31 mars 2012

Erdogan dixwaze siyaseta xwe ya li hemberî kurdan îxracî Sûriyê jî bike.

Nivîskarê rojnameya Radîkalê Cengîz Çandar dibêje, hukûmeta AKP-ê dixwaze siyaseta xwe ya derbarê çareserkirina mesela kurda da yanî siyaseta ”înkar û îmhayê” îxracç Sûriyê jî bike.

Çandar dibêje, muxabirekî Lubnanî ji wî ra gotiye, li herêma Cizîrê dewleta Sûriyê xuya nake. Li bajarên weke Qamîşloyê, Amûdê îdare bi şiklekî fîîlî di destê kurdan û hevalbendên PKK-ê da ye.

Heger bi rasrî jî rewş wiha be pir baş e, dibê kurd di warê çekdarî da xwe amade bikin û ji nuha da gav bi gav welatê xwe têxin bin kontorola xwe.

Kurd li Kurdistana Rojava çiqasî organîze û çekdar bin, şansê serkeftina wan hewqasî zêdeye.
Heger li Kurdistana Başûr kurd ne organîze û çekdar bûna, piştî ketina Seddam nikanîbûn welatê xwe rizgar bikirana û desthilata xwe bi ereban bidana qebûlkirin.


Di çarçeveya Plana Annan da sibe li Stenbolê li ser pêşeroja Sûriyê civînek çêdibe. Tirkiye dixwaze ji vê civînê biryarên di lehê kurdan dernekeve.

Tirkiye Plana Annan ji dil û can diparêze, ji ber ku Tirkiye dixwaze rê li ber perçebûna Sûriyê bigre û nehêle kurd li wir bibin xwedî mafekî netewî.

Ji bo ku kurdên Sûriyê jî weke kurdên Îraqê nebin xwediyê statuyeke siyasî, Tirkiye bi riya vê civîna Stenbolê dixwaze siyaseta xwe ya înkar û îmhayê dîkteyî muxalefeta Sûriyê jî bike û bi riyê kurdan li Sûriyê dîsa bindest bihêle.

Lê ev xeyaleke vala ye, kurd xurt îro ji her demê bêtir in û tu hêz nikane kurdan weke berê bindest bihêle.

Piştî ketina Beşar Esed kî were ser hukum jî kurd ewê mafên xwe yên netewî bi wan bidin qebûlkirin.
Loma jî hewildanên hukûmeta AKP-ê keftelefteke beyhûdeye, bi van xebat û hewildanên xwe yên li hemberî kurdan ewê nikanibe rê li ber serkeftina kurdan bigre.

Erdogan çi bike jî li Sûriyê kurdên ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Piştî wê, dora Tirkiyê ye, Erdogan xwe biçirîne jî li Tirkiyê jî kurdên bigihîjin azadiya xwe û Kurdistanê miheqeq çê bibe. Erdoganê wê rojê bibîne.

Lê bi van hewildanên AKP-ê yên dijberî kurdan, kurd baştir dibînin ku hukûmeta AKP-ê çiqasî xêrnexwaz û neyarê miletê kurd e.

29 mars 2012

Dawiya derew û xapandinê hat

Li Kurdistana bakur şeş partî û rêxistinên kurd berî Newrozê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kiribûn ku ewê ji bo 4 daxwazên kurdan yên wekî, “statûya siyasî, perwerdeya bi zimanê dayîkê, azadiya xwe birêxistinkirinê û nasnameya kurdî” kampanyayekê bidin destpêkirin.

Kampanyayê di Newrozê da dest pê kir.
Hedefa hêzên kurd ew e ku ji bo van her çar daxwazên kurdan yê sereke bi kêmanî 5 milyon îmze top bikin. Esas 5 milyon hindik e, dibê 10 milyon be...

Parlamenterê BDP-ê yê Colemêrgê Adil Kurd, derbarê kampanyayê da ji malpera Rûdawê ra gotiye, kampanya dom dike û hedefa van 5 milyon îmze ye. Di Newrozê da gelek îmze hatine komkirin. Lê ji ber ku îmze nehatine jimartin loma jî ew nizanin di Newrozê da û heta nuha çend îmze hatine komkirin.

Li gorî beyana Adil Kurt, kampanya heta dawiya meha nîsanê ewê bidome. Û dû ra jî îmzeyên hetine komkirin ewê bi şiklekî resmî teslîmî Parlamentoya Tirkiyê, serokwezîrtiyê û serokkomariya Tirkiyê bikin.

Gaveke di cî da û daxwazên asgarî lê baş in. Dibê kurd dev ji van daxwazên xwe bernedin û li her derê van daxwazên miletê kurd bidin pêş.

Lê berlê waliyê Diyarbekrê, van her çar daxwazên hêzên kurdan li dijî Qanûna Esasî ya Tirkiyê û li dijî Qanûna Partiyên Siyasî dît û destûra topkirina îmzeyan neda partiyên kurd.
Gavên wiha durûtiya hukûemtê derdixe ortê.

Hukûmet ji alîkî ve xwedêgiravî ji bo qanûna esasî ya nuh bi hêz û gurûbên cuda ra hevdîtinan pêk tîne û dixwaze her kes pêşniyarên xwe yên derbarê qanûna esasî da pêşkêşî hukûmetê bike lê li aliyê din jî waliyê Diyarbekrê nahêle kurd standa xwe vekin û ji gel îmzeyan top bikin.

Bi vê qedexekirina walî jî diyar dibe ku hukûmet li hemberî kurdan siyaseteke çuqasî durû dimeşîne.
Heger kurdê nikanibin pêşniyarên li dijî qanûna esasî û qanûnên din yên Tirkiyê pêşkêş bikin wê demê çima di meclîsê da komîsyona lihevkirnê hatiye çêkirin û çima ji kurdan dîtin û pêşniyarên wan tê xwestin?

Wê demê çêkirina qanûna nuh jî bêmaneye.
Nêta hukûmetê ew e ku di qanûna esasî ya nuh da jî tu mafî nede kurdan, hebûna kurdan, avakirina partiyên kurd û perwerdeya bi kurdî qebûl neke.

Yanî AKP dixwaze hin behaneyan, hin qal û qîlan bibîne û ji kurdan ra bibêje, îcar nebû careke din ê…
Lê êdî kum ketiye û serê gurrî derketiye ortê, yanî dawiya xapandinê û derewan hatiye…

Hukûmeta AKP-ê li derveyî Tirkiyê jî rehetiyê nade kurdan

Li gorî xebera Netkurdê, li Îtalyayê 5 kurdên hemwelatiyên Tirkiyê bi hinceta ku ”ew endamên PKK-ê ne û ji xelkê bi darê zorê pera û bacê digrin hatine girtin.”

Bedevkê pûlisên Îtalî Claudio Galzerano gotiye, ”operasyon bi rayedarên tirkan re hatiye kirin û di nav wan û rayedarên tirk de têkiliyeke saxlem heye.”

Yanî Tirkiye û Kurdistan ne bes bû, hukûmeta AKP-ê li derveyî Tirkiyê jî li hemberî... kurdan dest bi terorê, operasyonan û girtinê kiriye. Siyaseta Erdogan ya li hemberî kurdan, dibê kurd li tu dereke cîhanê rehet nekin.

Di salên 1980-î da cûnteya leşkerî jî li hemberî kurdan teroreke bi vî rengî dimeşand, hemû hêza xwe ya aborî û têkiliyên xwe yên siyasî û dîplomatîk li hemberî kurdan bikar dianî.

Hukûmeta AKP-ê jî li hemberî kurdan eynî siyasetê dimeşîne, ji bo ku kurdên li derveyî welêt rehet nekin buhtanan li wan dikin û bi vê riyê kurdan terorîze dikin.

Û cîhan jî bêbav e, kî xurt be guh didin derewên wan. Ji ber ku kara wan di Tirkiyê da heye, ji bo ku dilê Tirkiyê xweş bikin terorîzekirina kurdan nexem e…

XXX
Hin însan hene ji Xwedê da ye tu carî nikanin mezin bifikirin, mezin bilîzin û mezin bibin. Tim xelkê mezin û xwe jî biçûk dibînin.
Ji ber ku biçûk hatine dinyayê û loma jî tim bi tiştên biçûk mijûl dibin û ji tiştên biçûk hez dikin.
Ji wan bêtir, halan û mezinkirina xelkê wan bextewar dike…


XXX
Pere weke kevirê mîhengê ye, kî çend eyar e tavilê derdixe ortê…
XXX
Firkir meju dixebitîne, bawerî meju fêrî tembeliyê dike. Lê ji bo serkeftina fikir cesareteke mezin û baweriyeke xurt lazim e.

28 mars 2012

Hukûmet bi piştgiriya kurdên xwe vê zulmê li kurdan dike

Nivîsakarê rojnameya Zamanê Îhsan Dagi, sebebê vê terora hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan bi bêdengiya kurdnên AKP-ê ve girêdide û dibêje, çimkî helnekirinina mesela kurd zirarekê nade hukûmetê. Loma jî AKP, meselê çareser nake.

Dagi dibêje, ”Hukûmet hesab dike, gelo ez mesela kurd çareser bikim li karê me ya jî nekim li karê me?”

Bi rastî jî wisa ye, dewlet çi zulmê li kurdan dike jî dost û h...evalbendên AKP-ê yên kurd dengê xwe nakin.

Hukûmet li hemberî kurdan terorke pir mezin dide meşandin, nahêle kurd meşekê, çalakiyekê bikin, nahêle kurd Newroza xwe pîroz bikin, lê ji kurdên AKP-ê deng tuneye.

Hukûmet rojê 40-50 kurdî davêje zindanê, di zindanên Tirkiyê da 7 hezar girtiyên kurd yên siyasî hene, lê dîsa jî kurdên AKP-ê dengê xwe nakin, nabêjin weleh em vê zulmê qebûl nakin.

Heta nuha yek parlamenterê AKP-yî li hemberî vê zulma li ser gelê xwe du gotin negotiye.
Heta nuha yek kurdî ji ber vê zulma hukûmet li kurdan dike ji AKP-ê îstîfa nekirye.

Erdogan jî bala xwe didê ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê tu zirarê nabîne, kurdên pê ra li dij dernakevin, loma jî êrîşên xwe didomîne.

Ev demeke hukûmet qala ”stratejiyeke nuh” dike. Herçiqas navê wê nuh be jî lê di ”stratejiya nuh” da tu tiştekî nuh tuneye. Esasaê naveroka ”stratejiya nuh” weke berê dîsa înkar û helnekirina mesela kurd e.

Hukûmet dixwaze tevgera kurd ya siyasî ji alîkî da bi operasyonan, bi şer û bi girtinên girseyî, bi terorîzekirina BDP-ê û bi qetlîamên mezin mijûl û qels bike, bîne nuxteya ku ew dixwazin.

Heger kurd li hemberî van êrîşên hukûmetê siyaset û tevgereke ku hukûmeta AKP-ê bitirsîne dernexin pêş, hukûmetê vê xeta xwe ya îmhakirinê hêdî hîdî bidomîne.

Dagi dibêje, ”hukûmetê ji bo çareseriyê rîskên siyasî negre. Û ji xwe Ji bo çi ewê bigre ku? Çimkî çaresernebûna meselê ji bo AKP-ê maliyeteke wê ya siyasî ya cidî jî tuneye.”

Li gorî Dagi, heger kurdên AKP-yî îtîrazî vê siyaseta AKP-ê ya helnekirina meselê bikirana AKP-ê ewê hewqasî bêperwa hereket nekira.

 Dagi dibêje:
”Piraniya kurdan rayên xwe didin AKP-ê. Kesên rayên xwe didin AKP-ê tesîreke wan ya cidî, heta daxwazeke wan jî tuneye.

 Parlamenterên kurd yên AKP-ê jî ji bo çareseriya mesela kurd tu pêşniyar û daxwazeke wan ji AKP-ê tuneye.

 Ne dîtinên parlamenterên kurd yên AKP-yî tê pirsîn û ne jî ew dengê xwe dikin.
Bi kurtî ne hilbijêr û ne jî ji parlamenter ji bo çareseriya mesela kurd zextê nadin ser partiyê. Û ewê nekin jî.”


Yanî berdewamiya meselê ya bi vî rengî ne zirarekê dide hukûmetê û ne jî dide aboriya Tirkiyê. Ji xwe di qada navnetewî da jî mesela kurd ji bo hukûmetê tu astengiyan dernaxe, kes ji Erdogan ra nabêje çima hûn vê zulmê li kurdan dikin, çima hûn mafê wan nadinê?

 Ê heta ku rewş wiha be helbet Erdoganê dev ji vê siyaseta xwe ya êrîşkar û îmhayê bernade.

27 mars 2012

Ahmet Turk ne kurd bûya pûlisê êrîşkar nuha hatibûya girtin

Bûyer nîşan didin ku AKP ji MHP-ê bêtir û Erdogan jî ji Bahçelî zêdetir dijminê miletê kurd e. Loma jî hukûmeta AKP-ê hewqasî bi şîdet û bi zalimî diçe ser BDP-ê û zulmê li kurdan dike.

Yanî sebebê vê terora hukûmetê ya li hemberî kurdan ji kîn û nefreta Erdogan ya li hemberî miletê kurd tê.

Piştî qetlîama gundê Roboskê, di şînê da çend xortên ku bira û merivên wan hatibûn qetilkirin êrîşî qeymeqamê Qilabanê(Uludereyê)kirin û çend hutik lêxistin.

Hukûmeta AKP-ê li hemberî vê bûyera biçûk qiyamet rakir, negot tişt nabe, dewletê 34 merivên van xortan kuştiye. Dibê meriv hestên wan û malbatên jî fêm bike.

Hukûmetê wiha nekir, di ser qetilkrina 34 kesan ra, ji gundê Roboskê bira û pismamên kesên hatibûn kuştin jî di nav da, nêzî deh kesan girtin û avêtin zindanê.

Yanî dewletê kesên ku sîle li qaymeqamê wê xistibûn efûr nekir, bi hefteyan bi pey wan xortan ketin û ew girtin û avêtin zindanê.

Lê eynî dewlet vê hesasiyetê li hemberî bûyera Ahmet Turk nîşan nade, pûlisê ku hutik li nava çavê Ahmet Turk xistiye nabîne, dibêje ez nikanim bibînim, heger di destê we da fîlm hene bînin.

Waliyê Batmanê Ahmet Turhan, derbarê êrîşa li hemberî Ahmet Turk da dibêje, ”di mema êrîşî da kamereya pûlis dereke din dikişand. Loma jî gava lêdana Ahmet Turk nehatiye kişandin.”

Ew dereweke bi boçik e, hemû bûyer di kamareyên pûlis da heye, lê ji ber ku yê marûzî êrîşê bûye kurd e, loma jî dewlet naxwaze êrîşkar bigre.

Ji ber kul i Tirkiyê êdî lêdana kuran ne sûc e, loma jî êrîşkar bi emrê hukûmetê tê parastin.
Heger hukûmetê ev sinyal nedaba, ne mimkûn bû ku pûlis heta nuha nehatiba girtin.

Dema dewlet nexwaze êrîşkar bigre, bêguman ”kamare dereke din dikşîne.”
Lê heger heger ji dêlî lêdana Ahmet Turk ve, yekî kurd hutikek li pûlisekî xistibûya walî ewê nuha wisa negota û hemû bûyer ewê di kamareyê da hebûya…

Welhasil dibê kurd bizanibin ku het nuha tu serokwezîrek bi qasî Erdogan ne neyarê kurdan bûye.
Îspata vê neyartiya wî kirin û êrîşên ser kurdan e.

Neheqî meriv zorba û zalim dike

Ahmet Altan li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê û terora ku hukûmeta AKP-ê li hemberî BDPÛ-ê û kurdan dimeşîne dîsa nivîseke baş nivîsîye û rastî û heqî xweş aniye zimên.
Gotiye dewlet û hukûmeta AKP-ê li ser kurdan neheq in û loma jî ji kurdan ditirsin.

"Neheqî, meriv zorba û tirsonek dike.
Dike qedexekar.
Dike bêçare
Tu neheq bî tu yê bitirsî.
Tu ji PKK-ê ditirsî.
Tu ji gelê kurd ditirsî.
Tu dikujî, davêjî zindanê, rojnameyê digrî lê dîsa jî ditirsî.
Ji ber ku neheqî meriv tirsonek dike, meriv ji neheqiya xwe ditirse."
Rast e, heger ne tirsiyana bi vê hovîtiyê nedçûn ser kurdan…



XXX
Rojnameya Wall Street Journal, di şiroveyeke xwe da gotiye , ”Li herêma Kurdistana Federe giraniya Tirkiyê ji ya Hukûmeta Merkezî ya Îraqê zêdetir e.”

Bi baweriya min jî ev tespît rast e, him giraniya Tirkiyê û him jî hezkirina Tirkiyê ji ya Îraqê û hukûmeta merkesî zêdetir e.

Lê hemberî vê giraniya Tirkiyê û tolerans û hezkirina kurdên başûr, hukûmeta AKP-ê gorra kurdên başûr dikole, Beşer Esed, Malikî û ereban li hemberî Kurdistana Federe pîj dike.

Û miletê tirk jî kurdên başûr(helbet ji hemû kurdan)weke neyarên xwe yê herî mezin dibînin.
Li başûrê Kurdistanê hebûna giraniya Tirkiyê ji bo kurdan ne ji xêrê ra ye û ne jî di berjewendiyên kurdan da ye, dibê kurd vê giraniya tirkan ya siyasî miheqeq kêm bikin.


XXX
-Heger dijminê te xelatekê dide te, di te da pûştiyek heye.
//Fîdel Castro

Ne xelat jî, heger dijmin qederê te bigre, pesnê te bie, îmkanan bide te, te mezin bike, bela xwe di te nede jî "pûştiyek" di te da heye.

 Ji ber ku dijmin belasebeb xelatê nade te, çavê xwe ji te ra nagire, miheqeq hesabek, fêlbaziyek di vê şêla dijimin da heye.


XXX
Ez îşev(do êvarî) beşdarî bernameyeke Newroz TV-ê bûm. Bername li ser stratejiya AKP-ê ya û "nuh" (!) bû. Ez nuh hatim mal. Loma jî min pê ra negîhand îşev tiştekî binivîsînim.
Bi roj jî ciyê kar ez şandim qursekê, heta êvarî min wer li leqeleqe swêdiyan guhdarî kir.
Ez îro gêj û mest bûme, taqeta nivîsandinê bi min ra nemaye...



XXX
-Hakim dozger, polîs û mensûbên MIT-ê li Tirkiyê ewê nikanibin bibin endamên sendîkeyan. Normal e. Ji xwe di vê sedsalê da hewcedariya kesên ji van meslekan ne bi sendîkayan, bi cemaetan heye.
//Gulhan Elmas
Not: Peyv bi tirkî bû, min kir kurdî.



XXX
Dibêjin li Tirkiyê dikin partiyeke heywîn(ya lawir, ajalan)ava bikin. Ser xêrê be…
Lê belê ez hêvî dikim ku tiştên hukûmeta AKP-ê tîne serê kurdan neyne serê wan heywanên kerr û lal jî. Ji ber ku çi heywan, çi însan li Tirkiyê kî doza mafê xwe bike hukûmeta AKP-ê lê tê xezebê û malikê lê diviritîne.

25 mars 2012

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin dike

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li paytexta Koreya Başûr Seûlê bi Serokê Emerîkayê Barack Obama ra hevdîtineke dirêj pêk anî.

Li gorî ku ajans radigihînin rojeva sereke ya hevdîtinê midaxeleya Sûriyeyê û şerê li dijî PKK-ê bûye.
Piştî hevdîtinê Obama û Erdogan bi hev ra daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê DYA-yê Barack Obama, diyar kir ku piraniya hevdîtina wan li ser mijara Sûriyê bûye, lê Îran jî hatiye rojevê.

Obama got, “Di meseleya Îranê da hin pêşketin hene. Lê dibê Îran tiştên ku dikeve ser milê wê bicî bîne."

Erdogan ji civînê û ji biryarên hatine girtin pir memnûn xuya dikir. Erdogan jî di axaftina xwe da diyar kir ku ”mijara wan ya sereke Sûriye bû û li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin nabe ku meriv mudaxele neke.”

Erdogan got, ”heta nuha 17 hezar birayên wan yên sûriyeyî hatine Tirkiyê. Û nabe ku ew li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin bêdeng bimînin.”

Erdogan got, ”Ev erka me ya wijdanî ye. Emê di vê çarçoveyê de li gorî hiqûqa navneteweyî tiştê pêwîst bikin.”

Erdogan, di axaftina xwe da li ser Îraqê jî temasî tiştekî girîng kir û got, ”Me pêşketinên li Iraqê ji bîr nekiriye. Ez bawer dikim ku hewildan li Iraqê di demek nêzîk da ewê aşitiyê bîne.”

Bi ”pêşketinên li Îraqê” bêguman qesta Erdogan destkeftin û statuya kurdan e. Erdogan dixwazebibêje ku şaşiya wan li Îraqê kir ewê li Sûriyê dubare nekin û rê nedin kurdên Sûriyê ew jî weke kurdên Îraqê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Li ser alîkariya Emerîka ya li dijî PKK-ê jî Erdogan memnûniyeta xwe anî zimên û got, ”ew pir keyfxweş in ku Emerîka di vî warî da li pişt wan e û têkoşîna li dijî PKK-ê ewê dom bike."

Erdogan her çiqasî dibêje ku di hevdîtinê da mijara sereke ”bûyerên” Sûriyê” bû jî rast nabêje, bi îhtîmaleke mezin mijar dîsa şerê li dijî PKK-ê bûye.

Erê Erdogan ji alîkariya Emerîka memnûn xuyaye, lê ji bo têkbirina PKK-ê hewcedariya Tirkiyê bi alîkariyeke hîn xurttir û hîn berfirehtir heye.

Ji xwe di van demên dawî da zayiatên gerîla didin jî hemû bi xêra alîkariya Emerîkayê ye, bêyî îstîxbarat û teknîka Emerîka artêşa tirk nikane derkeve hemberî gerîlayên kurd.

Emerîkayê çawa ku heta nuha di şerê li dijî PKK-ê da piştgirî daye Tirkiyê, ji nuha û pê va jî ewê vê piştgiriya xwe bidomîne. Ji ber ku kara wan di piştgiriya Erdogan da heye, lê di ya kurdên bakur da tuneye.

Bi saya vê piştgiriyê Emerîka bi milyaran çekan difroşe Tirkiyê û li herêmê jî hukûmeta AKP-ê ji xwe ra weke taşaron bikar tîne. Loma jî bi îhtîmaleke mezin ewê piştgiriya xwe bidomînin.

Li alî din, bi qasî ku xuyaye hukûmeta AKP-ê ji bo mudaxeleyî Sûriyê jî pir bêsebriyê dike, dixwaze rojekê berî rojekê têkeve Sûriyê û li herêma kurdan yanî li Kurdistana Rojava ”herêmeke tampon” ava bike. Erdoga di axaftina xwe da qala vê meselê jî kir.

Lê di vî warî da hîn hin asteng li pêş Erdogan hene. Dibê Îran, kurdên başûr(hukûmeta Kurdistana Federe)û Rûsya werin îqnakirin.

Li gorî ku medyaya tirk dinivîse di vegerê da Erdoganê here Îranê û hewil bide ku di mesela Sûriyê da Îranê îqna bike.

Helbet Îran jî belaş îqna nabe, dibê ew jî garantiyê bigre ku Emerîkayê di mesela çêkirina enerjiya nukleer da Îranê rehet bihêle.

Serokê herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî jî do ji alî Obama ve hate vexwendin.
Li gorî medya sosyal ya kurd dinivîse di destpêka meha bê da Mesûd Barzanî ewê here Emerîkayê.
Diyar e Emerîka dixwaze kurdên başûr û Tirkiyê nêzî hev bike û di mesela mudaxeleya Sûriyê, rewşa PKK-ê û kirîza bi hukûmeta Malikî ra kurdan îqna bike.

Êdî her kes dizane ku nabêna Hewlêrê û Bexdayê qet ne baş e, kurd qala îlankirina serxwebûna Kurdistanê dikin.

Di van demên dawî da serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rexneyên tûj li Malikî girt û got ”êdî sebra wan nemaye û heger çareseriyek neyê dîtin ewê berê xwe bidin gelê xwe û biryara xwe bidin.”

Li Îraqê lihevnekirina ereban ya xwe bi xwe hukûmeta AKP-ê neheret dike, hukûmeta AKP-ê dixwaze ereb li hemberî kurdan yek bin û Kerkûk û Mûsilê û bajarên din nedin kurdan û serxwebûna wan qebûl nekin.

Dîsa tirk ji şêla hukûmeta Kurdistanê ya li hemberî PKK-ê û ji alîkariya wan ya bi kurdên Sûriyê ra jî gelkî nerehet in.

Ji bo kurdên başûr di van waran da şêla xwe biguherin Tirkiye dixwaze Emerîka zextê bide ser kurdên başûr.

Netîce hemû bûyer nîşan didin ku hukûmeta AKP-ê bi dil û can dixwaze têkeve Sûriyê û şerê li hemberî PKK-ê gurtir û berfirehtir bike. Ji bo hazirkirina bingehê vê yekê jî bi hovîtiyeke mezin diçin ser BDP-ê û bi hezaran kadir û endamên wê dixin zindanan.

Herçiqas Erdogan demagojiya diyaloga bi BDP-ê ra dike jî vir e, ew li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin û berfirehtir dike. Di rojên pêş da hukûmeta AKP-ê li ser daxwaza Erdogan ewê xwe li têlekê biqelibîne û bi baheneyekê têkevve sûriyê û li wir êrîşê bibe ser kurdan. Ji bo ku kurdên wir piştî ketina Esed mafekî netewî bidest nexin.

Tirkiye dixwaze piştî têkçûna rejîma Esed li Sûriyê bibe xwedî gotin û herêmên kurdan jî têxe bin destê xwe. Ji bo kurd nikanibin gavekê bavêjin.

Îşxaleke wiha ji bo hukûmeta kurdên başûr jî dibe tehlûkeyeke pir mezin, wê demê Kurdistana Federe dikeve nava çemberê.

Lê heger kurdên başûr vê daxwaza Tirkiyê û Emerîkayê qebûl nekin û nebin şirîkê vê planê, Tirkiye zû bi zû ewê nikanibe têkeve Sûriyê û heger têkevê jî ewê hemû miletê kurd li hemberî xwe bibîne.
Panzehîra planên Tirkiyê hevkarî û tifaqa kurdan e, heger kurdên herçar perçeyan di kongreyeke netewî da tifaqa xwe îlan bikin Tirkiye nikane bi wan.

24 mars 2012

Sînorê cehaletê tuneye

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê Egemen Bagişê Bîngolî li Belçîkayê hinekî zêde xwe berdaye û gotiye, kêmasiya Yekîtiya Ewrûpayê ya serokatiyê heye. ”Hewcedariya Yekîtiya Ewrûpayê jî bi mîmarê pêşketina Tirkiyê hoste Recep Tayyip Erdoga heye.”

Merivê cahil ji ber cahiliya xwe cesûr e. Sînorê zanînê heye, lê yê cahiliyê tuneye. Loma jî Bagiş weke şelafekî ji bo mezinayiya Erdogan çi bibêje jî normal e.
Çi...mkî cahil e…

Ewrûpî bi fortên wiha dikenin û tu carî hêjayî bersîvê jî nabînin. Ew dizanin ku ev komples mexsûsî mirovên Rojhilata Navîn e û bi taybetî jî mexsûsî tirka ye.

Tirk nexweşê mezinayiyê ne, dema yek pesnê mêranî û mezinayiya wan bide pir kêfa wan tê.
Loma Demirel tim digot, ”Tirkiye welatekî mezin e”!

Çimkî Demirel dizanîbû ku tirk ji gotina ”mezin” pir hez dikin.
Piştî vê gotina Bagiş, pir ne dûr e ku Erdogan peruyekê bi Bagiş ve ke. Çimkî ew mezin kiriye…
Lê her kes dizane ku siyasetmedarek ne bi fortan, bi berhemên li pey xwe hîştiye, bi pêşketina welatê xwe, bi demokrasî û azadiyên li welatê xwe, bi refaha mirovên xwe, bi hebûna heq û edelat li welatê xwe mezin dibe.

Halbû her kes dizane ku li Tirkiyê vanan yek jî tuneye, li cîhanê li tu welatekî din bi qasî Tirkiyê siyasetmedar, rojnamevan, abûkat û hunermed ne di zindanan da ne.

Îcar wezîrê welatekî wiha paşdamayî û antîdemokratîk hîn haya wî ji halê wî tuenyeû pesnê dîktatorekî weke Erdogan dide.

Ciyê jidayikbûna Egemen Bagiş Bîngol e, lê ez nizanim gelo kurd ya na. Durfê kurdan zêde pê nakeve, dikane zarokê mamûrekî be jî.

Lê Xwedê hefza meriv bike, dikane kurd be jî. Axirê dê û bavê wî kurd bin jî ew bi fikir û hestên xwe ne kurd e, heta neyarekî kurdan yê temam e.

Ew di nava hukûmeta AKP-ê da ji çend kesên ku baş neyarên kurdan yek e.
Ji xwe baş ne neyarê kurdan bûya Erdogan ew nedikir şêwirmendê xwe û wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê.

Lê çi mixabin ku li Tirkiyê zircahil jî dibin wezîr, ji ber ku civata tirk bi xwe ne kamil e. Civata tirk civateke nekamil û bi kompleks e, ji kesên zirzop, qebedayî û nîjadperest hez dike. Kî zêde pesnê tirkan û Tirkiyê bide civat bêtir ji wî kesî hez dike. ..
XXX
Dibê meriv bi cahilan ra hevaltiyê neke, merivê cahil dikane bi qasî dijminekî zirarê bide meriv.

22 mars 2012

Erdogan hêza dewletê nîşanî kurdan dide

Hukûmeta AKP-ê di çar rojên pîrozbahiyên Newrozê da li hemberî kurdan teroreke nedîtî meşand. Di nava çar rojan da 679 kurd ji alî pûlisên rejîma AKP-ê va hatin binçavkirin.


Û ji serê meha adarê virda ye hejmara kesên hatine binçavkirin ji 1100 kesî buhurî ne.
Tiştê xuyaye hedefa Erdogan girtin û zindankirina hemû kurdên siyasî ye. Di nivîsa nivîskarê rojnameya Milliyetê Fîkret Bîla meriv îşareta vê yekê dibîne.


Erdogan, çareserkirina mesela kurd di zêdekirina terorê, girtin û kuştinê da dibîne. Dibê hemû kurd vê nêta Erdogan bibînin


XXX
Pûlisê ku li Ahmet Turk xist hîn nehat girtin û wisa xuyaye ku ewê neyê girtin jî.
Û di ser da jî waliyê Batmanê Turk derewçîn derdixe, dibêje yê lêxistiye ne pûlis e, heger pûlis e îspat bike.

Yanî hukûmet naxwaze zilamê xwe yê êrîşkar bigre. Maneya xwe hukûmet êrîşê taswîp dike.
Ji xwe heta nuha ne Erdogan û ne jî wezîrê karê hundur ev êrîşa li hemberî Ahmet Turk şermezar nekirin.

Yanî êrîş bi dilê wan e.
Bi lêdana Ahmet Turk, hukûmeta AKP-ê hêza xwe nîşanî kurdan da, got binêrin, hûn parlamenter bin jî xelasiya we tuneye, dilê me kînga bixwaze emê di nava çavên we da lêxin.

Lê kurdên dost û hevalbendên AKP-ê vê mesaja hukûmetê hîn jî fêm nakin û dev ji şelafiya AKP-ê beradin.


XXX
Di 26 saliya qetilkirina hevalê min ê hêja Eyûp Kemal Adsiz da ez vî welatparêz û şoreşgerê gelê kurd yê nefsbiçûk û canfîda bi hurmet û bi giramî bibîr tînim û qatilên ku destên xwe di xwîna wî gerandin rûreş û mahkûm dikim.

 Qatilên Eyûp zû dereng ewê rojekê hesabê van cînayetên xwe bidin.
Emê Eyûp û hemû şehîdên Kurdistannê tu carî ji bîr nekin, ewê tim û tim di dilê me da bijîn.


XXX
-Tu hezar zimanî bizanibî çi ye, piştî ku tu zimanê şîrîn nizanî.

21 mars 2012

Erdogan weke padîşahekî Osmanî Tirkiyê îdare dike

Erdogan di civîna partiya xwe da dîsa weke padîşahekî osmaniyan li hemberî kurdan ferman û peyamên şer da.

Erdoga got, "nuha li çiyayê Cûdî di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da şer berdewaam e. Êdî rawestan tuneye, bila viya wisa bizanin…"

Ev gotinên Erdogan yên israra di şer da di eynî wextê da şêla hukûmetêye jî.
Ji ber ku di rastiyê da hukûmet mukûmet, wezîr mezîr, parlamento marlament...o hemû formel in, her tişt girêdayî emir û fermana Erdoga e.
Erdogan, Tirkiyê weke padîşahekî Osmaniyan îdare dike, her kes weke pepûkan li devê wî dinêre, heta ku ew qebûl neke û nebêje ”temam”, kes newêre tu biryarê bide û tu gavê bavêje.

Piştî ku Erdogan gotibe ”şer”, kurd çi bibêjin û çi bikin jî şer ewê bidome. Ji ber ku rawestandina şer ne di destê kurdan da, di destê Erdogan da ye.

Erdogan bixwaze sibe dikane şer rawestîne, lê naxwaze, ji ber ku merivekî nîjadperest û panturkîst e.
Bêyî liberxwedanê tu riyeke din li ber kurdan tuneye, dibê kurd careke din nîşanî Erdogan bidin ku bi şer riyeke şaş e…


XXX
Rejîma AKP-ê nehîş t kurd îsal Newroza xwe bi rehetî, di nava kêf û ş ahiyê da pîroz bikin.
Pûlisên rejîma AKP-ê li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê êrîş birin ser xelkê sivîl û li hemberî kurdan terorek mezin meş andin.

Li Stenbolê birêvebirekî BDP-ê kuştin û di nava du rojan da bi sedan jî însan girtin bin çavan.
Gelek bajarên Tirkiyê û seranserê Kurdistanê ji dêlî kêf û şahiyê, bûn qada şer û ...pevçûnan, bi sedan kes birîndar bûn.

Ji gelek aliyan ve banga aştiyê û sakîniyê li hukûmetê hat kirin, lê hukûmetê guh neda tu kesî û tu hêzê.

Hukûmetê riya şîdetê, terorê, kuştinê û şer daye ber xwe, loma jî di Newrozê da li hemberî kurdan teroreke mezin meşand.

Wisa xuyaye ku hukûmet dixwaze bi riya gef, teror, girtin û kuştinê kurdan teslîm bigre.
Lê ev rê ne tu rê ye, ev rê ev 30 sal in tê ceribandin û şaşî û malkambaxiyê vê êdî îspat bûye. Lê hukûmetê mesela xurtiya dewletê ji xwe ra kiriye mesela prestîjê û loma jî hemû pêşniyarên riya aştiyane red dike, dixwaze PKK bê qeyd û şert teslîm bibe.

Herçiqas ev yek ne mimkûn e û her kes dixwaze ku hukûmet dev ji vê kompleksa xurtî û meziniyê berde jî lê Erdogan dev jê bernade û di şer da israr dike.

Di rewşeke wiha da ji bo kurdan bêyî liberxwedanê tu riyeke din tuneye, çare liberxwedan e.
Ez êrîşa li hemberî parlamenterê BDP-ê Ahmet Turk û terora hukûmetê bi şîdet mehkûm dikim
Gelî kurdên welatpewer û bi xîret û canfîda, careke din Newroza we pîroz be!

XXX
Endamê Parlamentoya Ewropayê Barry Madlener gotiye, ”endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê xewnek e, tirk vê xewnê dibînin û xwe dixapînin.”

Rast e, heta ku Tirkiye mafê çarenûsa kurdan qebûl neke, 60 salên din jî derbas bibe dîsa jî nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Çimkî şertê endametiya Yekîtiya Ewrûpayê yê yekem demokrasî ye û demokarsî jî girêdayî helkirina mesela kurd e.

Heta ku tirk hebûna kurdan înkar bikin û mafên wan nedin bi rastî jî endametî xeyaleke vala ye.

19 mars 2012

Kurdan li Diyarbekrê bersîveke baş dan dijmin

Kurdan do li Diyarbekrê dîrok nivîsîn û derseke baş dan AKP-ê û Erdogan.
Hukûmeta AKP-ê destûra pîrozkirina Newrozê ya berî 21-ê Adarê neda kurdan.

Bahaneya îsal dîtin, efendim Newroz 21-ê Adarê ye û loma jî tenê di wê rojê d adikane were pîroz kirin. Bi vê biryarê hukûmet dixwaze rê li ber îstîsmara Newrozê bigre...

Kurro çi ji we ra kurd Newrozê di kîjan rojê da pêroz dikin?
Heger ne derew e 21-ê Adarê bikin tahtîl û bira milet ji xwe ra di wê rojê da pîroz bike.
Lê derdê hukûmetê ne ew e, hukûmet naxwaze kurd di rojeke tahtîlê da bi kîtlewî bên ba hev û hêza xwe nîşanî hukûmetê bidin...

Lê kurdan serê xwe li hemberî zulmê netewan û Newroza xwe li Diyarbekrê bi yek milyon însanî pîroz kirin.

Ez vê dilêrî û bêperwatiya gelê kurd û BDP-ê ya li hemberî rejîma AKP-ê silav dikim.
Heta ku ev biryardarî bi vî gelî ra hebe tu hêz û tu tehdît nikane meşa kurdan ya berbî azadiyê rawestîne...
Newroza we hemûyan pîroz be!


XXX
Di nava kurdan da ji bo peran û menfaetên şexsî hin kes xwe nêzî hukûmeta AKP-ê dikin û pesnê Erdogan didin û hin kes jî xwe nêzî hukûmeta Kurdistanê û PDK-ê dikin û pesnê Mele Mistefa Barzanî, Mesûd û Nêçîrvan Barzanî didin.

Herdu gurûb jî ne samîmî ne, li pey nêçîr û kara xwe ne. Bêguman AKP û PDK jî vê yekê dizanin, lê dîsa jî nadin ruyên wan û wan naqewitînin.

Lê hinek jî hene ji hemûyan çavbirçîtir û mahirti in, him tirkan û him jî kurdan îdare dikin, ji herdu aliyan jî dixwin.

Lê axir meriv dibîne ku pere û menfaetên şexsî meyla şelafiyê/şalûziyê di nava kurdan da roj bi roj xurt dike…


XXX
Hinek carnan dibêjin ku lo filan kes çima derewan dike? Ya jî filan kes çima diz e, çima şelaf e, çima hewqasî pûlperest e û her wekî din…

Van qerekteran yekî jî ne tesaduf in, ”her însan tiştê layqî xwe dike, ji ber ku kalîte û şexsiyet tu carî ne tesaduf e…”



XXX
Erdogan, ji ber ku doza qetlîama Sêwasê muhrîrîzeman bûye gelkî kêfxweş bûye û ji rojnamevanan ra gotiye, ”Ji bo miletê me, ji bo welatê me bi xêr be!”

Ê çima ewê wiha nebêje, ji ber ku nuha ewê hemû qatil werin berdan û pir ne dûr e ku di AKP-ê da dest bi siyasetê jî bikin. Ji ber ku hewcedariya wî bi kadiran heye…

18 mars 2012

Şevekê di nava dost û hevalan da

Do min pê ra negîhand bibêjim ku ez û xanim em diçin dawetê.
Do daweta keça Wîldan Tanrikulu bû, em jî vexwendiyên dawetê bûn. Weke hertim dawet dîsa li derî bajêr, li dereke dûr, li herêma Sodertalyayê bû.

Axirê zor bela bi halekî xerab me xwe gîhand ciyê dawetê. Saloneke nû û pir xweşik bû.
Herçî salonên dawet û şahiyan in hemû di destê asûrî- suryaniyan da ne.

Ez bawer dikim li Stockholêmê û... heta li gelek bajarên din yê Swêd hema hema hemû salonên dawet û şahiyan yên asûrî-suryaniyan in.

Li Stockholmê nufûsa kurdan ji ya asûrî-suryaniyan zêdetir e lê bi qasî ku ez dizanim yek saloneke kurdan jî tuneye. Lê yên asûrî-suryaniyan bi dehan in.

Asûrî-suryanî weke li Kurdistanê, li Swêd jî mêrikan tucar in û ji tîcaretê fêm dikin, di nabêna wan da hevkariyeke baş heye, di warê aborî da alîkariya hev dikin.

Di nabêna kurdan da hevkarî û alîkariyeke bi vî rengî tuneye. Tenê kurdên Konyayê wiha ne, ew di warê aborî da weke bankayê alîkariya hev dikin û hev û du dikin xwedî îş û kar.
Ez werim ser dawetê.

Weke min got, saloneke pir ne mezin bû lê gelkî paqij û xweşik bû. Serwîsa wan jî mikel bû, her tişt hebû. Lê belê xwarina wab ne baş bû.

Serwîs û tiştên din hemû baş bûn, vexwarin gelek babet hemû, min bi xwe wîskî vexwar.
Solîstê gurûba muzîkê xortekî bîst û sê çar salî bû, lê belê 5-6 zimanan distira. Bi asûrî, kurdî, erebî û swêdî digot. Helbet bi îngilîzî jî zane, belkî got jî nayê bîra min.

Di wî temenê xort da zanîna 5-6 zimanan ne karekî hêja ye. Lê asûrî û ermenî di warê zimên da jêhatî ne.

Tiştê di dawetan da bala meriv dikşîne, kurd, asûrî-suryanî, ereb, faris di şahî û dawetên xwe da bi rehetî li muzîka miletên din jî guhdarî dikin, bi zimanên din jî distirên.

Tenê tirk tehamulî tişekî wiha nakin, dinya wan tenê tirkî ye û tu carî tehamulî muzîka miletekî din ankin.

Di daweteke tirk da ne mimkûn e ku kurdî, erebî û asûrî jî di repertuara gurûbê da hebe.
Lê miletên din tehamulî vê yekê dikin…

Do me bi pênc zimanan li muzîkê guhdarî kir.
Rahmetiyê bavê min govendgirekî pir baş bû, defê li ku derê bigota girr, ew li wir sergovend bû.
Tê bîra min ji bo dawetên kurd û ereban kincên wî yên xusûsî hebûn. Li gorî dawetê kinc li xwe dikir.
Lê ez yek lîstikê jî nizanim. Tiştekî pir ecêb e, ez him ji govendgiriyê û him jî ji lêdana aletekî muzîkî gelkî hez dikim, lê herduyan jî nizanim.

Bi taybetî min gelkî dixwest ku ez zanibim li ûdê xim, ez heyran û muptelayê dengê ûdê me.
Esas umrê fêrbûnê tuneye, li Swêd gelek însan piştî teqawitiyê vê xeyala xwe birastdigerînin û fêrî sinet û tiştan dibin…

Kî dizane, belkî piştî teqawîtiyê ez jî biwêribim gaveke wiha radîkal bavêjim û berî mirina xwe bikanibim bi evîn li têlên ûdê xim.

Di çûyinê da weke min got, me bi halekî pir xerab xwe gîhand ciyê dawetê, ez ketibûm derdê vegerê, şev nîvê şevê emê çawa vegeriyana mal?

Xwedê kesî bê dost û heval nehêle, dema hevalan bihîstin Zinarê Xamo ketiye derdê çûnê, gotin sakin be, yên te bibin mal pir in. Berê min ciyê xwe li ba Mamoste saxlem kir, dû ra lawê Eyûb Alacabey Bawer, camêr got apo ne mesele, ez te dibim. Û camêr mala wî ava saet di yekûnîvê şevê da em danîn ber deriyê me.

Daweteke pir xweş bû, bi vê minasebetê min gelek dost û heval jî dîtin. Hemşeriyê min Siraç Kirici û zarokên xwe ji Almanya hatibûn, me hev û du dît û bîstekê sohbet kir. Me xanim û zarokên wî nedîtibûn, me ew jî dîtin û hevûdu nas kir...

Ez ji bûk û zavê ra bextewarî û jiyaneke mişt dilşadî dixwazim. Bi hêviya ku bi hev û du ra kal û pîr bibin û tu carî gotineke tahl nedin û ruyên hev…

17 mars 2012

Do hemû kurd heznî bûn

Weke her sal, îsal jî di 16-ê Adarê roja komkujiya Helepçeyê da li Stockholmê kurd dîsa heznî û li ser nigan bûn.

Do li Stockholmê çend bîranîn û merasimên 24 saliya komkujiya Helepçeyê hebûn.
Bîranîna pêşî li Meclîsa Swêd hate çêkirin. Serokê tora Swêd û Kurdistanê Fredrîk Malm, bi deqîqeyeke rawestina bîranîna ji bo şehîdên Helepçeyê merasim da destpêkirin û mûm hatin vêxistin.

Bîranîna din bi merasimeke mezin û bi bernameyeke gelkî dewlemend li dêra Adolf Fredriks Kyrka yê ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hate çêkirin.

Ez û xanima xwe Hêvî, em beşdarî merasima dêra ”Adolf Fredriks Kyrka” yê bûn. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, li gel gelek çalakiyên din, her sal ji bo Helepçeyê bi dûzan merasimeke bîranînê li dêra ”Adolf Fredriks Kyrka” yê jî çêdike.

Îsal jî merasim li eynî dêrî bû. Dêr tije kurd û swêdiyên dostên kurdan bûbûn. Sûretên komkujiyê yên di fîlm da, muzîka kurdî ya heznî û avahî û atmosfera dêrê ya dîrokî êş û jana dilê kurdan û mêvanan girantir û mezintir dikir û gelek kesî ji ber vê êşê xwe ranedigirt û li rast û çepê min hêsir dibarandin. Kurd ji bo xwe, ji bo mirî û û şehîdên xwe digriyan.

Weke her sal, îsal jî ji hemû partiyên Swêd siyasetmedar û kesên dostên kurdan beşdarî merasimê bûn û li ser karasata Helepçeyê peyivîn.

Di nava kesên beşdar û axaftevan da, wezîra Yekîtiya Ewrûpa Birgitta Ohlsson, serokê berê yê Partiya Çep Lars Ohly, serokê Partiya Kesk Asa Ramson, sekretera Partiya Sosyal Demokratan Carin Jämtin, nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Iskandînavya Hêriş Xola , nûnerê Komîteya Hevkariya Hezên Siyasî yên kurd û Kurdistanî Zagros Xosrewî û nivîskar Ann-Catrîn Emanuelson hebûn.

Van dostên kurdan hemûyan jî li ser komkujiya Helepçeyê û rewşa kurdan, li ser xebat û têjoşîna kurdan ya ji bo azadî û serxwebûnê piştgiriya xwe nîşan dan û axaftinên ji dil kirin.

Axaftvanên kurd û swêdî û seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslanê, xwestin ku Neteweyên Yekbûyî komkujiy a Helepçeyê weke ”komkujiyeke li hemberî miletê kurd” qebûl bike.

Û her wisa roja 16-ê Adarê jî weke rojeke navnetewî ya li dijî çekên kîmyayî were qebûlkirin û hukûmeta Swêdê jî him bi xwe qebûl bike û him jî ji bo vê yekê bixebite û piştgiriyê bide kurdan.

Komkujiya Helepçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr e. Komkujiya Helepçeyê him qetlîameke li hemberî kurdan e û him jî sûcekî li hemberî însaniyetê ye.

Ez di 24 saliya komkujiya Helepçeyê da careke din serê xwe li ber hemû şehîdên Helepçeyê û yên Kurdistanê ditewînim û hemûyan bi hurmet û rêzdariyeke mezin bibîr tînim.

15 mars 2012

Helepçe, birîna dilê kurdan ya bêderman!

16ê Adarê, roja ku zaliman jahrî bi ser kuredan da barandin.
Di dîroka miletê kurd da 16-ê Adara 1988a rojeke pir xembar, rojeke pir reş e.
Di 16ê Adara 1988a da rejîma Saddamê dîktator bi ser bajarê Helebçeyê da jahr barand, bajarê Helepçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir.

Di bombebaranê da li dora 5-6 hezar însan bi carekê da hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn û seqet man.

Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû ku bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da 5-6 hezar însan dihatin kuştin.

Ji ber ku ev êrîşa hovane li hember miletekî bêpişt û bêxwedî, yanî li hemberî kurdan hatibû kirin, loma jî cîhanê di destpê da xwe kerr û lal kir, ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî dewleteke din li hemberî vê jenosîda mezina tiştek nekir.

Ji xwe heger ne xêra sûretên çend rojnamevanan bûya kesî nedibîhîst ku li hemberî kurdan qetlîameke wiha bûye.

 Qetlîama Helepçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helepçeyê tu carî ji bîr nekin.

Di 24 saliya qetlîama Helepçeyê da ez hemû şehîdên Helepçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemeû şehêdan ditewînim.


XXX
Heta ku piraniya kurdan nebêjin ”ya serxwebûn ya mirin” kurd serxwebûnê nabînin.
Berê di nava siyasetmedar û serokên kurdan da tenê Abdulah Ocalan nedigot ”serxwebûn”, loma jî hemû siyasetmedar û serokên kurdan ew bi şîdet rexne dikirin.

Lê nuha dinya guherî, êdî piraniya siyasetmedar û serokên kurdan bûne Ocalan û heta sola wî di teqê ra avêtine, li gorî wan êdî ”serxwebûn” ne daxwazeke realîst e, dibê kurd daxwazên maqûltir ji dewletê bikin.

Ji bo ku Ocalan ji kurdan ra ”serxwebûn û dewlet nedixwest” yên do li dijî wî bûn, îro bûne dost û sempatîzanên hukûmetê, hevkarî û muhebatan wan roj bi roj zêdetir dibe.

Ji van serokan hinên wan, ji bo ku karên xwe wenda nekin, hinekên wan ji bo ku nabêna xwe û hukûmetê xera nekin newêrin gotina mafê serxwebûnê bigrin devê xwe jî.

Êdî her kes bûye milyaketê aştiyê, gotina aştiyê bûye benîştê devê her kesî, her kes li dijî şer e û şîdetê ye û xwe davîje bextê Erdogan û hukûmetê.

Êdî Erdogan û ûjdan û merhemeta xwe, camêr çi mafî rewayî me kurdan bibîne ew dizane…
Hey dinya hey, berê çi serok hebûn !!!


XXX
Qencî ji qenciyê, xerabî ji xerabiyê dizê.
//Budha

 Tirs weke şewbê ye, ji mezinan derbasî zarokan dibe.
//B. Russel

 Siyaset karekî zahmet e, yê bi dilê xwe dikevê dibê jê gazinan neke.
//G. Grass

 Rastî, weke kevirekî hişk, weke gulekê nerm e.
//M. Gandhî


Kesê bêbawerî weke keştiya bêpûsile ye. Loma jî di van rojên giran da dibê kurd baweriya xwe ya bi serkeftinê wenda nekin. Baweriyeke xurt şertê serkeftinê yê yekem e.

14 mars 2012

Kurdistan birîndar e

Par dema ez çûm Kurdistanê, li Diyarbekrê min kitêbeke Qedrî Can kirî. Li aliyê Dîcle Kentê, avahiyeke pir xweşik bala min kişand. Nayê bîra min navê bînayê çi bû. Ji bo ku bînayê bibînim ez çûm ketim hundur. Bînayeke belediyê ya kulturî bû, di hundur saloneke mezin da çend xort li pişt maseyekê rûniştibûn hin kitêb difrotin.

 Min du kitêb ji wan kirî, yek ya Qedrî Can, ”Hemû berhemên wî, ” û ya din jî ya Feqiyê Teyran bû.
Min çend caran hin helbest ji wan xwendin lê min temam nekir. Carnan, dema ez diwestim û tiştekî ez binivîsim nayê bîra min, ez ji refa kitêban ya li milê min ê çepê kitêbeke helbestan digrim û dixwînim û bîstekê ji siyasetê û ji derdê tirkan û ji qehra Erdogan dûr dikevim.
Min îşev jî wisa kir.

Îşev dîwana Qedrî Can bala min kişand û min girt û çend helbest jê xwendin.
Qedrî Can him di şiirê da û him jî hostatiya çîrokê da pir xurt e, lê mixabin di nava kurdan da pi kêm tê nasîn.
Ez îşev du şiirên wî pêşkêşî we dikim. Ez bawer dikim hûnê gelkî jê hez bikin.



Niştiman birîndar e
Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
Bo çi tu pir ekî derd , wextî meyxane niye
Ey kiça li Çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
Niþtiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
Wextê eşqane niye, wextê mestane niye.

 Qedrî Can. Kovara Gelawêj, 1947


Gula Sor
Gula sor,
Hilbû jor,
Bîn da dor
Gula sor
Gula sor
Li paş Çiyayê Qaf şên bû,
Alem jê re evîn bû
* * *
Gula geş
Bi me xweş
Da me heş
Em bi bîna wê sermest
Em pê şabin serbest

* * *
Nazenîn
Xemrevîn
Xemilîn
Pê zemîn
Guleke bê kelem e
Di nav baxê ÎREM e

 * * *
Gula sor
Em li dor
Bicivin
Bîn bikin dor bi dor

Qedrî Can, Şam 1943
Vê sibehê li Stenbolê, li Ruhayê û li çend bajarên din pûlisên rejîma dîktator ya AKP-ê dîsa bi berbanga sibê ra weke gurên har avêtine ser gelek malên kurdan û gelek însan girtine bin çavan.

Di înternetê da min rismên pûlisan dît, hemû bi maskê û bi çek di bînayekê da bi zor dikevin mala kurdekî ku her kes hîn di xew da ye.

Yekî nizanibe wê bibêje yên du hundur da qey bi çek, bi tank û top in.
Gava ez dibînim dewşîrme û mahcirekî Kafkasan vê zulmê, vê çavsoriyê li kurdan dike, pûlisên bi maske, di destên wan da çekekên giran zarokên kurdan ji xew radikin ez ji hêrsan dibehecim…

Li ciyê rehetiyê, kêfî û ji bo ku kanin bi kurdan vê zulmê li vî miletê bêsûc û bêguneh dikin.
Li tu welatekî din yê cîhanê li hemberî miletekî teroreke hewqas mezin nayê meşandin.

Lê hin siyasetmedarên kurd hîn jî xwe dikin qurbana Erdogan û pesnê demokrasiya rejîma wî didin.
Li Tirkiyê êdî sûcê herî mezin kurdbûn e, kî bibêje ez kurd im û doza mafên kurdan bike malikê lê dişewitînin. Rexnekirina Erdogan ji rexnekirina Pêxember û Xwedê jî tahlûketir bûye, kî bi du gotina Erdogan rexne bike, roja din di heqwê wî da doz vedibe.

Welhasil tiştê meriv dibîne, Erdogan jiyan li kurdan kiriye zîndan, nêta wî heye 50-60 hezar kurd têxe zindanan.

PARVE BIKE