29 april 2012

Dibê meriv dîroka xwe bincil neke



Di Dunya TV-ê da mele Zeynel Abîdîn bi Murad Ciwan ra hevpeyvînek kiriye. Min bîstek berê lê temaşe kir.

Murad Ciwan di hevpeyvînê da bi yek gotinê be jî qala endametiya xwe ya polîtburoya KIP-ê û sekreteriya xwe ya Partiya Pêşengê nekir. Di ser wê "dîrok û çîrokê" ra qevz kir, nexwest temaşevan bi wê dîroka wî bizanibin.

Min heyret kir, ez pir û pir matmayî mam..

Tu dibêjî belkî Murad Ciwan di jiyana xwe da tu carî ne bûye endamê polîtburoyekê û ne jî sekreterê partiyekê.
Murad Ciwan bi kêmanî 15 salan (belkî jî hîn zêde)endamê partiyeke siyasî bû û dû ra jî neh deh salan sekreteriya wê partiyê kir.

Lê ne di destpêka programê da û ne jî di axaftina wî da bi gotinekê be jî qala vê xebat û berpirsiyariya wî ya siyasî û partîtiyê nehat kirin.

Fena ku Murad Ciwan di jiyana xwe tu carî nebûbe endam û sekreterê partiyeke siyasî.
Dema qala xebat, berhem û kovarên ku tê da nivîsîne kir jî qala weşana paritiyê Pêşengê nekir, ku ew bi xwe sernivîskarê wê bû. Fena ku wî bi salan berpirsiyariya Pêşengê nekiribe û bi sedan nivîs têda nenivîsîbe.

Yanî bi gotinekê be jî Murad Ciwan di programê da qala dîroka xwe ya partîtiyê û sekreteriya xwe ya partiyekê nekir. Ji van bêtir qala kar û xebatên xwe yên ”bêzirar” kir.

Dibe ku Murad Ciwan wan 14-15 salên xebata xwe ya partîtiyê weke dewra xwe ya ”cahîliyetê” dibîne, loma jî naxwaze qala wê dewrê bike.


Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdên başûr siyaseteke durû dimeşîne


Tiştê ecêb, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr, li hukûmeta Kurdistana başûr digre hin kes tavilê îtîraz dikin û PKK-ê, BDP-ê û rewşa kurdên bakur nîşan didin, dibêjin weleh kurdên başûr ji me pir û pir baştir in.
Ev şêleke ne rast e, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr digre ev yek nayê wê maneyê meriv siyaset û kirinên PKK-ê û BDP-ê diparêze.
Birayên ezîz, helbet rewşa kurdên başûr ewê ji ya kurdên bakur baştir be, ji ber ku ew dewlet in. Mijar ne ev e.
bi baweriya min, dewleta tirk çiqasî dijminê kurdên bakur e, hewqasî jî diminê kurdên başûr e, heger ji destê wan were ewê îro desthilata kurdan hilweşînin.
Lê îro nikanin.
Û ji ber ku bi riya leşkerî nikanin hukûmeta kurd ji ortê rakin, dixwazin bi riya aborî, bi serdestiya zimên û asîmîlasyona kulturî kurdan bi xwe ve girê bidin.
Dema meriv li Zaxo, Duhokê, Hewlêrê digere meriv vê serdestiya tirkan dibîne, bêyî ku meriv bi kurdî û erebî bizanibe meriv dikane li Kurdistanê bijî.
Heta li gelek dikan, mexaze, aşxane û pastexaneyan karkir weke ku li Tirkiyê bin tenê bi tirkî dizanin. Menuyên wan tenê bi zimanê tirkî ye.
Serdestiya zimên bi xwe ra hezkirina ji tirkan û Tirkiyê jî xurt dike û kiriye jî.
Kurdistana Federe beşekî dewleta Îraqê ye û erebî jî li gorî qanûnan li Kurdistanê zimanekî resmî ye. Lê tiştê min dît di bazarê da tirkî ji erebî serdestir û xurttir e.
Rast e kurd bûne dewlet, asîmîlasyona wan weke kurdên bakur di demeke nêz da gelkî zahmet e, lê ne tiştekî ne mimkûn e.
Ya din, armanca mektebên Gulen ne belavkirina ilim Û îrfanê û ya TRT6-ê jî ne tenê weşangerî ye, armanca wan ya esasî di nava kurdan da belavkirina îdeolojiya panturkîzmê ye, xurtkirina tirkîtiyê ye. Dîn, ilim, tîcaret, mekteb, telewîzyon, weşangerî hemû maskeyên vê armanê ne. Dewlet û hukûmeta ku hîn navê herêma Kurdistanê rast nebêje, bibêje ”Iraqa bakur”, dibê meriv bi şik li hemû teşebusên wan binêre.
Heta nuha yek carê jî ne Erdogan, ne Gul û ne jî wezîrekî  hukûmeta AKPê weke mirovan navê Kurdistana Federe negirtine devê xwe.
Gulen jî negirtiye devê xwe. Gulen, li Kurdistanê mekteb ji bo  perwerdeyeke bi kalîte bide zarokên kurdan venekiriye, armanca wî siyasî ye.
Dibê em kurd vê armanca hukûmeta AKPê û ya Gulen yek saniyê jî ji bîr nekin; çimkî ew hîn jî bi çavên neyar li kurdan dinêrin. Hurdu jî gorra kurdan dikolin, herdu jî ji bo kurdan xwedî  planên veşartî ne.
Loma jî ne rast e meriv mektebên Gulen weke yên îngilîzî û TRT6-ê jî weke BBCyê  bibîne.
Dîtineke wiha pir şaş û safîtiyeke mezin e.
Tirk nahêlin kurd kanalên xwe li Tirkiyê vekin û kanalên li derve weşanê dikin jî xera dikin. Heta nahêlin kurdên başûr jî bi tirkî weşaneke azad û bi dilê xwe bikin. Loma jî dibê meriv li hemberî van gavên tirkan hewqasî ne pozîtîf be, tim bi şik lê binêre…




XXX
Ez dibêjim li gel ku tirk, weke dewlet, weke hukûmet û weke milet neyartiya kurdên başûr dikin, lê kurdên başûr, bi soran û kurmancên xwe ve heyranê Tirkiyê û tirkan e. Bi kêmanî ekseriyeteke mezin wiha ye.

Gava yek ji meriv hez neke, bi meriv ra neyartiyê bike, heta navê welatê meriv jî rast nebêje meriv jî gerek jê hez neke. Lê kurdên başûr ji tirkan û ji Tirkiyê pir hez dikin.

Tirk ji kurdî nefret dikin, lê kurdên başûr ji tirkî hez dikin, ji muzîka kurdî bêtir li muzîka tirkî guhdarî dikin.

Kanalên nêzî PKK-ê bi îmkanên xwe yên bi sînor bi kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, tirkî, erebî weşanê dikin.

Îmkanên kurdên başûr di warê madî, siyasî, huqûqî û teknîkî da hezar qatî ji yên PKK-ê zêdetir in, lê dîsa ji bo kurdên bakur qanalekê venakin.

Tirkiye di nava kurdan da bi kurmancî, soranî, zazakî propagendeya xwe dike, lê kurdên başûr li hemberî vê hegomanyaya tirkan gavekê navêjin. Ez vê pasîfiya wan rex dikim, dibêjim gerek ew hî li Tirkiyê propagendeya xwe bikin.

28 april 2012

Hukûmeta AKP-ê Mehmet Agar xelat kir

Hukûmeta AKP-ê ji bo du sal cezayê hefsa derewîn ya Mehmet Agar, li bajarê Aydinê jê ra qesreke bi hêl û mêl da çêkirin. Mehmet Agar ewê bi xulam û xizmetkarên xwe re di vê qesra pir mezin da bimîne.
Û ji bo jina Agar jî li nêzî qesra wî jê ra xaniyekî luks hat kirêkirin. Jina wî jî ewê di wî xanî da bimîne.


Wek tê zanîn Mehmet Agar ji qatilên dewletê yê herî bêtir destê wî di xwîna kurdan geriyaye.
Bi biryar û emrê Mehmet Agar, bi hezaran kurdan hatine kuştin.


Diyar e ev îkram, ezeta û hurmeta Erdogan û hukûmetê ji ber van cînayetên Agar e; ji ber ku herî zêde Agar kurd dane kuştin, loma jî Erdogan jê ra vê îltîmasê dike, ev qesir da çêkirin.
Bi vê hefsa Agar jî diyar dibe ku Erdogan çiqasî dost û hevalbendê qatilên kurda ye…
Lê çi heyf ku hin siyasetmedar û ronakbîrên kurd ji bo çend quriş pereyên pîs dîsa jî jê naqetin.


XXX
”Diya baş û xerab tuneye. Ya herî xerab bêdê mayin e.”
Kê gotibe rast gotiye. Her wisa, welatê baş û xerab jî tuneye. Ya herî xerab bêwalat bûn e.
Em kurd îro bêwelat û bêdewlet in, weke her kesî dibê em jî bibin xwedî welat û dewlet. Heta ku em nebin xwedî welat û dewlet ewê tu carî rehetiya me tunebe.
Xwedê kesî bêdê(sêwî) û bêwelat nehêle.


XXX
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa nûçeyan ya emerîkî AP-ê ra gotiye, êdî sebrame li hemberî kirinên Nûrî Malikî nemaye.


Barzanî gotiye, heta ku Malikî neçe pirsgirêk çareser nabin û nakokî jî ewê her berdewam bin.

Serokê Kurdistanê Barzanî derbarê pêşeroja kurdan da jî gotiye, ”Heger heta meha îlonê dawî li vê bêistîqrariya li Iraqê neyê û Malikî neçe, ewê di e...ynî mehê da berê xwe bidin gelê xwe û referanduma serxwebûnê çêbikin.”


Bi dîtina min lihevanîna ereban ne karê kurdan e û dibê kurd ji bo vê yekê jî tu xebatê nekin.

Heger ereb li hev bikin û xurt bibin, wek ku Seddam êrîş Îranê kir, Malikî jî ewê êrîşî kurdan bike. Loma jî dibê kurd zêde nebin kevoka aştiyê.

Şerê sunniyan û şîiyan ev 1350 sal e berdewam e û ewê heta û heta jî berdewam be. Kurd dibê xwe zêde tevî vê teşxelaya ereban neke û ji bo serxwebûnê haziriyê bike, çîhanê îqna bike.

Ya din ji xwe yekîtiya ereban lin e li kara kurdan e, loma jî dibê kurd dev ji lihevhatina ereban berde. Çi dikin kêfa wan e…









21 april 2012

Ji ber ku kurdên wiha jî hene ez ji kurdayetiya xwe fedî dikim

Dilbixwîn Dara di nivîsa xwe ya dawî da ji rêwîtiya xwe ya başûrê Kurdistanê qala sosireteke malbateke kurd dike.

Li gorî Dibixwîn dinivîsîne, ew li Hewlêrê dibe mîvanê malbateke kurd. Xanima malê hewlêrî û soran e û peyê(mêrê) wê jî kurdekî ji Ruhayê ye û nîvê jiyana xwe di nava ”siyaset kurd” da borandiye.
Xanim baş fêrî tirkî û kurmancî bûye.

Di dema sohbetê da lawikê malê yê 4-5 salî tê hundur û diçe ba Dilbixwîn. Dilbixwîn wî himêz dike û bi kurmancî nav û salên wî jê dipirse. Lawik bi rengekî fedyok pel pel li Dilbixwîn dinêre lê bersîvê nadê.

Dilbixwîn dibêje belkî lawik bi kurmancî nizane, lê bi soranî dizane, loma jî îcar bi soranî pê ra dipeyive.

Lawik hinekî fêm dike. Lê Dilbixwîn dibîne ku lawik di bersîvên xwe da dîsa jî ne serbest e. Ev rewş meraqa Dilbixwîn zêde dike.

Dilbixwîn dû ra ji dê bavê zarok fêr dibe ku lawik bi kurdî nizane, bi tirkî dizane. Diya hewlêrî û bavê ruhayî li Hewlêrê bi lawê xwe ra ne bi kurdî(li gel ku herdu jî baş bi kurdî dizanin)lê bi tirkî dipeyivin. Lawikê 4-5 salî ne kurmancî û ne jî bi soranî nizane. Diya hewlêrî û soran li Hewlêrê bi lawê xwe ra bi tirkî dipeyive?

Şerma mezin, sosireta giran!

Piştî ku Dilbixwîn fêr dibe ku lawik bi kurdî nizane, dest pê dike pirsên xwe bi tirkî jê dike. Lawik şa dibe û bi kêfxweşî bersîvên pirpirsan dide.

Dema min nivîsa Dilbixwîn Dara xwend, min ji kurdbûna xwe fedî kir û min xwest herim Hewlêrê û destê xwe têxim gewriya wî bavî û wê diyê û wan bixeniqînim...

Ez bawer nakim ku însanên wiha bêşexsiyet û ji hestên netewî şuştî bêyî kurdan ji nava miletekî din derkevin.

Ev nimûne ibreteke mezin e!
Ji ber ku însanên wiha ji nava kurdan derdikvein ez fedî dikim.

Herçiqas ev herdu kes bi eslên xwe kurd bin jî, lê bi fikir, bi hest û şiûra xwe tirk in. Heger bi qasî misqalekî jî hestê kurdayetiyê bi wan ra hebûya, weke dê û bavekî kurd, li Hewlêrê ew bi zarokên xwe ra bi tirkî nedipeyivîn.

Ez bawer dikim ku ev herdu kes jî ya di mektebên Gulen da perwerde bûne ya jî ji wê cimatê ne.
Çimkî ancax îdeolojî û perwerdeya Fetulah Gulen dikane însanan wiha ji kurdayetiyê bişo.

Esas dibê civat kurdên wiha xweş nebîne, wan rencîde bike. Nuha bi zimanê xwe ra tirkî jî fêrî zarokê xwe kiribana dîsa hetanî dereceyekê rê tê hebû.

Lê zarokekî kurd, li Hewlrê hatibe dinyayê û ne bi kurdî lê bi tirkî zanibe ji bo dê û bavî wî bi rastî jî rûreşiyeke pir mezin e.

Dibê meriv weke kurd hevaltiyê bi kesên wiha ra neke û vê bêxîrtetiya wan jî bide ruyê wan.
Ez di dewsa Dilbixwîn da bûma minê xwarina wan nexwara û ezê ji mala wan rabûma…





17 april 2012

Demekê xwe fêrî tunebûna min bikin...

Di xortaniya xwe da min carnan ji hevalên xwe yên komelê û partiyê ra digot, ”ez rojekê serî deynim ezê werim halê we…”

Eynî tiştî ez nuha ji we ra jî dibêjim, va ye sibe ji bo du rojan ez dikim terka we bikim û herim qursekê, bajarekî Swêd yê dûr(Ostersund), nava berf û sermayê.

Roja pênşemiyê derengê şevê ezê vegerim û roja şemiyê(piştîniyê)jî ji Tirkiyê du mîvanên min tên. Yek pismamê min e û yê din jî him birayê hevalekî me yê şehîd e û him jî merivê xanima min e.
Îcar dibe ku heta dawiya hefteya pêş me ez nikanibim tiştekî binivîsînim.

Loma jî ez meraq dikim, bêyî nivîsên min gelo hûnê çawa sebir û debar bikin?
Mîvanên min ewê hefteyekê li Stockholmê bimînin. Lê ji şansê wan ra sermayê, berf û baranê dest pê kir.

Li gorî rapora hewayê roja şemiyê berf e, feqîran ewê matmayî bimînin. Xwedêgiravî buhar e, tên ji bo ku buhara Swêd bibînin.

Lê ji dêlî buharê ve ewê zivistana Swêd ya nîasnê bijîn. Esas tu salê wiha nebûye, qey ji şansê wan ra ye.

Sibe ezê saet li dora pêncan bi rêkevim, ji ber ku balafira min saet di 08. 20-an da bi hewa dikeve, loma jî dibê ez rabim rakevim, y ana sibe ezê li wir di nava swêdiyan da tim bawîşkan bînim û di xew ra herim.

Sebra we heta dawiya hefteya bê ewê bêyî min were ya na ez nizanim, lê ya min ewê neyê. Dibe ku carnan bi çend gotinan ez we ji halê xwe agahdar bikim…
De nuha hemû bimînin di nava xêr û xweşiyê da…

15 april 2012

Ev neheqiyeke li jinên kurd

Taman Şakir xanim, di nivîsa xwe ya di melpera Rûdawê da ji ber tunebûna jinan di kabîneya nuh da serikwezîr Nêçîrvan Barzanî rexne dike û dibêje, ji ber şerma dinyayê be jî di qabîneya nû ya Neçîrvan Barzanî da wezîreke jin li hukûmeta nuh nehatiye zêdekirin.

Di kabîneya berê da ji YNK-ê wezîreke jin hebû, nuha jî her ew jin heye, yanî yek nebûye dudu.
Taman Şakir, pirseke pir bi heq dike û dibêje, çawa dibe ku ji sedî 30-ê endamên parlamentoya Kurdistanê jin bin, lê di kabîneyê da tenê wezîreke jin hebe?

Taman her wisa gazinan bi taybetî ji serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û ji PDK-ê dike, dibêje çima ji PDK-ê wezîreke jin tunye?

Ez bi xwe rexneya Taman xanimê rast û pir di cî da dibînim, heger ne ji sedî 30 bûya jî, dibê bi kêmanî ji sedî 20 kabîneya nuh jin bûna.

Ev yek ne lutfek e mêran e, heqê jinên kurd e, nedana vî mafî li jinan neheqiyeke mezin e.
Esas tê gotin ku Nêçîrvan Barzanî merivekî lîberal e û guh dide pêşniyar rexneyan, lê çima di kabîneya nuh da cî nedaye çend wezîrên jin ez matmayî mam.

Dibê kurd û bi taybetî jî jin vê kêmasiya hukûmeta nuh bibêjin û vê meselê minaqeşe bikin, ji bo ku di rojên pêş da ev kêmasî neyê dubarekirin.


XXX
Zêrê ku li hemberî êgir xera nebe,
jina ku li hemberî zêr xera nebe,
mêrê ku li hemberî jinê xera nebe bi kalîte ye.
//M. Korki
Bi dîtina min dibê meriv pera jî lê zêde bike, bibêje, ”mêrê ku li hemberî jinê û pera xera nebe bi kalîte ye.”
Ji ber ku gelek mêrên bi nav û den gli hemberî pera dibin teneke…


XXX
Kurdan îro li Diyarbekrê ji bo piştgiriya serokwezîrtiya Nêçîrvan Barzanî û hukûmeta wî ya nuh civînek çêkirin.

 Kê çêkiribe karekî pir baş kirine, ez wan pîroz dikikim. Tevgerên wiha şiûrê kurdan yê netewî xurt dike, kurdan nêzî hev dike.

 Di civînê da kurdan ji Nêçîrvan Barzanî xwestine ku dibê çavê wî tim li kurdên bakur be.
Daxwazeke pir rast û pir di cîda ye, dibê çavê hukûmeta Kurdistana Federe tim li kurdên beşên din be.

Dîrokê îro ev wezîfe û berpirsiyarî daye wan, dibê guh û çavê wan tim li kurdên beşê din be, kurdên beşên din yên Kurdistanê îro muhtacî vê çavdêrî û piştgiriya wan in.

Lê li alî din helbet dibê çavê hemû kurdan jî(ji kîjan fikrê, siyasetê û baweriyê dibe bilabe dibê) li wan be, dibê hemû kurd jî hukûmeta Kurdistana Federe weke rohniya çavên xwe biparêzin û piştgiriya siyasî û manewî ji ser qut nekin.

 XXX
-Ûjdan û diristî ji jîrîtiya hesab û kitab baştir e. Hesabzanî belkî meriv dike xwedî pere, xwedî meqam, xwedî mal û milk. Lê belê ûjdan jî ji karekî hîn baştir ra dibe; meriv dike însankî dilbirahm.

14 april 2012

Erdogan li Îraqê li hemberî kurdan çi siyaset meşand li Sûriyê jî eynî siyasetê dimeşîne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di dema ziyareta xwe ya Suûdî Erebîstanê da bi Qiral Abdullah Bin Abdullazîz ra gelşa Sûriyê jî peyivîye û ji Abdullah ra gotiye, ”Dibê Sûriye neyê perçekirin û yekîtiya wê neyê xerakirin.”

Hûn dibînin tirsa dilê Erdogan çi ye û ji Qiral Abdullah dixwaze rê li ber çi were girtin?
Tirsa Erdogan ya herî mezin dîsa azadiya kurdan e, Erdogan ditirse ku li Sûriyê jî kurd weke li Îraqê statuyeke siyasî bidest bixin.

Li Îraqê jî Erdogan ji serokên emerîkî eynî daxwaz dikir, digot dibê Îraq neyê perçekirin. Li vir jî Erdogan heman siyasetê dimeşîne. Ji ber ku neyartiye miletê kurd siyaseta ya Erdogan ya esasî ye, ew naxwaze kurd li tu beşekî Kurdistanê tu mafekî netewî bidest xin.

A sebebê esasî yê ku Erdogan dixwaze midaxeleyî Sûriyê bikin ev e, ew ji perçebûna Sûriyê û azadbûna kurdan ditirse.

Yanî hêsirê Erdogan yên ji bo gelê Sûriyê vir û demogojîye, ew ditirse ku kurd ji bindestiyê xelas bibin.

XXX
Ev hewa Swêd jî weke jinên wê, meriv qet nikane baweriya xwe pê bîne, tu hew dinêrî dibe berf, tozan û pûk û tu dîsa hew dinêrî piştî çend deqîqeyên dunya bû sayî û roj derket...

Heta bîstek berê jî li der berf û şilope bû, lê nuha roj derket, dinya sincîrî û ez û xanim derketin hewşê û me xwe da ber rojê, bedena xwe hinekî germ û tamarên xwe jî hinekî nerm kirin.

Îsal xezalek ya jî kerguhek hogirî(miseletî)hewşa me bûye, nehîşt yek kulîlk û laleyk jî serê xwe ji bin axê derxe, kîjan lale dipirçife tavilê xwe digihînê û dixwe. Çend hebên çûçik mane, min nuha di nava berfê da rismên wan girt...
Ez nizanim ez şevekê xwe bidim bende çi bikim?

XXX
Pêşangeha 4-em, do bi beşdarbûna Wezîrê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker û parlamenterê AKP-ê Galîp Ensarîoglu hat vekirin. Ji 16 welatan 171 fîrme tevlî pêşangehê bûn. Di pêşangehê da amûr û alavên cotkariyê, çandiniyê û ajaldariyê tên nîşandan.

Lê Tirkiyê li deriyê Xêbûr ji heyeta Herêma Kurdistana Federe ra astengî derxistiye û wîze nedaye 60 kesên ku ewê başdarî pêşangehê bibûna.

Wezîrê ziraetê Mehdî Eker kurd e, lê wa ye destûr nedaye ji Kurdistana Federe kes beşdarî pêşangehê bibe. Ya jî nikanîbûye qedexeya li ser kurdên başûr rake.

Ev jî nîşan dide ku di nava AKP-ê û hukûmetê da kurd ne li ber tu tiştî ne, hemû jî pepûkên ber destê Erdogan in.

Meqam û wezîfeya kurdan di nava hukûmetê da çi dibe bila bibe, gava mesele bibe kurd û Kurdistan ew meqam û wezîfeya wan qet pênc pereyan nake, ew mecbûr in emrê Erdogan bicî bînin û nehêlin kurd ji bajerekî welatê xwe here bajarekî din.

Ew kurdên ku ji vê hukûmetê ra bibêje baş e, pê ra bibin dost û piştgiriya wê bikin ew , çi navî li xwe dikin bira bikin, ew jî hevkar û sûcdarên vê hukûmetê û vê rejîmê ne.

XXX
Hinek kurd fêm nakin bê ev hukûmet û ev dewlet ji bo çi hewaqas zulm li kurdan dike.
Nahêle kurd di vî halê bindestiyê da jî li welatê xwe rehet bigerin, li serê her riyê lserê her çend km. qereqolên pir mezin ava kirine û li derê ketine kemînan û rêwiyan radiwestînin, ji erebeyan dadixînin, bawilên wan vedikin, welhasil zulemeke mezin li kurdan dikin.

Newroz tê, nahêlin kurd Newroza xwe li gorî dilên xwe pîroz bikin.
Nahêlin kurd bi ala xwe şa bibin.

Nahêlin însan ji kê hez dikin hurmet û evîna xwe nîşanî wî bidin.
Ala xwe dixin çavên kurdan, sîmbol û şîarên xwe yên tirkperestiyê dixin çavên kurdan.
Çek û hêza xwe dikin çavê kurdan.

Welhasil vê zulmê meriv dikanene gelkî dirêjtir jî bike...
Hukûmeta AKP-ê vê zulmê li kurdan dike ji bo ku kurdan çavtirsiyayî û serkut bikin, ji bo ku kurd netahmijin serbestî û azadiyê. Ji bo ku îrade û şexsiyeta kurdan bişkînin. Ji bo ku kurd tim ji dewletê bitirsin...
Yanî AKP vê zulmê belasebeb li kurdan nake, vê terora girtinê belasebeb nameşîne....


XXX
Weleh buhar baş hat Stockholmê !!!
Ji do bi şev da ye berf dibare, lê ne tu berf e, şilopeyeke berbat e, bi liv nayê...
Ez di camê ra li berfa sipî ya li hewşê temaşe dikim û roja welatê xwe, cimat û şêwra hevalan xeyal dikim...

12 april 2012

Kurd sedeqeyê ji Erdogan naxwzin!

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di roja dawî ya serdana xwe ya Çînê da bersiva pirsên rojnamevanan da û got:

 ”Kurdî û osmanî ewê bibin dersên bijarte. Hevalên me ewê paşê hirguliyên vê mijarê eşkere bikin.” Ji zarokên tirk ra perwerdeya bi tirkî mecbûrî ye û ji dibistana destpêkê heta unîversîteyê dom dike.
Lê ji bo zarokên kurdan ewê li ser daxwazê be, yanî dema malbatên zarokan bixwazin.
Ev beyana... Erdogan jî nîşan dide ku hukûmetê hîn jî dev ji fêlbaziyên xwe bernedaye.

Ev beyana Erdogan tê maneya, ”em hebûna kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nakin.”
Lê ji bo ku devê kurdan bigrin, hinekî din jî wan bixapîne û hinekî din jî wextê qezenc bike vê manawrayê dike.

Lê kurd ne zarok in û sedeqeyê jî ji kesî naxwazi, kurd mafê xwe yê herî rewa, azadiya zimanê xwe dixwazin.

Osmanî ne zimanê miletekî ye, tirkiyeke tevlihev ya mirî ye. Lê kurdî zimanê miletekî ye û ev milet dixwaze bi zimanê xwe bixwîne û zarokên xwe pê perwerde bike.

Kurdî ji bo kurdan ne zimanekî biyanî ye, zimanê wan e, miletek zimanê xwe weke zimanekî biyanî hilnabijêre.

Lê kurdî ji bo tirkan dikane bibe dersa bijarte, tirkê ku bixwaze ewê bixwîne…
Dibê statuya herdu zimanan(kurdî û tirkî) jî weka hev be, herdu ziman jî bibn zimanê resmî….


XXX
Gotinek heye, dibêjin, tuxtorê nîvço(nîvçe) meriv ji can, meleyê nîvço meriv ji îmanê dike.
Lê ne tuxtor û mele tenê, dibê meriv hevza xwe ji her tiştê û her kesê nîvço bike.
Tuxtorê nîvço, meleyê nîvço, zanayê nîvço, ronakbîrê nîvço û siyasetmedarê nîvço, hemû jî ji feydeyê bêtir zirarê didin meriv û civatê.

Heger ronakbîr û siyasetmedarên kurdên bakur ne ”nîvço” bûna nuha em ne di vî halê perîşan da bûn.
Roja ku em ji ronakbîr û siyasetmedarên ”nîvço” xelas bibin, emê bêtir nêzî azadî û serxwebûna xwe bibin.


XXX
Merivê zana weke rojê ye, dera ku dikevê ronî dike.
Loma jî meriv qedir dide zaneyan û hevza xwe ji nezanan dike.


XXX
Dibêjin ku însan di xortaniya xwe da fêr dibe û dema kal dibe jî fêm dike.
Lê weleh hin tîpên wisa hene, ne di xortaniya xwe da tu jahrê fêr dibin û ne jî dema kal dibin tu quzulqurtê fêm dikin…


XXX
Temiya min li we, miheqeq li vê hevpeyvînê guhdarî bikin !!!
Meriv dixwaze eniya kurdên wiha maçî bike!
Ji zûda bû min li kurdekî wiha jîr, wiha zana û wiha camêr û wiha kurdperwer guhdarî nekiribû. Heta ku meriv li kurd û ronakbîrên wihaguhdarî neke, meriv nizane ku ew kurdên ku di bin xêliya "ronakbîriyê" û "kurdperweriyê" da li ber deriyê hukûmetê û AKP-ê ruhên xwe bi çend qurişan difroşin merivên çuqasî erzan û çuqasî pîs in.
Baranê Rizgarê hêja, bi vê hevpeyvîna xwe te îşev dilê min rehet kir, îşev ezê ji hemû şevan xweştir rakevim. Mala te ava...

11 april 2012

Malikî jî gorra kurdan dikole !

Li gorî ku malpera Nefelê dinivîsîne, organa resmî ya PDK-ê rojnameya Xebatê di hejmara xwe ya îro da xwe dispêre çavkaniyên iraqî û emerîkî û dibêje ku serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî ji Amerîkayê bi rengekî resmî daxwaz kiriye ku ew weke serokê dewletekê pêşwaziyê li serokê herêma Kurdistana başûr Mesûd Barzanî nekin.

Tê gotin ku Malikî, bi rêya ambasadorê berê yê Emerîkayê yê Iraqê James Jeff...rey ev daxwaz ji Emerîkayê kiriye.

James Jaffrey jî ji Nûrî El Malikî ra gotiye, ewê daxwaza wî bigihîne Washingtonê lê belê Barack Obama bi awayekî resmî Mesûd Barzanî vexwendiye û loma jî pir zehmet e ku ev serdan were betalkirin.

Ev bûyer jî nîşan dide ku Nûrî El Malikî kurd ji çavên xwe derxistine û êdî bi çavê neyaran li kurdan dinêre.
Loma jî ji bo kurdan zemîna mayina bi Îraqê ra êdî nemaye. Kesê ku vê daxwazê ji Emerîkayê bike, sibe gava fersend têkeve destên wî, weke Saddam ewê statuya kurdan nas neke û êrîşê bibe ser kurdan.
Loma jî dibê kurd di hevkariyeke wiha tahlûke da israr nekin û li riyên veqetandinê bigerin.

XXX
Xizmên 34 kesên ku di qetlîama Qilebanê da ji alî balafirên tirk ve hatibûn qetilkirin îro çûn Anqerê û li meclisê gurûbên AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê ziyaret kirin.

Di dema serdana gurûba AKP-ê da mebûsa AKP-ê Ayşenûr Bahçekapiliyê heqareteke mezin li xizmên şêhîdên Qilebanê kir, ew bi ”nîjadperestî” îtham kir û li wan rabû û got, min zêde neqeherînin.
Ayşenûr Bahçekapiliyê di axaftina xwe da got, ” Dibê hûn ji gotinên nijadperestî dûr bisekinin û vê meseleyê ji siyasetê ra berdin.”

Li ser van gotinên Bahçekapiliyê hin ferdên malbatan acizî nîşan dan û gotin, hûn bixwazin hûn dikanin meselê çareser bikin, lê armanceke we ya çareseriyê tuneye.”

 Li hemberî van gotinên malbatan, Bahçekapilî pir ture bû û got:
”Min hêrs mekin, ev gotina we gotineke çewt e û ez vê fikrê şermezar dikim.” AKP ji vê israra kurdan ya ronîkirina meslê û daxwaza cezakirina berpirsiyaran pir aciz e. Loma jî ji vê ziyareta kurdn pir û pir aciz bûne û tu nemaye ku wan bqewitînin û li wan xin.

Lê baş bûye, kurd hêdî hêdî neyartiya AKP-ê dibînin.
Di vir da şaşiya mezin kurd ji qatilên zarokên xwe girtin û cezakirina qatilan dixwazin. Ev yek ne mimkûn e, ji ber ku yê emir daye ya jî daxwaza kuştinê qebûl kiriye Erdogan e. Ji ber ku mesûlê yekem ew e loma jî bepirsiyar nayên dîtin….

XXX
Heger miletek namerdî û diziya kesên li ser hukum sirf ji bo ku ew ji dîtinên wan in nabîne, ji nedîve tê, wî miletî fazîleta xwe wenda kiriye. Miletê ku fazîleta xwe wenda bike rojekê mahkûmî wendakirina welatê xwe ye jî.
//Niccolo Machlavelli

Bi dîtina min miletê tirk ji zûdaye fazîlet, ûjdan, bext û însaniyeta xwe wenda kiriye. Loma jî weke Machlavellî jî gotiye, tirk zû dereng rojekê ewê welatê xwe wenda bikin. Ji ber ku dawiya zulmê û zaliman tim û tim felaket e…

XXX
Tiştê însan li ser nigan dihêle ne îskelet û sîstema masûlkan(kas)e, prensîp û baweriyên wî ne.
// Albert Einstien
Însanê ku prensîp û bawerî pê ra nemîne dikane têkeve her boyaxê û li ser her benî cambaziyê bike..

10 april 2012

Wey agir bi mala te û bi derewên te keve!

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Çînê bersîva pirsên rojnamevanan daye û gotiye, ”Cîgirê serokkomarê Îraqê Tarik El Haşimî ji ber ku nexweş e ji bo tedawiyê hatiye Stenbolê…”

Wey agir bi virên te keve, wey Xwedê ruyê te li herdu dunyan jî reş bike!
Ji ber van derewên te yên bi boçik înşeleh quloçê bi eniya te ve were!

Îcar Haşimî nexweş e kurro?
Lawo Haşimî tu dibê fît e, dikane hesin bi sa...rî bade, îcar te nexweşî ji ku derxist?

Ji ber ku tu newêrî rastiyê bibêjî tu ji mecbûrî derewan dikî. Te, Haşimî ji bo pîjkirina li dijî kurdan dawetî Tirkiyê kir, tu dixwazî Haşimî û Malikî li hev bînî ji bo herdu bi hev ra li dijî kurdan rawestin ku kurd nikanibin serxwebûna xwe îlan bikin…

Haşimî bi xwe qala nexweşiyê nekiriye, lê tu bi rehetî li ser navê wî vê derewê dikî. Ji ber ku ji bo te derew karekî rojane ye, ne ne bêexlaqî ye…

 XXX
Di hin malperên kurdî da tê îdîakirin ku Tirkiyê gotiye bi şert ew amade ye ku li Îraqê dewleta kurd qebûl bike.

Tê gotin ku, Amerîkayê ji tirkan ra gotiye qebûlkirina dewleta kurdî li başûrê Kurdistanê di berjewendiya Tirkiyê da ye û loma jî dibê Tirkiye îlankirina dewleta kurd ya serbixwe qebûl bike.
Tirkiyê jî xwedêgiravî ev daxwaza Emerîkayê bi şertê ku ew bi Tirkiyê ra li hemberî PKK-ê şer bikin, Tirkiye ewê qebûl bike.

Tirkiyê him ji hukûmeta başûrê Kuridstanê û him jî ji Amerîkayê garantî xwestiye ku rê li pêşiya PKK-ê were girtin û herdu alî jî di şerê li dijî PKK-ê da piştgiriya bidin Tirkiyê.

Ev jî nîşan dide ku tu nêteke hukûmeta AKP-ê li bakur çareserkirina mesela kurd tuneye.
Hedefa hukûmetê ew e ku bi şer tevgera kurd ya netewî tasfiye bike û vê serîhildana kurdan jî bi bi darê zorê bipilçiqîne.

XXX
Li gorî ku malpera Avestakurdê dinivîsîne, nivîskara rojnameya Zamanê, helbestvan Bejan Matûr, ev sê meh bûn ku navber dabû nivîsên xwe yên Zamanê.
Xwendevanên Bejan Maturê bi meraqdarî li bende nivîsîn wê bûn û meraq dikirin gelo ewê kînga vegere?

Matûrê di Twittera xwe da bersiv daye pirsên xwendavanên xwe û gotiye, ”Min nivîsa xwe ya dawî roja ku komkujiya Roboskiyê qewimî nivîsand. Ev sê meh ...in ez nanivsînim. Min biryara xwe ragihandiye rêveberiyê û xatirê xwe xwestiye.”

Yanî Bejan Matûrê esas ev sê meh in ku dev ji nivîskariya Zamanê berdaye.
Bi dîtina min rast kiriye. Ez bi xwe nivîskariya di rojnameyên tirk da şaş dibînim. Dibê em bizanibin ku em û tirk êdî ji hev ra nabin û dibê meriv li gorî vê ji xwe ra li çareyan bigere.

Tehamula tirkan ya li hemberî kurdan girêdayî şêla kurdan ya siyasî û kurdayetiyê ye.
Heger em ne kurdperwerên tamem û saxlem bin û li gorî dilê wan hereket bikin, ewê tehamulî me bikin, lê roja ku em bibin kurdên temam û ji dil doza kurdayetiyê bikin, wê demê tirkê derî nîşanî me bidin û ji me ra bibêjin, ”here ji xwe ra kerekî din bibîne…”

Ez bawer dikim çîroka Bejan Matûrê û rojnameya Zamanê jî ev rastî ye.
Herdu seriyan jî fêm kirin ku êdî ew ji hev ra nabin…


XXX
-Dema av bilind dibe,
masî mûriyan(gêrikan) dixwin.
Dema av dimiçiqe mûrî masiyan dixwin.
Bi serdestiya xwe ya îro zêde nefire,
kî ewê kê bixwe
herikandina avê ewê biryarê bide.


XXX
Mey diqede saqî dimîne
Her reng sipîçolkî dibe xakî dimîne
Dîplome cehaleta însên bigre jî
Di hevîr te da hebe kerîtî, baqî dimîne
Fuzûlî


XXX

-Biçûkdîtina însanekî bêexlaqî ye,
lê pir mezindîtin jî tirsonekî ye

09 april 2012

Xwezî mirina te xewn bûya

Îro yanzdemîn salvegera wefata Aslan Kaya ye. Min gelkî dixwest ku ev mirin ne rast, xewnek bûya.
Lê mixabin ne xewn e, rast e, Aslan(Mehmet) Kaya, mirivê bêemsal yê dinyayê êdî ne di nava me da, di binê axa sar da ye....

Yanzde sal berî nuha, roja 9-ê nîsana 2001-ê kurdperwerê dilmezin û xizmetkarê tevgera kurd ya netewî ya herçar perçeyên Kurdistanê Aslan(Mehmet) Kaya di 49 saliya xwe da li... Stockholmê ji nişkave ji nava me koç kir.

Îro yanzdemîn salvegera wefata wî bû. Ez û xanim em çûn ser gorra wî. Her sal di vê rojê da ew li bende me ye. Me du qutî nêrgiz jê ra biribûn, me ew li rast û çepê kevirê ber serê wî kirin erdê.

Aslan ji cixarê pir hez dikir, rojê belkî 3-4 pakêt cixare dikşand. Her cara ez diçim ser gora wî, ez cixareyekê didim ber sere wî û yekê jî ez vêdixim. Min îsal jî wisa kir.

Min jê ra bi kurtî qala hal û ehwalê kurdan yê nuha jî kir û gelek xeberên xêrê dayê.
Min jê ra got, pismam meraq neke, di demeke kin da ezê xebera îlankirina Kurdistana serbixwe bidim te.

Bi vê mizgîniya min gelkî kêfa wî hat, got bi vê xebera te ezê di gorra xwe da rehettir razêm, vê xeberê zû bîne, ez li bende te me…


XXX
Nuha qezayeke mezin hat serê min, xwezî destê min bişikiya û min ew risim wenda nekira.
Îro dema ez çûm ser gorra rahmetiyê Aslan Kaya, min çar risim kişandin. Nuha dema min xwest ez wan biweşînim nizanim çawa bû, herçar risim jî wenda bûn. Ev nîv saet e ez lê digerim ez nabînim. Ez pir û pir li ber ketim, bira destê min bişikiya û min îşev ev şaşiya nekira.

Xanima min Hêvî dît ku ez pir li ber dikevim, ji min ra got, "Aslan ji risimgirtinê qet hez nedikir, qey loma wenda bû. Got rojekê min kamera bi xwe ra bir mala wî ji bo ku em bi hev ra rismekî bikşînin lê qebûl nekir, got tu û diya min bikşînin."


XXX
-Dema em zarok bûn, rê xerabe bûn, mûslix xerabe bûn, zengil xerabe bûn, pere xerabe(hûr) bûn, lê belê însan saxlem bûn
//Can Yucel
Rast e, pera însan weke hêka genî xera kiriye…


XXX
Ne kevir, karên tên kirin abîdeyan tînin meydanê
//John Lothrop Motley


XXX
Di jiyanê da her kes şaşiyê dike, çi heyf ku tenê kesên ehmeq di şaşiyên xwe da israr dikin.
//Çiçero


XXX
Li Stockholmê îro rojeke pir xweş e, rojeke gerê, kêf û seyranê ye. Ez û Hêvî em haziriya xwe dikin, bîsteke din emê herin ser gorra rahmetiyê Aslan(Mehmet)Kaya, heval, bixaltî û kurdperwer û mirovê bêemsal.

Nuha li bende me ye, emê herin bîstekê li ba wî rûnin, jê ra hinekî qala hal û ehwalê kurdan bikin û baqek gul deynin ber serê wî.

Îsal 11-mîn salvegera e wefata wî ye, yanzde sal zû buhurîn, însan mexlûqekî ecêb e, xwe fêrî her tiştî dike. Emê fêrî mirina Aslan jî bûn…



XXX
Du kurdperwerên miletê kurd, du şoreşger, welatparêz û canfîdayên tevgera Dr. Şivan û DDKD-ê Kazim Ekincî û Fexrî Înan, di 7-ê nîsana 1994-an da li Wêranşarê ji alî qatilên dewleta tirk ve bi qeleşiyeke mezin hatin qetilkirin.

Gelê kurd û em hemû hevalên wan, ewê şehîd Kazim Ekîncî û Fexrî Înan û hemû şehîdên Kurdistanê tu carî ji bîr nekin. Kazim Ekîncî û û Fexrî Înan, ev herdu kulîkên tevgera kurd ya netewî û kadirên DDKD-ya Wêranşarê û heval û ezîzên ber dilê min ewê heta roja mirinê di kûrahiya dilê min da bijîn…
Xwîna wan û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê ewê li erdê nemîne…


XXX
Ji bo însanekî felaketa herî mezin bêhîvîtiye, kesê hêviya xwe wenda bike ji destpêkê da têkçûna xwe qebûl kiriye.
Heger ne ev hêviya serkeftinê bûya kurdan ev 90 sal in li hemberî çar dewletan şer nedikirin...
Û heger siyasetmedar û ronakbîrên kurd hêviya xwe wenda nekin di salên pêş me da Kurdistana serbixwe miheqeq ewê bibînin...
Hêvî û bawerî nîvî serkeftinê ye, nîvê din jî xebat e...

08 april 2012

Li başûr rojên giran li pêş kurdan e

Wisa xuyaye ku di rojên pêşda nabêna Hewlêrê û Bexdayê ewê xerabtir bibe, heta dibe ku kurd gavekê berbî serxwebûnê va jî bavêjin. Lê ev yek bi piştgiriya emerîka û hinekî jî bi şêla Tirkiyê ve girêdayî ye.

Lê beyî piştgiriya Emerîka û Tirkiyê ev gav mimkûn xuya nake.
Kurdên başûr ev 10 sal in di praktîkê da Îraqa perçebûyî bi hewildanên xwe bi hev ve zeliqandine.

Ev hewildanên kurdan yên ji bo lihevkirina ereban û avakirina dewleteke xurt şaş e û ne di berjewendiyên kurdan da ye.
Bi kêmanî ji îro û pê va dibê kurd dev ji vê siyaseta xwe ya nabêncîtiyê berdin. Lihevanîna ereban ne karê kurda ye.

Hukûmeta Malikî di vê rewşa xwe ya herî zeîf da jî mafê kurdan yê rewa nas nake. Ji ber ku îro zeîf e hin têkiliyên taktîkî dimeşîne. Malikî li hemberî kurdan bi zihniyeteke ji dema Seddam mayî hereket dike.

Xwediyên vê zîhniyetê di bin ra li hemberî kurdan dijminatiyeke mezin dimeşînin.

Lê kurd hîn jî ji bo xurtkirin û îstîkrara vê dewletê dixebitin. Di maneya siyasî da ev jî tê wateya xwedîkirina cenewarê ku ewê te bixwe. Dibê di serî da ev dewlet bihata guhertin û kurdan ciyê nigê xwe xurt bikira û hemû mafên xwe ji ereban bigirtana.

Lê ev yek ji ber gelek sedeman nebû. Wê demê jî dibê ji nuha û pê va kurd pêştgiriyê nedin xurtkirina vê dewletê.

Çimkî dewleta ku di dema zeîfiya xwe da heqê kurdan yê rewa qebûl neke û nede, sibe dema xurt bû û bû xwedî artêşeke yek milyonî, wê demê ewê qet nede.

Ji xwe felsefeya Seddam jî ev bû, heta ku zeîf bû hustuyê xwe xwar dikir, lê roja xurt dibû, dibû cenawar û dixwest kurdan bixwe.
Ereban li hemberî Îranê jî eynî siyaset meşandin.

Tiştê xuyaye dijayetiyên kurdan yên bi hukûmeta merkezî ra bi lihevkirinên rojane û demî çareser nabin. Dibê kurd bi destê xwe neyarên xwe li hev neynin û gorra xwe nekolin.

07 april 2012

Leqleqên bêfeyde

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan siyaseteke pir zîrekane dimeşîne. Kanaleke xapandinê ji hin kurdan ra vekirine, her hefte çend kurd ji xwe ra li ser mijareke bêzirar saetekê dikin leqeleq.
Heta ji wan kurdan tê bira ji xwe ra di telewîzyonê da bikin leqeleq, kara hukûmetê tê heye, zirara wê tê tuneye.
Do êvarî çend kesan di TRT6-ê da 12-ê Îlonê minaqeşe kirin. Lê îşê xwe zêde ji kirinên rejîma AKP-ê û terora ku li hember kurdan tê meşandin neanîn.
Wek tê zanîn Erdogan hîn jî bi destûr û qanûnên 12-ê Îlonê Tirkiyê îdare dike, vê yekê rexne nakin, bi dadgehkirina Evren hukûmetê mezin dikin.
Bi tirkî gotineke heye dibêjin, ”tas jî ya kevn e û himam jî, tenê telaq hatine guhertin.”
Erê li Tirkiyê îro leşker ne li ser hukûm in lê dûzana wan daniye hîn berdewam e; qanûna esasî, qanûna partiyan, qanûna zanîngehan  û hemû qanûnên din hîn jî yên 12-ê Îlonê ne.
Kurd hîn jî nikanin navê partiyên xwe bi kurdî binivîsîn. Wê rojê li Diyarbekrê pûlisan navê Partiya Mazlûman ya bi kurdî bi darê zorê daxistin jêr.
Pûlisên vê hukûmeta ku hin kurd di TRT6-ê da pir pesnê wê didin wê rojê li Diyarbekrê nehîştin Hak-Par li dijî qanûna esasî ya 12-ê Îlonê ji gel îmzê top bike.
Pisporên siyasetê di TRT6-ê da van kirinên hukûmetê minaqeşe nakin, qala Evren dikin. Evren û rejîma wî rexne bikin, lê belê dema hin kirinên hukûmetê ji yên dema Evren jî xerabtir bin ya jî wek yên wî bin, dibê hûn biwêribin qala wan jî bikin. Ya na rexenekirina Evren îro karê herî rehet e, tu zirar û tehlûkeya wê tuneye.
Ya girîng rexnekirina zulm û terora îro li hemberî kurdan tê meşandin, wê minaqeşe û rexne bikin.
Teror û kontrola îro li Kurdistanê heye ji dema cûnta leşkerî xerabtir e, ne baştir e. Ji Cizîrê heta bi Wêranşarê belkî 200 km. jî tuneye, lê leşker bi kêmanî li 5-6 ciyan meriv radiwestînin, ji wesayitan dadixînin û kontrol dikin.
Ev 10 sal in AKP li ser hukum e, çima vê zulma li hemberî kurdan ranake.
Li gundên nêzî sînor kî bi mîvanî jî here malekê dibê muxtar haya qereqolê bigihînê.
Ma e vev ne berdewamiya rejîma 12-ê Îlonê ye çi ye?
Hema heta ji wan kurdan tê bira ji xwe ra di TRT6-ê da bikin leqeleq, Evren rexne bikin û pesnên demokrasiya hukûmetê bidin, hukûmet li hemberî kurdan weke dema 12-ê Îlonê terora xwe dimeşîne, rojê bi dehan kesî digrin û davêjin zindanan, riya qontrol dikin, nahêlin kurd bîna xwe bigrin…
Loma jî gava axaftin di praktîkê tiştekî neguherîne belaseb û bêfeydeye…

Ez hêvî dikim ku texmîna Graham Fuller rast bin

Alîkarê Serokê CIA-ê yê kevn Graham Fuller, li ser Tirkiyê û Kurdistanê hin tiştên pir balkêş gotine.
Fuller gotiye, li bakurê Iraqê avabûna Kurdistaneke serbixwe muhtemel e û ev Kurdistan ewê bi Tirkiyê ra entegre bibe û paytexta entegrasyonê jî ewê bibe Diyarbekir.
Cîgirê CIAy-ê yê kevn Fuller vala napeyive, ew herêmê baş nas dike û loma jî texmînên wî ji bin da ne xeyalî ne.

Li gorî Fuller, ji ber ku kurdên bakur naxwazin ji Tirkiyê veqetin loma kurdên başûr ewê tevî bakur bibin.
Yanî di rojên pêşda li herêmê û li Kurdistanê hin tiştên biqewimin, ya girîng dibê kurd hazirî van bûyerên mezin bin.
Bêguman haziriya herî mezin yekîtiya kurdan û pêşengiyeke siyasî ya xwedî feraset û asoyeke berfireh e.

XXX
Kurdperwer şoreşgerê miletê kurd yê mezin dr. Şivan di sala 1969-an da ji bo dewleta tirk wiha gotiye:
“Dewleta Komara Tirkiyê dîktatoriyeke faşîst ya kolonyalîst ya eskerî brokratîk e ku li ser komkujiyan ava bûye. Baweriya ku ev dewlet ewê micadeleyên basît biguhere, têkbiçe ya jî ewê şûnda vekişe şaşiyeke mezin e. Heger şerê pêşerojê yê siyasî ne bi şîdet be ne mimkûn e gavek pêşdaçûn çêbibe.... Em nikanin meselê ji pêvajoyê ra û ji qederê ra bihêlin. Her însanê ku hewa, av, roj û axa vî welatî bikar tîne deyndarê vî welatî û vê axê ye. Dane deyn, bi şikandina zincîra kolonyalîzmê ve mimkûn e. Kesên ku neyên vê xebatê paratêzîtên vî welatî ne.”
Dr. Şivan, 59 sal berê wêrîbûye wiha bibêje, lê îro em newêrin ji kurdên hevalbendên dewletê û AKP-ê ra wiha bibêjin.

XXX
Dilê jin û mêrîtiyê tuneye
yek yê merd heye, yek jî yê namerd.


XXXBelkî tu tişt weke ku min dixwest nemeşiya
Lê belê tu tiştî jî ez ji riya min nehîştim.
//Che Guvara
Ez bi heyrana wî mêrî ku ne tirs û ne jî çend quriş pere wî ji riya wî danegerîne...

06 april 2012

Kurd êdî bi derewên hukûmetê naxapin

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan hefta borî di beyaneke xwe da ji bo çareseriya mesela kurd gotibû, ”ewê bi terorê ra şerê xwe bidomînin û bi hêza siyasî yanî bi BDP-ê ra jî têkevin diyolgê.”

Di stratejiya hukûmetê ya nuh da jî ev dîtin hebû, bi Îmraliyê û Qendîlê ra ewê hew têkevin têkiliyê.
Lê wa ye Erdogan do dîsa dev guhertîye û îcar jî gotiye, ”raya BDP-ê ne di destê BDP-ê da ye, BDP xwe îdare nake, loma jî ji bo çi ezê bi BDP-ê ra rûnim? Ezê bi wan ra qala çi bikim?”

Erdogan rojê tiştekî dibêje, rojê dikeve boyaxekê. Lê rastiyek heye, Erdogan naxwaze tu mafî bide kurdan, loma jî naxwaze bi kesî ra rûne.

Tiştên dibêje demagojî û taktîkên rojane ne. Armanca Erdogan ya esasî hîn jî qelandina koka kurdan yanî îmha ye. Ji ber ku armanca wî ev e, loma jî ji her riyê û her alternatîfê ra behaneyekê dibîne.
Lê Erdogan hesabekî şaş dike, cin carê ji şûşê derketiye, tu hêz û tu dek û dolap nikane vî cinî dîsa paşda têxe şûşê.


XXX
Dema rizgarkirina Kurdistanê roj bi roj nêz dibe. Di rojên pêş da li Rojhilata Navîn kurd jî ewê bibin xwedî dewletek ya jî 3-4 dewletên serbixwe. Ev bawerî di nava siyasetmedar û ronakbîrên kurd da hêdî hêdî xurt dibe. Ev yek gelkî girîng e.

Tu hêz û manîplasyon nikane rê li ber azadî û serxwebûna kurdan bigre. Di salên pêş da heqê ciyê xwe bibîne yanî kurdê welatê xwe rizgar bikin.

Li Îraqê veqetandina kurdan nêz e, ereb ne mimkûn e ku li hev bikin û li gorî destûra Îraqê tevbigerin. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Emerîkayê ev yek dubare kir, got, em vê reşa nuha qet qebûl nakin.

Li Îraqê şîe ne dixwazin madeya 140-î cîbicî bikin û ne jî dixwazin îktîdarê bi sûniyan ra par bikin. Û ev yek jî ewê bibe sebebê berdewamiya tevlihevî, kaosê û heta şer.

Dawiya dawî kurdê serxwebûna xwe îlan bikin.
Piştî Îraqê nuha li herêmê xeleka zincîrê ya herî qels Sûriye ye, di demeke nêz da rejîma Beşar Esed jî ewê bikeve.

Piştî têkçûna rejîma Esed erebê hevûdu bixwin û careke din ne mimkûn e ku kes bikanibe Sûriyê weke berê bi hev ve bizeliqîne û weke berê îdare bike.

Piştî têkçûna rejîma Beşer Esed li Sûriyê dûzaneke çawa were û hukûmeteke çawa ava bibe jî kurd ewê bibin xwedî statuyeke siyasî, belkî jî ev yek berbî veqetandinê ve here.

Loma jî dibê hemû kurd bi hev ra, lê bi taybetî jî kurdên başûr zorê bidin şikandina vê xeleka zeîf. Azadiya kurdan li Sûriyê ewê azadiya kurdên bakur jî zûtir bike.



XXX
Di îdîanameya doza KCK-ê ya Stenbolê da hînbûna kurdî û helbestên kurdî ji alî dozger ve weke delîlên suc tên nirxandin.

Dozgeriyê pirtûkên rêzimanê kurdî û helbestên kurdî yên ku di mala Gonul Erdema ku ji doza KCK-ê di hundur da ye weke delîlên sûc nîşan daye.

Dozger, derbarê kitêbên rêziman û helbestên kurdî yên ku di mala Erdemê da hatine girtin da dibêje:
“Ji helbestên kurdî û ji bikaranîna ...cînavên sîngular û plûral diyar dibe ku xwestiye xwe hînî kurdî bike. Gumanbarê ( Gonul Erdem) di nava rêxistinê da cih girtiye, beşdarî civînên neqanûnî bûye, ji xwe ji gotinên wê jî diyar dibe ku bê çiqasî dilsoza doza rêxistina terorê ye. Ji bo ku bikare zêdetir feydeyê bigihîne rêxistinê xwestiye xwe fêrî zimanê kurdî bike. Ji delîlên li jor hatine rêzkirin jî diyar dibe ku mereqa gumanbarê ne tenê fêrbûna ziman e…!”

Hûn dibînin bê di heqê girtiyên doza KCK-ê da çi delîl û belgeyên girîng û cidî hene (!)
Dadgeheke cidî û dozgerekî huqûqnas ne mimkûn e ku li ser navê huqûq qeşmeriyeke wiha bike…
Ev belge bi tenê nîşan dide ku ev doz çiqasî vala, bêbingeh û qomediyeke pir bêqalîte ya ji dereceya sisiyan e.

Loma jî li ortê tu sûc mûc tuneye, ya rast ew e ku dewleta tirk li ser daxwaza serokwezîr Erdogan 7-8 hezar siyasetmerarên kurd rehîn girtine...

05 april 2012

Piştî Sûriyê dorê were Tirkiyê jî

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul gotiye, teşxeleyên li ser programa nukleer ya Îranê dikane bibe sebebê şerekî germ.

Abdullah Gul, li Akademiya Harbê konferansek daye. Gul, di axaftina xwe ya konferasnê da li ser Bihara Ereban, şerê li Sûriyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn rawestiyaye û qala îhtîmala şerekê herêmî kiriye.

Gul gotiye, “Gava dijayetiyên li herêmê hene dagere şerekî gerim yan jî şerekî navxweyî, îhtimalek mezin e ku ev yek bibe sedemê derketina kaosê û nediyariyeke nû. Di bin van mercan de mafê Tirkiyê yê ji dûr ve temaşekirina van bûyeran tuneye. Her wiha ji bo Tirkiyê aktîvîzma dîplomatîk û amadekariyên leşkerî ne tercîhek, mecbûriyeke.”

Yanî Gul dibêje, programa nukleer ya Îranê dikane bibi sebebê şerekî herêmî û navxweyî û loma jî nabe ku Tirkiye di rewşeke wiha da li bûyeran temaşe bike. Tirkiye mecbûr e ji nuha da haziriyên xwe yên leşkerî bike.

Gul, bela sebeb qala şerekî bi Îranê ra nake, hin sinyalên vê yekê hene û zû û dereng tiştê anîn serê Seddam ewê bînin serê Ahmedînajad jî. Yanî ava Îranê germ bûye, nuha zemîn xweş dikin.

Îhtîmala şerekî di nabêna Îran, Îsraîl û Emerîkayê da bi rastî jî heye, lê nuha Sûriye ket pêş Îranê. Loma jî ewê berê Sûriyê hel bikin. Ji ber ku Sûriye îro xeleka herî zeîf e.

Derketina şerekî herêmî sedîsed ewê bibe sebebê perçebûna Îranê, Îraqê û Sûriyê. Ji ber ku Îranê pir mezin û pir xurt e û serê Xerbê jî pir diêşîne. Loma jî Îranê were biçûkkirin.

Lê Sûriye ket ber Îranê.
Dibê kurdên herçarperçên Kurdistanê hemû giranî û hêza xwe bidin kurdên Sûriyê. Bûyerên Sûriyê çawa jî biqede kurd ewê li wir bibin xwedî statuyteke siyasî.
Dem hatiye, sînorên Rojhilata Navîn ewê ji nuh ve werin kişandin, kurd jî gav bi gav ewê bibin xwedî Kurdistaneke serbixwe...

Lê hêza kurdên Sûriyê ya leşkerî û siyasî li Rojava têra vê serkeftinê nake, dibê kurdên beşên din hemû giraniya xwe bidin rizgarkirina vî beşê Kurdistanê.

Di demokrasiya Tirkiyê da bi kurdî nivîsîna navê partiyan qedexe ye

Ji ber ku berpirsiyarên şûbeya Partiya Mezlûman ya Sosyalîst ya Diyarbekrê, navê partiyê bi du zimanan(kurdî û tirkî)nivîsîne û bi ser deriyê partiyê va bidarde kirine di heqê serokê liqê Diyarbekrê Remazan Karakaya û endamên bi navê Hayatî Yildiz, Orsan Eylem Vural da doz hatiye vekirin.

Li gorî madeya 81-ê ya Qanûna Pariyên Siyasî bi kurdî nivîsandina navê partiyan qedexe û sûc e.
Û ev welat û civata paşdamayî bi vê rejîma xwe ya dîktaor û bi van qanûnên xwe yên nîjadperest û faşîst dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Ewrûpî, tirkiyê bi vî halê xwe weke tozçî jî nagrin trêna Yekîtiya Ewrûpayê.
Li gorî serokwezîr Erdogan, Tirkiye li herêmê welatê herî demokratîk e.
Wey demokrasiya we têkeve binê erdê !

Kuro hûn li ku demokrasî li ku, li cîhanê hûn welatê herî sosiret in…
Li cîhanê bêyî Tirkiyê tu welatekî din yê hewqasî paşdamayî, hewaqaî nîjadperest tueneye. Ji bo ku meriv nivîsandina navê partiyekê bi zimanekî din qedexe bike dibê meriv nexweş be. Birêvebirên vê dewletê û vê rejîmê şîzofren in, dibê di zûtirîn wextê da tedawî bibin…


XXX
Ez nuh ji panela Faysal Dagli, Nesrîn Rojkan û Hasan Bildirici têm. Min û Feysel şexsî hev hevûdu nedîtibû, me nuh hevûdu dît û bîstekê sohbet kir. Kêfa min ji dîtinên Feysel ra tê, tesîra asîmîlasyonê û psîkolojiya ”Tirkîyetiyê” şikandiye.

Feysel weke hertim dîsa weke kurdekî xwedî şuûr û perspektîveke netewî dîtinên kurdewarî û gelk tiştên xweş gotin.

Nesrîn Rojkan xanimê qala armanc û karên enstitiyê kir û Hasan Bildirîcî jî dîtinên xwe yên derbarê dewleta tirk û tevgera kurd ya netewî da anî zimên.
Feysel Dagli û Nesrîn xanim bi kurdî û Hasan jî bi tirkî peyivîn.
Civîneke baş û bi feyde bû.


XXX
Do tu nemabû(hindik mabû) ez ji nişkava dewlemend bibim. Ez henekan nakim, rast dibêjim.
Li dikana bayî jineke pîr di pêş min da bû, loto û toto teslîm dikir û du loto jî bi swêdî jê ra dibêjin (trisslott)kirî. Min got weleh ezê jî du heban bikirim, belkî lotoya min lêxe. Heba wan bi 25 kronî bû, min jî 50 kronê xwe da û du heb kirîn û dest bi verotinê kir.

Yek vala, qerewane derket, lê di ya din... da min 10 caran 50 kron yanî 500 kron qezenc kir. Di lotoyê da 1000, 10.000 û 100.000 jî hebû, min dikanîbû deh caran sedhezar yanî milyonek kron jî qezenc bikira. Yanî hindik mabû…

Min ji xwe ra got 500 kron(teqrîben 50 euro) jî ne xerab e, ji tunebûnê çêtir e, qenekê 50 kronê min neşewitî.

Êvarî gava ez çûm mal, min li ser riya xwe ji xanimê ra baqek(qevdek)lale kirî û çîroka dewlemendiya xwe jî bi kêfxweşiyeke mezin jê ra got. Xanim bi lota min zêde kêfxweş nebû, got, heta nuha te sed qatê vî pereyî daye.

Min got xanim, ez nekirin ji xwe qet qezenc nakim, bi vî hawî ez hewil didim lê şansê min tuneye, lê sebir bike, kabê minê jî rojekê mîr were…


XXX
Hemoyê berdûş yê diyarbekirî destê sibê dema diçû mala xwe, di kortekê wer bû, kort kûr bû nikanîbû jê derketa, dest bi qîrîn û hawarê kir:

”Haho, ma kes tuneye, ma kes tuneye were alîkariya min?”
Tam di wê nabênê da meleyê mizgeftê ji bo azana sibê diçû mizgeftê. Dengê Hemo bihîst û çû ser devê kortê sekinî:

”Law Hemo, dibê tu ji min ra sond bixwî ku tu yê careke din neçî meyxaneyê, serxweş nebî, bi teqala serxweşan nekevî û di wextê herî mala xwe!”

Hemoyê ku heta bîstek berê ji bo alîkariyê dikir gazî û hawar, gotina xwe guherand, got:
”Ma li wir kesekî din tuneye…”

Hin kes hene meriv naxwaze ben jî li gewriya meriv sist bikin, mayina di kortê ji mineta wan çêtir e...

03 april 2012

Siyaseta neyartiya kurdan êdî îflas kiriye

Serokê Meclîsa Şûreya Îslamî ya Îranê Elî Laricanî, rexneyên giran li civîna ”Dostên Sûriyê” ya ku du roj berê li Stenbolê çêbû digre û ji bo civînê dibêje, “Civîna Dijminên Sûriyeyê” û Tirkiyê jî weke “Taşeronê emperyalîzmê” bi nav dike.

Larincanî di axaftina xwe ya di parlementoya Îranê da gotiye, ”Civîna Stenbolê ji bo ku Îsraîl bikaribe nefesekê bigre pêk hatiye.”

Cîgirê Serokê Ewlekariya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Îranê Muhammed Kewserî jî ji bo konferansa Stenbolê rexneyên Larîcanî dubera kiriye û weke Larîcanî wî jî gotiye, ”Tirkiye bûye taşeronê emperyalîzmê.”

Kewserî, derbarê ziyareta Erdogan ya Tahranê da jî gotiye, ”Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku Îranê di meseleya Sûriyê da îqna bike hat Îranê. Lê belê bersivek hişk wergirt.”

Halbû Erdogan di vegera xwe da gotibû ku di mesela Sûriyê da Îran jî weke wan difikire û piştgiriyê dide hewildanên Tirkiyê.

Lê ji van dîtinên Elî Larîcanî û Kewserî jî diyar dibe ku îdîayên Erdogan ne rast in, bira piştgiriya Tirkiyê li wir bimîne, Îran hukûmeta AKP-ê û ”Tirkiyê li herêmê weke taşaronê emperyalîzmê” dibîne.

Û her wisa li gorî beyana Kewserî, Îranê bersîveke negatîv û pir sert jî daye Erdogan.
Ji xwe gava Ahmedî Nîjad bi bahaneya ”nexweşiyê” roja pêşî Erdogan qebûl nekir, eşkere bû ku Îran li dijî siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê ye.

Lê Erdogan ev rastî ji gel veşart û şêla Îranê ya rastîn veşart.
Tirkiye ji bo ku kurdên Sûriyê piştî ketina Beşer Esad tu mafekî bidest nexin dixwaze zû têkeve Sûriyê û di avabûna Sûriya nuh da kurdan bêmaf û bêdesthilat bihêle.

Lê bi qasî ku xuya ye Ev daxwaza Erdogan îcar ne bi dilê Emerîkayê ye. Û loma jî piştî civîna Stenbolê wezîra karên derve ya Emerîkayê Hillary Clîntonê telefonî nunerê Konseya Neteweyî a Kurd Abdulhekîm Beşar kiriye û sebebên beşdarnebûna wan ya civînê û dîtinên wan yên derbarê Sûriyê da jê pirsî ye.

Ev jî nîşan dide ku Emerîka jî li dijî siyaseta Erdogan ya Sûriyê ye.
Erdogan li Îraqê li hemberî kurdan çi siyaset meşand, li Sûriyê jî eynî siyasetê dimeşîne. Lê çawa ku ev siyaseta hukûmeta AKP-ê ya dijminatiya kurdan li Îraqê îflas kir, ewê li Sûriyê jî îflas bike û li Sûriyê jî kurdên bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Û xerabiya Erdoga û tirkan ewê dîsa ji wan ra bimîne…


XXX
Terora rejîma Erdogan ya li hemberî kurdan li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê bi rengekî bênabên berdewam e.
Îro bi berbanga sibehê ra hêzên pûlisên taybet li Stenbolê dîsa girtine ser li dora 40 malên kurdan û gelek kes girtine bin çavan.
Bêyî Stenbolê li gelek bajarên din jî terora girtinê berdewam e.
Rewşa kurdan li Tirkiyê ya nuha dişibe rewsa cuhûyên Almanya nazî, îro li Tirkiyê kurdbûn tahlûke sûcê herî mezin e.
Her kurd di çavê rejîma Erdogan da sûcdarekî potansiyal e, loma jî dibê tu carî rehet neke û rehet nejî, dibê hergav were terorîzekirin...
Tiştê ku rejîma Erdogan li kurdan dike zulmeke dûrî aqila ye. Gerek ev zulm ji Erdogan ra nemîne...


XXX
Her tim lê bigere, rojekê gava tu li zêr digerî tu dikani paqir bibînî, roja din gava tu li paqir digerî tu dikanî zêr bibînî.
//DESCARTES
Rast e, dibê meriv raneweste, tim xwedî xeyal û xwedî armanc be. Ne însan û ne jî Xwedê ji kesê tembel û tiral hez nake.

02 april 2012

Erdogan bi qasî gavanê li ber golikan jî qedir nade Heseyîn Çelîk

Hin rojnameyên tirk îdîa dikin ku li ser ”stratejiya kurd ya nuh” ya Erdogan di nava hukûmeta AKP-ê da dubendî heye.

Li gorî hin îdîeyan mîmaîrê ”pakêta kurd” û alîkarî serokwezîr Beşîr Atalay, li dijî ”stratejiya nuh” ya Erdogan e, ya jî hin unsûrên wê şaş dibîne.

Di rojnameya Tarafê da Lale Kemal dibêje, haya Beşîr Atalay ji bin da ji vê ”stratejiya nuh” tuneye û loma jî Atalay ji vê yekê gelkî aciz e.

Şeş rojan piştî ku ”stratejiya nuh” ya li hemberî PKK-ê di Tarafê û di rojnameyên di n da belav bû, heya Atalay û Huseyîn Çelîk jê çêbûye.

Berdevkê AKP-ê û alîkarê serokwezîr Huseyîn Çelîk gotiye, ”Ez jî tê da, haya yek wezîrê têkildar jî ji vê planê tuneye, ji xwe unsûrên di planê da hene di praktîkê da tên cîbicîkirin.”

Huseyîn Çelîkê Wanî, xwedêgiravî him berdevkê AKP-ê ye û him jî alîgirê Erdogan e. Û di nava AKP-ê û hukûmetê da jî qaşomaşo topa herî giran e.

Lê li gel vê jî Erdogan di hezarkirina ”stratejiya nuh” da ne haya wî gihandiyê û ne jî şêwra xwe pê xistiye.

Ev ne cara pêşî ye Erdogan wiha dike, berî nuha li Dengir Mir Mehmet Firat û gelek kurdên din jî wiha kiribû. Demekê, heta ku îşê xwe bi wan qedand ew ji xwe ra bikar anîn û dû ra jî wek potekî qilêrî avêt û ji xwe ra potekî nuh yê din dît.

Bi vê metota dîktatorî lîsteya hemû parlamenteran bi destê xwe hazir kir û bi dehan mebûsên kurd yên xwedêgiravî di nava partiyê û hukûmetê da merivên duyem û sêyem bûn hemû tasfiye kir û kesên li gorî dilê xwe kir mebûs û wezîr.

Bêyî Zulfukar Îzol yek mebûsê kurd ji tirsan dengê xwe dernexist. Ev jî eynî mesele ye.
Meriv çawa berdevkê partiyê û alîkarê serowezîr be û serokwezîr di mesleyeke hewqas girîng da meriv agahdar neke, dîtin û fikrê meriv negre?

Maneya xwe Erdogan, Beşîr Atalay û Huseyîn Çelîk bi pênc qurişa jî nahesibîne, wan hêjayî agahdariyê û şêwrê jî nabîne.

Heger Huseyîn Çelîk xwedî şexsiyet bûya, piştî vê bûyerê ewê ji berdevkiya AKP-ê û alîkariya serokwezîr îstîfa bikira.

Lê îstîfa nake û xwe bi pêneşêwirînê jî qet aciz nake. Îcar ji ber ku Erdogan jî malê xwe nas dike, dizane ku Çelîk ne ew mêrê kul i hemberî wî rabe, loma jî bi tena serê xwe biryaran digre û ”stratejiyan” çê dike.

Ez bawer dikim padîşahekî osmanî jî ne wiha bû, di meseleyeke hewqas girîng da miheqeq bi sadrazemê xwe dişêwirî.

 Lê Erdogan mêrik bi kesî naşêwire, tenê biryarê û emir dide…

Ev sînorên zorê ewê werin guhertin

Li gorî xebera Mîrze Firat ya di malpera Avestakurdê da, rojnamevan û pisporê Rojhilata Navîn yê Rûs Stanlîslav Tarosov, di nivîseke xwe da pêşeroja Rojhilata Navîn dinirxîne û dibêje:
” Siyaseta Tirkiyê ya li ser Sûriyeyê têk çû. Dibe ku Esad biçe, lê desthilatî ewê dîsa di destê alîgirên rejîmê da bimîne.”

Tarosov, li ser siyaseta hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan jî radiweste û dibêje, ”Enqere dixwaze mafên kurdan li Sûriyeyê asteng bike.”

Tarosov li ser siyaseta Emerîka û Xerbê ya Rojhilata Navîn jî dibêje, dizaynkirina herêmê ji nuh ve di rojevê da ye û wiha didomîne:

 “Amerîka plan dike ku ji Bakurê Efrîkayê heta bi Başûrê Asyayê ji nuh ve dîzayn bike û ev yek jî dibe sedema ku hin welatên li herêmê parçe bibin. Mînak li Efxanîstanê avakirina Belûcîstanê hate rojevê. Destwerdana Îranê di rojevê de ye. Iraq jixwe perçe bû. Hewil didin ku bi van hewildanan xwe bigihînin Başûrê Kafkasyayê.”
Dibê Rojhilata Navîn ji nuh ve were "dîzaynkirin", ji ber ku ev sînorên hene hemû jî bi zor û derî îradeya gelek miletan hatine kişandin. Hêzên emperyalîst bi danîna van sînoran hin milet kirin bindest(ku di nva van miletan da kurd miletê herî mezin e)û hin jî kirin serdest. Loma jî ev 90 sal in li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn xwîn diherike.
Emerîka û welatên Ewrûpa çawa xera kirin, dibê wisa jî çê bikin, ev yek berpirsiyariya wan e, wan welatê kurdan perçe kirin û kurd kirin bindest, heger ne ew bûna nuha kurd jî xwedî dewleteke serbixwe bûn.

Tarosov dibêje, “Niha nêrîneke wiha heye, Tirkiye û Esed dixwazin pirsgirêka kurd di nava lîstokên xwe de xwedî bikin, lê belê kilîda pirsgirêka kurd ne li Şamê ye.”

 Li ser kurdên başûr û taktîkên hukûmeta AKP-ê jî Tasorov dibêje kurdên başûr êdî ne tenê pêşmerge û ew kurdên berê ne û wiha didomîne:

 “Li Hewlêrê modernîzm pêş dikeve, zanîngehên bi şêweyê Rojavayî pêş dikevin, êdî nêrîna ku kurdan tenê weke pêşmergeyên li serê çiyayan şer dikin dibînin têk çû. Kurdên li Sûriyeyê dikarin bi kurdên perçeyên din re entegre bibin, lê belê kurdên Sûriyeyê jî parçeyek ji vê lîstokê ne.”

 Bi dîtina Tasorov, “Heger Esed otonomiya kurdan binase, kurdên başûr ewê piştgiriyê bidin wî û ev yek jî ewê Tirkiyê têxe nava tengasiyan. Ji ber vê jî Tirkiye dixwaze rê li ber vê yekê bigre. Tirkiye hewil dide ku bi hin guhertinên di qanûna esasî da bi hin gavên biçûk nîşan bide ku rewşa kurdên Tirkiyê ji ya kurdên Îran û Sûriyê baştir e…”

 Dibe ku hukûmeta AKP-ê van planên Emerîka yên Rojhilata Navîn dibîne û loma jî ji perçebûna xwe ditirse. Û ji ber vê yekê jî Tirkiye hewaqasî li ber xwe dide û li dijî kurdan dixebite.

Mala pisik lê mişkên wê kêm in

Gotinek heye, dibêjin merivên herî tahlûke yên nîvdîn û nîvbiaql in. Rast e, ji ber ku meriv nizanek kînga dîn e, kînga biaqil e.


XXX
Mala pisik lê mişkê wê kêm in. Gundê bê kûçık dizên wî zêde ne...


XXX
Mamosteyê ku eşsqa xwendinê nede xwendevanê xwe weke hesinkirekî ku hesin bi sarî dikute…
///HORACE MANN

Wisa bijî ku gava tu mir î bira yê tabutçî jî şîna te bike.
///MARK TWAIN

XXX
Xebera xerab per û baskên wê hene, xebra bass nigê wê jî tuneye
MARGARET CAVENDISH


XXX
Derket ortê ku kanala telewîzyona El Cezîre Turk, ji bo ku di weşanên xwe da nabêje PKK ”terorîst” e hukûmet destûra weşanê nadê.
Hukûmeta AKP-ê ji El Cezîre Turk-ê ra dibêje, ya hûnê jî weke me ji PKK-ê ra bibêjin ”terorîst” ya jî em destûra weşanê nadin we.
Berpirsiyarên El Cezîre Turk-ê heta nuha ev zorbatiya hukûmeta Erdogan qebûl nekirine. Lê ji nuha û pêve jî ev şêla wan ewê çiqasî dom b...ike nayê zanîn.
Ji bo hukûmeta AKP-ê û bi taybetî jî ji bo Erdogan û wezîrî karên derve Davutoglu, tiştê herî girîng neyartiya miletê kurd e, her kes, her hêz û her dewlet û her dezgeha ku ji PKK-ê ra nebêje ”terorîst” û bi çavê Erdogan li kurdan nenêre, Erdogan û hekûmeta wî, wan weke neyar dibîne.


XXX
Ez û xanim bîstek berê çûn li dora çemê Albyê tam saet û nîvekê geriyan. Me bîstekê jî li dilşadiya ordekan temaşe kir. Lê me ji bîr kiribû hinek qût bi xwe ra bibira. Piştî vê gerê min çayeke heq kiriye, dibê ez rabim çayeke bi şeref weke ya Şaban hoste ji xwe û xanimê ra çêkim...


XXX
Serokê Komara Kurd ya Mahabadê pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Sedrê Qazî û Mihemed Husenxanayê Seyfê Qazî 65 sal berê di 31-ê Adara 1947-an da li bajarê Mehabadê li meydana Çarçirayê ji alî rejîma Şahîtiyê Îranê ve hatin îdamkirin.
Bira gorra wan buhuşt be…
Şairê kurd yê mezin Hêmin ji bo Qazî Mihemed gotibû:
-Ew ji bo gelê kurd Gandî bû, lê belê miletê kurd ji bo wî ne hindî bûn.”
Qazî Mihemed li ber sêdarê bi mêraniyeke mezin ji celad û hemû neyarên miletê kurd ra got, ”Hûnê Mihemedekî dikujin, lê di nava kurdan da bi sedan Mihemed hene…”
Ez, Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şahîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet û giramiyeke mezin bibîr tînim.
Ewê her û her di dilê me da bijîn…

Netkurd rastiyê belovacî dike

Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, nivîskarê rojnameya Radîkalê Cengîz Çandar, di nivîsa xwe ya Radîkalê da li ser rewşa kurdên Sûriyê û şêla Tirkiyê ya li hemberî Kurdan radiweste û derbarê siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê da hin tiştên pir girîng dibêje.

Çandar di nivîsa xwe ya di rojnmaya Radîkalê da balê dikişîne ser helwesta Tirkiyê ya li dijî kurdên Sûriyê û dibêje ku ”Tirkiye naxwaze li Sûriyê jî herêmeke weke herêma ya Kurdistana Îraqê ava bibe.”

Çandar her wiha di nivîsa xwe da dibêje, kurd ewê beşdarî civîna ku di 1-ê nîsanê da ji alî ”Dostên Sûriyê ve li Stenbolê tê çêkirin jî nebin.

Civîn îro li Stenbolê çêbû û bi rastî jî kurd beşdar nebûn. Lê ne ku kurdan nexwest, ji ber ku Tirkiyê nehîştiye.

Çandar dibêje,

”Ji ber ku Tirkiyê destûr neda kurd weke ”neteweya kurd” beşdarî civînê bibin.”

Çandar her wiha dibêje ku ”rola Tirkiyê di alozkirina rewşa Sûrî da jî heye. Tirkiye siyaseta xwe ya "çaresernekirina" pirsa kurdî ya ku li Tirkiyê dimeşîne, dixwaze ji bo kurdên Sûriyê jî eynî siyasetê bimeşîne.”

Çandar di nivîsa xwe da eşkere dibêje, ”Tirkiye naxwaze li Sûriyê mafê kurdan hebe” û loma jî hewil dide ku li Sûriyê jî ”herêmeke Kurdistanê” çênebibe.

Serokê şanda danûstanên ENKS-ê (Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê) Hemîdê Hecî Derwîş jî li ser mesela nevexwendina ENKS-ê ji ajansa AKnewsê ra gotiye, ”Ji bo ku em beşdarî civîna Stenbolê bibin tu vexwendineke fermî ji bo me nehatiye.”

Yanî weke Çandar û Hemîdê Hecî Derwêş jî gotine, beşdernebûna kurdan ya civîna Stenbolê, ne ku kurdan nexwestiye, Tirkiyê nehîştiye ku kurd weke ”aliyekî”, weke nûnerên kurdan beşdar bibin.

Loma jî kurd beşdar nebûn.

Ji xwe çend roj berê jî gava kurdan dîtin ku ereban ji ber zextên Tirkiyê di mesela kurd da dev guhertine, civîna Opozzîsyona Sûriyê terikandin.

Malpera Avestakurdê, Nefelê, Aknewsê û Rizgariyê jî weke Çandar û Hemîdê Hecî Derwêş, di xeberên xwe da ev rola Tirkiyê ya dijberî kurdan derxistine pêş û gotine ku Tirkiyê nehîştiye kurd beşdarî civînê bibin. Ya jî qala vê şêla Tirkiyê kirine.

Û ji xwe weke berdevkê ENKS-ê Hemîdê Hecî Derwêş jî gotiye, kesî bi rengekî resmî kurd dawet jî nekiriye.

Di malpera Netkurdê da jî li ser civîna ”Dostên Sûriyê” ya li Stenbolê û beşdarnebûna kurdan sê nivîs hene. Du nivîs bi îmzeya ”Bêcirman Bêcirmanî” û nivîsek jî bêîmzeye ye. Lê bi îhtîmaleke mezin nivîs ya berpirsiyarê Netkurdê ye.

Di hersê nivîsan da jî bi yek gotinê qala vê rola Tirkiyê ya di vê bûyerê da û dijminatiya hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan nayê kirin, ev rola hukûmeta AKP-ê tê veşartin.

Di xebera bêîmze ya Netkurdê da ne tenê ev dijimantiya hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan tê veşartin, di ser da tê gotin ku, ”Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nexwest di nav rêzên ENSê de di konferensê de amade be. Ta deqeya dawî Tirkiye ji bo vê yekê xebitî, lê Kurdan qebûl nekir.”

Lê belê ev yek ne rast e, weke Çandar dibêje, Tirkiyê nehîştiye kurd weke ”aliyê kurd” beşdar bibin. Û li alî din ji xwe kurd nehatine vexwendin jî.

Ji xwe endamê Komîteya ENKS-ê Kamîran Haco jî di eynî xeberê dagotiye, ”ENKSê dixwest beşdarî civîna li Stenbolê bibe, lê em balkêş dibînin ku em nehatin vexwendin, ev ciyê gumanê ye."

Li gel van beyanên kurdan û şêla hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan ya pir vekirî jî Netkurdê qet qala vê rola Tirkiyê nekiriye û di ser da jî gotiye, ”Ta deqeya dawî Tirkiye ji bo vê yekê xebitî, lê Kurdan qebûl nekir.”

Ev şêla Netkurdê meriv matmayî dihêle.

Herçî xeberên ”Bêcirman Bêcirmanî” ye ji xwe meriv dibêje qey ew muxabirekî hukûmeta AKP-ê ye, di tu xebereke wî da rexneyeke berbiçav li hukûmeta AKP-ê nayê girtin. Tenê beyan û pesinê hukûmet û Erdogan heye...

Axirê ev hersê xeberên Netkurdê yên li ser civîna ”Dostên Sûriyê” ya li Stenbolê û şêla hukûmeta AKP-ê ez matmayî hîştim û ez bawer dikim gelek kurdên din jî matmayî dihêle…

01 april 2012

Min jî dest bi sporê kir

Weleh min îro nîvbiryareke pir radîkal girt, ji nuha û pê va gava ez ji kar hatim malê, berî ku ez şîvê bixwim û herim li ber kompîtorê rûnim, ezê bi kêmanî nîvsaetê bimeşim.

Di jiyana xwe da ev cara pêşî ye ez ji bo xwe biryareke wiha girîng û radîkal digrim.
Ez xwe û siheta xwe tim îhmal dikim…

Ev demeke xanimê goştê serê min xwariye, her roj bi ser min da dike pile pil, dibêje, tu bi kursiyê ve.zeliqî, pişt li te qembûr bûye û zik li te bûye teyşt, dibê tu her roj hinekî bimeşe, y ana îşê te pir xerab e… 




Dawiya dawî min bala xwe dayê nabe, ya çêtir ew e ku ez dest bi meşê bikim û ji vê pite pite daimî xelas bibim…

Îro dema ez ji kar hatim, min bi forseke mezin çente avêt hundur û min got, ez hazir im, de hadê em bimeşin.

Kêla mahneyan tu ca Min bala xwe dayê ku kes bi min ra nayê, ez ketim rê û min dest bi meşa xwe kir…

Ez bawer dikim ez zêdeyî nîvsaetê meşiyam û dû ra jî min dûşek girt, bedena min hinekî sivik bû.
Esas aletekî min heye, gavan dijmmêre, meriv çend gav meşiya be dijmêre, careke din ezê wê jî bixwe ve kim.

Probleme min ya piştê û nig heye, herdu jî dêşin. Ez diçim ser tuxtor, tuxtir jî weke xanimê dibêje, dermanê te meş e.

Ez dibêjim pişt ketiye ber min, nigê min diêşe, tuxor dibêje bimeşe, dermanê herî baş meş e.
Tuxtorên vir ne derziya li meriv dixin û ne jî heban didin meriv, nexweşiya meriv çi be ya dibêjin cimnastîkê bike ya jî bimeşe.

Ê va ye min jî dest bi meşê kir, hela ka binêrim ezê ji hemû nexweşiyan xelas bibim ya na…

Erdogan di mesela kurd da êdî hatiye nuxteya dawî

Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Alî Bayramoglu di telewîzyona NTV-ê da li ser siyaseta Erdogan ya kurd da tespîteke rast kiriye, gotiye, ”Hukûmet difikire ku ewê bi riya zorê têkiliyên di nabêna civatê û rêxistinê(PKK) da sist bike."
Rast e, bi rastî Erdogan dixwaze bi terorê, bi girtin, kuştin û zindankirinê milet ji PKK-ê û BDP-ê dûr bixe.
Û ev zulma ku nuha li hemberî kurdan tê meşandin jî ji bo vê armancê ye.

Sebebê hewcedîtina ”Stratejiya nuh” jî  ji xwe ev e, ji bo ku milet piştgiriyê nede PKK-ê û BDP-ê vê zulmê li milet dikin, bi hezaran însanî davîjin zindanan.
Bayramoglu dibêje, ”gelşa esasî ya di nibêna hukûmet û tevgera kurd ya siyasî da mafê xweîdarekirinê û statuya siyasî ye. Erdogan 15-20 sal berê bi çavê xeberan li demokrasiyê dinêrî. Pêşketin û guhertineke dûrî aqilan e. Lê belê her tiştek sînorê wê heye. Bi dîtina min di mesela kurd da Erdogan hatiye sînorê xwe yê dawî. Ev sînor çi ye? Ez mesela kurd nas dikim, înkar nakim, mafên kulturî didim, pêwîst be ezê di îdareyên mehelî da jî tedbîran bigrim. Lê belê gava bibêjin statuya siyasî û xweîdarekirin a di wê nuxteyê da çitayek heye…”
Ê ji xwe meseleya esasî jî ev e, ya kurdê xwe îdare bikin ya jî ewê weke berê dîsa bindest bimînin?
Helbet Erdogan dixwaze bi çend tawîzên biçûk kurdan di bindestiyê da îqna bike.
Lê Erdogan şaş difikire û heger di vê şaşiya xwe da israr bike ewê gelkî poşman bibe.
Ji xwe gava Erdogan dibîne ku kurd bi van tiştên biçûk yên weke TRT6-ê û bertîlkirina hin kesên siyasî naxapin loma jî dest bi zorê û şîdetê dike, dixwaze kurdan bi girtin û kuştinê çavtirsiyayî bike û teslîm bigre.
Lê kurdan dîwarê tirsê ji zûda hedimandine, tu zor û tu şîdet nikane kurdan ji riya serxwebûn û azadiyê dagerîne.(!)
XXX
Erdogan emir daye dewletê, ”Dengê van malperan bibirn.”!
Li ser vî emrê Erdogan, 3000 malperên Facebookê girtine bin kontrol û lêkolînê.
Bi rastî li Tirkiyê demokrasî bi çargaviyê bi pêşda diçe…

Dema xîret kêm bibe dijmin cesûr dibe

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahin, do li Dîlokê(Entabê) di civînekê da li ser pîrzbahiyên Newrozê jî peyivîye û dîsa heqaretên mezin li kurdan kiriye, ji kurdan ra gotiye, ne hewceye ku em we bikujin ya jî li we xin, em tuyî ruyê we bikin hûnê îmha bibin.

Şahin, bi îmakirina PKK-ê û BDP-ê di nava kurdan da ji kurdan ra wiha gotiye:

”Li hemberî we ji bo kîtleyeke 75 milyonî ne hewceyî sîlehê ye, ne hewceyî hutika wan e jî, tûkirinek tenê ewê têra îmhakirina 75 hezar xayinan bike.”

Bi gotina ”75 hezar xayin”, qesta Îdrîs Naîm Şahin bi milyona kurdên ku Newroz pîroz kirine.
Mêrik ji milyonan kurd ra dibêje, em tirk dikanin bi tûkirinekê we îmha bikin.

Şahîn van gotinên xwe jî li bajarekî Kurdistanê û di nava kurdan da dike.
Lê yek kurd jî bi vê heqareta wî nerehet nabe û bersîveke heq kiriye nadê.
Ji ber vê heqareta li miletê kurd, ji AKP-ê yek kurd jî weke protesto îstîfa nake.

Ji 70-80 parlamenterên AKP-ê yên kurd yek parlamenter jî beyanekê neda û ji Şahin ra nabêje, hey bêedeb û bêexlaq, tu çawa dikanî vê heqaretê li gelê min bikî ? Esas te tukirina rû ji zûda heq kiriye.

Ji xwe ji ber ku Şahîn dizane ku kurdên AKP-yî û parlamenterên kurd mirovên bêşexsiyetin loma mêrik diwêre vê heqaretê li gelê wan bike.

Heger parlamenterên kurd yên AKP-ê ji roja roj da li hemberî van heqaretên Şahîn û yên weke wî weke kole û hêsîran bêdeng nemana, bêguman Şahînê newêrîbûya çavsorî û bêterbiyetiyeke wiha bikira.

Lê ji ber kurdên dora wî newêrin dengê xwe bikin, loma jî mêrik çi tê devê wî ji kurdan ra dibêje.
A 70-80 parlamenterên kurd her roj li kêlek vî Şahinê ku tûyî ruyê kurdan dike rûdinin, pê ra hevaltiyê dikin û pê ra êrîşê dibin ser BDP-ê û kurdan.

Meriv kurd be, hevalê meriv çawa biwêribe vê heqaretê li miletê meriv, li dost, heval û xizmên meriv bike û meriv lê guhdarî bike û dêngê xwe neke.

Û dîsa jî pê ra hevaltiyê bike.
Li hemberî bûyerên wiha ez dîn dibim, dixwazim ji kurdên ku hîn jî hevaltiyê bi kesên weke Şahîn ra dikin çend gotinên pir giran bibêjim û ji ber vê bêxîretiya wan dilê xwe li wan rehet bikim, lê xwe radigrim û nakim...

Bes pir ji dilê min tê. Û ez bawer dikim ku hemû siyasetmedar û parlamenterên AKP-ê yên kurd ev yek heq kirine….

Ez îşev dîsa bûm kebanî

Min îşev(do êvarî) pir qala siyasetê kir, nuha jî dixwazim ji we ra qala xwarina ku min îşev çêkir û min tiliyên xwe pê ra xwar bikim.

Min îşev ji xanimê ra mirîşka biryan çêkir. Xanimê pir neeciband, lê bi ya min xweş bû.
Ji xwe exlaqê wê ye, him du sê caran li min dixwe û him jî qusûrekê dibîne, îro jî wer kir, got xwarina bêxweê ye û nizanim çi…

Heger hûn jî dixwazin ji xwanima xwe ra mirîşka biryan(ne ...biryana Betlîsê)çêkin tarîfa wê wiha ye.
Hûnê mirîşkek xwe ya tûmarî têxin beroşekê û bikelînin. Piştî keliya bi ava wê biranca xwe çêkin.

Lê ji bo ku tahma birincê hîn bi lezet û rengê wê jî hîn xweş bibe, ya hinek kurî ya jî hinek zahferan têxinê. Minê kurî têxistayê lê min ji bîr kir.

Dû ra mirêşka xwe perçe bikin biharateke bi navê ”biryan ya jî biryanî” baş pê bireşînin û di rûn da sor bikin.

Piştî ku we mirîşka xwe sor kir, îcar jî hinek pîvazên hişk û îsotên hişin gir gir hûr bikin û dîsa hinek biryan bi wan jî bireşînin û dû ra wan jî sor bikin.

Piştî wê, çend patatên(kartolên) xwe jî gir gir hûr bikin, biryanê bi wan jî bireşînin û wan jî sor bikin.
Min patat di firnê da sor kir.

Piştî ku we hemû malzemeyên xwe sor kirin, birinca xwe têxin sêniyekê, goştê mirîşka xwe li ser xweşik bicî bikin û pîvaz, îsot û patatên we sorkirine jî li dora goştê xwe xweş û bicî bikin. Firingiyek du firingî jî dîlim bikin û wan jî li dora birincê rêz bikin.

Û dû ra jî hinek bexdenoz bi ser pirnc û goştê xwe bireşînin û şûşeyek şeraba xwe ya sipî jî vekin û weke min kir, ji xanimê ra bibêjin NOŞ!
Mirîşka biryanî li noşî can be!

XXX
Serokê Komara Kurd ya Mahabadê pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Sedrê Qazî û Mihemed Husenxanayê Seyfê Qazî 65 sal berê di 31-ê Adara 1947-an da li bajarê Mehabadê li meydana Çarçirayê ji alî rejîma Şahîtiyê Îranê ve hatin îdamkirin.
Bira gorra wan buhuşt be…

 Şairê kurd yê mezin Hêmin ji bo Qazî Mihemed gotibû:
-Ew ji bo gelê kurd Gandî bû, lê belê miletê kurd ji bo wî ne hindî bûn.”

Qazî Mihemed li ber sêdarê bi mêraniyeke mezin ji celad û hemû neyarên miletê kurd ra got, ”Hûnê Mihemedekî dikujin, lê di nava kurdan da bi sedan Mihemed hene…”
Ez, Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şahîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet û giramiyeke mezin bibîr tînim.
Ewê her û her di dilê me da bijîn…


XXX
Hin kurd qey zulma hukûmeta AKP-ê li miletê kurd dike nabînin û loma jî ne rexneyekê li Erdogan digrin û ne jî dostî û hevalbendiya xwe ya bi hukûemtê ra qut dikin.
Diyar e berjewendiyên şexsî çavên wan qarixî kiriye, loma jî zulm û çavsoriya li gelê wan dibe nabînin.
Ê wiha ye, tu kes bi qasî kesê nexwaze bibîne ne kerr û kor e…