13 februari 2012

Ma sûcê diz jî tuneye?

Diz ketin mala Xoce Nesredîn, mala feqîro req û rût kirin. Sibê gava bi xwe hesiya bala xwe dayê ku tiştek li hundur nemaye, dizan tiştek jê ra nehîştine.

Bîstek derbas bû cîran, nas û dost pê hesiyan û hatin li ser serê Xoce kom bûn.

Hinekan bala xwe dan deriyê malê, gotin Xoce, weleh deriyê te ne saxlem e.
Hinekan gotin, wa ye kilît jî ne tu kilît e, zarok jî dikanin têkevin hundur.

Hinekan gotin, wa ye pace jî ne tu pace ye, diz dikanin bi rehetî ji paceyê jî têkevin hundur.
Welhasil, derî ne saxlem e, kilît ne baş e, derî bê çanqel e, pace ne tu paceye, bi vî hawî her kesî kêmasiyek dît û sûc kir hustuyê Xoce, gotin dibê te derî û paceyên xwe baş mezbût bikira. Sûcê te ye.

Xoce Nesredîn bi ruyekî kenok got, temam, derî ne saxlem, kilît ne baş, çanqel tune, pace ne tu pace, heyran van kêmesiyan hemû min qebûl, lê ma tu sûcekî vî dizî jî tuneye?

Bûyera KCK-ê û MIT-ê jî eynî mesele ye. Ev çend roj in bala min lêye muxalifên PKK-ê her kes bi ser KCK- da dike û sûc dixe hustuyê KCK-ê, dibêjin dewlet çawa dikane ajannên xwe têxe nav û bi wan tişta li ser navê KCK-ê sûc bide kirin.

Hineke tew dibêjin dewletê KCK ava kiriye. Mesele baş li bin guhê hev ketiye, bûye gêrmiya gavan.
Nuha çi rast e, çi derew e hîn baş nayê zanîn, lê ewê nuha derkeve.

Lê li gel vê nezelaliyê jî tiştê dozger dibêje heger rast be skandal e. Loma jî helbet dibê meriv KCK-ê rexne bike. Lê li alî din dibê meriv berê xwe bide hukûmetê, yanî xwediyê ajanan jî, çimkî yên ajan xistine nava KCK-ê û pê sûc dane kirin hukûmet e.

Hukûmet çawa dikane li ser navê rêxistinan, însanan teşwîqî sûc bike, di sûc bigerîne?
Loma jî mudaxeleya hukûmetê û destkişandina dozger ji wezîfê dibê were rexne kirin.

Heger sûceke heye dibê derkeve û kesên ew sûc kirine û dane kirin dibê werin cezakirin.
Yanî tiştê bi KCK-ê ve girêdayî bêguman dibê dekevin û werin minaqeşekirine. Lê her wisa di vî karî da nêt û planên hukûmetê jî dibê werin dîtin û rexnekirin.

Ji ber ku hukûmet ji alîkî da xwedêgiravî ji bo çareseriya mesela kurd bi KCK-ê ra rûdine, lê li aliyê din jî ji bo kadir û elemanên wê têxe têxe hundur dek û dolaban digerîne. Yanî siyaseteke durû dimeşîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE