01 maj 2012

Her bijî belediya Sûrê !

Xewn û xeyala min birast geriya...
Belediyeya Sûrê ya Diyarbekirê zarokxaneyeka kurdî vekir. Di zarokxaneyê da karkir û mamoste ewê bi zarokan ra bi kurdî bipeyivin.

Li Kurdistana bakur ev cara pêşîye ku zarokxaneyeke kurdî tê vekirin.
Ev gava belediya Sûrê, gaveke dîrokî û pir bi rûmet e. Ez belediya Sûrê ji dil û can pîroz dikim.

Berî nuha bi çend hefteyan, piştî gazinên Osman Baydemîr ji zarokxaneyên tirkî, min li ser vê meselê nivîsek nivîsî û xwest ku di serî da belediyeyên di destên kurdan dan û kurdên têgihîştî dest bi vekirina zarokxaneyên kurdî bikin.

Berî wê jî ez çend caran li ser vê mijarê rawestiyabûm û min gotibû ku dibê kurd di zûtirîn wextê da dest bi vekirina zarokxanyên kurdî bikin. Ne rast e ku em li bendî dewletê bin.

Nuha qeyda 16 zarokan li zarokxaneyê hatiye kirin. Di zarokxaneyê da ev 16 zarok ewê ji alî mamosteyên kurdîzan ve ji dibistanê ra werin amadekirin.

 Bêguman weke gava pêşî, destpêkirina bi 16 zarokan baş e, lê hindik e. Dibê hejmara zarokxane û zarokan roj bi roj zêde bibe.

Loma jî dibê hemû kurdên têgihiştî û welatparêz, hemû siyasetmedarên kurd miheqeq zarokên xwe bişînin zarokxaneyên kurdî.

 Gava daxwaz, yanî taleb hebe zarokxane jî ewê li pey hev vebin. Yanî her tişt girêdayî daxwazê û bazarê ye. Û ev yek jî di destê kurdan da ye, kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin.

Ez careke din belediya Sûrê û pêşengên vê gava dîrokî û pîroz dikim û hêvî dikim ku ev gav bi li vir nesekine, li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê bi sedan zarokxaneyên din vebin.








Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE