08 maj 2012

Hinek pesn û hinek rexne





Ez dizwazim îşev jî ji we ra hinekî pesnê xwe bidim û qala ”kebanîtiya” xwe ya vê êvarê bikim.

Îro dîsa ji nişkave dilê min bijiya masiyan. Min li dora 600 xiram
stromnîng(masiyekî biçûk û bêhestiye, bi kurdî nizanim navê wî çi ye. Ev masî di derya Baltik da heye) û hinek jî sosa leymûnê kirî û telefonî xanimê kir, min got îşev şîva me masî ye.

Bi kêf û heyecaneke mezin ez çûm mal. Min bala xwe dayê ku xanimê ji... tirsa çêkirina masî, xwe xistiye nava nivînan.

Min tew ban nekirê. Ez ketim mitbaxa xwe, min zend û bendên xwe vemalt û berê zeleteyekî xwe yê ezme yê baş çêkir û xist dolabê.

Dû ra jî min masiyên xwe danî ber xwe, baş xwê û baharat(bîberê reş) kir. Û ji dêlî ku ez felqe felqe sor bikim, min rabû hinek penêrê qeşar xist nabêna herdu perçeyan û dû ra herdu alî baş di nanê hûr da kir û di rûn da sor kir.

Masiyê min tam li gorî dilê min çêbû. Ji ber ku penêr di nabênê da bû, masî hişk nebû, pir nerm hat.

Berî ku xanim ji xew rabe min sifre hazir kir, şûşeyek şeraba sor danî ser masê û dû ra jî ban xanimê kir, min got:
-Fermo, şîv hazir e…

Ciwanik nermik nermik ji xew rabû, got serê min diêşe û ez têr im. Lê dema çav li sifreya hazir û masiyan û şeraba sor ket, got baş e ezê hinekî tahm bikim…

Lê bawer bikin wê bi kêmanî du qatî min xwar…



XXX

Meriv bi salan karekî bike, meriv sal bi sal bi pêş dikeve. Lê yê me kurdan belovacî wê ye, weke mîza devê, em sal bi sal bi paş da diherin.

Netkurd ev heft sal in weşanê dike lê hîn jî fêr nebûye sernivîsekê rast binivîsîne. Hela hûn ji ibreta giran ra bala xwe bidin vê sernivîsê:
“Zarok he li her derê bi 'şîr' dikevin”

Heger pêşbaziyeke sernivîsên sosiret û pêkenok çê bibûya ez bawer dikim ev se...rnivîs miheqeq ewê bibûya yekem.

Piştî ku sernivîs wiha be, Xwedê dizane ku nivîs êdî çawa ye…
Ji bo ku bêtir neqeherim min nivîs nexwend, qîma xwe tenê bi sernivîsê anî.

Dibêjin, ji devere gotine, deve, ma hustuyê te çima wisa xwar e?
Deve gotiye, ma kudera min rast e ku hustuyê min rast be!

Nuha ez kudera vê sernivîsê rast bikim?
Xwediyê vê sernivîsê ya zarokekî biçûk e, ya jî merivekî ku hîn nuh fêrî kurdî dibe.
Lê bi dîtina min ji xwediyê nivîsê bêtir sûc yê malperê ye. Dibê berpirsiyarê malperê ev sernivîsa sosiret bi vî rengî neweşanda, rast bikira.

 Lê wisa diyar e k redaktorê Netkurdê bi hin karên din mijûl e, loma jî wexta wî tuneye bi tiştên wiha biçûk mijûl bibe.

 “Zarok he li her derê bi 'şîr' dikevin”
Gelo ev sernivîs tê çi maneyê?
Bi texmîna min rojnamevanê me xwestiye bibêje, “zarok hîn li her derê bi şîr jahrdadayî dibin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE