12 maj 2012

Kurd û zewaca katolîkan

Banka El-Bereke ya tirk li paytexta Kurdistana Federe li Hewlêrê ofîa xwe ya yekem vekir.

Serokê ofîsê Samî Gul, pêwendiyên aborî yên Tirkiyê û Kurdistanê şibandiye “zewaca katolîkan” yanî ya heta roja mirinê.

Wek tê zanîn di zewaca mezhebê katolîk da hevduberdan tuneye, meriv mecbûr e heta mirinê bi hev ra bijî.

Samî Gul, bindestiya kurdan û îşxala Kurdistanê ya ji alî Tirkiyê ve şibandiye ”zewaca” katolîkan ya bi dil û azadiya herdu aliyan.
Çi şibandineke bêbext, şaş û terefgîr.

Di nabêna kurd û tirkan tu carî ”zewceke” ku meriv bikanibe bişibîne ya katolîkan çênebûye.

”Zewaceke” wiha bêguman tê hesabê tirkan, ji ber ku ”zewac”" bi xwe ne bi daxwaz û dilê herdu aliyan, bi zor û cebra tirkan hatiye meydanê.

Û di esasê xwe da tu peymaneke ”zewacê” jî tuneye, tirkan bi darê zorê navê îşxala xwe kirine ”zewac”!

Loma jî meriv nikane têkiliya kurd û tirkan bişibîne ”zewaceke” bi dilê herdu alyan. Li ortê ”zewaceke” bi darê zorê yanî îşxala Kurdistanê heye.

Tirk dixwazin navê vê zorbatiya xwe bikin ”zewaceke” bi dil, lê ne rast e, li ortê tu ”zewac” mewac tuneye, ”tecawiz” û êsîrgirtineke bi darê zorê heye.

Bi kêmanî ev 140 sal in kurd hewil didin ku vê ”zewaca” bi darê zorê betal bikin lê nikanin.

Îcar va ye hin kurdên me jî bûne şeqşeqçî û piştevanê vê ”zewaca” bi darê zorê û dibêjin ev ”zewac” gerek heta û heta dom bike.

Dostî û hevalbendiya bi tevgera Gulen ra hejmara kesên wiha bifikirin ewê roj bi roj zêde bike.

Bankeya El Bereke çi ye ya kê ye?
Li gorî nûçeya malpera Nefelê, gurûba banka El-Bereke, bankeyeke mezin ya Îslamî ye û çavkaniya wê jî Behreyn e. Li Tirkiyeyê li dora 400 şûbeyên(ofîsên) wê hene û nêzî cemaeta Fethullah Gulen e.

Tirkan bi salan kurdên başûr nas nekirin, bi salan li hemberî wan şerekî leşkerî, siyasî û psîkolojîk meşandin, lê nikanîbûn zora kurdan bibin.

Dîtin ku bi şer û bi darê zorê nikanin zora kurdan bibin, loma jî rabûn taktîk guhertin, îcar jî di xwazin bi riya aborî, kulturî û bi riya mekteb û tevgera Fethullah Gulen kurdan bi xwe girê bidin û Kurdistanê bikin bexçeyê pişt mala xwe.

Wisa xuyaye ku ev siyaseta hukûmeta AKP-ê ya nuh bêtir bi tesîr û bêtir berhemdar e.

Çimkkî wa ye di nava kurdan hejmara kurdên ku ji vê ”zewaca” bi darê zorê razîne roj bi roj zêde dibin û ewê hîn jî zêde bibin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE