24 december 2011

Xemgînî û lêborîna sexte

Her tiştê tirkan derî dinyayê ye, tu tiştekî wan ne li gorî urf û adetê ye, miheqeq anormalî û xaviyekê dikin.

Du roj berê mudûrê giştî yê TRT6-ê Îbrahîm Şahîn, li Anqereyê di civînekê da li ser pirseke derbarê TRT6-ê da ji bo hunermend Rojînê gotibû ”ew jina aşûte” yanî ew jina tolaz, şiliq, bi cîlwe, nerehet, vekirî...

Piştî ku bûyer di çapemeniyê da belav bû, cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, him bi beyanekê Şahîn rexne kir û him jî telfonî Rojînê kiriye û jê uzir xwestiye.

Piştî vê reaksiyona Arinç, Şahîn jî bi beyanekê uzrê xwe ji Rojînê xwest û got dibê min ew gotin bikar neaniya.

Şahîn di beyana xwe da ji alîkî ve xwedêgiravî ji Rojînê uzrê xwe dixwaze(helbet bi zorê)lê li aliyê din îcar jî li hemberî Orhan Mîrogluyê ku pê ra ketibû minaqeşeyê eynî bêedebiyê dike.

 Şahîn di beyana xwe ya nivîskî da wiha dibêje:

”Di civînê da gotin hat ser TRT6-ê. Di civînê da YEKÎ weşana kanalê bi rengekî neheq rexne kir. Piştî pirs û îfadeyên tahrîkar, min jî di dema îzahkirina programên TRT6-ê da di heqê Rojînê da îfadeyeke ji nêta xwe wêdetir bikar anî. Ji ber vê yekê jî ez him ji wê û him jî ji bîrûraya giştî ya Tirkiyê uzrê xwe dixwazim.”

Kesê ku di civînê da bi Şahîn ra ketiye minaqeşeyê Orhan Mîrogluye. Şahîn, Mîroglu baş nas dike, lê li gel vê jî dema qala bûyerê dike navê wî nade, dibêje ”di civînî da YEKÎ...”

Yanî tenezul nake ku navê Orhan Mîroglu jî bigre devê xwe….

Ev aliyekî meselê ye.

Aliyekî din yê meselê yê herî balkêş, Şahîn tenê ji Rojînê uzir nexwestiye, li gorî çapemenî dinivîsîe piştî Arinç, serokwezîr Erdogan û jina wî Emîne xanin jî bi telefonê li Rojînê geriyan e û jê uzir xwestine.

Nuha uzirxwestina Îbrahîm Şahîn me fêm kir, çimkî wî heqaret li Rojînê kiriye, lê Arinç, Erdogan û jina wî Emîne çima xwe li ber baranê şil dikin û ew çima ji Rojînê uzir dixwazin?

Tu mane û sebebekî maqûl û di cîda tuneye ku Arinç, Erdogan û Emîne xanim uzrên xwe ji Rojînê bixwazin.

Ji ber ku di nabêna wan û Rojînê da tiştek neqewimîye.

Heger hinekan fikrên wan yê li ser vê meselê bipirsiya û wan jî fikrên xwe bigota û heta Îbrahîm Şahîn rexne bikirana dîsa dibû, lê telefonkirin û uzirxwestina ji Rojînê ”hurmet û nezaketeke” ne samîmî û siyasî ye. Û ev yek jî pir beloq û xuyaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE