoşîna li dijî PKK-ê da bidomîn, lê hêza çekdar çiqasî girîng be jî meselê di demek dirêj da çareser nake. Divê çareseriya siyasî tevlî vê pêvajoyê were kirin..”
Ê ji xwe BTP û PKK jî têda her kes vê yekê ji tirkan ra dibêje, lê hukûmeta AKP-ê guh nade vê dîtinê û her di “çareseriya” leşkerî û çekdarî da israr dike.
Dewlet û hukûmeta AKP-ê wisa bawer dikin ku dema di warê çekdarî da ew zora PKK-ê bibin mesela kurd diqde.
Ji xwe ji ber vê baweriyê ye ku Erdogan di van demên dawî da dibêje “li Tirkiyê mesela kurd namaye”.
Yanî wan di warê leşkerî da zora PKK-ê biriye û loma jî mesela kurd jî êdî qediya ye.
Lê her kes dizane ku mesela kurd ne bi PKK-ê destpêkiriye û ne jî bi “qedandina” PKK-ê diqede.
Mesela kurd, mesela miletekî ye, kurd doza welatê xwe û mafên xwe yên netewî dikin. Heta ku kurd negihîjin azadiya xwe, ev liberxwedan û ev têşîn ewê dom bike.
Lê pir baş e ku dewletek wek Emerîka jî vê rastiyê ji hukûmeta AKP-ê ra bibêje û ji Tirkiyê daxwaza çareseriyeke siyasî bike.
Loma jî ev gotinên Panetta gelkî girîng in.

XXX
Welatparêziya herî mezin ew e ku meriv karê xwe baş bike, berpirsiyariya xwe bi rengekî bêkêmasî bîne cî.
XXX
Hestiyên ji ber devê kûçikan mayî şêr naxwin.
-Cesareta te ya ku tu bidî dû hebe, hemû xewn û xeyalên te birast digerin, dibin rastî

XXX
-Tu hinekan didî ser serê xwe ji ciyê xwe hez nake, pêwîst e tu bigrî bin nigê xwe.
Çimkî hin kes tu carî naxwazin bibin serî...
XXX
Ya min ditirsîne ne zulma xeraban e, bêdengiya başan e.
Martin Luther King

XXX
Xwarziyê min ê şair Alî Varol parve kiribû, kê gotibe xweş gotiye, ez kurdiya wê diweşînim.
Bi ya te, ezê te rojekê ji bîr bikim?
Hadê em bibêjin ku min ji bîr kir. Umir ne rojek e ku. Ya rojên din?

13 juni 2012

Erdogan tinazê xwe bi kurdan dike


Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, do di civîna gurûba parlamentoyê ya partiya xwe da diyar kir îsal ewê di xwendegehên dewletê da zimanê kurdî wek derseka hilbijartî were fêrkirin.

Hevserokê Giştî yê BDP-ê Selahattin Demîrtaş, di axaftina xwe ya navçeya Gewerê da ev helwesta Serokwezîr Erdogan ya li hemberî perwerdehiya bi zimanê kurdî rexne kir û got, dersa kurdî ya bijarte nayê qebûlkirin û got:
"Zimanê zikmakî yê neteweyekî tu carî wekî zimanê bijarte nayê qebûlkirin. Divê dersa hilbijartî bidin Tirkan.”
Esas Erdogan bi vê pêşniyara xwe tinazê xwe bi kurdan dike, zarokên miletekî piştî 12 saliya xwe ewê kurdî heftê du saetan wek zimanekî biyanî fêr bibin.
Hukûmet bi vê taktîka ”dersa bijarte” dixwaze ji bo asîmîlîlekirina kurdan wextê qezenc bike.
Ji ber ku bi ”dersa bijarte” diyar dibe ku hukûmeta AKP-ê hebûna kurdan qebûl nake. Çimkî fêrkirina kurdî wek zimanê biyanî tê qebûlkirin, ne wek perwerdeya bi zimanê dayikê.
Ji ber ku hukûmet hebûna kurdan bi resmî û qanûnî qebûl nake loma jî mafê perwerdeyê jî nade kurdan. Dewlet kînga bixwaze, çawa ku dikane zimanekî biyanî ji mufredatê rake, dikane bi bahaneyekê kurdî jî bi eynî rengî rake.
Hukûmet bi vê hokuspokusê dixwaze him wextê qezenc bike û him jî devê kurdan bigre.
Lê dibê kurd vê biryarê tu carî qebûl nekin û nêt û plana li pişt vê taktîka hukûmetê ji gel ra baş îzah bikin. Ji ber ku Erdogan û berdevkên hukûmetê di vî warî da demogojiyê dikin, fena ku ew hebûna kurdan û perwerdeya kurî qebûl dikin, lê rastî ne wiha ye dibê naveroka vê plana hukûmetê ji gel ra baş were zelalkirin.

XXX
Pozbilindiya Fettulah Gulen û nîjadperestî
Navê Seîdê Kurdî(Bediüzzaman)wek alimekî îslamê di salên 1960-da li Tirkiyê, li Kurdistanê û heta li welatên cîran deng dabû, hemû alimên îslamî nav û dengê wî bihîstibûn û berhemên wî dixwendin.
Li gorî tê gotin, derûdora Fettulah Gulen ji Gulen ra qala Seîdê Kurdî dikin û dibêjin gerek hûn hev û du bibînin, hev û du nas bikin.
Piştî ku Gulen bajar û kurdbûna Seîdê Kurdî fêr dibe, dibêje, ”Ez naçim ber nigê kurdekî, heger pêwîst e bira were me bibîne.”
Dû ra, li ser belavbûna vê îdîayê, Gulen dibêje wî tam wiha negotiye, wî goriye:
”Ez fikirîm, min ji xwe ra got, Xwedê dehayekî wiha çima ne ji nava tirkan ku bûna şûrê Îslamê, ji nava kurdan derxist? Xurûra min ya tirkîtiyê nehîşt ez herim destê Seîdê Nûrsî maçî bikim….”
Yanî eynî tişt e, li vir jî dibêje ”xurûra wî ya tirkîtiyê nehîstiye ku ew here ziyareta alimekî wek Seîdê Kurdî û destê wî ramîsa.
Heger Seîdê Kurdî ne kurd, tirk, ya jî ereb bûya Gulen wiha nedigot, ewê bi çargaviyê biçûya ziyareta wî û destê wî ramîsa.
Lê ji ber ku Seîdê Nûrsî kurd e mêrik li xwe danayna destê kurdekî maçî bike; dixwaze bira ew Seîdî Kurdî yanî Bediüzzaman Seîdê Nûrsî be…

XXX
Feraxa vala ji fiçiya tije bêtir deng derdixe.
//JOHN LYLY
Insan û civat dema bi pêşeroja xwe ra mijûl nebin xemgînî û zayiatên wan pir mezin dibin.
//CONFUCIUS

XXX
Her roj di facebookê da bi hezaran, belkî jî bi dehhezaran gotinên xweş, gotinên pêşiyan û aforîzma tên belavkirin. Xwezî her kes bi qasî gotinên ku belav dikin samîmî û dirist bûya.

Euro 2012 nahêle ez karekî bikim



Bi şev maçên futbolê û bi rojî kar, ev du sê roj in ez pê ra nagihînim tiştekî cidî binivîsînim.
Ji do da ye li ciyê kar qet serê min venahese. Û êvaran gava diherim mal jî futbol bûye bela serê min.
Do êvarî swêdiyên me weke gelek caran dîsa xwe pîs kirin, pir tirsonek lîstin û maç wenda kirin. Heger qezenc bikirana jî ne heqê wan bû, ji ber ku lîstikek pir pîs lîstin.
Ukranyayê qezenckirina maçê heq kiribû. Mêrikan futboleka pir xweş, cesûr û ofensîs lîstin; dixwestin maçê qezenc bikin. Û kirin jî.

XXX
Demirtaş gotiye, heta ku kurd li ba AKP-ê bin ev zulm ewê dom bike. Bi dîtina min rast e, heta ku kurd piştgiriyê bidin AKP-ê hukûmet tu mafî nade kurdan.

XXX
Media sosyal ya kurd du sê roj berê xebera girtina Alî Fikirî Isik da, lê dû ra tu malperê bi yek rêz jî negot netîce chawa bû, gelo hat berdan ya na?
Ez bi xwe vê bedengiya medya sosyal ya kurd rast nabînim û bi shîdet protesto dikim.
Fena ku hemûyan "emrê" bêdengiyê girtibin, kes li ser bûyerê tishtekî nanivîsîne, xwendevanên xwe agahdar nakin...
Bi rastî tishtekî pir eyb e !!!

XXX
Media sosyal ya kurd du sê roj berê xebera girtina Alî Fikirî Isik da, lê dû ra tu malperê bi yek rêz jî negot netîce chawa bû, gelo hat berdan ya na?
Ez bi xwe vê bedengiya medya sosyal ya kurd rast nabînim û bi shîdet protesto dikim.
Fena ku hemûyan "emrê" bêdengiyê girtibin, kes li ser bûyerê tishtekî nanivîsîne, xwendevanên xwe agahdar nakin...
Bi rastî tishtekî pir eyb e !!!

XXX
Ji Mewlana pirsîne, gotine:
”Tu hewqasî dinivîsînî,
hewqasî dixwînî,
tu çuqasî dizanî?”
Mewlana gotiye:
”Ez heddê xwe dizanim”

XXX
-Di jiyanê da tim rastiyê biparêze! Heger kes teqdîr neke jî, tu yê li hemberî ujdanê xwe musterîh bî!

-Jiyan wek tûtikekê ye daimî naxmeyên nuh jê dertê.
//TAGORE

Nankorî karê mirovên zeîf e, di nava mirovên bi qudret ez tu carî rastî kesê nankor nehatim.
//GOETHE

Mirin mîvanekî wisa ye ku tu kes jê hez nake, her kes ji mala xwe diqewitîne. Wey qeda li te keve mirina bêbext û bêyom !

XXX
Heger hûn dixwazin miletekî bikin êsîr berî her tiştî ziman û muzîka wî dejenere bikin.
//Konfuçyus
Ê ji xwe tirk jî viya dikin, ji bo ku kurdan teslîm bigrin û hêdî hêdî bikin tirk zimanê wan qedexe dikin.

10 juni 2012

Kemal Burkay dawiya dawî bombeya xwe teqand !



Kemal Burkay dawiya dawî bombeya xwe teqand û namzediya xwe ya serokatiyê diyar kir.
Çavê kurdan, lê bi taybetî jî yê hemû HAK-PAR-iyan ronî be, Kemal Burkayê 75 salî ku berî vegera xwe ya Tirkiyê bi newalek Quran sond dixwar ku ewê siyaseta partîtiyê neke û nebe serokê HAK-PAR-ê, wa ye dev ji vê soza xwe berdaye û camêr zend û bendên xwe vemaltiye û wek şêrekî kal yê xwedî tecrûbe daketiye meydana siyasetê û gotiye di kongreyê da ewê bibe namzetê serokê HAK-PAR-ê.

Burkay, do êvarî di bernameya telewîzyonekê da gotiye, wî ji berpirsiyarên Hak-Par-ê xwestiye ku ew bibe şêwirmendê wan, lê wan gotiye na, dibê tu bibî serok.

Yê min bixwe gelkî kêfa min ji serokê Hak-Par-ê ra dihat, min digot belkî ew ne merivekî ”emanetçîye” ye. Lê ev beyana Burkay tê wê maneyê ku serokê Hak-Parê jê ra gotiye, serokatî ji min bêtir heqê te ye, dibê tu bibî serok….

Na heger ne Bozyel, lê hevalên wî ev gotin ji Burkay ra gotbin û ev soz dabin wî, dîsa pir eyb kirine. Ev ne şêleke rast û dirist e…

Lê bira bibe, bi dîtina min bi serokatiya Burkay Hak-Par ewê hezkirin û piştgiriya xwe ya heyî jî wenda bike û bibe partiya ”heyran û evîndarên Kemal Burkay”!

Bi vî hawî ew hêviya ku derî BDP-ê alternatîfeka din çêbibe pûç dibe.
Ocalan çawa ku nahêle bêyî wî kes xurt bibe û bibe serok û raqibê wî, Burkay jî eynî tişt e, heta ku ew hebe nahêle tu kesên din derkevin pêş, dibê yê herî mezin tim û tim ew be!

Aso, bêtoleransî û ”ez û eziya” Burkay rê nade ku ew bibe serokekî netwî û civatê hêmêz bike…

XXX
Bersîva Şukrî Demîr 
Şukrî, weleh ez ji Burkay qet ne "zikreş" im å tu gelşekemin ya şexsî jî bi camêr ra tuneye. Ez ne şexsê wî, kirin û fikrên wî rast nabînim û rexne dikim.

Heta çûyina wî min tu rexneyek lê negirt û heta li ser hin rexne û êrêşan min çend caran ew parast jî. Kesê bixwaze dikane wan nivîsên min di bloga min da bibînin.

Ya din Burkay bi rehetî dev ji serokatiyê berneda, TKSP bûbû keştiya binav dibû, Burkay ”keştiya binav dibû” li cî hîşt û reviya. Serokekî xwedî îdîa partiya xwe di wî halî da nahêle û naçe. Lê wî temenê(umrê) xwe wek sebeb nîşan da û got êdî ez nikanim vî karî bikim, ezê bi hin karên nivîsînê mijûl bibim.

Lê nuha gava dibîne ku Hak-Par wek TKSP-ê ne bar e, heta jê ra hinekî star e, loma jî dev ji ”umrê xwe”, soz û ahdên xwe yên berê dabûn berdide û dixwaze li ser sifra hazir rûne.

Ma piştî 75 saliya xwe çi heqê wî heye serokatiyê ji yekî wek Bayram Bozyel bistîne?
Bayram çi şaşî û xerabî kiriye ku Burkay wî ji serokatiyê dadixe ? 

Ya din endamên Hak-Parê çawa dikanin ”ezilkirineke” wiha qebûl bikin, ez wê jî fêm nakim.
Ev ne demokrasî ye û ne jî kultureke medenî ye. Ev kultureke feodal û dîktatorî ye.

Çi xebat û keda Burkay di hebûna Hak-Parê da heye ku ew ji derve here û ji xwedî û kedakarên partiyê ra bibêje, "xerc qediya emele paydos, her kes here mala xwe"!

Û di ser da bi dehan car sond xwar ku ew tiştekî wiha nafikire, ewê bi hin karên din mijûl bibe…

Dema meriv rexne li PKK-ê û BDP-ê digre gelkî kêfa havalên Ozgurlukçî tê, ji meriv ra li çepikan dixin, lê gava meriv Burkay rexne bike, ev yek dibe "zikreşî"!

Bi baweriya min heger hukmê PKK-ê û BDP-ê di destê Burkay û hevalên wî da bûya ewê ji wan bêtir bêtehamul û bêtolerans bûna, ewê nehîştana yek însan jî ji Burkay ra bibêje ”hilêbilê” !


XXX
Her kes dizane ku tu îdeolojî, tu dîn û baweriyeke siyasî û felsefî, tu pîvaneke exlaqî û moralî li hemberî zulmê, neheqiyê û bêedaletiyê bêdengmayinê qebûl nake û rast nabîne. Belovacî wê, eksê wê, serîhildanê û îtîrazê emir dike…

Kesên ku li hemberî zulma li kurdan dibe xwe bêdeng, kerr û lal dikin li gorî demokrasiyê jî û Quranê jî, li gorî hemû dîn û baweriyan jî gunehkar in û hevalên zulimkaran e.

07 juni 2012

Dibê kurd nebin şirîkê vê zulma AKP-ê

Ez kurdên din nizanim lê gava ez li Erdogan guhdarî dikim ez gelkî pê diêşim û ji hêrsan perçe dibim. 

Axatina tu siya setmedarekî tirk yê din bi qasî ya Erdogan min naêşîne. Erdogan di her axaftina xwe da, bi uslûba xwe, bi jest û mîmikên xwe yên xav û sûnî, bi çavsorî û stûriya xwe êşeke pir mezin dixe dilê min, zimanê tirkî, Tirkiyê, jiyanê li ber çavê min reş dike. 

Loma jî heta ji min tê ez naxwazim li Erdogan guhdarî bikim û xwe pê tan xemgîn bikim.

Erdogan di her axaftina xwe da henekê xwe bi kurdan dike, kurdan biçûk dixe, çavsoriyê û heqaretê li kurdan dike, kurdan dixe şûna ehmeqan. Dibêje ji ber ku ez xurt im hûn kurd hûnê teslîmî min bibin û bibêjin ”teslîm”!

Belkî bi min wiha tê, lê tiştê ez dibînim û his dikim ev hukûmet zulmeke pir mezin, zulmeke ku kevir diteqîne li kurdan dike.

Û him jî bêsebeb, li ciyê rehetiyê, ji ber ku hêza dewletê di bin destê wî da ye vê zulmê dike.

Yê min bi xwe êdî tu hêviyek min ya çareseriyê ji AKP-ê û ji Erdogan nemaye, ez roj bi roj reşbîntir dibim. Ez bawer dikim heger bibe Erdoganê jî weka Seddam li hemberî kurdan ”enfalê” bide destpêkirin û heta çekên kîmyayî jî bikar bîne.

Ji ber ku li hemberî kurdan hewqasî bêrehm, bêmerhet û zalim e ku loma jî bi her peyva xwe kurdan rencîde dike, tu carî guh nade hestên kurdan.

Û ez bawer nakim ku ji nuha û pêva Erdogan xwe biguherîne û mesela kurd çareser bike, çareseriya wî hîn bêtir şîdet, girtin û kuştin e.

Loma jî dibê ji Erdogan û AKP-ê bîtir, kurd berê xwe bidin kurd
Di nava AKP-ê da û deng li ûjdan û xîreta wan bike, heger piçek kurdayetî û însaniyetî bi wan ra mabe dibê zê zulma Erdogan qebûl nekin û wek kurd nebin şîrîkê wê…

Înkar ne çareserî ye





Heger PKK çekan deyne û dev ji şerê çekdarî berde jî hukûmet tu tiştekî nade kurdan. Dibê kurd vê şêla hukûmetê baş fêm bikin.


Ji ber ku Erdogan do dîsa got, ”li Tirkiyê mesela kurd êdî tuneye, mesela terorê û PKKê heye”. Gotina Erdogan ya herî samîmî ev e, li gorî wî "mesela kurd"  û Kurdistanê êdî tuneye.

Loma jî problem êdî ne di şerê çekdarî da, di siyaseta AKPê da ye, hukûmeta AKPê ne tenê li dijî şerê çekdarî ye, ew mafê jiyanê nade siyasetmedarên hatine hilbijartin jî. 

Va ye hemû siyasetmedar û serokên belediyan yên bi rayên gel hatine hilbijartin jî yek bi yek digirin û davêjin zindanê.

Yanî Erdogan qebûl nake kurd li ser navê kurdan siyasetê jî bikin, li gorî wî dibê kurd xwe înkar bikin û siyaseteka cihê ya li ser esasê nasnameya kurd nekin, kurd ancax kanin di nava AKPê û partiyên tirk da siyasetê bikin. Yanî wek tirk, ne wek kurd.
Kurdên vê daxwaza Erdogan qebûl nekin mafê wan û siyasetê tuneye, gava bikin û werin hilbijartin jî, Erdogan ewê bi hêza di destê xwe da wan bigre û bavêje zindanê.

Netîce, Erdogan û hukûmeta wî nafikirin mafekî netewî bidin kurdan, dixwazin bi terorê, bi girtin û kuştinê kurdan bitirsînin û teslîm bigrin û bi vî hawî "mesela kurd" biqedînin.
Plana Erdogan û dewletê ev e.


Li gorî Erdogan wî hemû mafê kurdan daye û loma jî êdî li Tirkiyê mesela ”kurd tuneye”, tenê ”teror” heye û ew jî dibê bi darê zorê û bi şer were îmhakirin.
Kurdê ev yek hîn fêm nekiriye rast nabêje, riyakariyê dike..
.

03 juni 2012

Kemal Burkay dîsa got "deve"!



Kemal Burkay di hevpeyvîna xwe ya bi kanala T24-an ra di qetlîama Qilabanê da hukûmetê derdixe paqijiyê û dibêje ku qetlîama Qilabanê ”karê dewleta kûr e.”

Yanî ne dewlet û hukûmeta AKP-ê, hin hêzên tarî yên ku neyarên AKP-ê ne ev qetlîam kirin ji bo ku "rantê" bidest xin.

Li gel beyanên wezîrê karê hundur û serokwezîr Erdogan yên ku qetlîamê diparêzin û sipasiya serfermandar û leşkerên xwe dikin, Burkay hîn jî hukûmetê ji qetlîamê bêrî dike û bûyerê dixe hustuyê hinekên din, yanî ”dewleta kûr ya di nava PKK-ê û dewletê da” û dibêje:

”Min di serî da got ku Qilaban karê dewleta kûr e. Merivên dewleta kûr di nava herdu aliyan da jî hene. Hêzên ku li herêmê ji teşxeleyê hêviyê dikin, rantê bidest dixin hene. Di vê bûyera dawî da jî ev heye…”

Xwedê aqilekî bide Kemal Burkay û wî ji vê xeta şaş vegerîne ser riya rast…

Wezîrê karê hundur, wezîrê parastinê bûyerê diparêzin, dibêjin sûcê wan zarokan bû, bira ew kar nekirana, ji xwe nehatana kuştin ewê bihatana mahkimekirin û girtin.

Serokwezîr Erdogan, him li bombebaranê xwedî derket, him ev beyana Şahîn parast û him jî serfermandarê xwe ji bo ku ew qetlîam kiriye pîroz kir. Û li gel hemû daxwaz û rexneyan jî bi yek gotinê be jî ji malbatên kesên hatine qetilkirin uzur nexwest û di vê şêla xwe da jî israr kir. Çimkî Şahîn gotibû ku li ortê tu tiştekî ku em ji bo wê lêborînê bixwazin tuneye.

Erdogan, li aliyekî piştiriya van gotinên Şahîn kir, lê li aliyê din jî Huseyîn Çelîkê berdevkê xwe rexne kir, got tu ne berdevkê min î. Ji ber ku Çelîk ji bo gotinên Şahîn gotibû, ”gotinên birêz Şahîn ne însanî” ye.

Yanî di bûyerê da Erdogan bi xurtî şêla Şahîn parast û kesên li dijî Şahîn bûn rexne kir.

Lê Kemal Burkay hîn jî sûc û berpirsiyariyê naxe hustuyê hukûmetê û dibêje ”ev karê dewleta kûr ya di nava PKK-ê û dewletê da ye”.

Wezîrê karê hundur qetlîamê diparêze, wezîrê parastinê diparêze, serokwezîr diparêze û leşkerên xwe pîroz dike, lê Burkay dîsa jî qebûl nake, dibêje na, hûn nizanin, ev ne karê we ye, ev karê ”dewleta kûr” e...

Li gel vê şêla hukûmetê û Erdogan ya pir zelal, ji bo ku meriv dîsa jî bikanibe Erdogan û hukûeta AKP-ê ji vê qetlîamê bêrî bike û sûc têxe hustuyê ”cinan” û ”dewleta kûr ya di nva dewletê û PKK-ê da” dibê meriv ji abûqatekî hukûmetê bêtir, merivekî hukûmeta AKP-ê be.

Birêz Burkay, îro li Turkiyê tu hêzeka ”kûr” ya ne di bin kontrola hukûmetê da be tuneye, ”kûr” jî be ya Erdogan û ”nekûr” jî be ya Erdogan e.

Loma jî girêdana qetlîama Qilabanê bi ”dewleta kûr” ve ne karê siyasetmedarekî kurd e. Heger ”kûr” be jî ew Erdogan û AKP bi xwe ye, heger ne wisa bûya Erdoganê heta nuha ew dewleta "kûr" derxistiba ortê.

Ma tu meselê ji Erdogan û Şahîn baştir dizanî û ji wan bêtir hakimê dewletê yî ku tu dibêjî ”ev karê dewleta kûr” e?

Erdogan bûyerê diparêze, nabêje ”ev karê dewleta kûr” e, lê Burkay qebûl nake, dibêje na, ev ne rast e, ”dewleta kûr” li pişt vê qetlîamê ye.

Wê demê Burkay ji serokwezîr Erdogan bêtir xwedî îstîxbarat û hakimê dewletê ye…

Heger qetlîam bêdilê hukûmetê bûya Erdogan ji serî da lê xwedî dernediket û heta nuha bi israr nediparast.
Erdogan nabêje em li dijî vê êrîşê ne, ev qetlîam neheqiye û emê sûcdaran ceza bikin.

Erdogan qetlîamê û bepirsiyarên qetlîam kirne diparêze û dixwaze ser bûyerê bigre û sûcdaran ji cezayê rizgar bike.

Bûyer pir basît e, 2-3 balafirên şer çûne komek însan bombebaran kirine. Îcar kê emir daye, çima daye diyar, yanî tu tiştekî veşartî û neyê zanîn tuneye. Ji ber ku bûyer ne qetleke di şeveka tarî da bûye û kes nizane qatil kî ye?


Yanî di bûyerê da tu tiştekî nezalal tuneye, heger were xwestin her tişt vekirî û li ber çavan e.
Erdogan û hukûmeta wî ji dêlî ku bibêje weleh ev şaş e û sûcdaran derxe ber dadgehê, rojê hincetekê dibîne, bûyerê şêlû dike û qetlîamê biheq nîşan dide, sûc dixe hustuyê kesên hatine kutin.

Loma jî îdîeya ku "dewleta kûr" ev qetlîam kiriye demagojiyeke mezin e û abûqatiya AKP-ê ye, hewildana bincilkirina qetlîamê ye. Ev yek bi Kemal Burkay nakeve.

Xwedêgiravî hin kurdên AKP-ê jî êdî gotine bes !

Nivîskarê rojnameya Yenêî Çagê Ahmet Takan, di nivîsa xwe ya do û îro da dibêje ku piştî minaqeşeya di nabêna wezîrê karê hundur Îdrîs Naîm Şahîn û Hueseyîn Çelîk ya li ser qetlîama Roboskê da 25 parlamenerên kurd li hemberî Şahîn him bi nivîskî û him jî bi devkî neheretiya xwe anîne zimên û heta Erdogan bi ”îstîfayê” jî tehdît kirine.

Lê Erdogan dîsa jî dev ji piştgiriya Şahîn bernedaye û heta di civîna partiyê da li Huseyîn Çelîk rabûye û gotiye "tu ne berdevkê min î."

Takan, di nivîsa xwe ya îro da jî dibêje ku di nava AKP-ê da aciziya parlamenterên kurd ya li hemberî Şahîn û Erdogan berdewam e. Xwedêgiravî kurd ji Erdogan îstîfaya Şahîn dixwazin. Lê Erdogan jî vê yekê qebûl nake.

Îcar ji ber ku Erdogan guh nade dîtin û daxwazên parlameterên kurd, loma jî Çelîk çûye giliyê Erdogan bi serokkomar Gul kiriye.

Bêguman ji vî "gilî" jî tu tişt dernakeve, ji ber ku Gul jî di esasê xwe da weke Erdogan difikire...

Lê ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî derewe em nizanin, lê tiştê xuya dike di parlamenterên AKP-ê yên kurd da zû dereng ewê çend kesên xwedî ûjdan derkevin û ji vê zulma li gelê wan dibe ra bibêjin bes!

Erdogan, zulm û çavsoriyeke pir mezin li kurdan dike, heger piçek kurdayetî, ûjdan û xîret bi meriv ra hebe, meriv nabe şirîkê vê zulmê û li hemberî wî bêdeng namîne.

Heger îdîeya ”nerehetiya 25 parlementerên kurd” rast be mesele pir mezin û cidî ye. Û ez hêvî dikim ku ev îdîa rast be.

Heger îdîa Ahmet Takan rast be û di rojên pêşda 25 parlamenter ji AKP-ê îstîfa bikin îşê AKP-ê diqede û mesela kurd jî di demeke nêz da ewê çareser bibe.

Lê heger îro nebe jî sibe ewê bibe, ji ber ku pêşketinên civakî û siyasî êdî vê netîceyê ferz dikin. Loma jî kurdên di nava partiyên tirk da jî weke çep û dîndarên kurd, miheqeq ewê ji tirkan veqetin.

02 juni 2012

Erdogan li Diyrbekrê jî got mesela kurd êdî tuneye!



Hin kurdên dost û hevalên AKP-ê li hêviyê bûn ku Erdogan îro li Diyarbekrê li serçareseriya mesela kurd û qetlîama Roboskê tiştekî nuh Û girîng bibêje.
Lê Erdogan tiştekî nuh û girîng negot, qala qetlîama Roboskê nekir, tenê dûr û dirêj qala xizmetên ji Diyarbekrê û ji Kurdistanê ra kirine kir û dû ra jî got:

-Mesela kurd êdî tuneye, mesala PKK-ê, terorê û hemewelatiyên min yên kurd hene û wan jî em hêdî hêdî çareser dikin.

Erdogan weke hertim dîsa ji diyarbekriyan û kurdan xwest ku ew jî bi dewletê ra li dijî zarokên xwe şer bikin û belediya Diyarbekrê ji BDP-ê bigrin û bidin AKP-ê.
Li gorî Erdogan li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye, kurd gihîştine hemû maf û azadiyên xwe, tenê mesela "terorê" heye. Û ji bo ku "teror" biqede, dibê "gel alîkariya wî bike..."
Bi baweriya min êdî tu hêvî û sebeb nemaye ku kurd di nava AKP-ê da bimînin, her kurdê xwedî û ûjdan dibê ji AKP-ê veqete û bi tu hawî piştgiriyê nede vê hukûmeta zalim û zulimkar.
Piştiriya Erdogan û AKP-ê, piştgrî û şirîkatiya siyaseta Erdogan ya înkar û îmha miletê kurd e.

XXX
Rojekê berî bi çûyina Erdogan ya Diyarbekrê, 169 rêxistinên siwîl bi hev ra beyanek dan û hatina Erdogan ya Diyarbekrê protesto kirin. Bi gotinke din, gotin neyê Diyarbekrê.
Ev protestoya rêxistinên siwîl şêleke rast û di cîda ye, dibê ji nuha û pêda kurd rû nedin Erdogan û yek saniyeyê jî lê guhdarî nekin.
Bi hêviya ku îro di dema hatina wî da tenê pûlis û hin kurdên bêûjdan li dora wî hebin.
Tenêhîştina Erdogan helwesteke dîrokî û netewî ye.

XXX
Li pişta wî kembera Diyarbekir,
di zûleya wî da kî dizane kîjan hêrs, kîjan riste,
dimeşe di riya ku namûs dizane…
pêxwas e, dîsa jî dimeşe û
nigê wî dişewite

Ahmet Arîf
Werger; Zinarê Xamo

XXX
Tu welidî,
me tu sê rojan birçî hîşt,
me sê rojan pêsîr neda te,
pitika mina Adîloş,
ji bo ku tu nexweş nekevî,
ji bo ku toreya me wiha ye,
nuha êrîş bike pêsîrê,
êrîş bike û mezin bibe…
Vana,
mar û dûpişk in,
vana,
yên ku çav berdane xwarin û nanê me,
vana,
nas bike,
nas bike û mezin bibe….
Ev, namûs e nexşî kunyeya me bûye,
ev jî sebir e,
ji axuyan danizilîye.
Vana himêz bike,
himêz bike û mezin bibe…

Ahmet Arîf
Werger: Zinarê Xamo

XXX
Do di malpera Hekîm Sefkan da ez rastî pêkenîneka pir xweş hatim. Kêfa min gelkî jê ra hat, loma ez wê bi raskirin diweşînim.

Xeto di nav pirêzê da terextor li mîhiyê qeliband. Dema Hecî pê hesiya, jê ra got:
-Lawo min ji te ra negot tu ne şufêr î, terextorê najo.
Xeto got:
- Xalo bi heca ku tu çûyê ne sûcê min bû, sûcê bêxwediya bizinê bû, min ji ser dagerand, çû li Mihê qelibî û mîh mir.
Xeto xwe kiribû şufêr, lê nizanibû firêna teraxtorê li ku ye...

Heta nuha di siyasetê da me gelek ”Xeto” dîtin, neehlî, rebenî, kêmasî û nezaniyên xwe tim dikirin hustuyê hevalên xwe.
Heta ku rêberên me ”Xeto” bin karê me zor e…

PARVE BIKE