09 maj 2012

Çend sal azadî îslamîstên kurd har kir

Li Hewlêrê hêzên îslamî îro dîsa rabûn pêdarê û êrîşî Parlementoya Kurdistanê kirin û gelek zirar û ziyan dan avahiya parlamentoyê û gelek pûlis jî birîndar kirine.

Piştî êrîşa ser parlamentoyê, êrîşkaran berê xwe dane nava bajêr û li wir jî êrîş birine ser gelek meyxane, bîraxane û avahiya telewîzyona Zagros-ê.

Qey ev jî şansê kurda ye, çar dewletên neyar ne bes in, dîndarên me jî neyartiyê bi ...hukûmet û qewmê xwe ra dikin.

Dîndarên ereb, tirk û faris mêrikan weke rohniya çavên xwe li dewleta xwe xwedî derdikevin, lê yên me êrîşî ser parlamentoya xwe dikin, bi kevir û daran bi vê stara xwe dikevin.

Ev star û desthilata ku bi xêra Emerîka û kesên ”araqvexwir” ji kurdan ra çêbûye û kurd bi saya vê desthilatê ji qirbûnê filitîn.

Heger ne alîkariya Emerîka û kesên ”araqvexwir” bûya Seddam ji zûda kurd, bi îslamî û ne îslamiyên xwe ve qedandibû.

Lê wisa xuyaye ku çend sal rehetî hin kurdên me bitir kiriye, loma jî weke neyaran êrîşê dibin ser dem û dezgehên xwe, ser mal û milkên xelkên siwîl û midaxeleyî jiyana xelkê dikin.

Li tu dereke din sosireteke wiha tuneye.
Ev ne cara pêşî ye ku li başûrê Kurdistanê hêzên îslamî êrîşê dibin ser aşxane, meyxane û bîrexaneyan û mal û milkên xelkê talan dikin.

Ev, kultureke pir totalîter û pir xeter e, mafê jiyanê nade kesên derî xwe.

Ev, dîtin û meyleke pir tahlûkeye, hukûmeta Kurdistanê dibê miheqeq rê li ber van êrîşkaran bigre û hemû sûcdaran ceza miheqeq bike.

Li hemberî hêzên wiha êrîşkar û fanatîk dibê bi tu hawî tolerans neyê nîşandan.

Li welatekî demokratîk dibê tu hêz û gurûb bi vî rengî nikanibe tecawizî jiyana însanan bike.

Li gorî îdeolijiya van êrîşkaran dibê li Kurdistanê her kes weke wan bibe dîndar û îslamîst û weke wan bijî.

Mafê tu kesî û tu hêzê tuneye ku îdeolojiyek wiha totalîter bi darê zorê li ser însanan ferz bike.

Sebebê ku Xerb hinekî piştgiriyê dide kurdan û nahêle ereb, tirk û faris êrîşê bibe ser wan, ji ber ku li Kurdistanê nisbî be jî hinek demokrasî û azadiya fikrî heye.

Gava ev jî rabe û Kurdistan jî bibe weke Îranê, Emerîka û Xerb jî ewê pişta xwe bi kurdan da ke û wan di nava lepên guran da bihêle.

Loma jî ev êrîşên hêzên îslamî yên ser mal û milkên xelkê pêşeroj û statuya kurdan dixe xeterê.
Hukûmeta Kurdistanê dibê vê bûyera îro pir cidî bigre û li gorî wê hin gavan bavêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE