27 mars 2012

Ahmet Turk ne kurd bûya pûlisê êrîşkar nuha hatibûya girtin

Bûyer nîşan didin ku AKP ji MHP-ê bêtir û Erdogan jî ji Bahçelî zêdetir dijminê miletê kurd e. Loma jî hukûmeta AKP-ê hewqasî bi şîdet û bi zalimî diçe ser BDP-ê û zulmê li kurdan dike.

Yanî sebebê vê terora hukûmetê ya li hemberî kurdan ji kîn û nefreta Erdogan ya li hemberî miletê kurd tê.

Piştî qetlîama gundê Roboskê, di şînê da çend xortên ku bira û merivên wan hatibûn qetilkirin êrîşî qeymeqamê Qilabanê(Uludereyê)kirin û çend hutik lêxistin.

Hukûmeta AKP-ê li hemberî vê bûyera biçûk qiyamet rakir, negot tişt nabe, dewletê 34 merivên van xortan kuştiye. Dibê meriv hestên wan û malbatên jî fêm bike.

Hukûmetê wiha nekir, di ser qetilkrina 34 kesan ra, ji gundê Roboskê bira û pismamên kesên hatibûn kuştin jî di nav da, nêzî deh kesan girtin û avêtin zindanê.

Yanî dewletê kesên ku sîle li qaymeqamê wê xistibûn efûr nekir, bi hefteyan bi pey wan xortan ketin û ew girtin û avêtin zindanê.

Lê eynî dewlet vê hesasiyetê li hemberî bûyera Ahmet Turk nîşan nade, pûlisê ku hutik li nava çavê Ahmet Turk xistiye nabîne, dibêje ez nikanim bibînim, heger di destê we da fîlm hene bînin.

Waliyê Batmanê Ahmet Turhan, derbarê êrîşa li hemberî Ahmet Turk da dibêje, ”di mema êrîşî da kamereya pûlis dereke din dikişand. Loma jî gava lêdana Ahmet Turk nehatiye kişandin.”

Ew dereweke bi boçik e, hemû bûyer di kamareyên pûlis da heye, lê ji ber ku yê marûzî êrîşê bûye kurd e, loma jî dewlet naxwaze êrîşkar bigre.

Ji ber kul i Tirkiyê êdî lêdana kuran ne sûc e, loma jî êrîşkar bi emrê hukûmetê tê parastin.
Heger hukûmetê ev sinyal nedaba, ne mimkûn bû ku pûlis heta nuha nehatiba girtin.

Dema dewlet nexwaze êrîşkar bigre, bêguman ”kamare dereke din dikşîne.”
Lê heger heger ji dêlî lêdana Ahmet Turk ve, yekî kurd hutikek li pûlisekî xistibûya walî ewê nuha wisa negota û hemû bûyer ewê di kamareyê da hebûya…

Welhasil dibê kurd bizanibin ku het nuha tu serokwezîrek bi qasî Erdogan ne neyarê kurdan bûye.
Îspata vê neyartiya wî kirin û êrîşên ser kurdan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE