29 februari 2012

Guhertin û tîcareta siyasî

Herkes fikirê xwe diguherîne. Kesê tu carî fikir û dîtinên xwe neguherîne tuneye. Tenê dîn û mirî fikrên xwe neguherînin, nikanin biguherînin.

Yanî di jiyanê da fikirguhertin, dîtin û bawerî guhertin normal e û dibe.
Carnan ev guhertin dikane bi ”pêşda” û carnan jî bi ”paşda” be. Yanî carnan yekî rast û dîndar dikane dev ji bîr û baweriyên xwe berde û here ser fikra çep ya jî fikreke din.

Zikir û fikrên wan yek e

Li Stenbolê di mitînga protestokirina qetlîama Hocaliyê da faşîst û nîjadperestên tirk bandrolên bi nivîsên, ”Hûn hemû ermenî ne, hûn hemû pînc in. Bozqurt li vir in, Hrant Dînk li ku ye?” gelekên weke van bilind kirine.

Hocalî qesebeyeke Qerebaxê ye û azerî lê dijîn. Di 26-ê sibata 1992-an da, di dema şerê azerî û ermeniyan da, hêzên ermenî li Hocaliyê li gor îdîa azeriyan 600 siwîl kuştin.

Tirkan di 26-ê mehê da xwedêgdiravî ev qetlîam protesto kirin.
Ya girîng, weîzrê AKP-ê yê karûbarê hundur Îdrîs Naîm Şahîn jî beşdarî vê mîtînga nîjadperest bû axaftineke ji serî heta dawî ya nîjadperest û mişt heqaret kir.

Li hemberî rexneyan Erdogan, weke hertim dîsa Şahîn parast û got meseleyeke biçûk û ”munferît” e.
Êdî baş eşkere bû ku Îdrîs Naîm Şahîn, faşîstekî dev bi kef û girêz e û ew ji alî Erdogan ve ji bo vî karî bi taybetî hatiye hilbijartin.

Loma jî çiqas rexne tê kirin jî lê Erdogan tim Şahîn diparêze û ji wezîfeyê nagre.
Loma jî meriv dikane bibêje ku Şahîn, dîtin, hest û îdeolojiya Erdogan praktîze dike.
Gelek kesên şelaf û pûlperest Erdogan baş û Şahîn jî xerab nîşan didin.

Lê ev durûtiyeke mezin e, yê Şahîn aniye wir Erdogan e û Şahîn li ser daxwaza Erdogan li ser kursiya xwe rûdine. Ne piştgiriya Erdogan be, Şahîn nikane rojekê jî li ser wê kursiyê bimîne.

Heger Şahîn ne berdilkê Erdogan bûya nuha ji zûda ew ji wezîfeyê girtibû. Ji ber ku potên heta nuha Şahîn şikandine bi jimar nayên. Lê Erdogan dîsa jî dev jê bernade, çimkî fikir û zikrên wan yek e.


XXX
Havîn nêz dibe û min dîsa bîriya gerê kiriye; bîriya dîtina welêt û ya dost û havalan.
Bi gerê bîna min fire dibe, tûrikê min tije fikir û raman dibe. Weke êmîşî zivistanê gava dilê min bixwaze devê kîsikê xwe hêdîka vedikim û ji xwe ra lê diçêrim…


XXX
Weleh îro roj bi serê me û Stockholma xopan ket, em bi tîn û tîrêjên wê xenê bûn.
Befir heliya û çivîkan li ser daran dan lotikan...
Min ji ciyê kar zû bazda mal, ji bo ku bîstekê xwe bidim berberojk, lê heta gihîştim mal roj ji zûda ji hewşê derketibû...
Ji mecbûrî min çû xwe da ber kompîtorê...

28 februari 2012

Kemal Burkay di raunda pêşî da 8 kes nakawt kir

Di nava Hak-Parê da raunda pêşî Kemal Burkayê 75 salî bi ferqeke mezin qezenc kir, 8 endamên Meclîsa Partiyê bi hev ra naqawt kir û tê payin ku ewê hîn çend kesên din jî naqawt bike.

Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîse Burkay, Saît Aydogmuş, Mehmet Vûral û Vahît Abay jî di nav da 8 endamên Meclîsa Hak-Parê mecbûrî îstîfayê kir. Ev 8 kes Kesên îstîfa kirine di rojên pêş da ewê biryara xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera bikin.

Endamekî Meclîsa Partiyê sebebên veqetandina xwe ji malpera Aknewsê ra wiha aniye zimên:

“HAK-PAR ji xwe di bin wesayeta gurûpa PSK-ê de bû. Bi salan e em têdikoşin ji bin wesayetê derneket. Piştî Kemal Burkay ji derveyî welat hat, partî niha rasterast kete bin wesayeta Kemal Burkay. Digel ku ne endam bû jî partî di bin wesayeta wî de bû. Lê niha bû endam û îhtîmaleke mezin dê bibe serokê giştî.”

Burkay gelek caran Ocalan bi dîktatoriyê îtham dike û dibêje BDP di bin wesayeta wî da ye.
Ev rast e, lê ez dikanim bibîjim ku di vî warî da Burkay ji Ocalan pir ne demokrattir e. Heger demokrattir bûya ewê hewqas sal ji dervayî welêt nikanîbûya Hak-Parê bi vî rengî di bin emrê xwe da bihêle û piştî vegerê jî dîsa teslîmbigre.

Burkay merivekî pir bi gir û kîndar e, ewê heta mirina xwe bela xwe ji PKK-ê veneke.
Burkay dema vegeriya, got ew kal bûye û ewê siyaseta aktîf neke. Lê bi qasî xuya ye ewê li ser vê gotina xwe nemîne û ewê bike.

Û ji bo vê yekê jî jê ra hin wasite, pişt û heval lazim in.
Burkay ewê Hak-Parê ji bo şerê xwe ya şexsî li hemberî PKK-ê û BDP-ê weke çekekê bikar bîne. Ji xwe loma jî bû endamê Hak-Parê û pir ne dûr e ku bibe serok jî.
Lê heger nebe serok jî ewê ji pişt perdê îdare bike. Ji xwe heta nuha jî pir hindik wisa kiriye.

XXX
Kurd li cîhanê miletê herî bi xurûr, herî canfîda, herî fedakar, herî dilêr û herî liberxwedêr e.
Kurd ev dused sal in li hemberî sê hûtên herêmê û bi dehan cinawir û keftarên cîhanê şer dikin û teslîm nabin.

Dawiya dawî gelê kurd ewê bi tena serê xwe zora hemû van hût, keftar û çeqelan bibe û bigihîje azadiya xwe.

Gelek tirsonek û pûlperest bawer nekin û refên xwe biguherin jî lê gelê kurd di vê sedsalê da ewê bigihîje azadiya xwe, tu hêz nikane rê li ber vê yekê bigre.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, berî nuha bi 2 sal û nîvan ”mizgîniyek” dabû gelê Diyarbekrê û gotibû ku ”Ezê ji we ra girtîgehek nû ava bikim.”
Erdogan waye vê soza xwe tîne cî, girtîgeheke ”modern” û pir mezin di rojên pêş da ji bo gelê kurd li Diyarbekrê tê avakirin.
Li Amedê girtîgehên Tîpa E û Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D berê hene. Lê li gorî Erdogan ev herdu girtîgeh têra kurdan nake, dibê ...ji wan ra yên hîn mezin werin çêkirin.
Li Xerbê ji tirkan ra muze, park, kitêbxane, otêl, xan û hemaman ava dikin û ji kurdan ra jî zindanan. Ji ber ku Erdogan rehetî û dilşadiyê layiqî kurdan nabîne, ciyê kurdan dibê ya zindan ya jî goristan be. Loma jî mêrik ji kurdan ra zindanên nuh û mezin ava dike.
Girtîgeha nuh ewê li ser milyonek û 413 mîtro çargoşe were avakirin û kapesîteya wê jî ewê li dora 2 hezar û 80 kesî be….


XXX



-Ji bo ku em pir guhdarî bikin û hindik bipeyivin du guhên me û zimanekî me heye. //Diogenes)

27 februari 2012

Feyde û zirara nivîsandinê

F. Bacon gotiye, "Xwendin meriv dadigre, bi însanan ra axaftin meriv hazir dike, lê nivîsandin meriv kamil dike."
Weleh min ji vê duayê ra negot amîn. Heger bi rastî jî nivîsandinê însan kamil bikira wê demê dibê hin siyasetmedar û nivîskarên me ku ev 40- 50 sal in dinivîsin dibê nuha hemû kamil bûna. Lê ez bi xwe tu kamiliyê li ba wan nabînim.
Lê dibe ku nivîsandin her kesî kamil nake, hin kesan "kamil" û hin kesan jî "cahil" dike...



XXX
Bi perê xelkê comerdî, bi aqilê xelkê biaqilî û bi zanîna xelkê jî zanatî nabe...
Zû dereng pûrê meriv derdikeve û meriv perîşan dibe.
Ya baş ew e ku meriv di rûnê xwe da biqijile û bi aqilê xwe were serî...



XXX
Her îcad û serkeftina mezin ya dinyayê dîtiye berê xeyal bû.
Çinara herî mezin berê bizrek bû, teyrê herî mezin berê di hêkekê da veşartî bû."
Kurdino, netirsin Kurdistana serbixwe îro xeyal be, lê sibe ewê bi rast bigire. Hemû îdîalên mezin berê weke xeyal dest pê kirine. Tenê bawerî û ezmê xwe wenda nekin, tenê bêhêvî nebin û zû newestin û ji bo çend quriş pere refê xwe neguherînin...
Ji bo îdîalên mezin fedekariyên mezin lazim in...


XXX
Kesê ku di xortaniya xwe da dara zanînê neçîne, dema kal bibe nikane siyeke ku ji xwe ra bîstekê lê rehet bike bibîne.
Ê ji xwe ku tembelî û tiralî tunebûya nuha ne dinya di vî halî da bû û ne jî kurd hîn wiha bindest bûn.
Zanîn nifteya deriyê azadiyê ye, bêyî bidestxistina wê nifteyê azadî ne mimkûn e...



XXX
Camêrekî fransî bi navê Exupery gotiye, ” însan ancax gava bi dilê xwe binêre dikane rastiyê bibîne. Çav nikanin heyvanê rastiyê bibînin. ”
Gotin rast e, lê weleh êdî dinya ne dinya berê ye, xelk ne bi dil û ne jî bi çêv(çav), tenê li gorî menfaetê dinêre û li gorî menfaetê dibîne. Kî çend quriş pere têke destê wan, di cî da dev diguherin û dev ji hemû bîr û baweriyên xwe yên salan berdidin û dibin heval û zilamên kesên xwedî pere.
Yanî êdî îdeolojî jî, siyaset jî û bawerî jî bûye pere, xwediyê pera him rast e û him bi heq e…

26 februari 2012

Gelî cixarekêşan hela werin guh bidin vê helbestê

Hemşeriyê min Silêman Kaya, dîsa helbesteke pir baş û di ser da jî pir bi feyde nivîsîye û bi riya lawê Mesût ji min ra şandiye. Ez li jêr wê diweşînim. Ez bawer dikim bi xwendina vê helbesta ji serî heta dawî mişt şîret weke min hûnê jî dilşa bibin.

Ji zûda bû min bîriya helbestên wî kiribû. Bi vê helbesta wî ”Tutûnkêş”ê ez pir kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo vê helbesta giranbuha.



TUTÛNKÊŞEw kêşana tutûnê
Tiştek nakave şûnê
Tutûn tutûna Semsûr
Ew bi kêrê dikin hûr
Tutûn zer e, dûxan reş
Tiştek nîne wek wê xweş
Pir jê hezdikin ciwan
Ew bilind dikin dûxan
Ew nikane bi ciwana
Piştî dem û dewrana
Temen dighêje çel û çar
Xwe li meriv dike diyar
Ew dikeve nav xwînê
Çêdike war û şûnê
Pişik û xwîn û damar
Ji dest wê dikin hawar
Wek şêxê mirîd li dû
Nayê berdan zû bi zû
Ew tutûna Semsûr e
Derba wê zêde kûre
Ey ciwanên temen çûk
Yê zewicîn anîn bûk
Wê cixara pîs û tal
Bi xwere nekin heval
Ger têkeve nav xûnê
Weke pûştiya qûnê
Êdi ji we nabe dûr
Tev mirin û gora dûr
Roma reş û cixare
Yek dûpişk e yek mar e
Tev bajarî û gundîya
Dûrkevin ji herdûya
Hem şêrete hem xêre
Wenda neke veşêre
Ez mirim hûn bixwînin
Min di bîra xwe bînin
Tev zirara mal û can
Ev destan ya Silêman

Suleyman Kaya/Wêranşar/2012

XXX
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi hev ra îro li Kitêbxaneya Kurdî paneleke li ser ferhengên kurdî (zazakî, kurmancî, soranî) çêkirin.

Panel ji aliyê Malmisanij, Reşo Zîlan û Golbar Emîn ve hate dayin Paneleke bi feyde û gelkî baş bû.
Ji ber ku gelek kes hatibûn panelê ciyê rûniştinê nema, loma jî gelek kesî panel ji piya(li pê)guhdarî kir.

Hersê axatvanên panelê qala hin gelş û astengiyên zimanê kurdî û serpêhatiyên xwe yên xebatê kirin.
Civîneke pir bi sûd û berhemdar bû.

Piştî panelê em çend hevalên DDKD-yî yên kevn çûn li komeleya me ya berê rûniştin û me bîstekê sohbet û qala rojên berê kir.

25 februari 2012

Li Kurdistanê zarokxane hêlîna asîmîlasyonê ne

Du roj berê serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr, sîstema perwerdeya Tirkiyê rexne kir û got, li gel ku ew bi zarokên xwe ra tenê bi kurdî dipeyive jî lê piş tî ku zarokan dest bi zarokxaneyê kirine zarok bi kurdî napeyivin û bi tirkî bersîvê didin wî.

 Berê ez dixwazim beş ekî ji vê axaftina Baydemîr bigrim jêr. Baydemîr wiha gotiye:

”Ez 40 salî me û ji roja ku ew çêbûne û heta nuha ez yek kelîme jî bi tirkî bi Mîr Zanyar û Diyanayê re nepeyivîme; ez bi wan ra hertim bi kurdî dipeyivim. Lê belê herdu zarokên min piştî ku dest bi çûna zarokxaneyê kirin kelîmeyekê tenê jî bi kurdî bi min re napryivin. Ez bi kurdî ji wan dipirsim ew bi tirkî bersiva min didin. Ew bi tirkî dipirsin, ez bi kurdî bersiva wan didim. Ez pir vekirî û zelal dibêjim: Ev zilm e. Sibe ewê dest bi dibistanê bikin û bibêjin ”Ez tirk im, rastgo me, xebatkar im”. Min 20 salên xwe daye vê dozê û ez nikanim zimanê xwe bidim zarokên xwe, ev zilm e. Divêt polîs û dozgir vê bizanin û halê me fêm bikin. Em ne tirk in, em kurd in, em dixwazin bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe wekî parçeyeka ji vî welatî bijîn.”

Tiştên Baydemîr gotine hemû rast in, ne halê wî tenê, halê hemû kurdên bajarî, bi taybetî jî yên ku zarokên xwe dişînin zarokxane û dersxaneyên taybetî rewş a wan ev e…

Li Kurdistanê zarokxane fenomeneke nuh e û diyar e di destê hêzên pir xerab da ne.
Berê li Kurdistanê her zarokê diçû dibistanê bi vî rengî ji zimanê xwe qut nedibû.

Baydemîr jî bi salan çûye dibistanên tirkî û bûye abûqat, lê trajediya hatiye serê zaroên wî nehatiye serê wî.

Nefreta ji zimanê kurdî û kurdayetiyê ne bi dibistanan, bi zarokxaneyan destpêkiriye.
Par gava ez çûm welêt min dît ku eynî tişt hatiye serê lawê birayê min ê biçûk jî.

Birayê min xanima wî û diya min bi zarokên ra bi kurdî dipeyivin. Lê weke Baydemîr jî gotiye, piş tî ku lawik çend mehan diçe zarokxaneyê, dev ji kurdî berdide, dibêje kurdî pîs e û bi dê û bavê xwe ra bi kurdî napeyive, tim bi tirkî bersîva wan dide. Û dema dê û bavê wî pir israr dikin, diqehere û dibêje ez ne kurd im, ez tirk im û nizanim çi û çi…

Li ser vê tavilê wî ji zarokxaneyê derdixin. Dema min dît psîkolojiya lîwîk qet ne baş bû.
Yanî problem zarokxane, personal û pwerdeya wê ye. Di zarokxaneyê da zarokan bi pereyên dê û bavên wan dikin neyarê zimanê diya wan û kurdbûnê.

Li Kurdistanê kî dikane û diwêre li zarokên kurdan wiha bikin pir înteresant e. Ji ber ku zarokxane ne ya dewletê ye, tiş tekî prïvat e, dibê kesên li wir kar dikin nikanibin weke mamürên dewletê ïdeolojiya resmî têxin serên zarokan.

Ez nizanim li Diyarbekrê kî zarokxaneyan vedikin û kesên li wir kar dikin kî ne û çi babet kes in?
Ev gelkî girîng e, zarokxane yên kê ne û kî li wir dixebitin û tahsîl ü terbiyeya wan çi ye?

Lê bi qasî ku ez dibînim li Diyarbekrê zarokxane bûne hêlîna asîmîlasyonê û dûrketina ji kurdî û kurdayetiyê.

Dibê belediye li ser vê meselê raweste û di vî warî da tedbîran bigre.
Ya din dibê belediye û kurdên din jî zarokxaneyên xurî kurdî vekin û dibê kurd jî zarokên xwe bişînin wan zarokxaneyan.

Ji ber ku di jiyana zarokdan da temenê di nabêna 3-û 6 salî da pir girîng e. Di van salan da zarok him di warê bedenî û him jî di warê zeka, ş exsiyet û fêrbûnê da zû bi pêş dikeve û zû fêr dibe, gelek norman digre, baş î û xerabiyê ji hev digerîne.

Rexnekirina dewletê û gazin tenê têr nake, dibê em bi xwe jî hin gavan bavêjin. Carê dibê meriv fê bibe çima piş tî destpêkirina zarokxaneyê zarok ji kurdî wiha dqut dibin?

Mesela li sêd hemû zarokên xerîba û helbet yên kurdan jî diherin zarokxaneyan, lê zarok weke yên Diyarbekrê dev ji zimanê xwe bernadin.

Ya din, di vê meselê da gava herî girîng vekirina zarokxaneyên kurdî ye, dibê kurd zarokxaneyên kurdî vekin û kurd jî zarokên xwe biş în wan.

23 februari 2012

Tirk îşê xwe baş dizanin

Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz gotiye, Tirkiye ewê ji Amerîkayê 100 balafirên şer yên   F-35 bikire û ji bo wan 16 milyar dolar pere bide Emerîka.

Û hîn jî em kurd dibêjin ku Emerîka çima alîkariya kurdên bakur nake û zixtê nade ser Tirkiyê.
Piştî ”bertîleke” hewqas mezin helbet Emerîka ewê kurdan fedayî van milyar dolaran bike.
Tirkiye bi ”bertîlên” wiha rê li ber perçebûna xwe û rizgarbûna kurdan digre.

Û ji xwe ji roja Komra Tirkiyê ava bûye û virda ye tirk tim wiha dikin, bi bertîl û rişwetên wiha Tirkiyê ji belavbûnê xelas dikin.

Ew jî dizanin heger Emerîkayê û Xerbê carnan wiha ”bertîl” nekin di nava çend salan da Tirkiye ewê bibe weke Sovyet û Yugoslavyayê û kurdê bigihîjin azadiya xwe. Bi ”rişwetên” wiha dewleta xwe li ser niga dihêlin.


XXX
Malpera Gawker a Amerîkayî, diyar kir ku Facebook ji bo Tirkiyê cuda û ji bo welatên din yên cîhanê jî krîterên cuda bikar tîne.

Yanî Facebook li hemberî Tirkiyê muameleyeke pir taybet û pir cuda dike…
Facebook, parvekirinên derbarê Ataturk, şewitandina ala Tirk û nexşeya Kurdistanê û da j...i berpirsên Tirk ra dişîne.

Lê li hemberî vê jî şewitandin ala kurd û hemû dijberiyên li hemberî PKK û Ocalan serbest in.
Bi qasî ku xuyaye hukûmeta AKP-ê di her warî da(di bin erd û asîman da hema çi tê bîra we) li hemberî kurdan dezgeh û beşên taybet çêkirine û bi riya van dezgeh û beşên taybet 24 saet hemû kurdan taqîb dikin.

Dewletek çawa dikane bi şev û roj hewqasî bide pey miletekî, meriv fêm nake, aqilê meriv disekine.
Û sosireta giran, Facebookê jî çawa ev daxwaza Tirkiyê qebûl kiriye, meriv wiya jî nikane fêm bike.

Lê ev taqîba nîjadperest ya întensîv ya kurdan jî nîşan dide ku Tirkiye çiqasî neyarê miletê kurd e, heta di cîhana xeyalî(sanal)da jî rehetiyê nade kurdan, di vir da jî wer li pey kurdan e.

Lê li alî din jî çawa dikanin vî hukmî bikin, Facebookê wiha têxin bin emrê xwe, ew jî jêhatîbûna wan nîşan dide.



XXX
Parlementerê BDP-ê yê Amedê yê girtî Hatîp Dîcle, di hilbijartina par da nameyeke sipasiyê ji hilbijêrên xwe ra şand.

Dibê Dîcle ev şaşîtî nekira. Ji ber ku ev, ”sûcekî” mezin e. Bi îdîeya ku di nameyê da “propangandaya rêxistinê” kiriye ji Dîcle ra 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Baş e ku muebet ya jî îdam nexwestin e. Bi qasî ku meriv fêm dike, Erdogan bi taybetî xwe daye benda Dîcle û rika xwe lê girêdaye, kîn û nefreteke wî ya taybet li hemberî Dîcle heye. Loma jî dixwezin wî di zindanê da birizîne.

Hûnê bibînin ne ev tenê, ewê hîn gelek ”sûcên” din jî ji Dîcle ra bibînin. Ji ber ku Erdogan wiha dixwaze.

22 februari 2012

Zimanê me sîgorta hebûna me ye

Rola zimên di xurtkirin û pêkanîna yekîtiya netewî da pir girîng e. Bi riya zimên miletek hebûna xwe didomîne.

Bi yekîtiya zimên ferdên miletekî xwe nêzî hev his dikin û dibin xwediyê zargotin, çand, edebiyat, dîrok û hestên hevpar.

Bi zimên em difikirin, fikir û ramanên xwe tîninin zimên û berhemên dîrokî û edebî û netewî diafirînin.

Zimanê me çi qasî pêşketî û dewlemend be, fikir û ramênên me jî hewqasî dewlemend dibe.
Ziman mîrateke netewî ye, loma jî her milet hewil dide ku vî mîrata netewî biparêze û bi pêş da bibe û dewlemendtir bike.

Bi riya zimên em dîroka pêşiyên xwe, serpêhatiyên bav û kalên xwe fêr dibin û berhemên wan yên edebî û çandî dewir digirin û dewrî cîlên pêşerojê dikin.

Zimanekî feqîr, tevlihev û pêşneketî tu carî nikane bibe çavkaniya çand û hunereke dewlemend û fikrên mezin.

Ji xwe dema meriv li cîhanê dinêre, meriv vê rastiyê bi hêsanî dibîne. Miletên ku zimanên wan bi pêşketiye miletên herî berhemdar, xwediyê çand û hunerên pir dewlemend in jî.

Ziman aqilê însan e, gava ziman bi pêş nekeve, aqil jî bi pêş nakeve, însan ”kêmaqil” dimîne, zanîn û ilim ji meriv sadir nabe.

Ji bo ku civatek di warê fikrî da bi pêş keve, dibê zimanê wê civatê jî pêşketî û dewlemend be, zimanê paşdemayî dibe sebebê civata paşdamayî.

Loma jî hêzên kolonyalîst di serî da zimanên gelên bindest qedexe dikin, rê li ber pêşketin û geşbûna zimanê wan digirin.

Heger dewleta tirk ya nîjadperest ev 90 sal in zimanê kurdî qedexe nekira nuha nikanîbû hewqasî rehet ev zulm li kurdan bikira.

Paşdemayina zimanê kurdî li ba kurdan bûye sebebê lawazî û paşdemayina şiûra netewî, qelsiya daxwazên azadî û serxwebûnê.

Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.

Heger heta îro em neheliyan e û nebûne tirk, xêra zimanê me mjye. Çimkî tiştê ku me kurdan ji dijminên me cuda dike ne dîn e û ne jî reng e, tenê ziman e.

Ji bo wê yekêye ku ji roja avabûna Komara Tirkiyê û virda ye tirk dixwazin kurdan asîmîle bikin. Ji bo ku zimanê me li ber çavê me reş bikin Arinç dibêje, "kurdî ne zimanê medeniyetê ye." Dixwazin bi hîle û xurdan perwerdeya zimanê kurdî qebûl nekin û di nava demê da me asîmîle bikin.
Lê dibê kurd tu carî bazariya zimanê xwe nekin, zimanê garantiya hebûna me ye.

Dema kurd jî weke miletên din asîmîle bibin yanî zimanê xwe wenda bikin ewê bibin tirk û tirkî jî ewê bibe zimanê wan yê dayikê. Wê demê kurdê jî weke hemû miletên din bihelin û bibin tirk.

Loma jî heger em naxwazin bibin tirk, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi rengekî xurt dewrî cîlên pêşerojê bikin.

Di dîrokê da kîjan miletî zimanê xwe jibîrkiribe, ew milet ji ruyê erdê wenda bûye.
Lê miletê ku zimanê xwe ji bîr nekiribe herçiqas hatibe qetilkirin, zor û zulm dîtibe û marûzî surgûnan bûbe jî dawiya dawiyê rojek hatiye gihîştiye azadiya xwe.

Loma jî ”ziman, sîgorteya her miletî ye.” Miletê bêyî vê sîgortayê mahkûmê wendabûnê ye.
Em kurdên bakur îro di demeke dîrokî ya pir krîtîk da dijîn, weke milet berdewamiya hebûna me ketiye xeterê. Li hemberî vê tahlûkeyê çeka me ya herî mezin zimanê me ye. Roja ku em vê çekê ji dest xwe berdin emê biqedin.

Ji ber vê yekê jî dibê em kurd ji zimanê xwe pir hez bikin, biparêzin, pê bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.

Zimanê me pêşeroja me û sîgorta hebûna me ye. Roja ku em zimanê xwe wenda bikin weke milet emê jî ji ruyê vê cîhanê wenda bibin.

21 februari 2012

Li Tirkiyê CINAWIR jî dibin mamoste !

Li Erzeromê mudûrê dibistana Dûmlupinarê Mustafa Aydin, di ”Konferfansa Huzûrê” da xwest ku dewlet xwîna zarokên sûcdar bigre û xertîteya genê derxe. Heger zarokê di pêşerojê da nebe nîjadperestekî tirk, bibe mixalifekî dewletê, dibê dewlet nehêle mezin bibe û berî ku bi ser nigan keve bikuje.

 Mustafa Aydin wiha gotiye:
”Tip pir bi pêş ketiye, ruyê însên diguherîne. Li emniyetê bira xwîna sûcdaran bigrin û xertîteya gena wan derxin. Piştî ku zarok hat dinyayê dibê analîz were kirin. Heger ji vî welatî, ji vî miletî û dewletê ra ewê bi zirar be, berî ku bi ser nigan keve dibê were tunekirin.”

Aydin her çiqas navê kurdan nedaye jî lê ji axaftina wî fêm dibe ku qesta wî zarokên kurdan e. Li gora pêşniyara wî, dibê dewlet hemû zarokên kurdan yên bi ”zirar” tespît bike û bi darê zorê ji dê û bavên wan bigre û bikuje.

A li Tirkiyê cenawarekî wiha bûye mamoste û li Kurdistanê dersê dide zarokên me…


XXX
Wezîrê karê daristanê û avê Veysel Eroglu gotiye li Tirkiyê ”Partiya faşîst ya pêşî CHP-ye.”
Ev tespîteke rast e. Lê ne CHP tenê, di esasê xwe da yên piştî wê jî yanî hemû partiyên tirk pir hindik faşîst in. Faşîzim îdeolojiyeke siyasî ya nîjadperest û totalîter e. Nîjadperestî, înkara miletê kurd, despotîzim û anîtî demokartîkbûn îdeolojiya hemû partiyên tirk e.


XXX
Serokwezîr Erdogan gotiye, ”Emê kesên hilbijartî ji kesên tayinkirî ra nekin qûl…”
Diyar e Erdogan 6 parlamenter, 17 serokbelediye û bi sedan hilbijartiyên din yên BDP-ê ku nuha di zindanan da ne weke kesên hilbijartî qebûl nake.

Li hin bajaran ne yek û dudu, hemû belediye xistine hefsê. Lê wisa xuyaye ku Erdogan ne tenê siyasetmedarên kurd, rayên kurdan jî ji rayan nahesibîne.

20 februari 2012

Tifaq

Heft lawên yekî cotkarî hebûn, tu carî li hev nedikirin, tim bi hev ra di şer û pevçûnan da bûn.
Bavê wan tim ji wan ra digot, ”ji hev hez bikin, bi hev ra şer nekin”, lê kesî guh nedida şîretên bavê xwe.

Bavê wan rojekê rabû bang wan kir, got, herin ji min ra 10 tîran bînin. Zarokên wî çûn jê ra 10 tîr anîn.

Bavê wan rabû 10 tîr kir qevd û baş girê da û dû ra jî yeko yeko da destên zarokên xwe û ji wan ra got:
-Kerem bikin bişkînin.

Zarokan yek yeko xwe di ber hev guherandin lê kirin nekirin, nikanîbûn tîr bişkandina.
Li ser vê, bavê wan qevdê tîran ji dest wan girt û vekir û dû ra jî tîr yeko yeko da wan û got, hela îcar xwe biceribînin.
Her heft bira jî tîr bi hêsanî şikandin.

Bavê wan got:
Hûn dibînin, tîr yek bi yek rehet dişkên, lê gava hatin ba hev û bûn qevd neşikiyan. Hûn jî heger xwe nedin ser hev û tifaqa xwe xurt nekin, hûnê jî wiha rehet bişkiyên. Lê heger hûn bi hev ra bin û tifaqa we hebe, wê demê kesê nikanibe bi we, hûnê zû bi zû têk neçin.

Yekîtî, hevkarî, tifaq meriv hertim xurt dike û dibe serkeftinê. Loma jî heger hûn dixwazin xelk bi hêsanî zora we nebe, dibê hûn bi hev ra di nava tifaqê da bin.


XXX
Ji hesinê xerab şûrekî baş çênabe û bi kevirê şaş û xiloxwarî jî dîwarekî saxlem avanabe…


XXX
Ji bo ku însan kamil bibe dibê miheqeq bi êşê were stran. Ji ber ku ew him kevir e, him jî heykeltiraş e. //Napeleon

Xwestin kurdan ji kok da qir bikin lê kurd qir nebûn

Zeynel Abîdîn Ozmen(1890- 1966)burokratekî tirk ê nîjadperest e. Ozmen, di sala1936-an da di raporeke xwe ya li ser kurdan da wiha dinivîsîne:

”Dibê meriv di partiya pêşî da kurdên çiyayî yên ku zimanê min nepeyivin hel bike. Heger ev bimîne pêşerojê ewê neteweperestiya kurd rabe geş bibe, rabe pêdarê. Li gorî min, hedîseya Şêx Seîd, bûyereke ku hestên kurdayetiyê xwedî û mezin kiriye. Serîhildanên Haco, Sason û yên din, Serîhildana Agiriyê jî ji eynî dozê ra xizmet kirin. Sebebê Serîhildana Zîlanê dîsa mesela kurd e. Çeteyên weke Elî û Seyidxan jî ji bo vê dozê xebitîne. Li herêma Sasonê xebatên Eliyê Ûnis û lawê wî Evdirehman jî hedîseyeke ji ber hestên kurdayetiyê hate meydanê.”
Zeynel Abîdîn Ozmen, demekê mufetişî û li Betlîs û Mûşê walîtî kiriye. Yanî li Kurdistanê maye, kurd ji nêzve nas kirine û li ser serîhildanên kurdan yên mezin û biçûk lêkolîn kiriye. Loma jî hîn di salên 1930-î d atexmîn kiriye heta ku kurd hebin ewê tu carî dev ji xebat û têkoşîna azadiya xwe bernedin.


Û ji ber vê yekê jî xwestiye dewlet weke ermeniyan koka kurdan ji binda biqelîne.
Û dewletê jî li hemberî kurdan bi dizî xebetake bi vî rengî tim meşandiye. Lê dem dem ji ber hin şertên der û hundur ev xebata dewletê carnan sist bûye. Lê belê tu carî ji rojeva dewletê derneketiye.
Paşdehîştina Kurdistanê û asîmîlekirina kurdan du unsûrên vê siyaseta dewletê ya wendakirina kurdan e.

Dewleta tirk herçiqas mesela kurd û armanca serîhildanên kurdan di resmiyetê da înkar bike jî, lê di hemû rapor û belgeyên dewletê yên dizî da hemû serîhildanên kurdan weke serîhildanên netewî dîtine û wisa jî bi nav kirine. Û li gora wê jî tedbîrên xwe girtine…

Lê ev cara pêşîye ku dewleta tirk rûbirûyê serîhildaneke kurdan ya hewqas mezin dibe. Ev 30 sal in ku dixwaze vê serîhildana kurdan bişkînin, lê nikanin.

Di hemû serêhildanên kurdan da hin kes û eşîr bûne hevalên dewletê û di şikestina serîhildanan da rola wan ji ya dewletê mezintir bûye.

Hukûmeta AKP-ê îro jî di nava kurdan da li eynî hevkaran digre. Çimkî dewlet dizane ku qeweta wan tenê têr nake, dibê ji hundur piştgiriya hin hevkaran bigrin. Bêguman hinek dane piştaxwe, lê ew têr nakin. Loma jî hukûmeta AKP-ê hin yaktîkên nuh bi kar tîne...

Lê ewê biser nekevin, çimkî yên serîhildane êdî ne şêxek, mîrek, eşîrek, du eşîr in, li seranserê Kurdistanê miletê kurd serî hildaye. Tu hêz nikane vî miletî rawestîne...

19 februari 2012

Şert temam in lê kurd hîn ne hazir in

Di dîrokê da miletê ku tifaq, hevkarî û yekîtiya xwe pêk anîbe zû dereng biser dikve. Hêz ji yekîtiyê çêdibe.

Civata ku hevkarî û tifaqa wê tunebe têda teşxele, tevlihevî, bêserîtî, şer û pevçûn peyda dibe. Tevlihevî û bêtifaqî jî tesîreke pir nebaş li însanan dike, di nava civatê da bêhêvîtiyê xurt dike.

Îro li hemberî neyaran çeka kurdan ya herî mezin hevkarî û yekîtiya wan e. Heta ku kurd di nava xwe da yekîtiya xwe ya netewî ava nekin şertên der û hundur çiqasî misaît bin jî nikanin biserkevin. Şertê serkeftinê yê yekem pêkanîna yekîtiya netewî ye.


XXX
”Pakêta kurd”, ”pêşîvekirina demokratîk” û hemû pakêt û ”açilimên” hukûmeta AKP-ê, wisa xuyaye ku manawrayên siyasî û projeya dewleta tirk ya xwe ji nuhve organîzekirinê ye.

Bi van projeyan(açiliman), dewletê xwest li hemberî tevgera kurd ya netewî li gorî şertên nuh xwe baştir techîz û amade bike û hin unsûr, wasite û aletên nuh têxe dewrê, hin hevkarên dewletê yên bêkêr biqewitîne, biguherîne û hin hevkarên nuh, yên hîn zînde têxe dewsa wan.


XXX
Îbrahîm Guçlu yê ku xwe ji her kesî kurdtir dibîne û xwedêgiravî li dijî dewleta tirk e, îro bi gilînameyekê li Diyarbekrê çû ba dozgerê dewleta tirk û giliyê PKK-ê bi dozgerê dewletê kir. Yanî dadgeha dewleta ku welatê me îşxal kiriye bi saya giliyê Guçlu, bû merciya edaletê û heqgerîna kurdan.

Gundiyên me jî wiha dikin, berê li hev dixin, hevûdu dikujin û dû ra jî diçin li qereqolê li hev gilî dikin. Û başçawîşê qereqol jî him têr li wan dixe û him jî rişweta xwe dixwe.

Lê weke tê zanîn ne PKK-ê tenê kurd kuştine, hin kes û hêzin din jî ji PKK-ê gelek însan kuştine.
Madem Guçlu, weke abûqatekî gilîkirin ji xwe kiriye kar, wê demê dibê giliyê wan kes û hêzên jî li ba dewleta tirk bike. Ji bo ku dewleta tirk ne PKK-ê tenê, wan jî ceza bike…
Rewşeke pir trajîk e, meriv nizane bigrî, nizane bikene…



XXX
Di heyvanê hin kesan da pîsî û xerabî heye, loma jî tu carî başî, rindî, çêyî, camêrî, merdî û dilfirehî ji wan nayê, di her gavê da xerabiyê, nerindiyê û fêsadiyê dikin.

Dibê meriv hevza xwe ji kesên wiha bike. Dijminatiya wan jî û dostiya wan jî tahlûke ye. Ya baş dibê tenê bimînin û weke aqrebê jahriya xwe berra bedana xwe bidin.


XXX
Dibê îro em ji her demê bêtir bi ezm û bi hêvî bin. Ji ber ku dema "Hêvî tunebe, tiştê tê hêvîkirin nayê bidestxistin."



XXX
Franklin gotiye, ”Di bîst saliyê da daxwaz, di sîh saliyê da zeka, di çel saliyê da aqil girîng e”
Min fêm nekir xwedêjêrazî çima negotiye di 50, 60 û 70 saliyê da ji însanan ra çi girîng e?
Belkî jî di van salan da însan dixirife loma tiştek negotiye. Çi bibêjim, gava meriv li hin rîsipyên kurdan yên 60-70 salî dinêre ev tê bîra meriv.



XXX
Ji bo ku tu bibî efendiyê zanînê, dibê tu bibî koleyê xebatê. //Balzac
-Kesên armanca wan tunebe ji xebatê jî tu kêfê nagrin.

18 februari 2012

Serkeftin ne bi şans e

Ji bo serkeftinê carnan hinek dibêjin, ”efendim şansê wî hebû, jê ra lê hat, loma bi ser ket.”
Bêguman carnan hin tesaduf jî dikanin biqewimin, lê bi gelemperî serkeftin ne bi xêra tesadufan, bi ezm, sebat û xebatê çê dibe.

Kurd dibêjin, meriv çi biçîne, merivê wiya biçine.
Di saha siyasî da jî ev yek wiha ye, kîjan siyasetmedar û serok layiqî çi be îro ew bi dest xistiye û ew e. Yên ezîz jî, yên rezîl jî heq kirine, loma jî îro hinek ezîz û hinek jî rezîl bûne.
Lê helbet ”rezîlî” û ”ezîzî” li eniya kesî nanivîse, yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e…


XXX
Pêşnûmeya qanûna MIT-ê di meclîsê sa bi hat qebûlkirin. Bi vê qanûnê ji bo lêpirsîna berpirsiyarên MÎT-ê dibê destûr ji serokwezîr bê girtin. Pêşnûme di meclîsê de bi 329 dengên erê û 266 dengên na hate qebûlkirin û bû qanûn.

Hûn bala xwe didinê, dema were hesabê wan û bixwazin çawa di nava du sê rojan da qanûnan derdixin.

Lê dema dibe mesela kurd, çerx dikin, dibêjin zahmet e, em nikanin bikin ji meclîsê derbas bikin.
Ji bo ku sûc û bêqanûniyên xwe veşêrin û kes nikanibe hesab ji wan bipirse qanûnan çêdikin.



XXX

Bi kesê cahil ra nebe heval!
Ilim nizane, îrfanê nizane, gotinê nizane.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê dinyanedîtî ra nebe heval!
Rabûnê nizane, rûniştinê nizane, qaîdeyê nizane.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê pozbilind ra nebe heval!
Hal nizane, usûlê nizane, qedir nizane.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê zimandirêj ra nebe heval!
Pir dipeyive, vala dipeyive, xerab dipeyive.
Tu yê pê biqeherî
Bi kesê namerd re nebe heval!
Merdiyê nizane, camêriyê nizane, dostiyê nizane.
Tu yê pê biqeherî

Li ser teoriyên komployê

Hin kurd vê liberxwedana PKK-ê ya bêemsal bi dewletê ve girêdidin ji ber ku baweriya wan bi kurdan, bi gel tuneye, loma dibêjin dewletê PKK çêkiriye, dewlet li pişt vê serîhildana miletê kurdan e...
Ew nikanin bawer bikin ku miletê kurd li hemberî vê dewletê dikane serî hilde û hewqas sal li ber xwe bide.

Li gorî wan, weke Fethulah Gulen jî di axaftineke xwe da got, ”dewlet çawa nikane bi PKK-ê ?” Dewlet dikane lê naxwaze bişkîne, dixwaze PKK hebe û xurt bibe…

Heger heta nuha PKK maye û hewqas mezin bûye, ev ne bi liberxwedana kurdan bûye, Tirkiye jî di nav da miheqeq hin hêzên pir mezin li pişt vê serîhildana kurdan hene loma.

Gava bawerî bi îrade, ezm û hêza gel neyê, hêvî dimîne ”teoriyên komployê”, dewleta tirk PKK çêkir…

Û dewleta tirk jî dibêje, hin dewletên din PKK ji bo ku Tirkiyê perçe bikin çêkirin.
Yanî li gorî herduyan jî kurd ne tiştek in, kurd bi serê xwe nikanin û newêrin li hemberî Tirkiyê serî hildin û heger biwêribin jî nikanin hewqas sal bi vê îhtîşamê, bi vê qehremaniyê li ber xwe bidin.

Merivên dewletê bêguman vê propagandeyê bi armanca şerê psîkolojîk dikin, dixwazin kurdan û hêza wan biçûk, ne tu tişt û dewletê û hêza wê jî pir mezin nîşan bidin. Ne mimkûn e ku kurd bi serê xwe kanibin li hemberî dewleta tirk vî hukmî bikin.

Meriv vî şerê dewletê yê psîkolojîk fêm dike. Dewlet dixwaze bawerî û manewiyata kurdan xera bike, meriv tu carî nikane bi dewletê…

 Lê mixabin gelek kurd jî bêyî ku haya wan jê hebe di bin vê propagandeya dewletê da dimînin û ew jî eynî propagandeyê dikin, dibêjin ne mimkûn e ku kurd kanibin hewqas sal li hemberî dewleta tirk li ber xwe bidin.

Heger heta nuha PKK neşikiyaye û li ser nigan maye, ev yek ne ji ber ezm û fedekariya kurdan, ji ber ku dewletê xwestiye loma. Yanî di vî îşî da miheqeq tiliya dewletê heye.

Ji ber ku li gorî wan, tu hêzeke beşerî nikane li hemberî dewleta tirk vê berxwedanê nîşan bide û hewqas sal bidomîne.

Gava baweriya însên bi gel neyê, dimîne teoriyên komployê, mecbûr in bi van teoriyan xwe bixapînin…

16 februari 2012

Aynê kurdan ji Yûnanîstanê ra nema !

Ezê îşev hinekî ji xeybê bipeyivim. Ez merivekî ne dîndar im, heger ez merivekî dîndar bûma minê bigota Xwedê aynê me kurdan ji Yûnanîstanê ra nehîşt.

Ez nabêjim, lê xanima min hercara ku di telewîzyonê da li xeberên li ser topavêtina Yûnanîstanê temaşe dike, dibêje, ”Oxxx, Xwedê aynê kurdan ji wan ra nehîşt”!

Lê axirê kê nehîştibe baş kiriye, Yûnanîstanê ev têkçûna aborî û siyasî heq kiriye. Ji ber ku di warê moral û exlaqî da têk çûye.

Weke tê zanîn Yûnanîstanê bi Abdulah Ocalan ra bi rengekî pir bêxlaq necamêrî û bêbextiyeke pir mezin kir, ew bi xayinî teslîmî Tirkiyê kir. Ne ji ber ku li hemberî Ocalan e, li hemberî kê, ev îxanet bikirana minê li hemberî wan eynî nefret his bikira.

Kî li hemberî kê bêbextiyeke bi wî rengî bike rûreşî û bêşerefiyeke mezin e.
Dewleteke cidî, xwedî qanûn, xwedî exlaqekî siyasî û esaleteke dewletiyê tu carî însanekî(kî dibe bira bibe)xwe avêtiye dexlê wê bi xayinî û bêbextiyeke wiha nedîtî teslîmî neyarê wî kesî nake.
Lê Yûnanîstanê kir.

Ev bêbextiya li hemberî kurdan ewê weke lekeyeke reş heta û heta li eniya dewlet û hukûmeta Yûnanîstanê ya wê demê bimîne.

Tiştê Yûnanîstanê li hemberî Ocalan kir di dîroka dîplomasiya cîhanê da weke bêexlaqî û bêbextiya herî mezin ewê tim were nitirandin.

Yûnaniyan bi teslîmkirina Ocalan wisa bawer kirin ku Tirkiye ewê mesela Qibrisê li gorî daxwaza wan çareser bike.

Lê tirkan him îşê xwe bi wan û bi Emerîka qedandin û him jî pihîneke baş li wan dan.
Ji ber ku Yûnanîstan dewleteke bêbext û xayin e, loma jî aynê kurdan jê ra nema, 13 salan piştî bêbextiya xwe ya bêemsal, weke dewlet top avêtin û rezîl bûn.

Yûnaniyan heta nuha jî bi derewan ji kîsê xelkê kêf dikirin. Lê piştî ku Yekîtiya Ewrûpa bi virên wan hesiyan êdî weke dewlet nikanin li ser nigan bimînin. Ez hêvî dikim ku hîn jî xerabtir bibe.

Kurd miletekî mezlûm, paqij, xwedî exalaq û xwedî bext e. Kurdan di dîrokê da bi kesî ra bêbextî û xayinî nekirine.

Ji ber vê mêranî û paqijiya kurdan aynê wan ji kesî ra namîne. Kesên zulmê li kurdan dikin zû derebg, bi hawakî li bela xwe rast tên…

15 februari 2012

Pirseke pir sivik ji hemû neyarên PKK-ê...

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da pirsekê ji hemû xêrnexwaz û neyarên PKK-ê bikim.

Em bibêjin ku, artêşa tirk êrîşeke berfireh bir ser Qendîlê û hemû gerîla û berpirsiyar û serokên PKK-ê kuştin. Û yên ne kuştin jî hemû teslîm girtin û anîn xistin zindanê û muebet dan hemûyan.

Em bibêjin ku, KCK, HPG, KCD hemû girtin û serok û bepirsiyarên wan jî giş avêtin zindanan û cezayên giran dan wan.

Em bibêjin ku, BDP girtin û hemû berpirsiyarên wê ceza kirin.

Em bibêjin ku, hemû belediye(100), encumen û muxtar ji BDP-ê standin û AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê di nava hev da li hev par kirin.

Em bibêjin ku, parlamenteriya 36 parlamenterên BDP-ê xistin û ew jî weke her şeşên di hefsê da avêtin zindanê û di dewsa wan da AKP-ê 36 parlamenterên din ji Kurdistanê û Tirkiyê li xwe zêde kir.

Em bibêjin ku li der û li hundur hemû telewîzyon, radyo, kovar û rojnameyên pKK-ê û yên nêzî PK-ê girtin.

Em bibêjin ku, li der û li hundur çuqas komele û rêxistinên nêzî PKK-ê hene hemû hatin qedxekirin.

Yanî bi kinî em bibêjin ku PKK, KCK, BDP, KCD welhasil hemû rêxistin, dezgeh, çapemenî û organên PKK-ê û yên nêzî PKK-ê bi tevayî hatin girtin û qedxekirin. Û bi vî hawî PKK, wek partî, weke hêz li tu derê nema…

Gelo bi vê netîceyê ewê kara miletê kurd çi be, kurd ê çi feydeyê, çi karê ji vê têkçûna PKK-ê bibîne?

Gelo bi vê têkçûna PKK-ê, Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu û kesên weke wan, ewê çi bidest xin?
Pir, pir çend rojan ewê kêfxweş û dilşa bibin, ma bêyî vê tiştekî din heye?

XXX
Nûray Mert xanimê çend caran di quncikê xwe da got kurd jî guneh in, zêde zulmê lê nekin, malik lê viritî, bi van gotinan bû sebebê nanê xwe.

Piştî Ece Temelkuran, Banu Guven, Can Dundar, Mehmet Altan, nuha jî rojnameya Milliyetê Nûray Mert ji ber nêzikayiya wê ya bi kurdan ra ew ji kar derxist.

Mesela kurd weke topeke agir e, kî destê xwe bidê dişewite. Kî bixwaze vî agirî vemirîne malik lê divirite, hukûmet di cî da lê tê xezebê, tavilê ji kar dide derxistin.
Bi îhtîmaleke mezin bi emir û daxwaza hukûmetê Nûray Mertê jî karê xwe wenda kir.

XXX
Nunerê Herêma Kurdistanê yê li Washingtonê Qûbad Talabanî, di hevpeyvîna xwe ya bi Haberturkê ra ji hukûmeta AKP-ê ra gotiye, dev ji şer berdin û li riyên çareseriyeke aştiyane bigerin.

Qubadî gotiye, ”li Tirkiyê milyonek PKK-yî hene, ger hûn PKK-yiyên li Qendîlê tune bikin, ma qey pirs ewê çareser bibe? Em bêjin ku sibe operasyon hatin kirin û 3 hezar PKK-yiyên li Qendîlê hatin tunekirin. Gelo e...wê pirs çareser bibe? Milyonek PKK-yiyên li Tirkiyê ewê çi bibe?”

Qubad Talabanî dîtinên xwe wiha domandiye: “Li Qendîlê Seddam di êrişên leşkerî de bi ser neket. Çareserî şer û çekan derbas dike. Pirsa nasname, dîrok, siyaset, çand û her wekî dine. Pirseke navxwe ya Tirkiyê ye û heger Enqere ji bo çareseriyê piştgiriyê ji me bixwaze, emê bi vê yekê keyfxweş bin.”

Ji xwe hemû kurd eynî tiştî dibêjin. Lê Erqebûl nake, ji ber ku ji Emerîka û Ewrûpayê hin teknîkên nuh bi dest xistiye loma jî di şerda israr dike.
Lê ew ne 30 hezar, ew 300 hezar kurd bikujin jî ev mesele hel nabe û kurd dev ji doza mafên xwe yên netewî bernadin.

14 februari 2012

Nameyeke şalûziyê

Min nuh di malpera Netkurdê da nameya Muhsin Kizilkaya ya ku ji cîgirê serokwezîr Bulent Arinç ra şandiye xwend.

Tirkiya nameyê jî di rojnameya Starê da heye.
Xwedêgiravî Kizilkaya bi vê nameyê rexne li gotinên Bulent Arinç, ”kurdî ne zimanê medeniyetê” girtiye.

Lê ji nameyeke rexneyî bêtir, ji serî heta dawiyê pesnê camêrî, başî û dilrahmiya Arinç e.
Li hemberî dijmin be jî, bêguman dibê meriv di rexneyên xwe da sergiran, bi edeb û bi hurmet be, heqaretê li xelkê neke. Îtîraza min ji vê yekê ra tuneye.

Lê rebenî û şalûsî tiştekî din e.
Ji pesinên ne rast û gotinên zeytkirinê û şelafiyeke bêmane min bi xwe di xwendina wê da zahmetî kişand.

Min şêleke wiha qet ji Muhsîn nedipa, min şêleke/sekneke hîn dobra, hîn mêrane û hîn bi şexsiyet jê dipa. Lê mixabin vê nameya wî ez xeyalşikestî kirim. Ez Muhsîn zêde nas nakim, di çend bernameyên telewîzyonan da întîbaeke hîn baştir li ser min hîştibû.
Lê vê nameya wî ev înîba min xera kir.

Kurdekî bîrewer, têgihiştî, pir hindik dikane heqiyê û neheqiyê ji hev bigerîne, çawa dikane hewqasî pesnê siyasetmedarekî weke Arinç nîjadperest bide, meriv matmayî dimîne.

Tu dibê qey Arinç ev 10 sal in ne yek ji berpirsiyar û birêvebirê dewelata tirk e û Kurdistan jî ne di bin îşxala vê dewletê da ye.

Tu dibêjî qey di nava van 10 salên îktîdara Arinç da, bi biryar û destûra hukûmeta Arinç bi hezaran keç û xortên kurd nehatine kuştin.

 Tu dibêjî qey Arinç, ne yek ji serokê vê hukûmetê û dewletê yê herî girîng e, şêx û ewliyayekî derî derî îktîdar û siyasetê ye….
Xwezî Muhsîn ev name jî ninivîsand…


XXX
Di şer da dibê meriv xwe sist neke, sistî malxerabî ye.
-Heger tu hors î xwe zexm bigre, heger tu çakûç î di wextê da lêxe...


XXX
Hûn dizanin, di vî umrî da ez jî bi ber bayê propagandeya kapîtalîzmê ketim û min jî îro, ”di roja dilan/evîndaran” da ji xanimê ra qevdek gul û pakêtek ”çoqolatayê dil” kirî.

Erê tiştê wiha bi min nakeve, dibê min di wextê da bikira, êdî hasil çûye mûsil, lê dîsa jî baş bû, ez li karê derketim. Xanimê ji min ra got, wê demê te ”himêzkirin heq kir” !

Yaho zimanê şîrîn û pere, bawer bikin kevir jî nerm dike….
Û li ba siyasetmedarên kurdan jî ne zimanê şîrîn heye û ne jî pere...

Lê ev herdu tişt jî nuha li ba hukûmeta Erdogan hene. Mêrikan him zimanê xwe hingiv tê da ne, şîrîn kirine û him jî devê kîs vekirine, kî ji nivîsên min du sê gotinên kurdî fêr dibe dihere di TRt6- da dest bi kar dike…

PARVE BIKE