11 februari 2012

Hevdîtinên hukûmetê bi PKK-ê ra ji bo topkirina îstîxbaratê bûye

Hukûmeta AKP-ê heta nuha digot, wan ji ber bûyera Silîva dev ji hevdîtinên bi PKK-ê ra berda. Heger PKK-ê li Silîva ew bûyer dernexista û nizanim çend leşker nekuşta, wan ê dev ji hevdîtinan berneda û hevdîtin miheqeq bigihandana netîceyekê. Lê piştî wê êrîşê, domandina hevdîtinan ne mimkûn bû.

Beşekî bîrûraya giştî ya mezin û çapemeniya tirk jî vê îdîaya hukûmetê weke rastiyê qebûl dike û sebebê şer dixin hustuyê PKK-ê. 


Dibêjin heger PKK-ê li Silîva ew bûyer dernexista şer destpênedikir û rewş wiha xera nedibû.
Lê ji pêr daye, piştî ku dozger xwest di çarçeweya doza KCK-ê da îfadeya Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan bigre, berdevkên hukûmetê îcar li têleke din dixin, dibêjin, Hakan Fîdan û berpirsên MIT-ê yên din ji bo topkirina îstîxbaratê bi ”rêxistina terorê” yanî KCK-ê ra rûniştine.

Yanî ew îdîayên ku heta nuha digotin heger PKK-ê ew bûyer çênekira hukûmetê hevdîtin bidomanda û protokol îmze bikira, ne rast e. Nûnerên hukümetê û MIT, ne ji bo çareserkirina meselê, ji bo topkirina îstîxbaratê ketine nava KCK-ê û pê ra hevdïtin kirine.

Do berdevkên hukûmetê Bozdag û Arinç gotin, MIT-ê bi rêxistina terorê ra hevdîtin nekiriye, wezîfeya xwe kiriye, ji bo ku bizanibe rêxistina terorê çi dike, çi nake ketiye nav ”rêxistinê” û ji dewletê ra îstîxbarat topkiriye.

Herciqas KCK-ê çend caran got, bûera Silîva bahaneye, Erdogan protokol ku di nabêna me û nûnerên hukûmetê da hatibû îmzekirin qebûl nekir loma têkilî qut bû û şer dest pê kir.

Lê kesî bawer nedikir, ji ber ku hukûmetê jî bi zanetî, ji bo ku nêta xwe veşêra û sûc têxe hustuyê KCK-ê û PKK-ê, digot ji ber bûyera Silîva me danûstendinên xwe qut kir.

Lê baş bû ku hukûmetê ji mecbûrî wa ye rastî qebûl kir, got em ne ji bo çareserkirina mesela kurd, ji bo xapandinê û topkirina îstîxbaratê bi wan ra rûniştine.

Hukûmetê ne ev tenê, bi riya abûqatên merivên MIT-ê gelek sûcên din jî kiriye û bi KCK-ê jî daye kirin. Bi minasebeta îfadeya Hakan Fîdan ew jî wa ye peyderpey derdikevin ortê.

XXX

-Tu zêde qedir bidî kerê
ewê bibêje belkî ew hespa bezê ye,
Tu zêde qedir bidî meriv neînsan
ewê bibêje belkî ew însan e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE