17 maj 2012

Bi sê mîvanên pir ezîz ra çend saetên bextewar



Îro sê mîvanên min yên biçûk yên pir şîrîn û pir ezîz hebûn. Bi hatina wan ez pir û pir kêfxweş û dilşa bûm.

Ev cara pêşî ye ku ez mazûbantiya mîvanên hewqasî şîrîn û delal dikim.
Çend roj berê dostê minê hêja Beşîr Kavak telefonî min kir, got, du zarokên min yên biçûk yên 5-6 salî hene, keçikek û lawikek e.

Her şev berî razanê ez ji antolojiya te ya çîrokan çîrokekê ji wan ra dixwînim û dû ra wan dikim xew.

 Zarok ji çîrokên te pir hez dikin, loma jî dixwazin rojekê werin te, nivîskarê van çîrokan bibînin.
Vê agahdariya Beşîr ez gelkî kêfxweş kirim û min got kerem bikin, bi dîtina ”fansên” xwe ezê pir dilşa bibim.

Me li ser îro li hev kir û îro bûn mîvanên min.
Ji ber ku Beşîr di radyoya Swêd beşê kurdî da dixebite, qey ji Zana Serîn ra jî qala meselê û vê daxwaza zarokên xwe kiriye...

Li ser vê, Zana jî gotiye weleh ez jî dixwazim lawikê xwe yê biçûk bînim.
Welhasil bîstek berê Beşîr, Zana û hersê zarok hatin ziyareta min.

Heta nuha bi sedan mîvanên min hatine û çûne, lê bi hatin û dîtina tu mîvanî, heyecanê tu carî hewqasî ez negirtime.

Ji ber ku ev cara pêşî bû minê mazûbantiya sê mîvanên wiha şîrîn û ezîz bikira, ez pir bi heyecan bûm.

 Ez serê we neêşînim, netîce mîvanên min bîstek berê hatin û me têkiliyeke pir baş bi hev ra danî.
”Fansên” min destvala jî nehatibûn, keçika Beşîr ji min ra rismekî xweşik jî çêkiribû. Min rismê wê bi ser masaya xwe ya xebatê ve bi darde kir. Di nava rismên min weşandî da ew risim jî heye…
Ez fêr bûm ku ”fansên” herî bêtir ji kîjan çîrokan hez dikin û ji bo çi jê hez dikin.

Suwarê biçûk ji çîroka mar û rûvî hez dike, ji ber ku rûvî li hemberî bêbextiya mar, suyar xelas kiriye.

Min bi mîvanên xwe ra sê saetên pir xweş borand, wan ji xwe ra li hewşê lîstin, me mezinan jî ji xwe ra sohbet germ kir. Min û mîvanên xwe bi hev ra çend risim jî kişandin, ez hêvî dikim ku hûnê jê hez bikin…

 Bi hêviya dîtina gelek mîvanên wiha…

1 kommentar:

  1. Ez bawer dikim ev cara pêşî ye ez di nivîsên xwe da xanimê îhmael dikim, Besîr Kavak bi kêmasiya min hesiyaye û bi çend gotinan be jî kêmasiya min temam kiriye.
    Weke Beşîr jî gotiye,bi rastî jî îro "barê" giran li ser milê Hêvî xanimê bû.
    Ji ber ku di nivîsa xwe da min qala wê û vî "barê" wê nekirye ez xwe gelkî neheq û mehcûb dibînim.
    Lê ez hêvî dikim ku bi van rêzan min gunehê xwe hinekî kêm kiribe...

    SvaraRadera

PARVE BIKE