10 mars 2012

Êdî dawiya derewan hat

Berdevkê serokwezîr Bulent Arinç, di civîna 8-ê Adarê roja jinan da peyivîye û gotiye, "Mihemet Akif jî nirxê me ye, dilê wî li welatê wî ma. Cihê Nazim Hikmet jî di dilê me de heye.” Û dû ra jî serê gotinê, navê Şivan Perwer jî bilêvkiriye û gotiye, ”Şivan Perwer jî nirxê me ye."

Rast e, Arinç ji Akîf û Hîkmet hez dike û bi ”çavê nirxên xwe” li wan dinêre, lê herçî Şivan Perwer e, rast nabêje, vira dike.
Heger Arinç bi rastî jî ji Şivan Perwer hez dike û bi çavê ”hunermendê xwe” lê dinêre dibê zimanê Şivan Perwer serbest bike.

Arinç, hîn do bû got, ”kurdî ne zimanê medeniyetê ye û ne mimkûn e ku ez perwerdeya bi kurdî qebûl bikim. Dibê kes tiştekî wiha ji me nepê.”

Û eynî meriv nuha jî dibêje efendim Şivan Perwer jî ”nirxê” me ye û nizanim çi...
Arinç, çeka xwe ya baweriyê qedand, êdî tu kurd bi qasî serê derziyê jî ji gotinên Arinç bawer nake û bi demagojiyên wiha naxapa.

Ji ber ku ya girîng ne gotin e, kirin e, heger Arinç ji Şivan Perwer pir hez dike û bi rastî jî bi çavê hunermendekî xwe lê dinêre, bira zimanê diya Şivan Perwer serbest bike, bira bihêle zarokên gelê Şivan herin bi zimanê xwe bixwînin.
Loma jî Şivan jî ”nirxekî” me ye demogajiyeke vala ye, kurd tenê pê dikenin.



XXX
Satilmiş Dîlbazê tirk piştî daweta xwe lêxist çû Almanyayê xebatê. Deh sal di ser ra derbas bûn Stailmiş rojekê vegeriya çû mala xwe. Bala xwe dayê ku wa ye 3 zarokên biçûk li hundur in. Ji jinikê ra got:
-Qîzê ma ev lawikê mezin yê kê ye?
Jinikê got:
-Wîîî, ma qey te ji bîr kiriye, dema tu çû ew li destê min bû.
Satilmiş got:
-Ê le evê ortê, ma ew kînga çê bû?
Jinikê dîsa got:
-Weleh hiş di serê te da nemaye, ma ne gava tu çû ez bi halkî bûm, ew di paxila min da bû.
Li ser vê bersîvê, Satilmiş got:
-Ê baş e, le evê biçûkê sê çar salî, ma ew jî lawê min e?
Jinikê got:
-Ê ji xwe ew jî ji te ra nabêje bavo! Feqîro ji xwe ra li wir rûniştiye û mastikê xwe dixwe….


XXX
Bûk çû mala bavê xwe zeyî. Bavê jê pirsî, got:
-Keça min, li gund çi heye, çi tuneye?
Keçikê got:
-Bavo, weleh tiş tekî xerîb tuneye. Tiştê xerîb, zavê te Biro bû muxtarê gundê me.
Ji dêlî ku bavê bûkê bi vê xebera keça xwe kêfxweş bibe, li çonga xwe xist û got:
-Wey li min, ku Biro jî bû muxtar wê gavê li gund kes nemaye, hemû mirine…

Carê bala xwe bidin derûdora xwe, gelek Biro bûne pêşeng, rêber û serokên kurdan. Lê ya xerab kes li çonga xwe jî naxe….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE