29 april 2012

Dibê meriv dîroka xwe bincil neke



Di Dunya TV-ê da mele Zeynel Abîdîn bi Murad Ciwan ra hevpeyvînek kiriye. Min bîstek berê lê temaşe kir.

Murad Ciwan di hevpeyvînê da bi yek gotinê be jî qala endametiya xwe ya polîtburoya KIP-ê û sekreteriya xwe ya Partiya Pêşengê nekir. Di ser wê "dîrok û çîrokê" ra qevz kir, nexwest temaşevan bi wê dîroka wî bizanibin.

Min heyret kir, ez pir û pir matmayî mam..

Tu dibêjî belkî Murad Ciwan di jiyana xwe da tu carî ne bûye endamê polîtburoyekê û ne jî sekreterê partiyekê.
Murad Ciwan bi kêmanî 15 salan (belkî jî hîn zêde)endamê partiyeke siyasî bû û dû ra jî neh deh salan sekreteriya wê partiyê kir.

Lê ne di destpêka programê da û ne jî di axaftina wî da bi gotinekê be jî qala vê xebat û berpirsiyariya wî ya siyasî û partîtiyê nehat kirin.

Fena ku Murad Ciwan di jiyana xwe tu carî nebûbe endam û sekreterê partiyeke siyasî.
Dema qala xebat, berhem û kovarên ku tê da nivîsîne kir jî qala weşana paritiyê Pêşengê nekir, ku ew bi xwe sernivîskarê wê bû. Fena ku wî bi salan berpirsiyariya Pêşengê nekiribe û bi sedan nivîs têda nenivîsîbe.

Yanî bi gotinekê be jî Murad Ciwan di programê da qala dîroka xwe ya partîtiyê û sekreteriya xwe ya partiyekê nekir. Ji van bêtir qala kar û xebatên xwe yên ”bêzirar” kir.

Dibe ku Murad Ciwan wan 14-15 salên xebata xwe ya partîtiyê weke dewra xwe ya ”cahîliyetê” dibîne, loma jî naxwaze qala wê dewrê bike.

5 kommentarer:

  1. Sekreterê te yê demekê bû, we Emer Cetin rexnedikir. Iro ji ev sekreterê hêja ji bo peran ji dewlet û Fethula Xoce bigre helbet wê behsa diroka xwe ya qirêj neke(qirêj li gor M.Ali Cilgin, ez jêra nabêjim Mûrad Ciwan).Li gor wi tistên niha dike paqije.Demek te ji propaganda wi basdikir.

    SvaraRadera
  2. Rast e, weleh demekê min ji wî pir hez dikir.
    Lê nuha derket ortê ku di esasê xwe da ew ne layiqî wê hurmet û hezkirina min bûye.
    Lê gava ew îro tiştên şaş û xerab dike ev nayê wê maneyê ku tiştên do dikir jî şaş û xerab bûn.
    Bi dîtina min demekê wî ji bo gelê xwe tiştên pir baş kir, lê îro jî tiştên şaş û xerab dike. Û loma jî ez hevalê Mûradê do bûm, lê ne yê îro me...

    SvaraRadera
  3. Kekê can min negotiye tistên du kiriye xirabûn, Gotinên min Murat ne laikê ew kar û barên siyasi ragirt ser milê xwe, ji menfeeta saxsi bu ji ji xwere riyan veke, ku mirov dewlemendi netibe mirov dikare her xirabi bike. Pere mirov eziz ji dike rezil ji dike.

    SvaraRadera
  4. I don't know whether it's just me or if everybody else encountering issues with your website.
    It seems like some of the written text in your posts are
    running off the screen. Can somebody else please provide feedback
    and let me know if this is happening to them as well?
    This might be a problem with my internet browser because I've had this happen before. Many thanks

    Also visit my page best cellulite treatment

    SvaraRadera
  5. Hi there! This blog post could not be written much better!

    Looking through this article reminds me of my previous roommate!

    He always kept preaching about this. I most certainly will send this post to him.
    Fairly certain he'll have a good read. Thank you for sharing!

    Also visit my web site - laser cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE