13 mars 2012

Îşev ketim çavê xanimê

Îro li dikanê dezgeha masîfiroş bala min kişand. Masîfiroş masî li ser dezgeha xwe hewqasî xweşik û bi dûzan rêz kiribû di cî da dilê min bijiyayê. Min telefonî xanimê kir, min got, ma em îşev masiyan bixwin?

Got, baş e, bikire.
Masiyekî swêdiyan heye jê ra dibêjin ”röding”, hestiyê wî kêm e, ez jê gelkî hez dikim. Bi kurdî meriv dikane jê ra bibêje ”sorik”. Min masiyê xwe, soseke hazir, patat û hinek jî şiwêt(dereotu) kirî û berê xwe da malê.

Ez ne aşpêjekî baş im, lê ji çêkirina xwarinê hez dikim. Û herçî çêkirina masî ye ez nahêlim xanim destê xwe bidê, hostê çêkirina masiyan ez im. Ji xwe çêkirina sorik pir rehet e, ez ji sorkirina wî hez dikim. Min îro jî wisa kir. Ji şansê min ra îro ji her rojê baştir çêbû.

Piştî ku masiyê min bû, min mase jî xweşik hazir kir û masiyê xwe danî ser masê.
Li malê şerabeke me ya vekirî hebû, min ew jî anî danî ser masê û me dest bi xwarin, vexwarin û sohbetê kir.

Lawikê me yê li ba me goştnexur e, yanî vejeteryan e, ez û xanim tenê goşt û masiyan dixwin.
Roja ku ez karekî nakim û tenê li ber kompîtorê rûdinim, ruyê xanimê dibe juju, bi serê poz bi min ra dipeyive. Lê îro, piştî ku min masî çêkir û sifre xemiland û ew jî hat li ser sifra hazir rûnişt, li hemberî min gelkî kibar û nazik bû, evîn ji çavên wê difûriya.

Loma jî temiya min li we, heger hûn dixwazin li mal şer û pevçûn tunebe û xanim zêde zulmê li we neke, kar bikin, got çi bikin, heta berî ku ew bibêje hûn bi xwe însîyatîfê bigrin û bikin.
Wê demê hûnê bêtir têkevin çavê xanimê…

Dibe ku ev dîtina min ne li gorî we be, lê ez qala tecrûbeyên xwe dikim, min çi dîtiye ez wê dibêjim…


XXX
Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê, di meha sibatê da li Tirkiyê 963 kes hatin binçavkirin û 168 kes jî hatine tewqîfkirin.

Helbet kesên hatine girtin û tewqîfkirin hemû kurd in ya jî hin kesên dostên BDP-ê ne.
Di girtîgehên Tirkiyê da bêyî qatilan û hin kesên diz û krîmînel êdî tenê kurd hene…
Hukûmetên berê kurd dikuştin û bi vî hawî ji kurdan xelas dibûn, hukûmeta AKP-ê zêde nakuje..., lê dixwwaze bi riya girtinan kurdan biqedîne û ji wan xelas bibe.

Bi van girtinên siyasî Tirkiye li cîhanê büye welatê yekem, di warê girtin û zindankirinê da li cîhanê tu welatekï din bi teqala Tirkiyê nakeve.

Hedefa hukûmeta AKP-ê ew e ku hemû siyasetmedarên BDP-ê bi îthama endambûna KCK-ê bigre û bavêje zindanê.

Di nava 3 salan da 7-8 hezar însan avêtin zindanê, lê hukûnmet dîsa jî ji hedefa xwe ya esasî, girtina hemû siyasetmedarên BDP-ê gelkî dûr e. Ji bo gihîşetina vê hedefê dibê 40-50 hezar kessên din jî bavêjin zindanan.

Hukûmet gav bi gav berbî vê hedefa xwe ve dimeşe...



XXX
Tanuiyê Kenyayî yê ”tirk”(!) di Şampiyoniya Cîhanê ya Atletîzmê da medelya zîv girt. Tirk vê serkeftina yekî ”tirk” bi asîmanan dixin.

Ji ber ku ji wan bi xwe tu carî tiştekî baş sadir nabe, loma jî cuzdanek dan Tanuiyê kenyayî û di nava rojekê da ew kirin ”tirk” û pê medeleye qezenc kirin.
Û ev serkeftin jî bû ya tirkan (!)

Tirk wiha ne, çavên wan tim li sextekariyê û li hîla ye, berê jî ji Bûlgarîstanê bi vî rengî sporcî kiribûn tirk û di halterê da medelye girtibûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE