30 november 2011

Kovara "Turk Solu": Dewletê li Dêrsimê hindik kiriye !

Kovara Turk Solu(Çepê Tirk) uzirxwestina Erdogan ya ji bo qetlîama Dêrsimê rexne dike û dibêje ne dewlet, dibê dêrsimî uzrên xwe bixwazin.

Turk Solu, weke hercar, îcar jî heqaretên pir mezin, pir giran li kurdan dike.
Hinek dikanin bibêjin ku dibê meriv qala nivîsên wiha neke, nehêjaye meriv li ser kovara ”Turk Solu” raweste.

Lê ez wiha nafikirim, dibê em kurd bizanibin kî di heqê me da çi difikire û çi dibêje.
Kî dost e, kî dijmin e?

Dost çi dibêje, dijmin çi dibêje?

Weke min got, di nivîsê da heqaretên pir giran hene, ez ne hemuyê nivîsê, du sê paragrafan jê werdigerînim. Kesên bi tirkî dizanin dikanin Tirkiya wê bixwînin.

 ”Turk Solu” dibêje:

”Kalikên dêrsimiyan xayinên li hemberî dewletê îsyan kirine. Xwe çekdar kirine û ji bo ku vê dewletê hilweşînin serî hildane.
Neviyên xayinan, ji bo vê xiyaneta bav û kalên xwe, dibê ji dewletê uzrê xwe bixwazin.”

”Neviyên dêrsimiyan, ji dewletê dipirsin, dibêjin ji bo çi we bav û kalên me qetil kirin? Bêyî ku şerm bikin qala qetlîamê dikin. Ev, bêbavî û bîrûtî ye. Dewlet ji bo ku terorîstan, serîhildêran, xayinan, namerdan û bênamûsan ji ortê rake heye. Erê, mafê dewletê heye van unsûran ji ortê rake. Baş jî kiriye. Heta hindik jî kiriye.”

"Dersa ku dewletê ji hemû van serîhildanan derxistiye, dibê hemû xayinên serîhildane, bi qiç û pîlên(zar û zêçên) xwe ve ji ortê werin rakirin. Heta ku yek dolê xayinan yê ku bibêje ”kalikê min, kalikê min” sax neyê hîştin...”
Kalikên dêrsimiyan, ji dewletên Îngilîz û Fransiz ra ajantî kirine, ji wan pere û çek stendine, bûne piyonên wan!
Uzrekî em ji we bixwazin tunye. Herî zêde emê ji leşkerên xwe yên şehîd ketine uzir bixwazin, ji bo ku me vana hîn tune nekirine.”


 Belê, ez bawer dikim hewqas bes e, nivîs li ser vî mînwalî dom dike.


Bi baweriya min, ne ”çend kesên” li dora kovara ”Turk Solu” tenê, piraniya tirkan wiha difikirin.
Ev neh sal in ku ev kovar li Tirkiyê weşana xwe didomîne.

Di her hejmara xwe da heqaretên mezin li kurdan dike, li hemberî kurdan propagandeyeke nîjadperest ya nedîtî dike, lê dîsa jî nayê qedexekirin û nivîskarên van nivîsên mişt heqaret, tahrîk û nîjadperestî nayên cezakirin.

 Lê kovar û rojnameyên kurdan her roj bi baheneyeke pelapûçî ya jî ji bo ku ji Ocalan ra gotine ”birêz”, digrin û bi sedsalan ceza didin nivîskarên kurd.

 Bi baweriya min hukûmeta AKP-ê jî pir hindik eynî weke nivîskarê vê nivîsî difkire û ji bo tasfiyekirina kurdan çi ji destan tê dike.

29 november 2011

Dîrok ewê we mahkûm bike !

Heta nuha li Tirkiyê kurdbûn ne rehet bû, karekî tahlûke û bi rîzîko bû, tim bedelekî wê hebû.
Loma jî her kesê ku bigota ez kurd im û doza azadiya kurdan bikira tim û tim sere wî di belayê da bû.
Dibû weke golik beş, dewletê tu carî rehetî nedidayê.

Dewlet tim li pey bû. Dihat girtin, diket hefsan, bi çol û çepelan diket, welatê xwe terk dikir.
Heger kadir û siyasetmedarekî berbiçav bûya ya jî belikekî tevgerekê bûya tew malik lê diviritî. Him di warê siyasî da û him jî di ware aborî da perîşan dibû.

Yanî bi kurtasî berê di kurdayetiyê da ne rehetî hebû û ne jî pere, tenê zor û zahmetî, feqîrî, hefs û sirgûn hebû.

Lê nuha êdî ne wisa ye.
Êdî di “babetekî” kurdayetiyê da him rehetî û him jî pere heye. Ew kadir û serokên ku di xortaniya xwe gelek eziyet perîşanî dîtin, di taliya emrê xwe da dikanin bi saya dostaniya bi hukûmeta AKP-ê ra him peran qezenc bikin û him jî rehet bikin.

Berê dewletê hebûna kurdan qebûl nedikir, loma jî “dostayî û hevaltiya” bi dewletê ra li ser esasê înakrê bû, dibê te xwe înkar bikira, ya jî bi kêmasî dibê te kurdbûna xwe eşkere nekira.

Ev, îdeolojî û siyaseta dewletê ya resmî bû, her hukûmet mecbûr bû vê siaysetê bimeşîne.

Lê hukûmeta AKP-ê di şerê li hemberî kurdan da ev siyaseta dewletê ya “înkarê” guherand, ji deli wê şertê şêla li dijî “terorê” anî.

Hukûmeta AKP-ê êdî weke yên berê ji kurdan ra nabêje, kurdbûna xwe înkar bike.
Çimkî şaşiya wê siyasetê derket ortê, loma jî dest bi taktîkeke din kirin.

Li gorî siayseta nuh: bibêje ez kurd im, lê dibê tu li dijî “PKK”-ê û “terorê” bî, dibê tu mesafeyekê têxî nabêna xwe û “terorê”.

Piştî ku te ev yek kir, êdî hemû deriyên dewletê ji te ra vekirîne, li gorî kanîn û qabîliyeta te, dewlet amadeye ku karekî bide te.

Yanî heger tu li dijî PKK-ê û BDP-ê bî, li hemberî terora dewletê dengê xwe nekî û piştgiriyê bidî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya tasfiyeya tevgera kurd, tu dikanî him pera qezenc bikî û him jî di qatê dewlet û hukûmetê da bibî xwedî “qedir” û “qîmet”.

Yanî di destekî Erdogan da ço û di destekî wî da jî gizêr heye û ji kurdan ra dibêje, di tercîhê da hûn serbest in.

Erdogan bi vê metodê dixwaze “kurdên xwe” çêke û mafê jiyanê bide wan tenê.

Hedefa Erdogan ew e ku hemû tevgera kurd ya legal, demokratîk û siyasî tasfiye bike.

Ji ber ku hedefa Erdoga ne çareserî, qedandin û tasfiyeya tevgera kurd e. Weke Dengîr Mîr Firat dibêje, “di sînorên demokrasiya Erdogan da serbestbûna zimanê kurdî jî tuneye.”

Loma jî dixwaze demekê mafê “jiyanê” bide kurdên xwe tenê, heta ku xurtan ji ber xwe dixîne.
Lê ev “jiyan” jî heta qedandina PKK-ê û BDP-ê ye. Piştî ku PKK û BDP qedandin(helbet ku bikanibin)îcar ewê dor were wan.

Weke mesela abûqatên Ocalan, berê wezîfe dan wan lê piştî ku karê xwe pê qedandin, nuha jî dibêjin çima we “qûryetî û postecîtiya” Ocalan kiriye?

Kuro ma ne tiştên ku abûqatan belav dikir hemû we dan destên wan, îcar çima hûn nuha dikin sûc?
Netîce, heger hukûmeta AKP-ê bikanibe vê tevgera kurd bi giştî bişkîne û tasfiye bike, weleh tiştê hat serê abûqatên Ocalan, ewê were serê kes û serokên ku îro bûne piştgirên AKP-ê.


XXX
Insanên ku destên wan paqij in jî fikrên wan ên qilêrî hene. H. Lec
Kesên ku buhikbûnê(kurm û kêz) qebûl bikin gava pelixîn dibê gazinan nekin. F. Schiller


XXX
Hin serokên kurdan di 30 saliya xwe Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî û sosyalîst diparastin.
Di 40-50 saliya xwe da dev ji Kurdistana yekbûyî û sosyalîst berdan.

Û di 60-70 saliya xwe da jî dev ji Kurdistana serbixwe jî berdan, îcar jî ji bo Tirkiyeke demokratîk piştgiriyê didin AKP-ê...

28 november 2011

Di TRT6-ê da programa zarokan qedexe !

Dengir Mîr Firat, di hevpeyvîna xwe ya bi Neşe Duzelê ra li ser siyaseta AKP-ê serbarê mesela kurd da hin tiştên pircidî û balkêş gotine.

Mesela gotiye ku di TRT6-ê da programên li ser zimanê kurdî û programên ji bo zarokan qedexeye.

 Ez rast bibêjim, min bi xwe heta nuha nizanîbû ku di TRT6-ê da qedexeyeke wiha, yanî siysetke wiha heye.

Wê demê hesabê AKP-ê yê qirêj ji texmînan jî wêdatir pir vekirî ye. Dibê meriv li ser armanca TRT6-ê hinekî din hesas be û bêtir serê xwe biêşîne.

Min bi xwe di destpêkê da vebûna TRT6-ê weke perçeyeke ”pakêta kurd” ya jî ”vebûna kurd” dît, (ji ber ku wiha dihat gotin) û loma jî pozîtîf dît û xebata di TRT6-ê da jî (helbet ne ji bo herkesî) şaş nedît…

Lê nuha dibînim ku TRT6 bi rastî jî ne dezgeheke daimî, weke wasiteyeke xapandinê û ji bo demekê hatiye danîn.

Loma jî dibê meriv vê siyaseta hukûmeê deşîfre bike. Heger ev îdîa ne wiha ye wê demê jî dibê hukûmet rastiya wê îspat bike, ji navê TRT6-ê bigre heta bi qanûna wê, dibê hertişt bi nav bibe û di qanûnan da cî bigre.

Di van demên dawî da min di çend nivîsên xwe da bal kişand ser TRT6-ê û vî hesabê AKP-ê.

Min ji nivîsa Dengîr Mîr Firat çend beşên girîng û balkêş kir kurdî. Kesên ku bixwazin tevayiya hevpeyvînê bixwînin dikanin di Kurdînfo da bixwînin.

Ez van gotinên Dengîr Mîr Firat yên li jêr, pêşkêşî hemû kadirên TRT6-ê yên kevn û nuh dikim. Ji ber ku gelekên wan îdîa dikin ku ew ji bo feydeya kurdayetiyê li wir in.


"Bi vebûna TRT6-ê pesnê xwe didin. Baş e, we dizanîbû ku programa li ser zimanê kudî qedexeye?

We dizanîbû ku di TRT6-ê da çêkirina programa zarokan qedexeye?

Ji ber ku yê zimên fêr bibe zarok e. Ji bo ku zarok kurdî fêrnebin ev qedexe danîne ber. Di qanûna esasî da em binivîsin, ”em wekhev in” ewî çi ferq bike ku? Bi van qedexeyan kurdê dîsa nikanibin bibin hemwealtî ku!”
Ma we qet bihîstiye ku l tu welatekî qedexeya herfan hebe? Ji bo ku qedexeyên li ser herfên Q, X, W rabin hewcedarî bi qanûna esasî tuneye ku. Ji qedexeyên beradayî yek jî navê ciyan e. Ma navên deran yên bi kurdî paşda hat dayin?
Mêze, merkezên perwerdeyê yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê hene. Armanca van merkezan hemwelatiyan fêrî zimanên cuda bike.

Kîjan ziman ewê werin fêrkirin Wezareta Perwerdeyê biryarê dide. Di lîsteyê da 100 ziman hene, kurdî tuneye, lazî tuneye. Wezaret dikane ji mudûrê giştî ra bibêje kurdî û lazî jî bigre lîsteyê. Lê ev jî nayê kirin. Bi van qedexeyan ji xwe me ji kurdan ra gotiye, ”hûn ne hemwelatî ne.” Di qanûna esasî da em binivîsîn ”tu wekhev î, yeksan î” ewê çi ferq bike ku?

Yê min bi xwe baweriya min bi çêkirina qanûna esasî ya nuh tuneye. Ji vê meclîsê qanûneke asasî ya nuh dernakve. Ji xwe ji bo ku dernekve hertişt hate kirin. Du partîyan xetên sor danîn, gotin ”sê madeyên qanûna esasî yên nayên guhertin” ewê bimînin, di vî warî da li hev kirin. Heger madeyên nayên guhertin ewê bibmînin, wê demê hewcedarî bi çêkirina zagoneke nuh tuneye ku…”
Bi dîtina min van gotinên Dengîr Mîr Firat gelkî cidî ne. Bi van gotinên xwe Dengîr Mîr Firat dixwaze bala kurdan bikşîne ser vê dezgeha Erdogan ya "nêçîra" kurdan. Ji ber ku Erdogan bi vê wesîleyê hin kesên zeîf bi xwe ve girêdide. Ne ev wesîle be ewê nikanibe kurdan wih abi hêsanî bikşîne ba xwe û dû ra jîû hêdî hêdî kedî bike.

27 november 2011

Sipas ji bo Radyoya Aştî !

Komela Kurd li Spanga û radyoya wê Radyoya Aştî, îro li Stockholmê 25 saliya xwe bi cîvîn û çahiyeke pir xweş pîroz kir. Emegdarê komelê û berpirsiyarê Radyoya Aşîtî Hacî Kardoxî ez jî vexwendibûm şahiyê.

Ji zûda bû ez beşdarî şahiyeke wiha bi rêk û pêk, efektîtîf û xweş nebûbûm.
Di destpêkê da serok û evdamên komleyê qala şertên wan rojan û prosedûra avakirina komleyê kirin.
Hecî Kardoxî, Hîwa û hin hevalên wê demê dest bi weşana radyoyê kiribûn, wan jî qala zahmetî û hin bîranaînên xwe kirin.

Beyto Can û Armanc, Kemal Gorgu û Baha Seyxo bi deng û henekên xwe wexteke pir xweş bi me dan jiyandin.

Ev cara pêşî bû me û zarokên xwe bi hev ra civînek çêdikir û me li hev guhdarî dikir.
Hecî, mala wî ava, baş aqil kiribû, ban du nifşan, yanî ban me û zarokên me kiribû.

Berê, Oz Nûjen, Nişîtî û keçek û xortekî din weke xortên kurdan yên di civata swêd da biser ketiene û hatine ciyên gelkî baş, qala hestên xwe kirin. Bersîva gelo ew xwe kurd yan jî swêdî dibîni dan û weke zarokên kurdan gelek tiştên xweş û hêja gotin.

Dema meriv li wan guhdarî dikir, meriv tenê pê serbilind dibû.
Dû ra jî sosyolog Osman Aytar, Dr. Husênê Xaliqî û Hemîd Newroz li ser rewş û dîroka kurdên li Swêd û xebata komelayetî rawstiyan û hin analîz û pêşniyarên pir baş kirin.

Osman Aytar got, li Swêd di nava xerîban da gurûba herî bêtir çalak, entegre bûye û pir serketiye kurd in. Di meclîsa Swêd da 5 parlamenterên kurd hene. Di hemû rojname, radyo û telewîzyonên Swêd da xortên kurd hene. Yanî di warê siyasî, kulturî û sosyal da kurd pir serkeftî ne.

Li gorî Aytar, piştî 20-30 salên din li Swêd rol û tesîra kurdan di her warê jiyanê da ewê pir xurt bibe, di jiyana Swêd ya siaysî da kurdên bibin faktoreke mezin.

Seroka Federayona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslanê jî derbarê xabat û çalakiyên Federasyonê û komeleya Spongayê da agahiyên hêja da.

Dibê ez ji bîr nekeim wezîrê penaberan/ multeciyan Erik Ullenhag, ku dostekî kurda ye, camêr wî jî axaftineke pir xweş kir û piştgiriya xwe bi têkoşîna kurdan ya ji bo azadiyê ra diyar kir.

Dibê ez moderatorê civînê Kurdo Baksî ji bîr nekim, camêr wî jî bi henek û espiriyên xwe yên xweş civîn xweştir û geştir kir.

Û hemû ev tiştên xweş ne bes bûn, komeleyê hin sandiwîçek û peqlawe jî di ser da da me.
Bi kurtayî şahiyeke pir bi ahang û pir xweş bû, em hemû jê bi kêfxweşî rabûn.

Di vegerê da metro pir qelebalix bû, ciyê rûniştinê tunebû, ez ji piya mam. Xanimeke asyayî dema dît ez ji piya meme rabû ciyê xwe da min, got fermo rûne. Min çiqasî israr kir jî qebûl nekir, fena ku bibêje tu kal î, dibê tu rûnî.

Yanî kalîtiya min bi bîra min xist.
Di metro û otobozan da berê tim min ciyê xwe dida xelkê, lê waye dor hatiye min, êdî xelk ciyê xwe dide min…
Yanî dinya bi dor e…

Gelek sipas ji bo Hacî Kardoxî û hemû hevalên wî ku di 25 saliya Komeleya Sponga û ya Radyoya Aştî da ev roja xweş bi me dan jiyandin.


XXX
Li hemberî neheqiyê serê xwe netewînin. Ji ber ku bi heqê xwe ra hûnê şerefa xwe jî wenda bikin.   Hz. Alî



XXX
Micadeleya ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê hewqasî hêja û giranbuhye ku, di vê riyê da mexlûbiyet jî şerefeke mezin e...



XXX
Tiştê ku li însanan bi şiklekî herî adil hatiye belavkirin aqil e, ji ber tu kes ji aqil xwe gazninan nake.
//MONTAİGNE



XXX
Dema mirovek bizanibe ew dixwaze bigihîje kîjan benderê(lîmanê), ji bo wî her ba maqûl e /SENECA



XXX
Hin hestên însanî hene pir baş in, nahêlin însan dawa xwe bavîje ji ser serê xwe da û di tiştên eyb tên qebûlkirin bike.
Ji van hisan yek jî heya û ar e. Dema heya bi meriv ra kêm bibe meriv dikane her tiştî bike, bibe hertişt.
Mixabin bi pêşketina kapîtalîzmê û hin guherînên civakî ra di civata me kurdan da jî her ku diçe "heya" bi însanan ra kêm dibe.


XXX
Gotineke pêşiyan ya gelkî xweş:
-Qûna hîn bû tir û fisa, zeft nabe bi tu werîsa...

26 november 2011

Serokên ku li hemberî teklîfên Erdogan zû "nerm" bûn

Di malpera Rizgarî da beyaneke malpera Dengê Kurdistanê heye. Di beyanê tê gotin ku ev demek e malpera ”Dengê Kurdistan” ê li Tirkiyê û Kurdistanê venabe.

Dema xwendevan dixwazin tîkevin malperê, beyaneke ”Serokatiya Telekomînîkasyonê” derdikeve hember wan. Di vê beyanê da tê gotin ku, ” Li gor biryara Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya roja 04.08.2011-a malpera www.kurdistan.nu hatiye astengkirin.”

Yanî piştî vegera Kemal Bûrkay bi 5 rojan hukûmeta AKP-ê biryara qedexekirina malepera ”Dengê Kurdistan” ê, daye.

Û malpera ”Dengê Kurdistan” ê jî ne malpera PKK-ê û ”terorîstan” e, malpera hevalên Kemal bûrkay e.

Hukûmet û wezîrê ku Bûraky dawet kirin, çûn pêrgî wî, pê ra civîn çêkirin, piştî 5 rojan malpera Bûrkay qedexe kirin.

Hukûmeta ku tehamulî melpereke kurdî neke, îcar ewê çawa mafekî bide kurdan, êdî hesab li ba we ye...

Lê ji ber ku "neyartiya" PKK-ê çavê hin siyasetmedar û serokan qarixî kiriye loma jî vê paradoksa hukûmetê nabînin.

Li hemberî vê zorbatiya hukûmetê heta nuha ne Bûrkay û nej î hevalên wî li dijî hukûmetê yek gotineke tahl jî nekirine.

Li gel vê jî, Bûrkay hertim bi hurmet û bi şîrîniyeke pir mezin qala ”birêz” Erdogan û wezîrên Erdogan dike.

Yanî ji vê teserufa hukûmetê xwe qet aciz nake.
Ji ber ku Erdogan mêrik malê xwe nas dike, loma jî zorbatiyên wiha pir bêtirs dike, çimkî dizane mêrê dengê xwe bike tuneye.

Erdogan dizane ku hinek serok û siyasetmedarên kurd bi silav û civînekê", hin bi îmkaneke aborî û siyasî û hin jî bi çend quriş pere nerm dibin û dev ji wan fikrên xwe yên xeyalî berdidin.

Esas meriv dikane wiha jî bibêje, Erdogan fêm kiriye ku rû ji rû şerm dike, pere hin serokên kurdan nerm dike...

Bala xwe bidinê, ji aliyekî da Bûrkay dawet dikin, diçin pêrgî wî, wezîr pê ra civînan çêdikin, rojê derdixin kanaleke telewîzyonekê û ji bo şerê li dijî ”terorê” û li hemberî PKK-ê jê aqil û alîkariyê digrin, lê li alî din jî nahêlin malpera wî jî bimîne; bi îhtîmaleke mezin ji ber ku navê wê ”Dengê Kurdistan”ê ye qedexe dikin.

Îcar, ji dêlî ku Bûrkay û hevalên wî, rasterast biçin ser hukûmetê, vê zorbatî û bêqanûniya hukûmetê protesto bikin û bibêjin, em vê zorbatiyê qebûl nakin, rabûne edresa xwe guherandin e.
Edresguhertin ne tu rê ye, sibe ewê wê jî qedexe bikin.

Di beyanê da ji bo ku Erdogan neqeherînin gotine, weşana me ”hinek der û doran aciz dike”, loma wiha dikin.

”Der û dor” kî ne?
Ev kar girêdayî kîjan wezaretê ye diyar e. Erdogan bi xwe kar û butçeya kesên vî karî dikin qebûl kirye.

Çima hûn xwe otosansur dikin û newêrin edresê rast nîşan bidin, bibêjin hukûmet?

Yanî bêyî hukûmeta AKP-ê tu ”der û dor” tunene, biryara astengkirina malperên kurdan ya hukûmetê ye.

Ew hukûmeta ku Bûrkay dawetî Tirkiyê kir, lê ji ber navê ”Kurdistanê”, belkî hinekî jî ji ber naveroka wê, qedexe dikin…

Hukûmet diwêre wiha bike, çimkî dizanin ku Bûrkay û hevalên wî ewê hustuyê xwe xwar bikin û vê terora hukûmetê protestone nekin, Bûrkay ewê dengê xwe li hemberî hukûmetê bilind neke û nebêje:

 -Bi çi heqî hûn wiha dikin? Ji alîkî da hûn min dawet dikin, bi min ra civînan çêdikin, lê li aliyê din jî hûn malpera min bi biryra dadgehê qedexe dikin, hûn tehamulî navê Kurdistanê nakin. Ev çi fêlbazî û xepandin e?

Û dû ra jî têkilî û silava xwe ji hukûmetê bibire û hew bibe ”aletê” siyaseta Erdogan ya îmhakirina tevgera kurd ya siyasî.

Ji ber ku Erdogan dizane Bûrakay ewê wiha neke, loma jî malpera wî qedexe dike.

Bi dîtina min ev bûyer bi serê xwe hêja bû ku Bûrakay ji programên xwe di yekê da çend deqîqeyên xwe ji rexnekirina PKK-ê û BDP-ê kêm bikira û bida vê meselê.

 Lê nekir, ji ber ku naxwaze Erdogan ji xwe bixeyidîne û xezeba wî bikşîne ser xwe….

24 november 2011

Serokê ku naxwaze qetlîama gelê xwe qebûl bike

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî, ji dêlî ku ji gotinên Erdogan yên derbarê qetlîama Dêrsimê û li ser navê dewletê lêborînxwestina ji gelê dêrsimê kêfxweş bibe, gelkî aciz bû.

Fena ku ew qetlîam li hemberî pêşiyên Kiliçdaroglu nehatibe kirin, fena ku kemalîstan bav û kalên wî nekuştibin weke kemalîstekî tirk yê nîjadperest êrîş bir ser Erdogan û wiha got:

Wezîfeya serokwezîrekî ew e ku di civatê da hezkirinê qaîm bike. Birêz serokwezîr bi vê axaftina xwe bizrê nefretê çand. Gava min lê guhdarî kir, min got belkî ez li dijminekî Tirkiyê guhdarî dikim. Ez meraq dikim, gava wî ya piştî vê ewê çi be? Birêz serokwezîr miheqeq û miheqeq dibê were agahdar kirin, Miheqeq û miheqe dibê here ser psîkologekî.”

Kiliçdaroglu bi van gotinan jî nehat serî, ji Erdogan ra got, ”Serokwezîr bi devê dîaspora ermeniyan dipeyive.” Meriv hewqas jî bêesil û rezîl nabe!

Esas ne Erdogan, dibê tu ”miheqeq û miheqeq” herî ser psîkologekî. Çimkî şêla te ne ya merivekî normal e.

Ji ber ku tu ji Erdogan ra dibêjî, qatilên bav û kalên min eşkere neke, bira gelê min vê rastiyê fêr nebe...

Serokwezîrê dewletê qetlîamê qebûl dike, dibêje şer û serîhildaneke li hemberî dewletê tunebû, dewletê bizanetî, bi plan û program ev qetlîam kir, lê Kiliçdarogluyê dêrsimî xwe dixeyidîne.
Însanek ancax hewqasî dikane pepûk, bêşexsiyet û ji însaniyetê dûr keve.

Lê ne Kiliçdaroglu tenê, hema hema hemû serokên CHP-ê ji van beyanên Erdogan yên derbarê Dêrsimê da aciz bûn.

Mesela Gursel Tekîn jî weke Kiliçdaroglu xwe gelkî aciz kir û got:

Ez serokwezîr pîroz dikim. Bi ziman, uslûb û beyanên xwe dînamît xist binê welatê me û miletê me. Herkes bi hev ra kir dijmin, ji bo ku însanan bera hev bide rê vekir. Xêra wî em dîroka xwe jî fêr bûn. Ma êdî çi ma ku meriv bibêje? ”

Û hin kurd hîn jî xwedêgiravî ji bo hêviyekê di nava vê partiyê da ne. Kesê ku nexwaze qatilên bav û kalên wî werin naskirin îro jî tu tiştek jê sadir nabe. Hêviya ji kes û partiyeke wiha vala û beyhûde ye…

Helbet gava Erdogan avêtiye gaveke baş e, lê li gel vê jî ez samîmî nabînim. Çimkî ez bala xwe didim siayseta wî ya îro jî.

Heger Erdogan di şêla xwe da samîmî ye wê demê ewê bêyî şer û kuştin mafê kurdan bida. Hukûmeta kemalîst ji ber ku Dêrsim kurd bû qetlîam kir, ew jî ev neh sal in eynî siyasetê dajo û eynî qetlîaman dike.

Kesê bûyer û qetlîama Dêrsimê rast nebîne, dibê îro bi kurdan ra şer neke, 13 hezar siyasetmedarên kurd navêje zindanan, her roj çiyayên Kurdistanê bombebaran neke.

Erdogan bi vê "mêraniya" xwe ya bêzirar dixwaze rewşa xwe xurttir bike, çimkî di ”uzurxwestinê” da tiştekî wenda nake, lê dikane gelek tiştî qezenc bike....

23 november 2011

Gava dibe mesela kurd her tirk dibin weke hev

Piştî ku min nivîsa Ahmet Altan ya îro(operasyon) ya li ser operasyonên KCK-ê xwend, ez gihîştim wê baweriyê ku tirkek(esas ew bi xwe ne tirk e jî lê xwe tirk dibîne) tu carî(ya jî zû bi zû) nikane bibe mirovekî tam demokrat, tam rastgo, tam xwedî ûjdan û tam însan…

Demokratbûn, xwedîûjdanbûn, diristî, rastgoyî û însaniyeta her tirkî heta ber deriyê kurdan û sînorê Kurdistanê ye.

Dema mesele dibe kurd û Kurdistan, merivê tirk yê herî demokratdibe faşîstê herî har, dilê herî nerm û bi rahm dibe kevirê herî sert û alim û sofiyê herî mezin jî dibe zebaniyê ber deriyê dojehê.

Ahmet Altan jî di nivîsa xwe ya îro da demagojiya bi heqbûna operasyonên KCK-ê dike, ku min qet jê nedipa.

Altan, bi şiklekî nedirist meselê dibe û tîne û dawiya dawî sûc dixe hustuyê KCK-ê, dibêje, KCK-ê gerek van kesanan nekira endamên xwe…

Halbûkî Altan pir baş dizane ku yê neheq hukûmet e, ji ber ku hukûmet naxwaze tu heqî bide kurdan, loma jî mecbûr e ku maneyekê bibîne û şer bike.

”Emir” û dîrektîfên Ocalan ne tiştekî nuh e, hukûmet ev 5 sal in ji van ”emir” û ”dîrektîfên” Ocalan ra kûryetiyê dike.

Lê nuha piştî ku îşê xwe pê qedandin, van beyanên wî wek delîlên sûc lanse dikin.
Bi salan e ku bi KCK-ê û serokên wê ra rûdinin, lê nuha weke tiştekî ku nuh keşif kiribin difroşin milet.

Ya din, ev kesên ku hatine girtin hemû jî endametiya KCK-ê red dikin. Û di destê Altan da tu belge û delîl jî tuneye îspat bike ku bewqas însan endamên KCK-ê ne.

Helbeta Altan vana hemûyan dizane, lê dîsa jî dirist hereket nake û meselê şêlû dike.
Lê helbet merivê neheq nikane dirist be û rast bipeyive….


XXX
Piştî ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser navê dewletê xwedêgiravî ji gelê Dêrsimê lêborîn xwest, serokê rêxistina CHP-ê yê Amedê Mûzafer Degerê me jî bi beyanekê li ser navê partiya xwe ji gelê Dêrsimê lêborîn xwestiye.

 Lê CHP ji vê uzra Muzafer Deger pir aciz bûye û ew ji serokatiyê îxrac kirine.
Dewletê li Dêrsimê li hemberî kurdan qetlîameke mezin kiriye, loma jî dibê dewlet û serokatiya CHP-ê loborînê bixwazin.

Çima tu lêborînê dixwazî? Ma tu berdevkê dewletê yî? Tu çima xwe li ber baranê şil dikî?
Tu jî kurd î û qetlîam li hemberî te jî hatiye kirin. Dibê tu bi xwe ji dewletê û ji îdareya partiyê doza lêborînê bikî.
Welhasil em kurd merivên ecêb in…

 XXX
Ece Temelkuran, di nivîsa xwe ya Haberturkê da nivîseke pir balkêş nivîsîye. Li gorî reqemên Ece Temelkuran dide, di sala 2005-an da li Tirkiyê hejmara kesên ji sûcê terorê hatin girtin 273 ye. Ev hejmar piştî 5 salan yanî di sala 2010-an da derketiye 12. 897-an.

Li hemû dinyayê hejmara kesên ji sûcê ”terorê” girtî ne 35. 177 e.
Li Tirkiyê hejmara girtiyên ji eynî sûcî 12. 897 e.

Di warê rojnamevanên girtî da Tirkiye li dinyayê welatê yekem e, Rûsya û Çîn jî derbas kiriye.
Ji bo ku meriv ”demokrasiya” (!)AKP-ê fêm bike numûneyên pir baş in.

Ji xwe ji dawiya 2009-an û vir da ye hukûmeta AKP-ê biryar daye ku tevgera kurd ya legal û siyasî tasfiye bike.



XXX
Hin kurdan li Strasburgê avahiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê îşxal kirine. Pûlisên fransis mudaxeleyeke pir ser t kiriye, bi dehan kes hatine girtin û gelek kes jî birîndar in.

Ez bi xwe çalikiyên wiha qet rast nabînim. Ji ber ku li Ewrûpayê îşxal û tiştên wiha zor tê hebe ji feydeyê bêtir zirarê dide kurdan. Çalakiyên wiha li hemberî kurdan antîpatî û dijiminatiyê xurt dike.

Kî vî aqilî dide kurdan ez nizanim, lê ev ne tu rê ye, em bi destên xwe xelkê dikin neyarên xwe.
Ji dêlî çalakiyên wiha, dibê meriv protestoyên demokratîk bike, rê û metodên hîn hdemokratîk, hîn humanîst bibîne.

Bi zorê, bi îşxalê kes nabe dost û hevalê me. Dibê em xelkê bi mazlûmiya xwe îqna bikin. Çalakiyên wiha îmaja kurdan li Ewrûpayê xera dike û propagandeya tirkan ya ”terorîzmê” xurt dike.

Erdogan ji bo ya CHP-ê "uzir" û ji bo ya AKP-ê jî alîkariyê dixwaze

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro di civîna serokên rêxistinên bajaran yên AKP-ê da li li ser qetlîama Dêrsimê jî rawesitiya û got, ”eger li ser navê dewletê pêwîstî bi uzirxwestinê hebe, ez uzur(lêborînî) dixwazim”

Helbet "uzirxwestina" Erdogan tiştekî baş e.
 
Lê bi şertê ku dibê meriv bi xwe dev ji eynî zorbatiyê û eynî siyasetê berda be û daxwazên ku wê rojê bûn sebebê qetlîama Dêrsimê îro red neke û bi eynî metot û sertiyê neçe ser xwediyên van daxwazan, wan navêje zindanan û qetil neke.

Sebebê qetlîama Dêrsimê mesela kurd bû, ji ber ku dêrsimiyan tirkîtî reddikirin, doza mafên xwe yên netewî dikirin loma hatin qetilkirin û ji erd û avên xwe hatin bidûrxistin.

Heger baweriya Erdogan bi ”uzirxwestina”   wî hebûya û di "uzirxwestina" xwe da samîmî bûya, dibê îro mafê kurdan yên netewî qebûl bikira û eynî zulm li kurdan nekira.

Dibê îro 12 hezar kurd ne di zindanan da bûna, dibê balafirên tirk her roj çiya û geliyên Kurdistanê bombebaran nekirana.

Heger Sabîha Gokçenê ji bo şikandina serîhildna Dêrsimê 10 cara, 20 caran ya jî 100 carî Dêrsim bombebaran kiribe, balafirên Erdogan heta nuha bi hezaran carî çiya û baniyên Kurdisranê bombebran kirine û bi sedan, zarokên kurd kuştine.

Ji ber ku sûcê dêrsimiyan wê rojê çi bû, sûcê KCK-ê û BDP-ê jî îro eynî ye. Lê Erdogan ji ji bo sûcê CHP-ê "uzir" û ji bo yê xwe jî alîkariyê dixwaze.
Loma jî li gel ku ez uzirxwestina Erdogan pozîtîf dibînim jî, lê samîmî û ji dil nabînim. Ji ber ku ew bi xwe ji ber eynî sebeban eynî fiîlî dike.

Hewcedariya Erdogan îro bi manawrayên wiha hene û loma jî ew li ser navê dewletê lêborînê dixwaze. Bes Erdogan vê yekê pir nagre cidîyetê û di praktîka xwe da jî bicî nayne.

Erdogan, di axaftina xwe da gotiye, ”Belgeyek di 8-ê tebaxa 1939-an da hatiye nivîsandin. Ji Fermandarîya Jendermeyan a Giştî ra hatiye şandin. Di navbera salên 1936-1939-an da bi tevahî 13 hezar û 806 kes hatine kuştin. Li vir mirov hatine kuştin. Ez behsa erdhejê nakim. Behsa kuştinê dikim.”

Erdoganê ku bi belge qala vê qetlîamê dike û xwedêgiravî li ser navê dewletê ”uzir” dixwaze, teror û qetlîama xwe nabîne. Ji ber ku kara wî tê heye ya CHP-ê weke zulmê û trajediyeke mezin lê ya xwe jî weke mafekekî rewa yê li dijî "terorîzmê" dibîne...

Ji sala 1984-an û virda li Kurdistanê ne 13. 806, li dora 35 hezar gerîlla û kurdên siwîl bi destê hêzên eynî dewletê hatine kuştin.

Û 9 salên vê demê jî di bin serokwezîrtiya Erdogan da derbas bûye.
Gelo di van 9 salan da leşker û pûlisên Erdogan çend hezar kurd kuştin û çend hezar kurd avêtin zindanan?

Nuha di zindanên Erdogan da tam 12. 897 girtiyên ”terorîst” (!)hene.

Heger Erdogan di ”uzurxwestina” xwe da samîmî bûya dibê îro 12. 897 girtiyên kurd ne di zindanên Tirkiyê da bûna.

Heger Erdogan di ”uzirxwestina” xwe da samîmî bûya balafirên wî ewê li Çelê bi tonan bombeyên jahrî bi ser gerîlayên kurd da nebarandana û bedenên 36 keç û lawên kurd nekirana rejik.

Netîce, rejîma kemalîst ji ber kîjan sebeban qetlîama Dêrsimê kiribe, hukûmeta AKP-ê jî ji ber eynî sebeban ev 9 sal in eynî zulmê û eynî qetlîaman dike.
 Lê Erdogan ji bo ya CHP-ê ”uzir” û ji bo ya AKP-ê jî alîkariyê dixwaze..

22 november 2011

Sipasiyeke ez ne li hêviyê bûm

Min îro ji Heyva Sor a Kurdistanê nameyeke sipasiyê girt. Min hinek pere ji bo alîakriya gelê Wanê şandibû ji Heyva Sor a Kurdistanê ra. Îro dema ez ji kar hatim mal, min dît ku wa ye ji min û lawikê min Serhat ra nameyên sipasiyê şandine.
Ez gelkî kêfxweş bûm.
Li Swêd sipasiyên nivîskî adet e. 
Gava meriv alîkariyê bi rêxistinekê ra dike nameyeke sipasiyê ji meriv ra dişînin. Diyar e yên me jî wa ye ji vê kulturê muteesîr bûne. Tiştekî pir baş e.

 Name wiha ye dest pê dike:

”Em yên Heyva Sor a Kurdistanê sipas dikin ji bo alîkariya we ya ji bo gelê me yê Wanê ku di erdhejê da zirareke mezin dît. Saziyên gelê Kurdistanê bi yekîtî û piştgiriya gelê kurd bi hêztir û xurttir dibin….
Serkeftin ji bo we. Silav û rêz
Serokê Heyva Sor a Kurrdistanê yê Swêd
Şehmûs Akan”

Gelek sipas ji bo nameyê.

XXX
Dosta kurdan ya hêja û xanima serokkomarê Fransayê yê kevn François Mitterrand û Seroka Weqfa Azadiyê Danielle Mitterand, li Parîsê li nexwexşaneya Georges-Pompidou çû ser dilovaniya xwe.
Danielle Mitterand, dosteka kurdan ya gelkî hêja bû. Xwe weke daiyaka kurdan didît. Di sala 2010-an da peykerê wê li Helepçeyê hate danîn.
Danielle Mitterand, di axaftina xwe ya di Parlementoya Herêma Kurdistanê da gotibû, “Kurdistan welatê min e.”
Danielle Mitterand, ji bo miletê kurd pir xizmet kir, di hemû rojên kurdan yên teng û tarî da tim weke dayikeke kurd li ba kurdan bû. Û loma jî tirk gelkî jê aciz bûn.
Bira gorra wê buhşt be…

XXX
Ez operasyonên vê sibehê li 16 bajaran li hemberî kurdan hatin kirin bi şîdet şermezar dikim. Tu bingeheke van operasyon û girtinan ya bi heq û huqûqî tuneye. Hemû operasyon û girtinên siyasetmedarên kurd bi emrir û fermana Erdogan tên kirin.
Erdogan dixwaze tevgera kurd ya demokratîk û legal tasfiye bike. Ev, êdî pir vekirîye.
Ji ber ku Erdogan ji tevgera kurd ya demokratîk û legal pir û pir aciz e û dixwaze tasfiye bike.
Loma jî Erdogan, bi bêhuqûqî û zorbatiyeke mezin xelkê dide girtin û davêje zindanan.
Ez van operasyonên li dijî kurdan bi şîdet protesto dikim û bang li hemû kurdan dikim ku ew jî li dijî vê zorabtiyê derkevin û vê terora Erdogan û hukûmeta AKP-ê protesto bikin.


XXX
Li 16 bajaran terora Erdogan ya saxîkirin û binçavkirinê...
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, do bi şev bi Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal û Misteşarê MÎT-ê Hatan Fîdan ra li avahiya Serokwezîrtiyê cihê cihê civiya bû. Diyar e ji biryarên civînê yek jî ev pêla t...ewqîfatê ye. Lê helbet biryar ne ev tenê ye. Birayar, girtina hemû siyasetmedarû kurdên welatparêz e. Lê ji bo ku bi carê da bi hezaran însanî negrin, peyder pey digrin. Ji bo ku zêde olan nede.
Wisa xuyaye ku Erdogan bêyî kurdên AKP-yî biryara girtina hemû kurdên welatparêz daye. Ji ber ku bêyî wan berê xwe daye hemû siyasetmedar û kurdên welatparêz.
Lê gava îşê wan qedand, dor ewê were wan jî. Ev îş wiha ye.

Sibe ewê dor were we jî...

Operasyonên vê sibehê yên li hemberî siyasetmedar û abûqatên kurd ez gelkî bêhuzûr û aciz kirime.
Cergî min bûyer bihîstiye bîna min pir teng e. Ji hêrsan li ser serê xwe digerim.

Herçiqas fizîkî dûrî bûyerê me û nehatime girtin jî, lê psîkolojîkman ez xwe di nizareta Diyarbekrê da his dikim.

Ev zulm û çavsoriya Erdogan bi min pir zor tê…
Û ji ber ku ez nikanim vê zulm û terora pir qebe ya li ser gelê xwe rawestînim ya jî kêm bikim pir pê diqeherim.

Ev terora ku ev demeke di bin navê KCK-ê da li hemberî kurdan tê meşandin Almanyaya salên 1930-î ya dema naziyan tîne bîra meriv. Hemû cihû hedefa naziyan bûn.

Li Tirkiyê jî wiha bûye. Êdî kurdbûn tahlûkeya herî mezin e. Kî ji xwe ra bibêje ez kurd im û nebe zilam û şelafê AKP-ê û Erdogan hedefa hukûmetê ye, tê terorîze kirin û girtin.

KCK, PKK vana hemû bahane ne, kî doza mafê kurdan bike, AKP li dijî wan e.
Îro PKK. KCK xurt e loma jî berê diçin ser wan, dixwazin berê wan biqedînin.
Heger ne BDP, HAK-PAR wiha xurt bûya, ewê eynî tişt biniyana serê wan jî.

Dema PKK, KCK û BDP qedandin, îcar ewê berê xwe bidin Bûrkay û hemû kurdên din, kurdên ku îro li hemberî vê terorê xwe kerr û lal dikin…

Erdogan dixwaze berê yên xurt ji ber xwe da bixîne, dû ra ewê dor were ser yên zeîf jî.
Loma jî bêdengiya li hemberî vê terora hukûmeta AKP-ê şaşiyeke pir mezin e, dibê hemû hêz û kesên welatparêz li hemberî vê terora AKP-ê dengên xwe bilind bikin.

PKK, BDP serxwebûnê, federasyonê, heta otonomiyê jî naxwzin. Tenê dibêjin hebûna kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikin û Ocalan berdin ya jî şertên wî baştir bikin temam e.

Lê hukûmet dîsa jî qebûl nake û dixwaxe wan bi şer ji ortê rake, wan digre, dixe davêje zindanê.
Lê eynî hukûmet bi Kemal Bûrkay ê ku federasyonê dixwaze ra rûdine, fikrê wî digre û pê ra xoşbêşê dike.

Ma ne dibê Bûrkay û hemû kurdên ku nabêna wan û hukûmetê baş e bifikirin, bibêjin ev çi mesele ye yaho, ma ev hukûmet çima wiha dike?

Li alîkî kesên ku otonomiyê jî naxwazin davêjin zindanan, dikujin, lê bi me ra , bi kesê federasyonê dixwaze ra jî civînan çêdike, nabêna xwe xweş dike.
Ev rewş bi xwe gelek tiştî dibêje.
Dibê kurd vê şêla hukûmetê ji Erdogan bipirsin.

21 november 2011

Kurdan dev ji "dewleta netwî" bernedaya

Serokê BDP-ê Demirtaş di hevpeyvîneke xwe da gotiye, ”Yê dewleta paralel ava dikin ew( yanî hukûmeta AKP-ê ye.)in. Me dev ji dewleta rastîn berdaye, emê ya pararel çi bikin. Kurdan di netîceyê da dev ji dewleta netewî berdaye. Em ne li pey avakirina dewleteke netewî ne…”

Birêz Demirtaş, tiştê tu dibîjî ne rast e, kurdan ”dev ji dewleta netewî” bernedaye, te û partiya xwe dev jê berdaye.

Loma jî nebêje ”kurdan dev ji dewleta netewî berdaye”, bibêje min û partiya xwe û Abdulah Ocalan dev jê berdaye.

Lê mafê te tuneye tu li ser navê kurdan van gotinan bibêjî.
Te dev ji ” Kurdistanê û dewletê” berdaye, lê min bernedaye, ez hîn jî Kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurd dixwazim.

Û ez bawer dikim ku ne ez tenê, bi milyonan kurd, heta piraniya PKK-ê û KCK-ê jî weke min difikirin û ew jî dewleteke kurd ya netewî dixwazin.

Loma jî mafê te tuneye tu li ser navê hemû kurdan tiştekî wiha bibêjî, tu dikanî tenê li ser navê xwe û partiya xwe bipeyive û dîtin û daxwazên xwe bibêjî.

Lê nebêje kurd ”dewleteke netewî naxwazin, ev îdîa him ne rast e û him jî ne mafê te ye ku tu wiha bibêjî.


XXX
Xwendevanekî bi navî Gotyar Bazidî, di facebookê da ev nivîsa min ya jor rexne kir. Rexneya wî li jêr e.

"Gotyar Bazidî: ev nêrin û shiroveyeke erzan e, serok Demirtas di chapemenîyêde li hember raya gishtî nikare gotineke wisa bike,
û ya din jî ji meriva tê pirsîn ; te gote chi ; min gote te dewletê dixwazim hm tu bi nasameya xwe tuneyî, zimanê xwe tuneyîi, di destura bingehînde tuneyî, her alîyê te dagirker henin, berî tu van yekan bibînî tu dewletê diwazî..."

Ev nivîa jêr jî bersîva min e.. Gotyar Bazidî, heger ne bi qasî te be jî lê ez jî piçekî rewşa Tirkiyê û ya kurdan dizanim.
Min negotiye bira Demirtaş bibêje, ”ez dewlet û Kurdistaneke serbixwe dixwazim.”
Bi rastî ew çi dixwaze dibê wê bibêje, ev mafê wî ye.

Lê ez dibêjim bira nebêje ”kurdan biryara xwe daye, kurd dewleteke netewî naxwazin.”
Ev, him şaş e û him jî ne rast e.

Ji ber ku îro him gelek kurd û him jî hin partiyên kurdan fesderasyonê dixwazin.
Demirtaş bi viya dizane.

Ma qey ev partî û kesên federasyon û serxwebûnê dixwazin ne kurd in?
Ma Demirtaş ji hemû kurdan îmze girtiye, ya jî referandûm daye çêkirin ku dizane kurd ”dewleta netewî” naxwazin.

Ji dêlî ku bibêje ”kurd dewleta netewî naxwazin”, dikane bibêje, ”weke her miletî serxwebûn û dewleta netewî helbet mafê kurda ye jî. Lê em bi xwe weke partî viya naxwazin, em dixwazin bi tirkan ra bijîn.”

Demirtaş bi tu hawî ne mecbûr e ku garantiyê bide tirkan û bibêje kurd ”dewleta netewî” naxwazin.

Çima tirk, ereb, faris dixwazin çima emê nexwazin?
Demirtaş dikane vê pirsê ji tirkan bike, bibêje qey dewlet ji we tirkan ra heq e, ji kurdan ra qebhet e?

Demirtaş û partiya wî îro wiha difikirin lê sibe şert dikanin werin guhertin û belkî partiya wî jî dev ji vê siyasetê berde.

Yanî bi baweriya min mesele ne ji ber şertan û mecbûriyetê ye. Meriv dikane bi sed şiklî bersîva vê pirsê bide, bêyî ku bibêje ”kurd dewleteke netewî naxwazin” û daxwazeke wiha weke dînîtiyekê, weke qebhetekê nîşan bide.
Mesele îdeolojîk û bawerî ye.
Lê dibê meriv vê bawerî û îdeolijiya xwe neke ya hemû kurdan.


XXX
Fîlozofekî gotiye efendim, ”Yê biaqil aqilê xwe, yê biaqiltir aqilê kesên din jî bikar tîne.
Ê baş e dema aqil tunebe wê çi jahrê û çi qotikê bikar bîne?


XXX
Hûn nikanin xezîneyê li ruyê erdê bibînin.
-Ba mûmê vedimirîne, şewatê gurr dike.
-Dara ne di derdê xonçeyê(bûtikê) da be êzing e.

XXX
Camêrekî biaqil gotiye, "gotin gotin dişibe dermên(îlacê)di hindik da feyde tê dîtin.
Bi kurdiya fesîh meriv dibêje, "zimano leqleq, seriyo teqreq."

Fîsk: Çênebûna Kurdistanê trajediyeke

Rojnamevanên bi nav û deng, pisporê Rojhilata Navîn û nûnerê rojnameya İndependentê yê Lubnanê Robert Fisk, ji bo nasandina kitêba xwe ya dawî, ”Cenga Medeniyeta Mezin –Fetha Rojhilata Navîn” sê roj berê li Stenbolê bû.

Tirkan, Fîsk ji dest hev revandin, her kesî xwest aqilekî jê bigre û rewşa tirkan û Tirkiyê di pêşrorjê da ewê çawa bibe, jê fêr bibe…

Çimkî tirk girîngiyeke pir mezin didin dîtinên emerîkî û ewrûpiyan yên derbarê tirkan da û Tirkiyê da.

Ji ber ku xwe nezan û biçûk û ewrûpiyan jî zana û mezin dibînin. Û di vê baweriya xwe da zêde ne neheq in jî.

Loma jî Robert Fîsk, li Stenbolê beşdarî gelek civîn û programên telewîzyonan bû û çend hevpeyvîn çêkir.

Ji rojnameya Bîrgunê Onur Erem û Ali Şimşek, bi Fîsk ra hevpeyvînek kirine. Erem û Şîmşek, kapaxbûna Erdogan ya kovara Time jî, fena ku bûyereke pir mezin be ji Fîsk pirsîne, xwestina bizanibin gelo Fîsk di heqê vê bûyera mezin çi difikire, wê fêr bibin.
Herdu rojnamevanan ji Fîsk pirsîne, gotine:

”Û nîhayet bû kapaxa(yanî Erdogan) Time. Li Tirkiyê ev çend roj in ev mesele tê peyivîn.”

Fîsk, bi rengekî matmayî gotiye:
”Ez Time naxwînim. Ez texmîn nakim ku Erdogan jî dixwîne. Bi ya min Time kovareke virek e. Hûn çima wê hewqasî mezin dikin ku?
Tirkiye, tiştê berê ereban dikir dike. Hûn dipirsin, Emerîka di heqê me da çi got? Lê ereb êdî tiştên kovara Time çi dinivîsîne girîng nabînin. Lê Tirkiye hûn hîn girîng dibînin. Hûn hîn baweriya xwe bi çapemeniya Emerîka tînin, ev ehmeqîye.”


Û li ser pirsa guherîna li herêmê, gelo ewê çi tesîrê li kurdan bike, Fisk gotiye:
”Çênebûna Kurdistanê trajediyeke. Li vê coxrafiyayê dibê welatekî bi navê Kurdistan hebûya, bi Peymana Versaîlles. Lê belê ev yek çênebû. Çênebûna wê, trajediyeke mezin e. Ewê Ermenîstaneke hîn mezintir jî hebûya, ew jî nebû. Berpirsiyarê vê, siyaseta Emerîka ya îzalosyonê, serok Wîlson û peymana Sykes- Picot e.”

Bi rastî jî wisa ye, dibê nuha li Rojhilata Navîn dewleteke bi navê Kurdisatnê hebûye...

Çênebûna Kurdistanê trajediyeke pir mezin e. Loma jî tam ev 90 sal in ku miletê kurd ji bo avakirina Kurdistanê têkoşîneke bêhempa dide û di vê riyê da bi sedhezaran şehîd daye.

Trajediyeke din ya mezin jî siyasetmedar û serokên kurdan newêrin weke Fîsk bibêjin ”çênebûna Kurdistanê trajediyeke mezin e.”

20 november 2011

AKP li hemberî kurdan dolabên pir tahlûke digerîne

Di van 70 salên dawî da tu hukûmetê bi qasî hukûmeta AKP-ê bi plan û program û bi vê israrê nexwestiye tevgera kurd ya netewî bişkîne û ji ortê rake.

Miletê kurd rûbirûyê hukûmet û serokwezîrê herî tahlûke ye.

Ji Ataturk vir da tu serokwezîrî bi qasî Erdogan bi vê derecê najotiye ser kurdan û tevgera wan ya netewî û siyasî.

Ji Ataturk vir da tu serokwezîr bi qasî Erdogan nebûye dîktaror.

Erdogan, ji bo ku tevgera kurd ya netewî di warê leşkerî, siyasî, aborî û civakî da bişkîne, tasfiye bike di nava xebateke pir mezin da ye. Hemû organên dewletê ji bo vê yekê xistiye dewrê.

Yanî Erdogan dixwaze di her warî da liberxwedan û tevgera kurd ya netewî bifetisîne.
Û ji bo vê yekê jî her çekê, her metodê mubah dibîne.

Hukûmet ji bo gihîştina vê armanca xwe tevgera Gulen jî bi baş bikar tîne.
Loma jî cimata Gulen jî ji bo şikandina tevgera kurd ya netewî bi artêşê, MIT-ê û pûlisan ra mil bi mil dixebite.

Bi dîtina min cimata Gulen ji bo kurdan ji MIT-ê û artêşê jî pir tahlûketir e…
Zirara ku tevgera Guelen bi riya ”dîn” û meketêbên xwe dide kurdan ji zirarên artêşê, pûlis û MIT-ê pir û pir mezintir e.

Min nuha di ANF-ê da xwend, ji bo ku siyasetmedarên kurd nikanibin siyasetê bikin, hukûmet dixwaze dest deyne ser malê kurdan.

Wisa xuyaye hukûmeta AKP-ê bi girtinê û kuştinê nayê serî, nuha jî dixwaze qanûnekê derxe ji bo ku bi hêsanî dest deyne ser mal û milkên siyasetmedarên kurd.
Yanî dixwazin di warê aborî da jî kurdan bifetisînin.

XXX
Paşnavê gelek kurdan ” Turk” û ”Özturk” e. Lê ev cara pêşîye ku di facebookê da ez rastî paşnavekî ” Özkürt” hatim.

Xanimekê paşnavê xwe kirye ”Hêlîn Özkürt.”

 Naznav be jî, xweş e. Ez hêvî dikim ku ji gelek kurdên ku paşnavên wan ”Turk” û ”Ozturk” in ra bibe nimûne.

Ez ji kurdên nezan zêde gazanin nakim, lê kurdên ku xwe kurd dihesibînin û siyaseta kurdayetiyê dikin, endamên partî û rêxistinên k...urda ne, çawa hîn jî ji paşnavê ”Turk” û ”Ozturk” nerehet nabin û vî paşnavî naguherînin ez bi xwe fêm nakim…

Erê ya herî rast ew e ku dibê kurd hemû paşnavên tirkî biguherînin û bikin kurdî.

Lê paşnavên ”Turk” û ”Ozturk” ji ziman(yanî tirkîtiyê) wêdatir paşnavên îdeolojîk û nîjadperest in. Sebebê lêkirina wan heqaret û înkara miletê kurd e. Dibê tu kurdekî welatparêz van paşnavên nîjadperest qebûl neke.

Hukûmet xêra bavê xwe alîkariya kesî nake

Bala min lêye piraniya kurdan heq û berpirsiyariyên xwe yên li hemberî dewletê nizanin, her alîkariyeke dewlet û hukûmetê weke xêr û sedeqeyekê qebûl dikin.

Ev, dîtineke ne rast e û baweriyeke ji bin da şaş e. Milet hukûmet hilbijartiye ji bo ku dewletê îdare bike.

Û baca xwe jî dide dewletê ji bo ku ew jî ji milet ra xizmetê bibe, di rojên wiha da here alîkariya wan.

Do gava wezîr û walî li Elihê(Batmanê) çûn serdana malbatên erdheja Wanê, rojnamevanekî jî bi çend ferdên koçber ra li ser rewşa wan sohbet kir, li halê wan pirsî.
Kesên bersîv didan ji alîkariya dewletê pir û pir memnûn bûn û hema digotin ”Xwedê dewletê ji serê me kêm neke, mala wan ava be, hertiştî didin me…”

Fena ku Erdogan û hukûmeta wî ji bêrîka xwe xêrekê bi wan dike û ew jî loma sipasî wî dikin.

Ev şaş e, dibê ev alîkariya dewle û hukûmetê ne weke çêyiyekê, ya jî xêrekê, weke mafekî me were zanîn.

Dewlet û hukûmet ji bo xizmeta ji milet ra hene, milet baca xwe dide dewletê ji bo ku xizmetê bibe ji milet ra û di felaketeke wiha mezin da here gazî û hawara gel.

Û hukûmet jî ji bo îdarekirina dewletê heye, milet ji bo vê yekê hin kes weke nûnerên xwe şandine meclîsê.

Serokwezîr Erdogan perê bavê xwe li kesî belav nake, perê milet e dide milet. Dibê meriv viya baş bizanibe.

Bêyî vê, bi milyaran alîkarî ji bo erdhejê hatiye topkirin. Hukûmetê heta nuha bi van peran yek xanî jî nedaye çêkirin. Loma jî heta nuha nêzî nîv milyon însan ji Wanê koç kirine. Ev felaketke pir mezin e, di vê koçê da sûcê hukûmetê pir mezin e.

Çimkî hukûmet ji bo ku însan koç nekin tiştekî nake, belavocî wê, ji bo koçkirinê milet teşwîq dikin.

Tenê li ber kamarayên telewîzyonan bi reqlam û şoveke mezin tirşikê li milet belav dikin û yên me jî hema dibêjin sipas û sipas!

Ma dewlet û hukûmet ji bo çi hene?

Wezîfeya dewletê jî û ya hukûmetê jî ev kar e, mecbûr in di felekateke wiha mezin da alîkariya milet bikin.

Dibê meriv vê alîkariyê ne weke çêyiyeke hukûmeta AKP-ê û sedeqeya serê bavê Erdogan qebûl bike. Dewlet û hukûmet bi pereyê milet alîkariya milet dikin û dibê bikin.

BDP û siyasetmedarên kurd dibê vê yekê ji milet ra baş zelal bikin, bibêjin alîkariya ku dewlet dike ne xêra bavê kesî ye, perê me ye û mecbûr e bike.

Di nava milet da belavkirina vê zanînê pir girîng e. Ji ber ku hukûmet dixwaze ji vê bêçaretiya însanan feydeyê bibîne, wan bi xwe ve girê bide, yanî ji vê rewşê ranteke siyasî bigre.

Loma jî dibê BDP di vî warî da xelkê baş agahdar bike, bide zanîn ku alîkariyên tê kirin ne xêreke hukûmeta Erdogan e, perê milet e, alîkariyên ku ji bo gelê erdhejê hatine topkirin.

Hukûmet viya organîze û belav dike…

19 november 2011

TRT6-ê Kurd1 naqawt kir !

Hukûmeta AKP-ê îcar jî çenqele xwe avêt ji Fatê da, Fatê jî ji Kurd1-ê transferî TRT6-ê kir.

Weleh heger wiha here îşê telewîzyonên kurdan xerab e. Ji ber ku li gorî qanûna xwezayê masiyê mezin masiyê biçûk dadiqultîne.

Û di jiyanê da jî wiha ye, gava îdeolojî û bawerî tunebe ya jî ne girîng be, mesele nav û menfaet be, bêguman weke futbolciyekî, teklîfa herî baş ji ku were meriv dihere wî taximî...

Lê ez ditirsim masiyên ji Fatê hîn mezintir jî hebin. Bi baweriya min heger hukûmeta AKP-ê devê kîs veke ewê malikê li kanalên kurdan bişewitîne.
Kurdan gotiye, çav ji çavan şerm dike, pere keviran nerm dike. Îcar hinek kurd ji kevir gelkî nermtir in, li hember peran zû dibin hevîr...

Li gorî xebera Avestakurdê, hunermenda kurd Fatê, ji nişkave dev ji telewîzyona  Kurd1-ê berda û derbasî TRT6-ê bû.

Programa wê ewê roja duşemiyê(21/11-11)saet di 10-an da dest pê bike û navê programê jî ”Bi Fatê ra” ye

Di vê nabênê da ji bo guhdarîkirina xeberan min telewîzyon vekir û hinekî bala xwe da kanalan. Min hew dît ku Fata me te waye dest bi reqlama programa xwe jî kiriye.

Yanî transfera Fatê rast e. TRT6-ê derbek baş li Kurd1-ê xist. Wisa dom bike Kurd1 dikane belav jî bibe.

Herçiqas Kurd1 kanaleke fuzûlî û bêmaneye jî lê dîsa jî ez naxwazim yek ji wê here kanaleke dewletê. Heger ji min bê, ezê ji TRT6-ê transferî Kurd1-ê bikim.

Lê ya ez matmayî hîştim ne ev tenê ye. Di xeberê da ya herî ecêb û balkêş jî Avestakurd dibêje, Fatê ji wan ra gotiye, ” wê li ser pêşniyara siyasetvanê Kurd Kemal Burkay dest bi programê kiriye.”

De îcar ev ji me kêm bû ha!

Taransfera Fatê rast e, lê "nabêncîtiya " Bûrkay rast e, ne rast e ez nizanim. Ez hêvî dikim derew be.

Lê li alî din li ciyê rehetiyê meriv nikane dereweke wiha  li hev bîne, dibê bingeheke wê hebe.

Gava min xeber xwend, min zêde jê bawer nekir, min got belkî heneke...

Çimkî Kemal Bûrkay ne hevalê Fatê ye û ne jî yekî ji cîhanê wê ye. Bûrkay siyasetmedar e û Fatê jî dengbêj e.

Ma kes nema Kemal Bûrkay ewê ji Fatê ra bibêje  dev ji  Kurd1-ê berde û here  TRT6-ê?

Ji bo çi Bûrkay?
Min ji xwe ra got, ne maqûl û ne normal e ku siyasetmedar û şexsiyetekî weke Bûrkay li ser navê dezgeheke dewletê ji hunermendeka kurd ra bibêje dev ji telewîzyoneke kurdî ya kurdan berde û here ya dewletê.

Ji bo ku Kemal Bûrkay li ser navê dewletê teklîfeke wiha bibe ji Fatê ra dibê nabêna wî û hukûmeta AKP-ê pir xweş be ku hukûmet bikanibe teklîfa nabêcîtiyeke wiha lê bike û ew jî vê teklîfa hukûmetê qebûl bike.

Ez hîn jî baş ne emîn im ku ev xeber rast be û Bûrkay wezîfe û nabêncîtiyeke wiha ne layiqê xwe qebûl kiribe.

Lê heger rast be bi rastî jî sosireteke giran e û li ser navê wî ez pir li ber ketim.

Çimkî min hêviyeke hîn mezintir ji Bûrkay dikir. Min hêvî dikir ku ew jî weke Musûd Barzanî û Celal Talabanî ji bo çareserkirina mesela kurd bibe nabênciyekî girîng. Ne ku ji hukûmeta AKP-ê ra bibe "nabênciyê" transfera dengbêjekê.

Ez bi xwe vê wezîfê, vê nabêncîtiyê layiqî Kemal Bûraky nabînim. Min bawer nedikir ku ew teklîfeke wiha qebûl bike…

Rojeke ji siyasetê dûr

Ez bîstek berê ji pêşangeha resamên kurd hatim. Weke min texmîn dikir pir baş derbas bû.

Bi vê wesîleyê me him berhemên şeş hunermendên kurd dît, ji xebat û hunera wan agahdar bûn, him li wan guhdarî kir û him jî bîstekê li ser huner û teknîka wan bi wan ra sohbet kir.

Li Swêd minasebetên wiha weke derman e, meriv ji qulika malê derdikve der, dost û hevalan dibîne û bîna meriv fireh dibe.

Ji ber ku vira xerîbistan e, ne Kurdistan e ku tu rojê bi sedan nas, dost û hevalan bibînî û sohbet bikî.

Li welêt bîna meriv ji derekê, ji qahweyekê, ji hevalekî teng bibe, meriv dikane here çayxaneyeke din, here ba hevalekî din., here dikane nas û dostekî din.

Ya jî hema ji xwe ra di nava bajêr da bigre û dilê xwe rehet bike.


Lê li vir ne wiha ye, ciyekî meriv pê da here tuneye.

Ciyê min aşxaneya Lawikê Licî bû, ji şansê min ra ew jî nexweş ket û nuha li mal e. Ew kêf jî ji min hat stendin.

Do min jê ra got, zû rehet bibe, ya jî hema roja îniyê ji bo saetekê were wir, em bi hev ra qehweyekê vexwin û dîsa here.

Xwedê kir li Stockholê qahwa Hecî heye, milet carnan dihere wir ruhê xwe trapî dike, dilê xwe aş dike.

Xwedê neke heger rojekê “tiştek” bi Hecî were, weleh malikê li kurdên vir bişewite, dereke herinê namîne.

Loma jî hemû kurdên Stockholmê bi şev û roj "dua" dikin ku tiştek bi Hecî neyê, temenê wî dirêj bibe û tu carî jî nexweş jî nekeve.

Şirîkê wî ne hewceyî “duayê” ye, çimkî ew hîn xort e...

Ez hinekî ji mijarê dûr ketim, ez werim ser mijarê.

Pêşangeh ji alî Kitêbxaneya Kurdî, Komela Nivîskarên Kurd û Federesyona Komeleyên Kurdistanê ve hatibû amadekirin. Hevkarî û xebata hersê dezgehên kurd bi hev ra tiştekî pir baş e.

Li Swêd bi sedan sinetkarên(resam, karîkatorîst, nivîskar, şair, dîroknas, peykertiraş û hwd) kurd hene.
 
Lê mixabin ji ber şertên welatê me û rewşa siyasî ya mewcûd meriv fersenda çalakiyên wiha qet nabîne û nafikire.

Ji ber ku hemû kurd ji ber şertên welatê me konsentreyî siyasetê û akîvîteyên siyasî bûne, aktîvîteyên hunerî nayê bîra kesî. Dil dixwest ku çalakiyên wiha hîn zêdetir bûna...

Ev daxwaz li wir ji alî bepirsiyarên hersê rêxiztinên ku pêşangeh organize kiribûn û ji alî hunermendan bi xwe jî hat zimên.
 
Herkesî xwest ji nuha û pê va aktîvîteyên wiha yên hunerî zêde bibin û kurd hunermendên xwe nas bikin, ji berhemên wan gahdar bibin.

Bi hêviya ku ev daxwaz di gotinê da nemîne û di pêşerojê da aktîvîteyên wiha zêde bibin.

Di pêşangehê da min bi çend dost û hevalan ra çend sûret jî kişandin, ez wan jî di facebooka xwe da diweşînim; ji bo ku hûn jî çend dîmenan ji pêşangehê bibînin.

17 november 2011

Zanîngehên Kurdistanê kirine medreseyên Fethullah Gulen

Bîstek berê di Roj TV–ê da min li programa Ciwanan temaşe kir. Navê programê min ji bîr kir.

Program li ser gelşên xwendevanên zanîngehê bû.
Xortê muhabîr, li Zanîngeha Dîcleyê bi xwendevanan ra dipeyivî, li ser rewşa wan, problemên wan, daxwaz û hêviyên wan, problem û astengên ku li zanîngehê dertên pêş wan, pirs ji wan dikir.


Bi hindikanyî be jî der heqê rewşa xwendevanan da, problemên li zanîngehên hene, zulm û zora li xwendevanên kurd dibe, meriv dibû xwediyê fikrekê , rismek bidest dixist.


Ji bersîvên xwendevanan diyar dibû ku zanîngeh ji bo xwendevanên kurd weke hefseke servekirîye, zulm e, îşkence ye. Xwendevan xwe di nava cendereyekê da his dikin.

Rewşa xwendevanên kurd yên li bajarên tirkan dixwîninjî eynî ye, heta hîn xerabtir e. Li wir jî xwendevanên kurd di terora îdarê, pûlis û faşîstan da dijîn.

Li zanîngehê demokrasî tuneye, xwendevan xwe azad his nakin, hemû tevger û hereketên wan di bin kontroleke pir bi disîplîn ya îdarê û pûlisan da ye.


Rektor, îdare, piraniya mamosteyan û tevayiya pûlisan merivê ”cimatê” yanî merivên AKP-ê û Gulen in û pir li dijî xwendavanên kurd in, midaxeleyî her çalakî û tevgera wan dikin.

 Li gorî agahiyên xwendevanan, bi taybetî jî ev saleke ku gelek mamosteyên merivên ”cimatê” yanî gulencî şandine Zanîgeha Dîcleyê...

Xwendevaneke keç ya beşa tibê got, mamosteyên wan bi piranî ”merivên cimatê” ne û viya venaşêrin jî.

Got, hin mamostên wisa hene ku tu carî naxwazin li ruyê keçan binêrin, dema bi keçan ra dipeyin aliyekî din dinêrin.

Bi qasî min ji axaftin û înformasyona xwendevanan fêm kir, hukûmeta AKP-ê ev saleke giraniyeke pir mezin daye zanîngehên Kurdistanê, bi hezaran kadirên xwe şandine vir ji bo ku rê li ber pêşketina kurdayetiyê bigrin.

Dagirkirina Kurdistanê bi zana û kadirên ”bawermend” pêşniyara Gulen e.
Gulen di axaftineke xwe da digot, di dibistanan da di nabêna me da temas çêdibe, a di vê temasê da em rê li ber tevgerên nebaş digrin û nahêlin pêş da herin.

Diyar e di nabêna operasyon, girtin û êrîşên hukûmetê û tijekirina zanîngehên Kurdistanê bi mamosteyên gulencî da girêdanek, îrtîbatek xurt heye.

AKP, ji bo ku liberxwedana kurdan di warê çekdarî, siyasî, kulturî û civakî da bişkîne û kurdan teslîm bigre di her warî da dest bi êrîşeke mezin kiriye.

Zanîngehên Kurdistanê jî yek ji van qada ye ku dibê ji têkeve destê wan cimata Guelen.

Hukûmeta AKP-ê bi koçberkirina gel dixwaze Wanê ji destê kurdan derxe

Hukûmeta AKP-ê Wanê vala dike, kelayeke liberxwedanê û kurdayetiyê berteraf dike, ji ber xwe da dixîne.

Û bi yekê ra jî derbeke mezin li tevgera kurd ya netewî xe.


Dibê kurd destûrê nedin valakirina Wanê, li hemberî vê siyaseta hukûmeta AKP-ê ya pir sinsî î nîjadperest bêdeng nemînin û rê li ber vê koçberiyê bigrin.

Wan, ji bo kurdan him bajarekî pir stratejîk e û him jî yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku bûye kelem û qilçixê di çavê dewletê û hukûmeta AKP-ê da.

Erdogan bi plan û programeke pir konewarî hewil dide ku vê kelayê ji destê kurdan derxe û bi demê ra bike keleyake tirkîtiyê.

Heger nufûseke zêde ji Wanê were bidûrxistin hukûmetê bi hêsanî bikanibe vê plana xwe ya bidestxistina Wanê dêxe praktîkê.

Ev tiştê ez dibêjim ne îdîayeke vala ye.
Bi bahaneya erdhejê hukûmeta AKP-ê dibêje fersend ev fersend e û dixwaze demografiya wanê xera bike û vê kela kurdayetiyê ji ber xwe da bixîne...

Bi argumenta tunebûna xaniyan koçberkirina gelê Wanê, ”tenkîleke” nuh e, kurdan bi siyaset ji welatên wan dûr dixin.

Û vê ”tenkîlê” jî di bin xêliya ”alîkariyê” da dikin. Di şertên normal da valakirina Wanê ji kurdan ne mimkûn bû, lê nuha mimkûn e.
Ev, siyaseteke pir tahlûk û pir nîjadperest e.

Hêzên siyasî û ronakbîrên kurd dibê vê plana hukûmeta AKP-ê bibînin û di vî warî da xwedî pêşniyareke alternatîv bin, nehêlin Wan were valakirin.

Hukûmeta AKP-ê erdhejê û tirsa dilê xelkê û bêçaretiya însanan îstîsmar dike, ji bo ku vê kela liberxwedanê ji ber xwe da bixîne, hêz û yekîtiya kurdan ya netewî zeîf bike.

Hukûmet ji dêlî ku di warê sosyal, aborî û sihî da hin gavan bavêje, hin tedbîrên bi lez bigre û xaniyên prefabrîk ecele bide çêkirin, bi zanetî milet teşwîqî koçê dike, koçberiyeke bi alî bajarên tirkan Edenê, Stenbolê, Îzmîrê, Mêrsînê û hin bajarên din ve.


Bi vê koçberkirinê armanca hukûmetê ew e ku Wanê ji destê kurdan derxe û bike Erzingan, Erzerom û Xarpêteke nuh.

Û kurdên ku koçî bajarên xerbê kirine jî ji xwe ewê li wir bimînin û bi demê ra asîmïle bibin û bibin tirk.

PKK, BDP. HAK-PAR û hemû hêzên kurd yên din dibê vê plana hukûmetê bibînin û li valakirina Wanê temaşe nekin.

Wan, kelake qewî ya kurdewariyê û tevgera kurd ya netewî ye, dibê ev kela tu carî nekeve…


XXX
Parlamenterê BDP yê Diyarbekrê Şerafettîn Elçî, "şîreteke pir manîdar li Erdogan kiriye, jê ra gotiye:

”Yê xwîna kurdan birjîne, ewê di xwîna wan da bifetise. Kurdan digrin û davêjin zindanan. Ez dixwazim viya bînim bîra serokwezîr Erdogan. Dawiya Şahên, Dehakên, Seddamên ku berê zulm li kurdan kirin diyar e. Hişê xwe bide serê xwe. Dawiya we jî ewê wek ya wan be. Yê xwîna kurdan bijîne, ewê di xwîna wan da bifetise.
Kurd miletekî ku zulmê û koletiyê qebûl nake. Weke her gelî, zimanû û axa kurdan jî heye. Kurd îro pir nêzîkî zaferê ne. Di vî warî da em pir hêvîda in.”

Înşelelah ewê texmîna Elçî birast bigere. Heta ne "Înşelelah", dibê wisa bibe.
Ji ber ku stûrî û çavsoriya Erdogan îro li kurdan dike ji ya Seddam ne kêmtir e....
Her roj bi xurûra kurdan dilîze, heqaretên mezin li kurdan dike, qerfê xwe bi kurdan dike...
Dibê ev zulm û çavsoriya jê ra nemîne, li bela xwe rast were, bobelatek mezin were serî ku ahê kurdan jê ra nemîne...

16 november 2011

Dewleta tirk zarokên xwe dixwe

Endamê MIT-ê(teşkîlata îstîxbaratê) Kaşîf Kozînoglu 3 roj berê ji nişkave di hucreya xwe da mirî hat dîtin.

Li gorî beyanên resmî Kaşîf Kozînoglu piştî antramana jimnastîkê dilê wî sekiniye û miriye.

Vê mirina Kozînoglu ya ji nişkave olan da û bû sebebê pirsa gelo Kozînoglu bi rastî mir ya jî hat kuştin?

Kozîngoglu ji ber hevkariya xwe ya bi Ergenekonê ra di operasyona ODA TV-ê d vê buharê hat girtin û teqrîben ev 8 meh bûn girtî bû.

Herçiqas berpirsiyar dibêjin Kozînoglu ji sekteya dil çûye jî lê ji ber ku herkes bi pîşikê dewletê dizane, loma jî kes bawer nake.

Çimkî vê dewletê di van 20-30 salên dawî da serekkomar û genaral jî di nav da, bi sedan merivên xwe dan kuştin. Loma jî însan nikanin wiha bi rehetî bawer bikin.

Xanima Kozînoglu Yeşîm û lawê wî Ozel jî bi şik li mirina Kozînoglu dinêrin. Yeşîm Kozînoglu bi riya abûqatê xwe ji Tiba Edlî ra gotiye, ew bi şik li mirina Kozînoglu dinêrin. Û loma jî ew dixwzin kul i ser Kozînoglu tetkîkeke baş were kirin.

Lawê wî gotiye, ”bi bavê min ra nexweşiya dil tunebû, tu carî neçûbû nexweşxanê.”

Xizmekî Kozînoglu yê din jî di rakirina cenaze da ji rojnamevanekî ra gotiye:

”Roja sêşemiyê ewê bipeyiviya. Wê hertişt bigota, lêbelê nedan peyivandin."

Kozînoglu di 22-ê vê mehê da cara pêşî ewê derketa hemberî dadgehê...
Îdîa ew e ku ewê hemû tiştên pê dizanîbû ji dadgehê ra bigota.

Û loma jî nehîştin bipeyive û di hefsê da kuştin.

Di qawişa Kozînoglu da du mîtçiyên din hî hene. Yek, albayê teqawit Hasan Atilla Ugur û yê din jî yuzbaşî Hasan Ataman e. Ev herdu zabit jî ji doza Ergenekonê di hundur da ne.

Di van 30 salên dawî da dewleta tirk ji bo ku tevgera kurda ya netewî bişkîne di gelek karên xerab geriye, gelek kurd dan kuştin, bi însanên xwe gelek karên pîs û qetlên mezin dan kirin.

Bi hemû kesên weke Kozînoglu ra derbarê cînayetên di nabêna salên 1980-2000-î da gelek zanînên girîng hene.

Û ev yek jî dewletê ditirsîne.
Îro li Tirkiyê kurdbûn yek û zanîna sirên dewletê dudu, herdu jî pir û pir tahlûke ne, hertim dikane belayekê bîne serê meriv.

Qatilan wisa bawer dikir û ewê tim wiha be, kesê nikanebe hesab ji wan bipirse.
Lê dinya hat guhertin.

Bi dozên Ergenekonê û yên din ra ji van qetil û cînayetan hinek derketin û hin însan dest bi axaftinê dikin.

Û dema kesên weke Kozînoglu bipeyivin jî serî dihere digihîje serok û giregirên dewletê yên herî mezin.

Hemû kesên ku li Tikriyê di van 30 salên dawî da bûne serokkomar, serokwezîr, serokerkan, serokên MIT-ê, serfermdarên artêşê û hemû wezîrên karên hundur berpirsiyar û sûcdarên bi sedan qetil û cînayetan in, bi biryar û emrên li însanan îşkence hatiye kirin, bi biryar û emrê wan bi hezaran kurd hatine kuştin.

Kozînoglu jî kadirekî girîng yê vê sîstema çeteyê bû.

Kozînoglu merivekî pir girîng bû, li der û hundur gelek wezîfeyên girîng girtibû ser milên xwe û di mesela kurd û “terorê” da jî pisporekî dewletê bû.

Loma jî wî gelek tişt dizanîbû û hatibû nuxteya bipeyive. Loma jî zû îşê wî qedandin, nehîştin bipeyive.
Dewleta tirk ji bo ku sûcên xwe veşêre zarokên xwe dixwe....

  XXX

Dadgeha Cezayê Giran ya 12-an ya Enqereyê biryar daye ku herdu hevserokên KCD-ê
Ahmet Turk û Aysel Tugluk bi zorê bînin dadgehê.

Ahmet Turk û Aysel Tugluk herdu jî bi îdîeya ku wan "propagandaya rêxitsina terorê kiriye" tên îtham kirin.

Ji bo ku kurdan bindest bihêlin û nehêlin kes li dijî vê bindestiyê derkeve ev ”qanûna li dijî terorê” derxistine. Û hukûmeta AKP-ê jî Xwedê heye vê qanûnê(!) baş bikar tîne.
Hukûmeta AKP-ê mafê jiyanê nade kurdên ne AKP-yî. Hedefa Erdogan ew e ku li derva kurd û siyasetmedarên ne AKP-yî nemînin, hemû ya werin girtin ya jî werin kuştin…

Loma jî bi kelemçeyê birina Ahmet Turk û Aysel Tuglukê nîna ye, tirnîna hîn li dû ye…

15 november 2011

Civata tirk pir bêexlaq û bêûjdan bûye

Civata tirk, bi hemû demû dezgehên xwe ve, bi hemû sinif û tebeqeyên xwe ve li hemberî kurdan pir bêûjdan û bêexlaq bûne.

Ji bo ku kurdan bindest bihêlin bêbextî û derewên nemayî li kurdan dikin. Êdî meriv nikane li kanaleke tirkî temaşe bike, nikane nivîsa nivîskarekî tirk bixwîne(helbet çend îstîsna hene), nikane xebereke rojnameyekê bixwîne.

Çimkî her xebera li ser kurdan bi piranî derew û tazwîrat e.

Di civatê da ûjdan, exlaq daketiye sifirê...

Çîçero dibêje:

-Milet ne ji bêperetiyê, ji bêexlaqiyê têk diçin.

Ez hêvî dikim ev gotina wecîz ya Çîçero rast bi rast bigere...


XXX
Hercara ku parlamenterekî BDP-ê diç e şîn ya jî cenazeyê gerîlayekî, Erdogan tavilê li defa hewarê dixe û dibêje ”hela bala xwe bidinê, diçin merasima cenazeyên terorîstan…”

Merivên hewqas zalim in ku him zarokên kurdan bi wahşeteke mezin dikujin û him jî nahêlin kurd bi rehetî cenazeyên zarokên xwe rakin. Kesên diçin jî tehdît dikin, dibêjin wê demê hûn jî ”terorîst in.”

Ew miriyên xwe bi merasim...a dewletê, bi bando û bi helahopeke pir mezin radikin.

Lê bi ya wan be dibê cenazeyên zarokên kurdan li erdê bimîne, kes ne cenazeyê wan rake û ne jî biçe şîna wan…

Însan çawa dikane hewqasî zalim û bêûjdan bibe ez fêm nakim! Dijminatiya kurdan ew ji însaniyetê dûr xistine…

 Serokê BDP-ê Demirtaş, li ser vê meselê bersîvek xweş daye serokwezîr Erdogan, gotiye:
”Mesela cenazeyan meseleyeke hesas e, vê meselê zêde tevnede. Gelê ku cenazeyê xwe ji bîr bike gelê bêşeref e, viya ji me nepên. Tiştekî wiha hûnê tu carî nebînin.”



XXX
Serokwezîrê Tikrkiyê Erdogan, ji hemû rojnamevanan xwestibû ku ew dev ji piştgiriya KCK-ê berdin û dîtinên xwe yên derbarê wê da buguherînin. Ji ber ku KCK rêxistineke ji texmîna wan jî tahlûketir e…

Hasan Cemal, di nivîsa xwe ya îro da(Tu emir bike birêz serokwezîr)teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye, hema tu emir bike, ji nuha û pê va nivîsên li ser mesela kurd dibê bi gotina, ”Bimre PKK, bimre K...CK !” dest pê bikin û biqedin.

Hasan Cemal nimûneyekê ji Lumnanê dide û wiha dom dike:

”Hîn jî wisa ye ez nizanim. Zemanekî di çapemeniya Lubnanê da gava navê Cemal Paşa derbas bibûya gotina “xwînxwar” miheqeq bi serî ve dikirin. Di sala 2000-î da ez rastî rojnamevenekî lubnanî yê bi navûdeng hatim, wî ji min ra qal kir. Ji ber ku wî rojnamevanî di nivîsa xwe da sifetê ”xwînxwar” ji bîr kiribû di heqê wî da doz hatibû vekirin.

Dibê ji nuha û pê va li ba me jî wiha bibe, nivîsîna sifetê qatilê pitikan bi pêş navê Ocalan, serokê terorîstan bi pêş navê Karayilan, rêxistina terorê ya xwînxwar bi pêş navê PKK-ê ve bi qanûnê were mecbûrkirin û kesên ku rîayetî viya nekin dibê werin zindankirin.”

Ezbenî ne hewceyî qanûnê ye, bêyî ku qanûneke wiha be di medya û çapemeniyê da herkes vê daxwaza Erdogan bi dil û can bi cî tîne.

Çapemeniya tirk ji heqareta li kurdan kêf û zewqeke pir mezin digre, kes nebêje, qanûn tunebe jî ji bo kurdan sifetê herî pîs û herî xerab ji xwe bi kar tînin…



XXX
Bi xêra terora hukûmeta AKP-ê û neyartiya Erdogan ya li hemberî kurdan, kurd hêdî hêdî xwe dididn ser hev û dibin xwedî şuûrekî netewî.

Ne ev terora hukûmetê û retorîka Erdogan ya nîjadperest bûya kurd hewqasî zû bi xwe nedihesiyan.

Ji ber ku dewlet, hukûmet û miletê tirk êdî qet ferqekê naxe nabêna tu kurdî, hemû kurdan, fikrê wan çi dibe bila bibe ji bo xwe weke neyar dibînin.

Kurd jî weke çivîkên xwe ji êrîşên başok, baz û delûceyan biparêzin ji mecbûrî xwe topî ser hev dikin, xwe dikin gulok.


XXX
Ji bo ku kurd li tu beşekî Kurdistanê rizgar nebin û nebin xwedî dewlet serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi agir dilîze.

Piştî Kurdistana Federe nuh jî Sûriyê bi îşxalê tehdît dike...
Lê kesê bi agir bilîze dawiya dawî ya mala xwe ya jî xwe dişewitîne.
Vê hukûmetê şewat heq kiriye.
Înşelah, ez hêvî dikim ku ev hukûmet ewê li bela xwe rast were û ahê kurdan jê ra nemîne...

XXX
-Ji cetwela xwar çixîza rast dernakeve. Hz. Alî
-Vegera ji şaşiyê, ji dîtina rastiyê zortir e

Bêdengiya hin kurdan şer dirêj dike

Heger em dixwazin hukûmeta AKP-ê dev ji operasyonên leşkerî, girtinê û şer berde û mesela kurd bi riyeke demokratîk û aştîyane çareser bike ji PKK-ê, BDP-ê Mezûd Barzanî û Talabanî bêtir, kurdên di nava AKP-ê da û yên nêzî AKP-ê jî dibê dengê xwe bikin.

Dibê şareder û parlamenterên AKP-ê yên kurd, prof û mamosteyên kurd yên ku her roj derdikevin TRT6-ê û Dunya TV-ê û qala kurdayetiyê dikin û kesên ku di van telewîzyonan da dixebitin jî, welahasil hemû kesên derî PKK-ê û BDP-ê, dibê ew jî doza rawestandina şer û dana mafên kurdan li hukûmetê bikin.

Heta ku ev kurdên han bêdeng bin hukûmet zû bi zû ne dev ji şer û şîdetê berdide û ne jî tu mafî bi rehetî dide kurdan.

Ji ber ku hukûmet bêdengiya van kuran, van der û doran weke piştgiriyeke siyaseta xwe dibîne.
Berdevkên hukûmetê û nivîskarên nêzî AKP-ê gelek caran vê yekê vekirî dibêjin jî.

Dibêjin AKP li Kurdistanê ji BDP-ê zêdetir rayan digre, ev jî tê wê maneyê ku gel piştgiriyê dide vê siyaseta hukûmetê.

Erdogan çend caran ev yek pir vekirî got ”herêm tenê ne Diyarbekir û Şirnex e, li tevayiya herêmê ew ji BDP-ê sedî 30 zêdetir deng digrin.

Û mêrikan di vê îdîa xwe da pir ne neheq in jî.
Loma jî, heger em em dixwazin rojekê berî rojekê ev şer û ev xwîn raweste dibê kurdên AKP-ê û kesên nêzî wan jî dengê xwe bilind bikin û ji hukûmetê doza rawestandina şer û dana mafê kurdan bikin…

Dema viya nekin wê demê piştgiriyê didin siyaseta hukûmetê, bi kêmanî hukûmet wisa fêm dike û wisa dibêje.

Loma jî di rojeke wiha da dengê çend parlamneter û şarederên AKP-ê yên kurd, çend profesor û mamosteyên ku her roj derdikevin TRT6-ê û Dunya TV-ê, xebatkarên van telewîzyonan jî bi qasî dengê birêz Barzanî û Talabanî girîng e…

14 november 2011

Qanûna esasî ya nû û planên tirkan

Li Tirkiyê dema çêkirina qanûna esasî nêz dibe. Bi vê nêzbûnê ra tirk jî li dek û dolabên xapandina kurdan digerin.

Hemû pispor û zanayên qanûna esasî qela xwe kirine yek lir ê û dirb û taktîkên xapandina kurdan digerin.

Dixwazin bi riza û piştgiriya kurdan qanûneke esasî ku hebûna kurdan hebûn qebûl nake çêkin.
Dixwazin kurdan îqna bikin ku, pir baştir e ku mafên wan yên netewî di qanûna esasî da cî negere, ji ber ku hewcedariya tiştekî wiha tuneye.

Min îro nivîsa Prof. Ergun Ozbûdûn xwend. Ozbudun yek ji giregirê tirkan yê di vî warî da ye.
Ozbudun, ji bo ku nasnameya kurd û mafên wan yên netewî di qanûna esasî da cî negere û zimanê kurdî jî nebe zimanê perwerdeyê hezar û yek demagojiyê dike, dibêje gerek meriv cî nede ”etnîsîteyê”, ji dêlî wê va formuleke din bibîne.

Ozbudun, di vî warî da gelek şîretan li dewletê û li hukûmeta AKP-ê dike.
Yanî mêrik ji dewletê ra dibêje gerek em dîsa ”elewêre delewêreyekê bînin serê kurdan” û di qanûna esasî da tu mafekî netewî nedin wan. Lê dibê ev yek jî ne bi zorê, bi qebûla kurdan bibe. Dibê hukûmet kurdan di vî warî da îqna bike…


XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Mêrsîne Ertugrul Kurkçu ji bo serokwezîr Erdogan gotiye, li hemberî me serokwezîrê Tirkiyê yê herî ”nobran” heye.

Kurkçu pir rast gotiye, min jî çend caran qala vê ”nobraniya” Erdogan kir. Bi rastî jî Erdogan merivekî bêkultur û pir qebe ye.

Kurdiya ”nobran” ZIRZOP e, cara pêşî min ji bo Erdogan gotina ”zirzop” bikaranî.
Li gorî ferhengên tirkî, maneya ”Nobran” qebe, sert, devpîs, bênezaket, bêterbiye, dinyanedîtî yanî kesê ku pê ra nayê jiyîn.

Lê bi dîtina min gotina ”ZIRZOP” ji gotina ”nobran” xweştir li bejn û bala Erdogan tê...
Dema meriv bibêje merivekî ”ZIRZOP” e, herkes baştir fêm dike….


XXX
Hin kurd pir nankor in. Him bi xêra têkoşîn û şerê PKK-ê ji xwe ra kêf dikin, di telewîzyona dewletê, TRT6-ê da bûne xwedî program, xwedî şîrket û pera qezenc dikin. Lê rojekê jî di heqê PKK-ê da gotineke xêrê nakin, li dijî zulma li wan dibe dernakevin, beyanekê nadin, terora dewletê protesto nakin.

Di zanîngehan da bûne mamosteyên kurdî, bi merasim û helahop vedigerin Tikriyê, lê dîsa jî dev ji dijminatiya PKK-ê bernadin û carekê be jî sipasî PKK-ê nakin û nabêjin, xêra hebûn û têkoşina we dewletê em efû kirin, em bûn xwedî kar û meqam.

Bi baweriya min heger îro TRT6 heye û hin kurd di vir da bûne xwedî kar,
xwedî program, xwedî şîrket û pera qezenc dikin, ev yek xêra şerê PKK-ê yê çekdarî, xebat û liberxwedana wê ya legal e.

Helbet ev nayê wê maneyê ku keda kesekî din tuneye, bêguman keda herkesî bi qasî kirin û xebata wî heye. Ji xwe ne heceye meriv viya bibêje jî, ev vekirî ye.

Lê ne şerê PKK-ê yê çekdarî û têkoşîna wê ya bêhempa bûya ne mimkûn bû ku îro ji bo xapandinê be jî TRT6 û di hin zanîngehan da beşên kurdî hebûna û hukûmeta AKP-ê wiha rû bida van kurdên ”aştîxwaz” û neyarên PKK-ê.

Bi dîtina min dibê meriv hewqas jî ne nankor be, ji dêlî neyartiyê dibê sipasî PKK-ê, BDP-ê û xebata wan bike…

Di 10 saliya wefata te da me pir bêriya te kiriye

Ez îsal neçûbûm ser gorra Aslan* Kaya yê gorrbuhuşt. Min îro ev wezîfa xwe ya hevaltî û qedirşînasiyê heft mehan bi derengî be jî bicî anî.

Min do bi şev Aslan di xewna xwe da dît.

Ez nizanim em li ku bûn, em çend heval bûn û em li ser tiştekî bi heraret dipeyivîn.

Gava ez bi xwe hesiyam min wiha his kir fena ku Aslan ji min bi gazin bû, fena ku bibêje, ma tu li ku ma, tu çima nayê mîvaniya min?

Di dema salvegera wefata wî da ez diçûm welêt, min pê ra negîhand herim ser gorra wî û dû ra jî min roj bi rojan da û ma heta nuha.

Dema ez ji xew rabûm, min xewna xwe ji xanimê ra got. Min got, dibê em îro herin ser gorra Aslan.
Îro hewa li Stockholmê qet ne xweş bû, ewr û dinya gelkî sar bû.
Piştî xurîniya sibê, saet di 12.30-î da em ji mal bi rê ketin.
Îsal cara pêşî bû min îro kum dida serê xwe û lepik dikir destê xwe.


Li Stockholmê erebeya meriv tunebe meriv perîşan e. Min nêt kir ez telefonî hevalekî bikim, bira were me bibe, Hêviyê got na, emê bi trênê û otobozê herin.

Û me wer kir.
Me çû li ser riya xwe guleke xwe ya zivistanê û mûmeke xwe kirî û me berê xwe da gorristanê, ba Aslan...

Ji bo çûyani ser goristana ”Strandkyrkogarden” yanî Goristana Peravê, meriv du metro û otozekê diguherîne.

Dema em ji mal bi rê ketin dinya qet nexweş bû, lê dema otoboza me nêzî goristanê bû, roj derket û dinya bû sayî.

Xanimê got, bala xwe bidê, çi merivekî baş e, ji bo ku em neqefilin roj derket û dinya xweş bû.
Min got, rast e, kêfa wî ji hatina me ra hat, ev roj jî nîşana kêfxweşiya wî ye.

Em bi gavên hêdî û bi dilekê xemgîn çûn li ber gorra wî sekinîn. Me silav dayê, gula xwe danî ber serî û mûma xwe jî vêxist .

Berê piraniya gorran bilind bûn. Lê nuha hemû gorr bi erdê ra dûz kiribûn, kevirê ber serî tenê li ciyê xwe mabû.

Ew kulîlk û darên berê me li kêleka gorra wî çandibûn tunebûn, rakiribûn, ji bo paqijkirineke hêsantir herder rast û dûz kiribûn.

Aslan ji çayê û cixarê pir hez dikir, min cixareyek berê danî ber serî û dû ra ji xwe ra jî yek vêxist û min xwe teslîmî bêdengiyê kir.

Ez çûm Wêranşarê, qahwa Şaban û ya bin komeleya me, wan rojên me yên xortaniyê û minaqeşeyên me yên germ. Dema em diketin gewriya hev û xort li dora me dibûn fitlên egalê.

Dûra dor hat gerên me yên li Stenbolê, li wan çayxaneyên Kûmkapiyê,
sohbetên me yên li yazixaneya rahmetiyê Şêxmûs Onen û yên li mala Fûad Onen ku hetanî destê sibehan…

Ev bîranînên derwîn hemû weke şirîdeke fîlm di hişê min da bihurîn û li bin guhên hev ketin.
Min got Aslan, yaho Wêranşar li ku û ev gorristana ”Strandkykogarden” li ku? Malneket, ma çi îşê te li vir heye, tu û van deran?

Dû ra min jê ra qala çûna xwe ya Kurdistanê û serpêhatiyên xwe kir, min got li beşûr kurd azadbûne, halê wan xweş e. Lê em, Wêranşara te hîn di bin îşxala tirkan da ye, gelê te hîn bindest e. Artşê tirk herr oj hîn bi tonan bombe bi ser serê keç û xortên kurd da dibarîne û nahêlin li serê çiyan, di şikeftan da jî bisitirin.

Min jê ra qala erdheja Wanê û xezeba xwezayê jî kir, min got ne artêşa tirk tenê, Emerîka û xwaza jî li kurdan hatiye xezebê.

Sohbeta me dirêj bû, min jê ra qala gelek bûyeran kir, lê ez nikanim li vir qal hemûyan bikim.
Ez bawer dikim ji zûda bû sohbeteke wiha xweş nekiribû, gelkî bêriya serdan û sohbetên wiha kiribû, min him dilê wî û him jî dilê xwe rehet kir.

Min ji bîr kiribû kamareyê bi xwe ra bibim, ji bo ku em çend risman bi hev ra bikşînin.
Me bi telefonê du risim kişandin. Min xwest hevalên wî jî gorra wî bibînin û silavekê bidin kevirê ber serê wî….

Ez risman nuha di facebookê da diweşînim.

Bi bêdilî me xatirê xwe jê xwest û weke hercar me dîsa ew li wir, li mala wî ya ”Strandkyrkogarden” tik û tenê hîşt…

*Mehmet Kaya

13 november 2011

Li Tirkiyê kuştina kurdan ne sûc e

Medyaya tirk herçiqas bûyerê manîpule bike jî lê derket ortê ku bi Mansûr Guzel ra ne çek û ne jî bombe tunebûye û zirareke herî biçûk jî nedaye rêwiyan.
Li gorî beyana HPG-ê, Guzel bi vê çalakiya xwe xwestiye balê bikşîne ser rewşa Abdulah Ocalan.
Tiştê xuyaye, piştî ku hemû rêwî sax selamet ji botê dadikevin hêzên ewlekariyê Mansûr Guzel kêfî înfaz dikin. Yanî mirovekî bêçek ku xwe dide dest dikujin.

Helbet ev cînayet e, lê ji ber ku yê hatiye qetilkirin kurd e, loma jî okey e. Çimkî li Tirkiyê kuştina kurdan ne sûc e. Herkes bi viya dizane…

Ez îdîa dikim ku ev kuştin bi emir û destûra Erdogan hatiye kirin. Erdogan destûr neda, bi riya wezîrê daxilî negota bikujin, Guzel nedikuştin.

Yê vê rastiyê derxe ortê çapemenî ye, lê ew jî weke buroyeke MIT-ê dixebite, kuştina kurdan wan ji Erdogan dilşatir dike.

Erdogan dixwaze bi terorê, bi girtinê û bi hovîtiyên wiha kurdan çavtirsiyayî bike.
ÎIro li Tirkiyê hertiştê ku li hemberî kurdan tên kirin, hemû jî bi emir û fermana Erdogan dibin.
Li hemberî PKK-, BDP-ê û hemû kurdên azadîxwaz stratejiya Erdogan ya nuh ev e, teroreke bênabên, taqîb, girtin, kuştin û bombebaran…


XXX
Vê serê sibehê balafirên tirk dîsa bi tonan bombeyên jahrî li Qendîlê bi ser serên gerîlayên kurd da barandine.

Mahcirê Gurcîstanê, pêsekiniyê tirkan serokwezîr Erdogan, bi piştgiriya Emerîka û balafirên xwe mêraniyê li serê me kurdan dike.

Lê li gel vê zulmê û çavsoriya hukûmeta AKP-ê hin kurdên me hîn jî ji bo çend quriş pere ji dû qûna Erdogan venaqetin, yek rexneyê jî li vê zulma hukûmerê nagrin.
Qey ditirsin ku ewê ji karê xwe bibin.

Kurd dibêjin, "bar min naêşînê serbar min diêşîne", yê min jî ji van êrîşên tirkan bêtir, bêdengiya van kurdan min diêşîne.


XXX
Li cîhanê tu medya weke medyaya tirk ne adî, rezîl, bêexlaq û virek e. Bêyî nav û paşnavê Mensûr Guzel, hertiştê li ser bûyerê dinivîsin ne rast e, vir e. Lê ji bo ku kurd e loma jî him qetla wî helal dibînin û him jî ji bo veşartina qetlê her babet derew û tazwîrat dikin.....

 XXX
Ez û xanim em dikin herin ser gorra rehmetiyê Aslan(Mehmet)Kaya. Îsal ez hîn neçûme ser gorra wî.
Ez xwe li hemberî wî pir sûcdar û şermezar his dikim...

Di dema salvegera wefata wî da ez diçûm welêt, min pê ra negîhand û dû ra jî min roj bi rojan da û ma heta nuha.

Min îşev di xewna xwe da dît, fena ku ji min bi gazin bû. Ez çer ji xew rabûm, min ji Hêvî xanimê ra got, dibê em îro herin ser gorra Aslan.

Ez di rojeke wisa da diherim serdana wî, kurd di halekî pir xerab da ne, li alîkî xezeba xwezayê û li alîkî jî zulm û çavsoriya Erdogan...

Ezê jê ra qala hemû van xeberên nexweş bikim, ez zanim ewê di gorra xwe da pir biêş e...
Ji ber ku ew merivekî pir bi xîret bû.

Ew di evîna xwe da bêşik
di şerê xwe da bêtirs
di jiyana xwe da bêdek bû.

12 november 2011

Hukûmet ne bes e çapemenî jî kurdan tehdîd dike

Ji hilbijartinan virda ye medya û çapemeniya nêzî AKP-ê bi herarteke mezin dixwaze dewlet şerê li hemberî PKK-ê bidomîne û êrîşê bibe ser Qendîlê

Sebeb çi ye ez nizanim lê weke hukûmetê, baweriya medyaya nêzî AKP-ê jî ew e ku îcar dewlet pir xurt e û dikane zora PKK-ê bibe û bi şer vê serîhildana kurdan jî bişkîne.

Him berdevkên hukûmetê û him jî nivîskarên nêzî wê, bi zimanekî hewqasî ji xwe bawer dipeyivin, fena ku hukûmeta AKP-ê îcar bi rastî jî dikane şer qezenc bike. Çimkî dewletê hin îmkan û çekên wisa bidest xistiye ku êdî xelasiya PKK-ê  qet tuneye.

Bi saya van îmkanên nuh û van çekan êdî dewlet dikane PKK-ê ji binda tune bike. Hin nivîskar qala hin ”teknîk û çekên nuh” dikin, lê nabêjin vana çi çek in û ji ku bidestxistine?

Esas di êrêşa dawî da Geliyê Qazan 36 gerîla bi van ”çekên nuh” yanî bi napalm û çekên kîmyayî hatin qetilkirin.

Gelo xurtuya ku hin nivîskarên nêzî hukûmetê qal dikin ev çek in, bikaranîna çekên kîmyayî û bombeyên napalm in?
Heger "teknîk û çekên nuh" ev bin ev ne nuh e, artêşê berî jî gelek caran li hemberî gerîla ev çek bikaranîye.

Lê ji ber ku yên tên kuştin kurd in loma jî tu dewlet li dijî bikaranîna van çekan dernakve.
Hin nivîskarên çapemeniya nêzî AKP-ê yên weke Ahmet Kekeç, Mumtazer Turkone û Ahmet Taşgetîren weke berdevkê hukûmetê kurdan eşkere tehdît dikin.

Nivîskarê rojnameya Bugunê Ahmet Taşgetîren, di nivîsa xwe ya do da PKK-ê, BDP-ê û herêma Kurdistana Federe vekirî tehdît dike û dibêje:

”Dibê PKK hesabê şaş neke. Dibê BDP hesabê şaş neke. Dibê Îdareya Kurd ya Bakurê Îraqê jî hesabê şaş neke. Û dibê li Tirkiyê kesên ku piştgiriya ev tevgerên ku min navê wan jimartin, ew jî hesabê şaş nekin. Li Tirkiyê êdî Anqereyeke din heye. Erê, heta nuha li Anqerê hin pêvajoyên bi kêmasî û haziriyê hat jiyîn. Lê di dawiyê da, biryardariya ”Dibê ev îş were qedandin” çê bû.”

Medyaya tirk ji hukûmetê bêtir şer dixwaze. Her roj di çapemeniyê da bi sedan nivîskarên weke Taşgetîren ji bo ku artêş têkeve Kurdistana başûr û êrîşê bibe ser Qendîlê xwe perçe dikin. Û ji van yek jî Taşgetîren e

Taşgetîren, di nivîsa xwe da ne PKK-ê, BDP-ê, kurdên Tirkiyê tenê, mêrik hukûmeta herêma Kurdistanê û tirk û kurdên ku li dijî şer derdikevin jî pir vekirî tehdît dike, dibêje êdî Anqere ne Anqereya berê ya çend serî ye, êdî dewlet bi giştî ketiye destê AKP-ê û loma jî hukûmeta AKP-ê êdî dikane vî şerî qezenc bike.

Ev tehdîdên Taşgetîren û beyanên berdevkên hukûmetê ne bela sebeb in, miheqeq sebebekî vê çavsoriya wan heye.

Derd ne yek e ne dudu ye

Li Tirkiyê li hemberî 45 malên kalûpîran tam 60 KERXANEYÊN resmî hene.
Li ser vê piraniya tîcareta qebraxiyê, parlamenterê BDP-ê Sirri Sureyya Onder gotiye:

"Li welatekî ku li hemberî 45 malên kalûpîran 60 kerxayeyên resmî hebin, dewlet bêyî qewad/qebrax ne tiştekî din e."

Birayê ezîz, 60 kerxane yên resmî ne, beşekî aboriya Tirkiyê yê mezin li qebraxiyê û tîcareta jinan e. Pereyê ku ji tîcareta jinan û qewadiyê dikeve kasaya dewletê ji îxracata hemû sebze, fêkî û hubûbata ku Tirkiye îxrac dike zêdetir e.

Bazara Ewrûpa ya tîcareta jinan û ya nakotîkayê di destê mafiya tirk da ye...
Vê rastiyê her kes dizane…

New ev tîcaret be dewlet nikane şerê li hemberî kurdan bide domandin.
Ji bo domandina vî şerî, ji dewletê ra pereyekî pir lazim e, loma jî mecbûr in ku bi mafiyayê ra jinan bifroşin û tîcareta narkotîkayê bikin.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, merivekî pir tahlûkeye, dibê meriv jê bitirse. Ji ber ku xwenezan û biçûkekî ku xwe pir mezin dibîne. Loma jî dikane li hemberî kurdan gelek dînîtiyên mezin bike...
Xwedê kurdan ji şerê vî zirzopê zalim û xwenezan bisitirîne...


XXX
Erdheja Wanê dîsa gelek can girt. Heta nuha cesedên 32 kesan ji bin xerabeyan hatin derxistin.
Wezîr û "pirsporên" hukûmeta AKP-ê ji xelkê ra digotin netirsin, vegerin malên xwe. A vaye xelk vegeriya û netcî li ortê ye.

Otêla Bayram, çawa vekirî dimîne û destûra bikaranînê digre meriv fêm nake.
Li Tirkiyê tu kes karê xwe baş û tam nizane, nav jeolog e, nav "pirsporê" nizanim çi ye, lê vir e, bi teştekî nizaqnin. Heger Emerîka mezinayiya erdhejê ji wan ra nebêje, wê jî nizanin.

Li Tirkiyê pisporên dewletê tenê di kuştina kurdan da bi rastî jî hoste û pispor in, wekî din di hemû waran da sifir in, bi tu "gûyî" jî nizanin û weselam...


XXX
Ji bo şehîdê erdheja Wanê Asushi Miyazaki

Navê wî Atsushi Miyazaki bû
ew mirovhezekî japonî bû
Ji bo xelaskirina çend canan
hat gazî û hawara kurdan
wî ji zarokên kurd hez kir
lê felekê pê ra bêbextî kir
weke xêrxwazekî ji Japonya hat Wanê
qederê ew jî kir şehîda Kurdistanê
kurdino, navê Atsushi Miyazaki ji bîr nekin,
rismê vî şêrê japon li malên xwe bidardekin.


XXX
Hesin tê tawê komir diqede
aqil tê serî emir diqede...


XXX
Mewlana Celaledînê Rûmî gotiye:
Wezîfeyeke hêsiran jî heye, ji bo mizicandina ku ewê li pey were paqijiyê dike.
Kurdino, meraq nekin, ev rojên tarî jî ewê derbas bibin, zalim ewê têk bichin û miletê kurd ewê bigihîje azadiya xwe. Şîn û girî ewê here, ken û şahî ewê were welatê me...


XXX
Hin siyasetmedarên kud di telewîzyonên dewletê da hin kurdên di zindanên dewletê da bi hevalbendiya dewletê îtham dikin....
Wisa xuyaye ku vana kurdan pir kêmaqil dibînin....

10 november 2011

Kiliçdaroglu dixwaze Emerîka jî bi Tirkiyê ra li dijî kurdan şer bike

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Fatih Cekirge, di quncikê xwe da qala axaftineke di nabêna sefîrê Emerîkayê Frank Ricciardone û serokê CHP-ê Kilicdarogluyê xoresanî da derbas bûye dike.

Kiliçdarogluyê xoresanî, ji sefîrê Emerîkayê yê Tirkiyê Frank Ricciardone ra gotiye:

”Birêz sefîr, miletê tirk wiha bawer dike ku hûn alîkariya PKK-ê dikin. Hûn li Lîbyayê ciyê Kaddafî tespît dikin. Li Çola Nevada hûn dikanin şexsekî taqîb bikin û dû ra wê xeberê bidin baregeha NATO ya li Ewrûpayê û ji wir jî wê derê bombebaran bikin. Kaddafî şexsek e. Ji Bakurê Îraqê bi kêmanî 100 terorîst derbas dibin û tên 24 leşkerên me dikujin. Teknolojiya ku dikane şexsekî taqîb bike, çawa nikane 100 kesî bibîne.”

Li ser van gotinên Kiliçdarogluyê xoresanî, Ricciardone dev ji nezaketa dîplomatîk berdide û hinekî bi hêrs ji Kiliçdaroglu ra dibêje:

”Di micadela we ya li hemberî terorê da em piştgiriyeke mezin didin we. Mêze, heger hûn dixwazin, bira hukûmet destûrê bide, emê werin me çi kiriye, çawa alîkarî daye, yekp yeko bibîjin.”

Li ser vê bersîva sefîr, Kiliçdarogluyê xoresanî pîs dibe û devê xwe digre.

Qey ev jî şansê me kurda ye, tirk ne bes in, Kemalê xoresanî jî xwe li me kurdan radikşîne, alîkariya emerîkiyan hindik dibîne û dixwaze ji Emerîka bêtir piştgiriyê bide Tirkiyê; ji bo ku baştir û bêtir kurdan bikuje…

Di nivîsê da Çekîrge dibêje, ”dû ra ewvê meselê hinekî dikole û dixwze ”rastiyê” fêr bibe. Çavkaniya herî saxlem jê ra wiha dibêje:

”Heta nuha di hemû operasyona da îstîxbarata Emerîka daye pir bi tesîr bûye. Baweriya Emerîka alîkariyê dide PKK-ê ji kok da şaş e. Emerîka alîkariyeke pir mezin dide me.”

”Dîplomatê ev agahdarî da min ev serê salan e ku ez wî nas dikim û pir pê bawer im.”

Siyasetkeke tirkan ya dewletê li hemberî kurdan heye, hemû hukûmet mesela kurd ne weke meseleyeke hundur û netewî, weke meseleyek ”derve û ji alî hin dewletên dijminên tirkan” ve tê pîjkirin nîşan didin...

Ev ”tiliyên derve” li gorî rewşê geh dibe, Sûrî, geh dibe Îran, geh dibe Emerîka û geh jî dibe Yekîtiya Ewrûpayê.

Li gel ku van dewletan hemû û bi taybetî jî Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, di her warî da piştgiriyeke pir mezin didin Tirkiyê, lê dîsa jî mêrika xistine serê tirkan ku Emerîka piştgiriyê dide PKK-ê.

Halbû, heger Emerîkayê bi rastî jî weke tirk dibêjin piştgirî bida PKK-ê, nuha ji zûda dewleta tirk li Kurdistanê têk çûbû û kurd gihîştibûn azadiya xwe.

Heger ne xêra piştgiriya Emerîka ya teknolojîk û îstîxbaretî be artêşa tirk nikane li Kurdistanê derkeve yek operasyonê.

Weke elçiyê tirk jî gotiye, di hemû operasyonên li dijî PKK-ê da Emerîka alîkariyeke pir mezin bi artêşa tirk ra kiriye, bêyî vê alîkariya Emerîkayê artêş atirk li hemberî gerîla bêşans e.

Lê li gel vê rastiyê jî mêrikan di warê propagandeyê da ev derew xistine serê milet.

Helbet medya û çapemenî jî di vî warî da roleke pir mezin dilîzin, ew jî naxwzin mesela kurd weke mesela miletekî bindest ku  ji bo azadî û mafên xwe yên netewî têdikoşin nîşan bidin.

Tirk û Kiliçdaroglu bi alîkariya Emerîkayê ya teknolojîk û îstîxbaratî nayên serî, dixwazin Emerîka jî bi wan ra li dijî kurdan şer bike. Dema Emerîka ev kir, wê demê ewê bibêjin temam....

08 november 2011

Do qebûl kirin îro înkar dikin

Wezîrê daxilî yê hukûmeta AKP-ê Naîm Îdrîs Şahîn gotiye, li Tirkiyê tu gelşeke kurdan tuneye. ”Dibêjin problem, problem. Ma problem stran e? Ma problem qiyafet e? Ma problem îbadet e? Ma problem nexweşxaneye?

Li welatekî din bûya mirovekî wiha ji ber kîmaqliya xwe nikanîbû bibûya dergevanê wezareta daxilî.
Lê li Tirkiyê mêrik bûye wezîrê daxilî û dibêje, ”li Tirkiyê mesela kurd tuneye” û hemû ”endamên KCK-ê jî bêdîn û bêbawerî ne.”

Hukûmeta AKP-ê ev deh sal in bi hosteyiyeke mezin qerekterê xwe yê nîjadperst û faşîst veşart û heta îro hat. Lê êdî rim di çewêl hilnayê û nikane vî qerekterê xwe yê faşîst veşêre.

Erdogan bi îdîaya ”çareserkirina mesela kurd” tam 5 salan bi Oclan û PKK-ê ra da û stend, belkî bi sedan hevdîtin pêk anîn û bi vê riyê serî li kurdan gerandin.

 Lê weke her derewê, dawiya vê derewê jî hat, rewş hate nuxteyekê ya dibê bi rastî mesele hel bikirana ya jî dev ji hevdîtina berdana.

Nîhayet wan jî wisa kir û dev ji hevdîtinan berdan û dest bi girtinan û şer kirin.

Ji ber ku bi hevdîtinan nêta Erdogan ne helkirina mesela kurd bû, armanca wî qezenckirina wextê bû.
A ji ber vê yekêye ku êdî Erdogan û wezîrên wî vekirî dibêjin ku li Tirkiyê mesela kurd tuneye, mesela kurd karîkatorîze dikin û dadixin mistewa ”rê, nexweşxaneyê, qiyafet û îbadetê.”

Meriv ji van gotinên wezîrê daxilî Şahîn jî fêm dike ku nêta hukûmeta AKP-ê û çareserkirina mesela kurd tuneye, wan biyara xwe ya şer dane û heta ku şaşiya vê riyê nebînin ewê şer bidomînin.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, do li Rîzeyê dîsa medya, siyasetmedarên kurd û kesên ku li dijî operasyonên KCK-ê derdikevin tehdît kir û got, derketina li hemberî operasyonan ”piştgirya terorê ye, xizmeta terorê ye.”

 Erdogan di axaftina da weke dozgerekî ku ew bi xwe operasyonên li hemberî kurdan îdare dike peyivî û camêr îşareta berdewamiya operasyonan û girtinan da û got:

 ”Emê nesekinin, emê do...m bikin. Bira kesek ji me sekinandina vê operesyonê nepê.”
Weke ku tê dîtin Erdogan ne weke serokwezîrekî, mêrik weke dozgerê doza KCK-ê û qumsêrekî ku operasyonan dimeşîne dipeyive.

Erdogan ne dozgerê doza KCK-ê ye û ne jî qumsêr û amîrê ku operasyonan dimeşîne, lê dîsa jî, ” Emê nesekinin, emê dom bikin. Bira kese ji me sekinandina vê operesyonê nepê.”

Serokwezîrê welatekî derbarê bûyereke ku doza wê hîn dom dike çawa dikane wiha bipeyive, li gorî kîjan mafî xwe dixe dewsa emniyetê û dadgehê û van peyvan dibêje aqilmê meriv nagre.

Û kesek jî jê ra nabêje, birêz serokwezîr, mafê te tuneye tu xwe tevî bûyerê bikî û van gotinan bibêjî…
Wê demê tiştê BDP dibêje rast e, operasyonên KCK-ê ne huqûqî siyasî ye û ji teref hukûmetê ve tê meşandin.

 Ji ber ku ne dozger û emniyet, serokwezîr dibêje, ” ”Emê nesekinin, emê dom bikin. Bira kesek ji me sekinandina vê operesyonê nepê.”

Wê demê serokwezîr operasyonên KCK-ê daye destpêkirin û loma jî dibêje ”em nasekinînin.”

Maneya xwe ew e ku li Tirkiyê emniyet, huqûq, edalet û dadgeh ne serbixwe ne, hemû di bin emir wesayeta hukûmeta AKP-ê na, bi emir û fermana Erdogan van operasyona dikin û kurdan digrin.

Yanî operasyon û girtinên di bin navê KCK-ê da di esasê xwe da bûyereke siyasî ye, hukûmet dixwaze liberxwedana kurdan bişkîne.

Tiştê hat serê Çîllerê ewê were serê Erdogan jî

Ez nuha di malpereke mahalî (duzceyerelhaber)da rastî nivîsa Ronî Margulies hatim. Nivîseke pir balkêş e.

Margulies, serkeftinên hukûmeta AKP-ê yên di warê aborî û li dijî dewleta kemalîst da qebûl dike.
Lê li gel vê jî dibêje ku ”hukûmeta AKP-ê ewê têk biçe.”

Li gorî Margulies sebebê wê jî mesela kurd e, mesela kurd ewê hukûmeta AKP-ê û saltanata Erdogan jî têk bibe.

Margulîes dibêje, mesela kurd çawa ku nehîşt dewleta kemalîst bijî, eynî unsûr ewê eynî tiştî bîne serê îktîdara AKP-ê jî, ewê nehêle hukûmeta AKPê jî zêde temendirêj be.

Margulîes dibêje, dewleta kemalîst gava di sala 1923-an da ava bû, kadroyên wê dizanîbûn ku ewê çi bikin û çawa bikin. Wan dewleteke ”tirk-misilman û medenî” dixwestin.

Lê ji bo avakirina dewleteke ”tirk-misilman” jî hin asteng hebûn, dibê gurûbên ”ne tirk û ne misilman” ji ortê rabûna û tirkên ne medenî jî bibûna tirkên medenî.

Margulîes dibêje, kemalîstan ev kelem hemû rakirin, yanî kesên ”xeyrî muslîm û ne tirk” paqij kirin û tirkên ne medenî jî bi zor kirin ”medenî.”

Lê tenê nikanîbûn kurdan biqedînin û bikin tirk. Dewleta kemalîst çû li zinarê kurd qelibî û dawiya dawî têk çû.

Margulîes dibêje, ji ber ku nufûsa kurdan pir bû, lom jî nikanîbûn bi hawakî kurdan jî hel bikin û weke yên din ji ortê rakin.

Lê sebebê ”neqedandina” kurdan helbet ne nufûs tenê ye, gelek faktorên din jî hene.

Mesela di nava kurmancan da xurtbûna şiûrê netewî, yekîtiya zimên, hebûna bazareke mişterek, dîn, kultur û zargotineke pir dewlemend jî nehîştiye kurmanc zû asîmîle bibin.

Ev faktorên min li jor jimartin di nava kurdên elewî û zaza da li gorî kurmancan zeîftir e û loma jî zayiatan kurdan ya di vê cephê da gelkî mezintir e.

Asîmîlekirina miletekî xwedî çandeke fireh, folklor û edebiyateke devkî ya pir dewlemend û kûr pir û pir zahmet e.

Tu tiştekî tirkan ku têxin dewsa kultur û zargotina kurmancan tuneye, tirk miletekî bêkultur e. Ji ber ku miletekî dewşîrme ne, weke gêrmiya gavanan e. Loma jî ne mimkûn bû ku bikanîbûna kurdan bi tevayî asîmîle bikin. Govendeke tirkan tuneye.


Û li alî dinya 40-50 sa berê jî ne dinya îro bû, teknîk, telewîzyon, înternet tunebû. Vê cîhana ne modern jî hinekî alîkariya kurdan kir, nehîşt kurd zû bihelin.

Ez werim ser gotina Margulies ya dawî. Margulîes di dawiya nivîsa xwe da dibêje:

”Hukûnet jî li eynî zinarî(yanî li mesela kurd) qelibiye, avê digre, lê hîn pê hay nebûne.”

Anlîzeke cidî û dîrokî ye, bi rastî jî wiha bûye.

Ji salên 1960-î û virda ye her hukûmeta ku xwestiya mesela kurd ”biqedîne”, bi darê zorê, bi terorê, bi girtinê û bi kuaştinê ji ortê rake, ew bi xwe qedyana.

Loma jî pir ne dûr e ku aqûbeta Cîllerê bibe ya Erdogan jî….

07 november 2011

Herkes perwerdeya bi kurdî dixwaze lê ne ji bo xwe

Ajansa Dengûbasan a Kurdistanê(Aknews-ê), bi weşanger Abdulah Keskîn ra hevpeyvînek kiriye.

Keskîn di hevpeyvîna xwe da dibêje:

”Tu ji kê bipirsî perwerdeya bi kurdî dixwaze, lê ne ji bo xwe, ji bo yê din. Yê din kî ye ne diyar e.”
Ji bo kurdên Kurdistana Tirkiyê tespîteke pir rast e. Bi rastî jî kurdên bakur bi piranî û bi taybetî jî siyasetmedar wiha difikrin.

Yanî siyasetmedar vê daxwazê qet nagrin ser xwe, ji bo "gel", ji bo "kurdan"  dixwazin.

Ji bo serbestbûna perwerdeya bi kurdî nivîsan dinivîse, dipeyive, beşdarî meşan dibe, ji hukûmetê perwerdeya bi zimanê kurdî dixwaze, lê nej i bo xwe û zarokên xwe, ji bo ”kurdan” dixwaze.
Îcar ev kurd kî ne, ew jî ne diyar e.

Ji ber ku tu kurd, ya jî em bibêjin piraniya kurdan vê daxwazê tu carî ji bo xwe û zarokên xwe nake, ji bo hinekên din dike.

Û kurdên din jî yanî ewên ku kurdî ji bo wan tê xwestin li meydanê tunene.
Loma jî rewşeke pir abstrakt li meydanê heye.

Perwerdeya bi kurdî ji bo hin kesan tê xwe xwestin lê ew kes bi xwe li meydanê tunene.

Heger ”xwedêneke” sibe ji nişka ve Erdogan were rahmê û ji kurdan ra bibêje , bavo temam, em zimanê we serbest dikin. Kerem bikin zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî.

Ez bawer dikim piraniyeke mezin ya kurdan li hemberî bûyereke wiha ewê şok bibin, ewê bibêjin ev çi ye?, em qebûl nakin.

Loma jî esas gelek kurd ji rewşa îro û nedana hukûmetê razîne, naxwazin hukûmet nuha, di saxiya wan da vê daxwaza kurdan qebûl bike.

Hukûmet nede û ew jî bixwazin û mesele bi vî hawî dom bike xweştir e, qenekê dernakeve ortê ku kî dixwaze, kî naxwaze?

Heger ne wihabûya ji xwe kesên bi kurdî dizanin ewê bi kurdî binivîsandana û kesên nizanin jî ewê fêr bibûna, zarokên xwe fêr bikirana.

Di facebookê da carê bala xwe bidin şiroveyên binê nivîsên bi tirkî, dema nivîs bi tirkî be bi dehan, bi sedan kes şirove dike.

Lê dema nivîs bi kurdî be, çend kesên diyar hene, tenê ew dikin…

Kî dizane gelek kurd nuha çiqasî kêf dikin ku hukûmet kurdî serbest nake. Ji ber ku dema hukûmet serbest bike ewê foya wan derkeve ortê, ewê zarokên xwe neşînin mektebên kurdî.

06 november 2011

Mustafa Gezgor û bîranîneke min

Min bîstek berê di kanala Roj TV-ê da  li programa li ser hemşeriyê xwe Mustafa Gezgor temaş kir...
Hema hema hemû kadir û mezinên PKK-ê li ser jiyana Mustafa Gezgor dîtinên xwe gotin, dûr û dirêj qala mêranî, cesaret, fedekarî û têkoşeriya wî kirin.

Bi vê minasebetê ez jî dixwazim qala bûyerke wî bikim û bîranîneke xwe bikim. Bira ew jî bibe belge û derbasî dîrokê bibbe.
Mustafa Gezgur, berî ku bibe Apocî, diçû û dihat komeleya me, ew jî bi hevalên me yên xort ra digeriya, dihat li me guhdarî dikir.

Berî ku em komeleyê bikin şûbeyeke DDKD-ê, ji her fikrê xort endamên komeleyê bûn, dihatin û diçûn. Min jî hewil dida ku wan şiyar bikim û bikim endamên DDKD-ê.

Piştî derketina KAWA, TIKO, Rizgarî û APOCIYAN me bi kongreyekê komele xist destê xwe û kir şûbeyeke DDKD-ê.

Li Wêranşarê Şivancî û DDKD-liyê pêşî ez im, hevalên KAWA, TIKO ne têda , lê hemû DDKD-lî û beşekî Apociyan bi saya  xebata min ketine nava xebata kurdewariyê.

Mustafa Gezgor jî yek ji van xoran bû. Lê xorterkî hinekî şerûd, hîperaktîf bû, nedihat zeftê. Dixwest xwe tevî mesela bike lê wê demê qet tiştek nizanîbû. Lê dixwest fêr bibe, pirs dikir.

Musta ji min gelkî hez dikir, min jî jê hez dikir û ez gelkî pê da jî diketim. Û ez dikanim bibêjim ku di kurdbûn û çepîtiya wî da pir hindik rol û tesîra min jî heye.

Piştî koalîsyona CHP-ê û MSP-ê û efûya 1974-an li "demokrasiyeke" nîsbî çêbûbû û xort weke mûriyan dixebitîn.

Berî ku Mustafa were nava xortên çep, ji ber tesîra malbat û apên xwe hinekî nêzî grûba nûrciyan bû, belkî jî çend carnan(dikane salên 1973-74 be)çûbe civînên wan jî. Apên wî nûrçî bûn.

Lê dû ra di sala 1975-an da me li Wêranşarê komeleyek vekir û hêdî hêdî xort nêzî fikrên çepîtî û kurdayetiyê bûn. Weke min li jor got, Mustefa jî yek ji van xortan bû ku sempatiya wî hêdî hêdî berbî kurdbûn û çepîtiyê ve hat.

Çend xortên Wêranşarî li Dêrsimê li mekteba mamostetiyê dixwendin û li wir yek du hebên wan bûbûn ”Apocî. Weysî Badem jî yekî ji van xortan bû.
Di sala 1977-an da têkiliya Musta Gezgor bi Weysî Badem ra çêbû û êdî ji me dûr ket û bû Apocî. Musta tim dixwest biber merivê yekem û tim xuya bike. Weysî jî şexsiyetekî tersê wî bû, xortekî bêdeng bû û zêde xuya nedir.

Çend minaqaşeyên min sert pê ra çêbûn.

Ez dikanim bibêjim ku di Apocçtiya Musta Gezgor da tesîra Weysî Badem pir e. Bi baweriya min Weysî Madem tunebûya jî Gezgor ewê bibûya Apocî, çimkî Apocîtî tevgereke tam li gorî qerekterê wî bû. Lê Weysî Badem ev dem kin kir.

Li vir, armanca min ne ew e ku ez dûr û dirêj qala Mustafa Gezgor bikim. Tenê dixwazim li vir qala bûyereke wî bikim ku heta nuha tu kesî li tu derê qal nekiriye.

Ji bo ku meriv mêranî û cesûriya Mustafa fêm bike ev bûyer pir girîng e.

Mustafa berî ku were girtin(78-79)Sawciyekî edeneyî, ez dibêjim navê wî jî Musta bû, hatibû Wêranşarê. Nuh bûbû dozger û merivekî faşîst bû. Bi daxwaza xwe ahtibû Wêranşarê. Me rapora wî girtibû, me dizanîbû kî ye û fikrê wî çi ye.

Min dozger nas dikir, ez çend caran pê ra peyivîm û carê jî ji min ra got, ez naxwazim li Wêranşarê bûyer çêbibin.

Ez nizanim çi mesele bû, ji bo çi bû lê Gezgor ji bo îfadeyê çûbû ba dozger…
Tam wê gavê axa ya jî dewlemendekî ji Qezê(Kiziltepê)jî li ba dozger rûniştiye.
Mêrik dû ra weke şahid  îfade da û qala bûyerê kir.

Di dema îfadegirtinê da dozger diqehere û li Musta radibe, belkî jî jê ra gotineke nexweş dike.
Li ser vê, Mustafa hema dibê tep û di devê wî da lêdixe û xwe çindî ser dike û dikeve ser dozger.
Dozger yekî yekî dirêj, du caran bi qasî Mustafa bû, lê Mustafa dîsa jî lê dabû, çavê wî reş kiribû.
Bersîva dozger dayin, di bin gotina wî da neman temam, lê di odeya wî da lêdana dozgerekî ne tiştekî hindik e, cesrateke pir mezin dixwaze.

Lê ji bo Mustafa Gezgor ne problem bû.

Ez jî wê gavê li bînaya hukûmetê bûm, bi qelebalixê ra em beziyan jêr, berbî odaye dozger.
Pûlisan Mustefa birin emniyetê û zulmeke pir mezin lê kirin. Bavê wî jî li emniyetê bekçî û merivekî ne baş bû. Wî nedixwest Gezgor tevî van meselan bibe, lê nikanîbû bi Mustefa.

Piştî bûyerê dozger êdî li Wêranşarê nesekinî, revîrevî çû û hew paşda vegeriya.

Bi qasî ku tê bîra min ji ber vê bûyerê Mustafa neket hefsê…

Merivekî heta tu bixwazî mêr û cesûr bû, lê gav û saetê li mirina xwe digeriya, bira gora wî buhuşt be...