15 februari 2012

Pirseke pir sivik ji hemû neyarên PKK-ê...

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da pirsekê ji hemû xêrnexwaz û neyarên PKK-ê bikim.

Em bibêjin ku, artêşa tirk êrîşeke berfireh bir ser Qendîlê û hemû gerîla û berpirsiyar û serokên PKK-ê kuştin. Û yên ne kuştin jî hemû teslîm girtin û anîn xistin zindanê û muebet dan hemûyan.

Em bibêjin ku, KCK, HPG, KCD hemû girtin û serok û bepirsiyarên wan jî giş avêtin zindanan û cezayên giran dan wan.

Em bibêjin ku, BDP girtin û hemû berpirsiyarên wê ceza kirin.

Em bibêjin ku, hemû belediye(100), encumen û muxtar ji BDP-ê standin û AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê di nava hev da li hev par kirin.

Em bibêjin ku, parlamenteriya 36 parlamenterên BDP-ê xistin û ew jî weke her şeşên di hefsê da avêtin zindanê û di dewsa wan da AKP-ê 36 parlamenterên din ji Kurdistanê û Tirkiyê li xwe zêde kir.

Em bibêjin ku li der û li hundur hemû telewîzyon, radyo, kovar û rojnameyên pKK-ê û yên nêzî PK-ê girtin.

Em bibêjin ku, li der û li hundur çuqas komele û rêxistinên nêzî PKK-ê hene hemû hatin qedxekirin.

Yanî bi kinî em bibêjin ku PKK, KCK, BDP, KCD welhasil hemû rêxistin, dezgeh, çapemenî û organên PKK-ê û yên nêzî PKK-ê bi tevayî hatin girtin û qedxekirin. Û bi vî hawî PKK, wek partî, weke hêz li tu derê nema…

Gelo bi vê netîceyê ewê kara miletê kurd çi be, kurd ê çi feydeyê, çi karê ji vê têkçûna PKK-ê bibîne?

Gelo bi vê têkçûna PKK-ê, Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu û kesên weke wan, ewê çi bidest xin?
Pir, pir çend rojan ewê kêfxweş û dilşa bibin, ma bêyî vê tiştekî din heye?

XXX
Nûray Mert xanimê çend caran di quncikê xwe da got kurd jî guneh in, zêde zulmê lê nekin, malik lê viritî, bi van gotinan bû sebebê nanê xwe.

Piştî Ece Temelkuran, Banu Guven, Can Dundar, Mehmet Altan, nuha jî rojnameya Milliyetê Nûray Mert ji ber nêzikayiya wê ya bi kurdan ra ew ji kar derxist.

Mesela kurd weke topeke agir e, kî destê xwe bidê dişewite. Kî bixwaze vî agirî vemirîne malik lê divirite, hukûmet di cî da lê tê xezebê, tavilê ji kar dide derxistin.
Bi îhtîmaleke mezin bi emir û daxwaza hukûmetê Nûray Mertê jî karê xwe wenda kir.

XXX
Nunerê Herêma Kurdistanê yê li Washingtonê Qûbad Talabanî, di hevpeyvîna xwe ya bi Haberturkê ra ji hukûmeta AKP-ê ra gotiye, dev ji şer berdin û li riyên çareseriyeke aştiyane bigerin.

Qubadî gotiye, ”li Tirkiyê milyonek PKK-yî hene, ger hûn PKK-yiyên li Qendîlê tune bikin, ma qey pirs ewê çareser bibe? Em bêjin ku sibe operasyon hatin kirin û 3 hezar PKK-yiyên li Qendîlê hatin tunekirin. Gelo e...wê pirs çareser bibe? Milyonek PKK-yiyên li Tirkiyê ewê çi bibe?”

Qubad Talabanî dîtinên xwe wiha domandiye: “Li Qendîlê Seddam di êrişên leşkerî de bi ser neket. Çareserî şer û çekan derbas dike. Pirsa nasname, dîrok, siyaset, çand û her wekî dine. Pirseke navxwe ya Tirkiyê ye û heger Enqere ji bo çareseriyê piştgiriyê ji me bixwaze, emê bi vê yekê keyfxweş bin.”

Ji xwe hemû kurd eynî tiştî dibêjin. Lê Erqebûl nake, ji ber ku ji Emerîka û Ewrûpayê hin teknîkên nuh bi dest xistiye loma jî di şerda israr dike.
Lê ew ne 30 hezar, ew 300 hezar kurd bikujin jî ev mesele hel nabe û kurd dev ji doza mafên xwe yên netewî bernadin.

1 kommentar:

  1. Ev nivisa te li ser kommetrea doyin e. Mamoste kes neyarê PKK nine em neyartiya ew kesên ku rêveberiya PKK dikin û desteki wan ji bi Ergenekonê re girêdaye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE