02 april 2012

Netkurd rastiyê belovacî dike

Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, nivîskarê rojnameya Radîkalê Cengîz Çandar, di nivîsa xwe ya Radîkalê da li ser rewşa kurdên Sûriyê û şêla Tirkiyê ya li hemberî Kurdan radiweste û derbarê siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê da hin tiştên pir girîng dibêje.

Çandar di nivîsa xwe ya di rojnmaya Radîkalê da balê dikişîne ser helwesta Tirkiyê ya li dijî kurdên Sûriyê û dibêje ku ”Tirkiye naxwaze li Sûriyê jî herêmeke weke herêma ya Kurdistana Îraqê ava bibe.”

Çandar her wiha di nivîsa xwe da dibêje, kurd ewê beşdarî civîna ku di 1-ê nîsanê da ji alî ”Dostên Sûriyê ve li Stenbolê tê çêkirin jî nebin.

Civîn îro li Stenbolê çêbû û bi rastî jî kurd beşdar nebûn. Lê ne ku kurdan nexwest, ji ber ku Tirkiyê nehîştiye.

Çandar dibêje,

”Ji ber ku Tirkiyê destûr neda kurd weke ”neteweya kurd” beşdarî civînê bibin.”

Çandar her wiha dibêje ku ”rola Tirkiyê di alozkirina rewşa Sûrî da jî heye. Tirkiye siyaseta xwe ya "çaresernekirina" pirsa kurdî ya ku li Tirkiyê dimeşîne, dixwaze ji bo kurdên Sûriyê jî eynî siyasetê bimeşîne.”

Çandar di nivîsa xwe da eşkere dibêje, ”Tirkiye naxwaze li Sûriyê mafê kurdan hebe” û loma jî hewil dide ku li Sûriyê jî ”herêmeke Kurdistanê” çênebibe.

Serokê şanda danûstanên ENKS-ê (Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê) Hemîdê Hecî Derwîş jî li ser mesela nevexwendina ENKS-ê ji ajansa AKnewsê ra gotiye, ”Ji bo ku em beşdarî civîna Stenbolê bibin tu vexwendineke fermî ji bo me nehatiye.”

Yanî weke Çandar û Hemîdê Hecî Derwêş jî gotine, beşdernebûna kurdan ya civîna Stenbolê, ne ku kurdan nexwestiye, Tirkiyê nehîştiye ku kurd weke ”aliyekî”, weke nûnerên kurdan beşdar bibin.

Loma jî kurd beşdar nebûn.

Ji xwe çend roj berê jî gava kurdan dîtin ku ereban ji ber zextên Tirkiyê di mesela kurd da dev guhertine, civîna Opozzîsyona Sûriyê terikandin.

Malpera Avestakurdê, Nefelê, Aknewsê û Rizgariyê jî weke Çandar û Hemîdê Hecî Derwêş, di xeberên xwe da ev rola Tirkiyê ya dijberî kurdan derxistine pêş û gotine ku Tirkiyê nehîştiye kurd beşdarî civînê bibin. Ya jî qala vê şêla Tirkiyê kirine.

Û ji xwe weke berdevkê ENKS-ê Hemîdê Hecî Derwêş jî gotiye, kesî bi rengekî resmî kurd dawet jî nekiriye.

Di malpera Netkurdê da jî li ser civîna ”Dostên Sûriyê” ya li Stenbolê û beşdarnebûna kurdan sê nivîs hene. Du nivîs bi îmzeya ”Bêcirman Bêcirmanî” û nivîsek jî bêîmzeye ye. Lê bi îhtîmaleke mezin nivîs ya berpirsiyarê Netkurdê ye.

Di hersê nivîsan da jî bi yek gotinê qala vê rola Tirkiyê ya di vê bûyerê da û dijminatiya hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan nayê kirin, ev rola hukûmeta AKP-ê tê veşartin.

Di xebera bêîmze ya Netkurdê da ne tenê ev dijimantiya hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan tê veşartin, di ser da tê gotin ku, ”Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nexwest di nav rêzên ENSê de di konferensê de amade be. Ta deqeya dawî Tirkiye ji bo vê yekê xebitî, lê Kurdan qebûl nekir.”

Lê belê ev yek ne rast e, weke Çandar dibêje, Tirkiyê nehîştiye kurd weke ”aliyê kurd” beşdar bibin. Û li alî din ji xwe kurd nehatine vexwendin jî.

Ji xwe endamê Komîteya ENKS-ê Kamîran Haco jî di eynî xeberê dagotiye, ”ENKSê dixwest beşdarî civîna li Stenbolê bibe, lê em balkêş dibînin ku em nehatin vexwendin, ev ciyê gumanê ye."

Li gel van beyanên kurdan û şêla hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan ya pir vekirî jî Netkurdê qet qala vê rola Tirkiyê nekiriye û di ser da jî gotiye, ”Ta deqeya dawî Tirkiye ji bo vê yekê xebitî, lê Kurdan qebûl nekir.”

Ev şêla Netkurdê meriv matmayî dihêle.

Herçî xeberên ”Bêcirman Bêcirmanî” ye ji xwe meriv dibêje qey ew muxabirekî hukûmeta AKP-ê ye, di tu xebereke wî da rexneyeke berbiçav li hukûmeta AKP-ê nayê girtin. Tenê beyan û pesinê hukûmet û Erdogan heye...

Axirê ev hersê xeberên Netkurdê yên li ser civîna ”Dostên Sûriyê” ya li Stenbolê û şêla hukûmeta AKP-ê ez matmayî hîştim û ez bawer dikim gelek kurdên din jî matmayî dihêle…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE