14 februari 2012

Nameyeke şalûziyê

Min nuh di malpera Netkurdê da nameya Muhsin Kizilkaya ya ku ji cîgirê serokwezîr Bulent Arinç ra şandiye xwend.

Tirkiya nameyê jî di rojnameya Starê da heye.
Xwedêgiravî Kizilkaya bi vê nameyê rexne li gotinên Bulent Arinç, ”kurdî ne zimanê medeniyetê” girtiye.

Lê ji nameyeke rexneyî bêtir, ji serî heta dawiyê pesnê camêrî, başî û dilrahmiya Arinç e.
Li hemberî dijmin be jî, bêguman dibê meriv di rexneyên xwe da sergiran, bi edeb û bi hurmet be, heqaretê li xelkê neke. Îtîraza min ji vê yekê ra tuneye.

Lê rebenî û şalûsî tiştekî din e.
Ji pesinên ne rast û gotinên zeytkirinê û şelafiyeke bêmane min bi xwe di xwendina wê da zahmetî kişand.

Min şêleke wiha qet ji Muhsîn nedipa, min şêleke/sekneke hîn dobra, hîn mêrane û hîn bi şexsiyet jê dipa. Lê mixabin vê nameya wî ez xeyalşikestî kirim. Ez Muhsîn zêde nas nakim, di çend bernameyên telewîzyonan da întîbaeke hîn baştir li ser min hîştibû.
Lê vê nameya wî ev înîba min xera kir.

Kurdekî bîrewer, têgihiştî, pir hindik dikane heqiyê û neheqiyê ji hev bigerîne, çawa dikane hewqasî pesnê siyasetmedarekî weke Arinç nîjadperest bide, meriv matmayî dimîne.

Tu dibê qey Arinç ev 10 sal in ne yek ji berpirsiyar û birêvebirê dewelata tirk e û Kurdistan jî ne di bin îşxala vê dewletê da ye.

Tu dibêjî qey di nava van 10 salên îktîdara Arinç da, bi biryar û destûra hukûmeta Arinç bi hezaran keç û xortên kurd nehatine kuştin.

 Tu dibêjî qey Arinç, ne yek ji serokê vê hukûmetê û dewletê yê herî girîng e, şêx û ewliyayekî derî derî îktîdar û siyasetê ye….
Xwezî Muhsîn ev name jî ninivîsand…


XXX
Di şer da dibê meriv xwe sist neke, sistî malxerabî ye.
-Heger tu hors î xwe zexm bigre, heger tu çakûç î di wextê da lêxe...


XXX
Hûn dizanin, di vî umrî da ez jî bi ber bayê propagandeya kapîtalîzmê ketim û min jî îro, ”di roja dilan/evîndaran” da ji xanimê ra qevdek gul û pakêtek ”çoqolatayê dil” kirî.

Erê tiştê wiha bi min nakeve, dibê min di wextê da bikira, êdî hasil çûye mûsil, lê dîsa jî baş bû, ez li karê derketim. Xanimê ji min ra got, wê demê te ”himêzkirin heq kir” !

Yaho zimanê şîrîn û pere, bawer bikin kevir jî nerm dike….
Û li ba siyasetmedarên kurdan jî ne zimanê şîrîn heye û ne jî pere...

Lê ev herdu tişt jî nuha li ba hukûmeta Erdogan hene. Mêrikan him zimanê xwe hingiv tê da ne, şîrîn kirine û him jî devê kîs vekirine, kî ji nivîsên min du sê gotinên kurdî fêr dibe dihere di TRt6- da dest bi kar dike…

1 kommentar:

  1. Mamoste wê rewsa apociyên sermok û vesarti wê cewABE

    SvaraRadera

PARVE BIKE