06 mars 2012

Heta ku axayên siyasetê û şufêrên ecemî hebin qamyona me ewê tim wergere

M. Huseyîn Taysûn, di malpera Kurdînfoyê da li ser teşxeleya di nava Hak-Parê da û veqetandinên hin kesan çîrokek xweş nivîsîye. Çîrok bi tirkî ye, min ew kir kurdî. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.

 Axayekî ku tu carî kêmasî û şaşiya xwe qebûl nake hebûye. Piştî çinînê axa qamyonê tije genim dike û bi şufêrê xwe ra dişîne bajêr. Şufêr bi rêve qezayê dike û qamyon werdigere. Piştî ku axa bûyerê dibihîze bi telefonê bi şufêr ra dipeyive. Di nabêna şufêr û axê da ev axaftina jêr derbas dibe.
Axa:
-Lawê min, min bihîst te qeza kiriye, qamyon wergeriyaye, bihurtî be. Înşelah hûn selamet in. Rewşa we çawa ye?
Şufêr:
-Axa, şikir ji Xwedê ra em pir aş in. Tirştekî tu meraq bikî tuneye. Tenê ji 8 rêwiyên ku me ji gundê cîran girtibû 4 hebên wan mirin û 4 –ê din jî giran birîndar in. Lê elhemdulîlah herdu merivên me yên di şufêrmeheliyê da bûn sipûsaxlem in. Tiştek bi wan nehat.
Axa:
-Law ma qamyonê pir zirar dîtiye ya na? Ma dikane derkeve trafîkê?
Şufêr:
-Na, na netirse, elhemdulîlah tu zirareke mezin tuneye. Tu tenê ji me ra karbîratorekê, vantîlatorekê, komple motorekê, şasekê û hinek jî pere bişîne temam e. Tu qet meraq neke, piştî ku te ev tişt şandin, ezê qamyonê li hev ragirim û vegerim gund.”
 Hyseyîn Taysûn, di dawiya çîrokê da jî gotoye, ”Xwedê gelê kurd ji axayên siyasetê û şufêrên ecemî biparêze.”
Hêvî dikim ku dua te qebûl bibe, lê ez dizanim ev îş bi dua nabe, dibê meriv li hemberî axayên siyasetê û şufêrên ecemî micadelê bide.


XXX
Pîreka serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan, di bin tedbîrên pir mezin da îro çû gundê Roboskê. Ehlên Roboskê Emîne Erdogan bi pankertên, ”em ne tezmînatê, eşkerekirina qatilên bûyerê dixwazin" û "hûn dereng hatin, lê hûn bi xêr hatin" pêşwaziya wê kirin.

Dihat gotin ku Erdogan û xanima xwe ewê bi hev ra biçûyana Roboskê. Lê wa ye Erdogan cesaret nekiriye here. Bi îhtîmaleke mezin ji derketine hin bûyerên ne xweş ditirse.

Ya din jî dema ewê çi bibêje?
Her kes dizane ku yê emir daye Erdogan û serokerkanê wî ye. Û ji xwe Erdogan jî serokerkanê artêşa xwe piştî qetlîamê bi çend rojan pîroz kir.

Ma Erdoganê rabe xwe û serolerkanê xwe bide girtin û bibêje me kiriye? Bêguman nabêje û ewê nebêje jî.

Ji xwe loma jî Erdogan bi tazmînatê, bi serdanên wiha û bi dirêjkirina demê dixwaze serî li meselê bigerîne, demê dirêj bike, belkî bi vî hawî mesele hinekî sar bibe û malbatên şehîdan jî nerm bibin.
Loma jî tim dibêjin efendim , lêkolîn dom dikin.

Ev sê meh in hîn nikanin derxin bê kê emir da pîlotan û got herin van zarokan qetil bikin (!)
Lêkolîn û nizanim çi hemû vir e, her tişt vekirî û eşkereye, dixwazin bi çend quriş pere xwîna 34 zarokên kurd wenda bikin.


XXX
Ji kerê ra gotin, ”Wa ye qasid şandine pê te, te vedixwînin/diezimînin dawetê.”
Ker keniya û got:
-Ji xêrê ra naşînin pey min, miheqeq dikin ava dawetê bi min bidin kişandin.
Erdogan jî li hemberî kurdan eynî siyasetê dimeşîne, ji bo ku karê xwe bi hin kurdan bide kirin, wan diezimîne Anqereyê, merivên xwe dişîne pêrgî wan û li vir û li wir kar dide gelekan.
Û kurdên me jî vexwendina wî û hukûmetê bi kêfxweşî qebûl dikin û bi çargaviyê diçin vexwendinaên Erdogan û hukûmetê.
Lê fêm nakin ku hukûmeta AKP-ê ji xêrê ra bang wan nake, miheqeq karekî hukûmetê ketiye ba wan loma.
Sibe, dema karê wan qediya, ewê riya derî nîşanî wan bidin û bibêjin oxira we ya xêrê be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE