16 december 2011

Tirkiyê û Îranê li hemberî kurdan çekên qedexekirî bikaranîne

Rêxistina mafên mirovî ya navnetewî Human Rights Watchê, li herêma Qendîlê li wan ciyên ku ketine ber êrîşên topbaran û bombebaranên Tirkiyê û Îranê lêkolînên xwe qedand. Netîceyên van lêkolînan nîşan daye ku Tirkiyê û Îranê di van êrîşan da çekên qedexekirî bikaranîne û van çekan tesîreke pir xerab li ser jîngehê hîştine.

Human Rights Watchê, di lêkolîna xwe da ronî kiriye ku Tirkiyê çekên qedexekirî di roketên F12 û M20-an da bikaranîne û tesïreke van çekan ya pir xerab li ser jîngeha herêmê heye.

Nûnerê HRW-ê Daniel Simson ku yek ji wan lêkolîneran e, di axaftina xwe da dibêje, piraniya çekên hatine bikaranîn yên NATO-yê ne.

Daniel Simson, di beyana xwe da herwisa gotiye ku piraniya wan çekên ku Îranê di êrîşan da bikaranine di salên 2010 û 2011-an da ji aliyê welatên NATO-yê ve hatine durustkirin.

Her wiha Sîmon gotiye, tiştekî pir ecêb e, ji aliyekî NATO zorê dide Îranê, lê di bin ra jî çekan difroşê û Îran jî bi wan çekan Qendîlê bombebaran û roketbaran dike.

Di dema Seddam da jî ewrûpiyan eynî tişt kirin, dwedêgiravî ambargo danîbûn ser Îraqê lê di bin ra jî hertişt difrotin wan. Îro jî eynî durûtiyê dikin. Li aliyekî fena kul i dijî Îranê bin lê li aliyê din jî çekeên qedexekirî difroşin Îranê.

Pisporên HRW-ê di rapora xwe da gotine hin babetên çekan yên wiha hatine bikaranîn ku madeya fosforê li pê xwe hiştine û ev yek jî bûye sebebê qirêjbûna hewa navçeyê.

Her wiha Di raporê da hatiye eşkerekirin ku beşek ji çekên hatine bikaranîn reqem, cihê hatine çêkirin, nîşan û hêmaya wan ji ser hatine birin.

Tirkiye û Îran ev ne cara pêşî ye kul i hemberî kurdan çekên kîmyayî û qedexekirî bikartînin. Ev serê salan e ku herdu dewlet jî van çekên qedexekirî bikartînin.

Lê ji ber ku kurd miletekî bêpişt û bêxwedîye ne loma heta nuha cîhanê zêde guh neda banga kurdan.
Ev cara pêşî ye ku nûnerên dezgeheke navnetewî diherin herêmê lêkolînan dikin û netîceya lêkolînên xwe weke raporekê belav dikin.

Helbet ev gaveke girîng e, lê ya ji wê girîngtir netîceya vê raporê ye. Piştî vê, ewê çi bibe û li hemberî Tirkiyê û Îranî ewê kîjan tedbîran bigrin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE