19 februari 2012

Şert temam in lê kurd hîn ne hazir in

Di dîrokê da miletê ku tifaq, hevkarî û yekîtiya xwe pêk anîbe zû dereng biser dikve. Hêz ji yekîtiyê çêdibe.

Civata ku hevkarî û tifaqa wê tunebe têda teşxele, tevlihevî, bêserîtî, şer û pevçûn peyda dibe. Tevlihevî û bêtifaqî jî tesîreke pir nebaş li însanan dike, di nava civatê da bêhêvîtiyê xurt dike.

Îro li hemberî neyaran çeka kurdan ya herî mezin hevkarî û yekîtiya wan e. Heta ku kurd di nava xwe da yekîtiya xwe ya netewî ava nekin şertên der û hundur çiqasî misaît bin jî nikanin biserkevin. Şertê serkeftinê yê yekem pêkanîna yekîtiya netewî ye.


XXX
”Pakêta kurd”, ”pêşîvekirina demokratîk” û hemû pakêt û ”açilimên” hukûmeta AKP-ê, wisa xuyaye ku manawrayên siyasî û projeya dewleta tirk ya xwe ji nuhve organîzekirinê ye.

Bi van projeyan(açiliman), dewletê xwest li hemberî tevgera kurd ya netewî li gorî şertên nuh xwe baştir techîz û amade bike û hin unsûr, wasite û aletên nuh têxe dewrê, hin hevkarên dewletê yên bêkêr biqewitîne, biguherîne û hin hevkarên nuh, yên hîn zînde têxe dewsa wan.


XXX
Îbrahîm Guçlu yê ku xwe ji her kesî kurdtir dibîne û xwedêgiravî li dijî dewleta tirk e, îro bi gilînameyekê li Diyarbekrê çû ba dozgerê dewleta tirk û giliyê PKK-ê bi dozgerê dewletê kir. Yanî dadgeha dewleta ku welatê me îşxal kiriye bi saya giliyê Guçlu, bû merciya edaletê û heqgerîna kurdan.

Gundiyên me jî wiha dikin, berê li hev dixin, hevûdu dikujin û dû ra jî diçin li qereqolê li hev gilî dikin. Û başçawîşê qereqol jî him têr li wan dixe û him jî rişweta xwe dixwe.

Lê weke tê zanîn ne PKK-ê tenê kurd kuştine, hin kes û hêzin din jî ji PKK-ê gelek însan kuştine.
Madem Guçlu, weke abûqatekî gilîkirin ji xwe kiriye kar, wê demê dibê giliyê wan kes û hêzên jî li ba dewleta tirk bike. Ji bo ku dewleta tirk ne PKK-ê tenê, wan jî ceza bike…
Rewşeke pir trajîk e, meriv nizane bigrî, nizane bikene…



XXX
Di heyvanê hin kesan da pîsî û xerabî heye, loma jî tu carî başî, rindî, çêyî, camêrî, merdî û dilfirehî ji wan nayê, di her gavê da xerabiyê, nerindiyê û fêsadiyê dikin.

Dibê meriv hevza xwe ji kesên wiha bike. Dijminatiya wan jî û dostiya wan jî tahlûke ye. Ya baş dibê tenê bimînin û weke aqrebê jahriya xwe berra bedana xwe bidin.


XXX
Dibê îro em ji her demê bêtir bi ezm û bi hêvî bin. Ji ber ku dema "Hêvî tunebe, tiştê tê hêvîkirin nayê bidestxistin."



XXX
Franklin gotiye, ”Di bîst saliyê da daxwaz, di sîh saliyê da zeka, di çel saliyê da aqil girîng e”
Min fêm nekir xwedêjêrazî çima negotiye di 50, 60 û 70 saliyê da ji însanan ra çi girîng e?
Belkî jî di van salan da însan dixirife loma tiştek negotiye. Çi bibêjim, gava meriv li hin rîsipyên kurdan yên 60-70 salî dinêre ev tê bîra meriv.



XXX
Ji bo ku tu bibî efendiyê zanînê, dibê tu bibî koleyê xebatê. //Balzac
-Kesên armanca wan tunebe ji xebatê jî tu kêfê nagrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE