10 januari 2012

TRT6 bûye mizgeft

 Kûrdekî bi navê Sadî Marûf, ji Prof. CUNEYT GOKÇE pirseke pir di cî da kiriye, gotiye:

-Ev TRT-a we ya ku bi numra 6-an weşanê dike, çima bi şev û roj bernameyên li ser axîretê pêşkêşî me Kurdan dike? Ma bi ya we em kurd hemû dojehî/cehnimî ne û loma jî hewcedariya me ya bi dîn û îmanê qey ji ya tirkan bêitir e loma?

Bi rastî jî wisa ye, hukûmet TRT6-ê li hemberî kurdan weke mizgeftê û gazînoyê bikar tîne, ji sibehê heta êvarî ya bernameyên dînî yên vala û zorakî ya jî tingeringeke bêkalîte ye.

Tiştê meriv fêm dike hukûmet, TRT6-ê li hemberî kurdan weke aletekî xapandinê û mijûliyê bikar tîne, dixwaze pê kurdan bikire û hinekan jî mijûl bike.

Hema heta ji kurdan tê bira li şîretên CUNEYT GOKÇE û li programên muzîkê yên nîvtirkî û bêkalîte guhdarî bikin û bidin lotikan.

Tuzirareke dewletê û hukûmetê di hebûna aletekî wiha da tuneye.
Belovacî wê, ev alet îmkana propagandeyeke mezin dide hukûmetê.

Di TRT6-ê da rexnekirina dewletê, hukûmetê û hela ya Erdogan ji kok da qedexeye, lê pesin serbest e.

Di TRT6-ê da rexnekirina PKK-ê, KCK-ê û BDP-ê heta tu bibêjî serbest e, lê pesin û bi başî qalkirin ji kok da qedexeye.

Di TRT6-ê da li ser dîroka kurdan, li ser serhildanên wan qisekirin qedexeye, lê li ser dîrok û qehremaniya tirkan û şerê wan yê rizgariyê hemû pesin serbest e.

Di TRT6-ê da navê Kurdistanê qedexeye, ne karkirekî TRT6-ê û ne jî beşdarek nikane navê Kurdistana bakur bigre devê xwe û bibêje ez ji kurdistanê me, ya jî qala dïroka Kurdistanê bike, lê bilêvkirina navê Tirkiyê û mezinahiya tirkan serbest e.

Welhasil hemû tiştên girîng û bi feyde ji kurdan ra qedexeye, lê hemû tiştên vala, bêmane û bêzirar serbest e…

Ê gava nêt xerab be wiha ye, meriv dijminê xwe bi hin wasiteyên xapandinê dixapîne; fena ku meriv lîstokekê bide destê zarokekî û demekê pê aş bike, heta ku meriv karê xwe diqedîne…

Hukûmeta AKP-ê jî nuha bi riya TRT6-ê çend quriş pere li hin kurdan belav dike. Bi vê riyê him hin kurdan aş dike û him jî digre cepeheya xwe, heta ku karê xwe biqedînin...


XXX
Cîgirê serokê partiya muxalfetê (CHP-ê) Gursel Tekîn, rexneyên giran li terora hukûmetê digre, kirinên rejîma AKP-ê weke faşîzmê bi nav dike û dibêje:

 ”Berê digotin faşîzm tê, faşîzm hat hat... Tiştê em dijîn faşîzm e faşîzm...”

De êdî hesab li ba we ye, piştî ku tirkekî weke Gursel Tekîn, ji ber zulm, zor û terora vê hukûmetê wiha bike gazî û hawar, dibê hûn texmîn bikin ku zulma li ser kurdan çiqasî mezin û hovaneye…

Herçiqasî hukûmet û kurdên hevkarên hukûmetê ji ber menfeetên xwe yên şexsî ji vê rejîma ceberût û zalim ra bibêjin demokrasî, lê îcraatên wê yên li hemberî muxalefetê û kurdan îcraatên rejîmeke dîktator û faşîst e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE