01 april 2012

Dema xîret kêm bibe dijmin cesûr dibe

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahin, do li Dîlokê(Entabê) di civînekê da li ser pîrzbahiyên Newrozê jî peyivîye û dîsa heqaretên mezin li kurdan kiriye, ji kurdan ra gotiye, ne hewceye ku em we bikujin ya jî li we xin, em tuyî ruyê we bikin hûnê îmha bibin.

Şahin, bi îmakirina PKK-ê û BDP-ê di nava kurdan da ji kurdan ra wiha gotiye:

”Li hemberî we ji bo kîtleyeke 75 milyonî ne hewceyî sîlehê ye, ne hewceyî hutika wan e jî, tûkirinek tenê ewê têra îmhakirina 75 hezar xayinan bike.”

Bi gotina ”75 hezar xayin”, qesta Îdrîs Naîm Şahin bi milyona kurdên ku Newroz pîroz kirine.
Mêrik ji milyonan kurd ra dibêje, em tirk dikanin bi tûkirinekê we îmha bikin.

Şahîn van gotinên xwe jî li bajarekî Kurdistanê û di nava kurdan da dike.
Lê yek kurd jî bi vê heqareta wî nerehet nabe û bersîveke heq kiriye nadê.
Ji ber vê heqareta li miletê kurd, ji AKP-ê yek kurd jî weke protesto îstîfa nake.

Ji 70-80 parlamenterên AKP-ê yên kurd yek parlamenter jî beyanekê neda û ji Şahin ra nabêje, hey bêedeb û bêexlaq, tu çawa dikanî vê heqaretê li gelê min bikî ? Esas te tukirina rû ji zûda heq kiriye.

Ji xwe ji ber ku Şahîn dizane ku kurdên AKP-yî û parlamenterên kurd mirovên bêşexsiyetin loma mêrik diwêre vê heqaretê li gelê wan bike.

Heger parlamenterên kurd yên AKP-ê ji roja roj da li hemberî van heqaretên Şahîn û yên weke wî weke kole û hêsîran bêdeng nemana, bêguman Şahînê newêrîbûya çavsorî û bêterbiyetiyeke wiha bikira.

Lê ji ber kurdên dora wî newêrin dengê xwe bikin, loma jî mêrik çi tê devê wî ji kurdan ra dibêje.
A 70-80 parlamenterên kurd her roj li kêlek vî Şahinê ku tûyî ruyê kurdan dike rûdinin, pê ra hevaltiyê dikin û pê ra êrîşê dibin ser BDP-ê û kurdan.

Meriv kurd be, hevalê meriv çawa biwêribe vê heqaretê li miletê meriv, li dost, heval û xizmên meriv bike û meriv lê guhdarî bike û dêngê xwe neke.

Û dîsa jî pê ra hevaltiyê bike.
Li hemberî bûyerên wiha ez dîn dibim, dixwazim ji kurdên ku hîn jî hevaltiyê bi kesên weke Şahîn ra dikin çend gotinên pir giran bibêjim û ji ber vê bêxîretiya wan dilê xwe li wan rehet bikim, lê xwe radigrim û nakim...

Bes pir ji dilê min tê. Û ez bawer dikim ku hemû siyasetmedar û parlamenterên AKP-ê yên kurd ev yek heq kirine….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE