03 april 2012

Siyaseta neyartiya kurdan êdî îflas kiriye

Serokê Meclîsa Şûreya Îslamî ya Îranê Elî Laricanî, rexneyên giran li civîna ”Dostên Sûriyê” ya ku du roj berê li Stenbolê çêbû digre û ji bo civînê dibêje, “Civîna Dijminên Sûriyeyê” û Tirkiyê jî weke “Taşeronê emperyalîzmê” bi nav dike.

Larincanî di axaftina xwe ya di parlementoya Îranê da gotiye, ”Civîna Stenbolê ji bo ku Îsraîl bikaribe nefesekê bigre pêk hatiye.”

Cîgirê Serokê Ewlekariya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Îranê Muhammed Kewserî jî ji bo konferansa Stenbolê rexneyên Larîcanî dubera kiriye û weke Larîcanî wî jî gotiye, ”Tirkiye bûye taşeronê emperyalîzmê.”

Kewserî, derbarê ziyareta Erdogan ya Tahranê da jî gotiye, ”Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku Îranê di meseleya Sûriyê da îqna bike hat Îranê. Lê belê bersivek hişk wergirt.”

Halbû Erdogan di vegera xwe da gotibû ku di mesela Sûriyê da Îran jî weke wan difikire û piştgiriyê dide hewildanên Tirkiyê.

Lê ji van dîtinên Elî Larîcanî û Kewserî jî diyar dibe ku îdîayên Erdogan ne rast in, bira piştgiriya Tirkiyê li wir bimîne, Îran hukûmeta AKP-ê û ”Tirkiyê li herêmê weke taşaronê emperyalîzmê” dibîne.

Û her wisa li gorî beyana Kewserî, Îranê bersîveke negatîv û pir sert jî daye Erdogan.
Ji xwe gava Ahmedî Nîjad bi bahaneya ”nexweşiyê” roja pêşî Erdogan qebûl nekir, eşkere bû ku Îran li dijî siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê ye.

Lê Erdogan ev rastî ji gel veşart û şêla Îranê ya rastîn veşart.
Tirkiye ji bo ku kurdên Sûriyê piştî ketina Beşer Esad tu mafekî bidest nexin dixwaze zû têkeve Sûriyê û di avabûna Sûriya nuh da kurdan bêmaf û bêdesthilat bihêle.

Lê bi qasî ku xuya ye Ev daxwaza Erdogan îcar ne bi dilê Emerîkayê ye. Û loma jî piştî civîna Stenbolê wezîra karên derve ya Emerîkayê Hillary Clîntonê telefonî nunerê Konseya Neteweyî a Kurd Abdulhekîm Beşar kiriye û sebebên beşdarnebûna wan ya civînê û dîtinên wan yên derbarê Sûriyê da jê pirsî ye.

Ev jî nîşan dide ku Emerîka jî li dijî siyaseta Erdogan ya Sûriyê ye.
Erdogan li Îraqê li hemberî kurdan çi siyaset meşand, li Sûriyê jî eynî siyasetê dimeşîne. Lê çawa ku ev siyaseta hukûmeta AKP-ê ya dijminatiya kurdan li Îraqê îflas kir, ewê li Sûriyê jî îflas bike û li Sûriyê jî kurdên bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Û xerabiya Erdoga û tirkan ewê dîsa ji wan ra bimîne…


XXX
Terora rejîma Erdogan ya li hemberî kurdan li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê bi rengekî bênabên berdewam e.
Îro bi berbanga sibehê ra hêzên pûlisên taybet li Stenbolê dîsa girtine ser li dora 40 malên kurdan û gelek kes girtine bin çavan.
Bêyî Stenbolê li gelek bajarên din jî terora girtinê berdewam e.
Rewşa kurdan li Tirkiyê ya nuha dişibe rewsa cuhûyên Almanya nazî, îro li Tirkiyê kurdbûn tahlûke sûcê herî mezin e.
Her kurd di çavê rejîma Erdogan da sûcdarekî potansiyal e, loma jî dibê tu carî rehet neke û rehet nejî, dibê hergav were terorîzekirin...
Tiştê ku rejîma Erdogan li kurdan dike zulmeke dûrî aqila ye. Gerek ev zulm ji Erdogan ra nemîne...


XXX
Her tim lê bigere, rojekê gava tu li zêr digerî tu dikani paqir bibînî, roja din gava tu li paqir digerî tu dikanî zêr bibînî.
//DESCARTES
Rast e, dibê meriv raneweste, tim xwedî xeyal û xwedî armanc be. Ne însan û ne jî Xwedê ji kesê tembel û tiral hez nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE