24 maj 2012

Qatilên qetlîama Roboskiyê xwe dan dest



Dawiya dawî eşkere bû ku qetlîama Roboskê ne bi ”şaşî” û ji ber ”îstîxbarata şaş”, bi zanetî kirine. Û ev yek j him serokwezîr Erdogan û him jî wezîrê navxwe Şahîn îtîraf kirin.
Berê serokwezîr li Pakîstnê got:

”tazmînata we me bi zêdayî da. Heger însaniyet e me însaniyeta xwe bi zêdayî anî cî. Hûn hîn çi dixwazin? Medya jî têda, dibê kes vê meselê zêde îstîsmar neke”

Bi van gotinên xwe Erdogan him kurdan û medyayê tehdî t dike û him jî dibêje ku ji me tiştekî din nexwazin, girtin û dadgehkirina sûcdaran ji bîr bikin.

Do jî wezîrê navxweyî Şahîn, bi pozbilindî û bêedebiyeke pir mezin ji kurdan ra rest xwend û dîtina hukûmetê ya derbarê vê qetlîamê da pir vekirî anî zimên.

Şahîn got, ”heger ew nehatana kuştin ewê ji sûcê qaçaxçîtiyê bihatana mahkimekirin.”
Erdogan û wezîrên wî di serê da digotin xwedêgiravî bi şaşî bûye, gotine belkî ”gurûbeke PKK-ê ye”. Lê tu carî nedigotin vana ”fîguranên” PKK-ê bûn loma lêdane.

Lê wa ye Şahîn ji devê xwe revandiye û gotiye kesên hatine kuştin qaçaxçiyên merivên PKK-ê bşn û loma jî hatine kuştin.

Şahîn gotiye, ”Mesela qaçaxçîtiyê derneket pêş. Ew herêm di bin kontrola KCK-ê da ye. Û van xortana jî fîguranên PKK-ê ne. Aktorên sereke yên fîlm hene. Derbên(guleyên) rêxistina terorê diteqîne, bombeyên davêje, nanê dixwe, pêlavên dikin pê bi peran tên kirîn. Tabî pareke wan baronan jî ji vî pereyî ye. Çavkaniyeke tevgerê ya peran qaçazxçîtiye, li wir 34 kesên me ku piraniya wan temenê wan biçuk bûn hatin kurştin, vana tenê fîguranên bûyerê ne. Esas dibê meriv li fîlmê mezin binêre. Senarîstê fîlm heye, serlîstikvanên fîlm hene û hin wersîyonên fîlm yên din jî hene. Li wir em tenê bala xwe didin fîguranan.”

Erdogan îro bi rengekî sergirtî Şahîn parast û got "bira keseke hewil nede qaçaxçîtiyê meşrû nîşan bide." Yanî tiştê Şahîn gotiye rast e

Yanî vana merivên PKK-ê ne û qaçaxcîtiyê ji PKK-ê ra dikin. Û PKK jî bi van pereyan li hemberî Tirkiyê şer dike.

Loma jî 34 kesên hatine kuştin weke ku tê îdîdakirin hewqasî ne bêsûc û bêguneh in.
Şahîn, di axaftina xwe da daxwaza lêborînê jî red dike û dibêje ku li Qilebanê tiştekî ku ”ew lêborînê bixwazin tuneye û ew psîkolojiya sûcdariyê jî najîn.”

Yanî ji ber ku 34 kurd hatine kuştin ew xwe sûcdar hisnakin, ji ber ku di esasê xwe da ew ”fîguranên” PKK-ê bûne û kuştina mîlîtanên PKK-ê jî heqê wan e.

Şahîn, di axaftina xwe da berpirsiyarê qetlîamê jî kesên hatin qetilkirin nîşan dide û dibêje sûcê wan e, "dibê ew ne li wir bûna."

Li gorî Şahîn, PKK-ê bi zanetî ew xortana ji bo ku werin kuştin şandine ser mirinê û loma jî ”vana fîguran in.”

Şahîn, berpirsyariya hikûmetê qebûl nake û sûc jî tenê naxe hustuyê PKK-ê, dixe hustuyê BDP-ê jî, dibêje, "BDP perçeyekî vê bûyerê ye. Malên qaçax PKK-ê da wan merivan. Ranta qaçaxçîtiyê jî rêxistina terorê KCK digire.”
Heta nuha hinekan wisa bawer dikirin ku belkî qetlîam bi ji ber ”îstîxbarata şaş” bûbe. Lê piştî beyanên Erdogan û Şahîn baş diyar dibe ku li ortê tu şaşî maşî tuneye, qetlîam bi plan û bi zanetî û bi emrê hukûmetê hatiye kirin. Loma jî hukûmet û serokwezîr qetlîamê rast dibînin û diparêzin. Û ji ber ku rast dibînin xwestina uzur jî şaş dibînin, dibêjin me ”zwîna” we daye, loma jî dibê hûn devê xwe bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE