27 februari 2012

Feyde û zirara nivîsandinê

F. Bacon gotiye, "Xwendin meriv dadigre, bi însanan ra axaftin meriv hazir dike, lê nivîsandin meriv kamil dike."
Weleh min ji vê duayê ra negot amîn. Heger bi rastî jî nivîsandinê însan kamil bikira wê demê dibê hin siyasetmedar û nivîskarên me ku ev 40- 50 sal in dinivîsin dibê nuha hemû kamil bûna. Lê ez bi xwe tu kamiliyê li ba wan nabînim.
Lê dibe ku nivîsandin her kesî kamil nake, hin kesan "kamil" û hin kesan jî "cahil" dike...



XXX
Bi perê xelkê comerdî, bi aqilê xelkê biaqilî û bi zanîna xelkê jî zanatî nabe...
Zû dereng pûrê meriv derdikeve û meriv perîşan dibe.
Ya baş ew e ku meriv di rûnê xwe da biqijile û bi aqilê xwe were serî...



XXX
Her îcad û serkeftina mezin ya dinyayê dîtiye berê xeyal bû.
Çinara herî mezin berê bizrek bû, teyrê herî mezin berê di hêkekê da veşartî bû."
Kurdino, netirsin Kurdistana serbixwe îro xeyal be, lê sibe ewê bi rast bigire. Hemû îdîalên mezin berê weke xeyal dest pê kirine. Tenê bawerî û ezmê xwe wenda nekin, tenê bêhêvî nebin û zû newestin û ji bo çend quriş pere refê xwe neguherînin...
Ji bo îdîalên mezin fedekariyên mezin lazim in...


XXX
Kesê ku di xortaniya xwe da dara zanînê neçîne, dema kal bibe nikane siyeke ku ji xwe ra bîstekê lê rehet bike bibîne.
Ê ji xwe ku tembelî û tiralî tunebûya nuha ne dinya di vî halî da bû û ne jî kurd hîn wiha bindest bûn.
Zanîn nifteya deriyê azadiyê ye, bêyî bidestxistina wê nifteyê azadî ne mimkûn e...



XXX
Camêrekî fransî bi navê Exupery gotiye, ” însan ancax gava bi dilê xwe binêre dikane rastiyê bibîne. Çav nikanin heyvanê rastiyê bibînin. ”
Gotin rast e, lê weleh êdî dinya ne dinya berê ye, xelk ne bi dil û ne jî bi çêv(çav), tenê li gorî menfaetê dinêre û li gorî menfaetê dibîne. Kî çend quriş pere têke destê wan, di cî da dev diguherin û dev ji hemû bîr û baweriyên xwe yên salan berdidin û dibin heval û zilamên kesên xwedî pere.
Yanî êdî îdeolojî jî, siyaset jî û bawerî jî bûye pere, xwediyê pera him rast e û him bi heq e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE