10 januari 2012

Nimûneyek ji ferqa me û swêdiyan

Di malpera Diyarnameyê da Cemil Oguz, mala camêr hezar carî ava be, her sal îstatîstîkên kitêbên kurdî diweşîne.

Oguz, weke her sal îsal jî eynî xebata xwe domandiye û hejmara kitêbên kurdî yên di sala 2011-an da hatine weşandin pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye.

Cemîl Oguz dibêje, ”herî zêda par kitêbên kurdî hatin weşandin. Weşanxaneyên kurdan di sala 2011-an da di derxistina pirtûkên bi kurdî ...de rekor şikandin. Bi giştî 144 pirtûkên bi kurdî hatine weşandin.”

We şaş nexwend, tam 144 kitêm !!!
Oguz dibêje, wan tenê lîsteya pirtûkên ku li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bal weşanxaneyên kurdan ve hatine weşandin amade kiriye, yên li dervî welêt ne di nava vê reqema 144-anda ne. Weke mînak jî 24 kitêbên Weşanxaneya Pencînarê nîşan daye.

Yanî li ser hev, di sala 2011-an da 168 kitêbên bi kurdî yên bi tîpên latînî hatine weşandin.

Û Cemîl Oguz vê hejmarê(144 kitêb) weke rekoreke mezin dibîne. Ji ber ku weşanxaneyên kurdan di sala 2010-an de 115 û di sala 2009-an da jî dîsa 115 pirtûk çapkiribûn.

Yanî di mezindîtina xwe da ne neheq e…
Oguz dibêje, belkî hejmara 2011-an dikane bigihîje 150 pirtûkan jî, ji ber ku navê çend pirtûkan hîn negihîstiye ber destê wan.

Bavo bira ne 150 be, bira 160 be, bira 10 kitêb jî torpîla min be.
Piştî ku min nivîsa Cemîl Oguz xwend, min bala xwe da îstatîstîkên li ser kitêbên Swêdî.

Îstatîstîkên sala 2011-an hîn nehatine weşandin, lê yên 2010 û 2009-an hene. Min li wan nêrî.

Di sala 2010-an da li Swêd 16 465 û di sala 2009-an da jî14 805 kitêb hatine weşandin.

Wê demê hejmara 2011-an miheqeq ji 16 465 kitêban pir zêdetir e.
Ji ber ku her sal hejmara kitêbên tên weş andin zêde dibin, bi îhtîmaleke mezin par jî hejmara kitêbên çapbûyî ji 16 465 pirtûkân gelkî bihurîye.

Nufûsa kurdên bakur 20-25 milyon e, di sala 2011-an da li Tirkiyê û li Kurdistanê li dora 160-170 kitêb hatine weşandin. Û em ji vê reqemê ra dibêjin rekor e.

Lê Swêd li gel ku 10 milyon e di sala 2010-an da 16 465 kitêb û di sala 2011-an jî ji vê reqemê zêdetir( ji 17 hezarî zêdetir) kitêb hatine weş andin.

De ji kerema xwe ra bala xwe bidin ferqê….
Nufûsa tevayiya Tirkiyê di ser 70 milyonî ra ye lê ez bawer nakim ku li Tirkiyê jî di salekê da 16-17 hezar kitêb tên weş andin.

Ev nimûne tenê nîşan dide ku di warê xwendinê û ilim da em çiqasî paşdamayîne, em çiqasî reben in…
Careke din sipas ji bo vê xebata Cemîl Oguz….
9/1-2012

XXX
Li navçeya Qosera Merdînê polîsan vê sibehê dîsa girtine ser gelek malên kurdên BDP-yî. Li gorî xebera ANF-ê di operasyonê da tenê 14 kes girtine bin çavan.

Weleh hindik e, li gorî nufûsa Qoserê hindik girtine, dibê bi kêmanî 140 kes girtibana.
Ji bo rejîmeke wiha ceberût û faşîst ma 14 kes çiye ku ….

 ANFê di xeberê da gotiye, ”sebebê kesên hatin binçavkirin nehat zanîn.”
Sebeb çawa nayê zanîn?

Sebeb kurdbûn e, her kurdê ku li kurdayetiya xwe xwedî derkeve û doza mafê xwe yên netewî bike, ji bo vê hukûmetê sûcdar e; dibê ya were girtin ya jî were kuştin.


XXX
Berpirsiyarê Netkurdê Mûrad Ciwan jî 12 rojan piştî qetlîama gundê Roboskê îro kerem kiriye û nivîsek li ser qetlîamê nivîsiye. Min got ez haya we jî pêxim.
Çavê me hemû kurdan ronî be !

2 kommentarer:

  1. Mûrad vê demê gelek mesgule û li dû perane ji Tirkiyê loma ji bê deng maya. her hal perê xwe girt û yên wek teji ew rexne kirin loma nivisi

    SvaraRadera
  2. Ez çi bibêjim, hertişt mimkûn e...

    SvaraRadera

PARVE BIKE