10 januari 2012

Artêşa tirk bi kuştina kurdan pesnê xwe dide

Li gora beyana serfernandarê giştî yê Tirk Necdet Ozel, di 6 mehên dawî da wan 490 zarokên kurd kuştine.

Bi îhtîmaleke mezin ev reqem derew e. Lê derew be jî zêdenîşandana kêfa wan tîne, zêdekuştina zarokên kurdan weke xebereke xweş, weke mizgîniyekê didin civata tirk, dibêjin binêrin me hewqas kurd kuştine.

Helbet Necdet Ozel mamûrekî dewletê ye, ew emrê hukûmetê bi cî tîne, yê emrê kuştina kurd...an dide serokwezîr Erdogan e, hukûmeta wî ye û 75 mebêsên ”kurd” in.

Ji ber ku 75 mebûsên ”kurd” jî şirîkên biryarên van qetlan in.

Netîceya havaltî, hevkarî û karkiriya dijmin ev e, meriv dibe şirîkê qetilkirina zarokên xwe.
Heger kurd naxwazin bibin şirîkên vê zulma û qetlîamên hukûmeta AKP-ê, wê demê dibê nebin heval, hevakar û karkirên vê hukûmet û dewleta qatil û destbixwîn…
6/1-2012


 XXX

Tewqîfkirina serfermendarê berê Îlker Başbûg, biryareke rast e û ji xwe ji zûda bû dihat payin.
Lê nizanim ç ima serfermandarên berî wî û piştî wî nagrin meriv fêm nake.

Ji ber ku hemûyan jî eynî bêqanûnî û eynî sûc kirine.

Dibe ku heger hemûyan bigrin di artêşê da ewê zabit û generalek jî nemîne loma nagrin…

Ya din jî heger bala we lêye zabit û generalên hatine girtin hemû jî ji ber xebatên li dijî hukûmetê û haziriya darbeyeke leşkerîye.

Lê heta nuha yek zabit û general jî ji ber kuştin û cînayetên kurdan hîn nehatiye girtin.
Diyar e ji bo hukûmetê kuştina kurdan ne sûc e…

XXX


Berê li Tirkiyê li pişt her darbeya leşkerî Emerîka hebû, heta Emerîka piştgirî neda leşkeran darbe çênedibû.

 Nuha jî li hemberî kurdan, ji bo ”baskokirina” tevgera kurd ya netewî eynî piştgiriyê dide hukûmeta AKP-ê.

 Ne piştgiriya Emerîka bûya hukûmeta AKP-ê nikanîbû zulm û neheqiyeke hewqas mezin li BDP-ê û kurdan bikira, bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr û abûkat bavêta zindanan.

 Li gel vê tero...r û qetlîama ku hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan dide meşandin Emerîka dîsa jî dibêje, ”di şerê Tirkiyê yê li hemberî terorê da ew li ba li Tirkiyê ne.”



Wek tê dîtin Emerîka pir eşkere piştgiriyê dide terora Tirkiyê ya li hemberî kurdan.

Heta dereceyekê Yekîtiya Ewrûpayê jî li hembbêdeng e.

Heger ne piştgiriya Emerîka û bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê bûya, hukûmeta AKP-ê nikanîbû vê zulmê û çavsoriyê li kurdan bike.

Loma jî dibê kurd bixebitin ku Emerîka dev ji vê siyaseta xwe ya li dijî kurdan berde.

Dibê tevgera kurd ya netewî têkiliyên xwe bi Emerîka ra baş bike, li riyên başkirinê bigere.

Dibê BDP, KADEP, HAK-PAR û hemû rêxistin, komle û dezgehên mesekî û siwîl û şexsiyetên nas û hemû dostên kurdan yên biyanî bi hev ra nameyekê ji Obama ra bişînin û daxwza alîkariyê jê bikin.

Dibê evkampanya li Emerîka û li Ewrûpayê berfireh bibe, dom bike.

 Dibê di vî warî da ji hukûmeta Kurdistanê û ji kurdên başûr jî alîkarî were xwestin.


7/1-2012



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE