04 december 2011

Salîm Ensarîoglu hin planên dewletê yên li ser kurdan eşkere dike

Di malpera Rojeva Kurdistanê da bi mebûs û wezîrê kevn yê Diyarbekirê Salîm Ensarîoglu ra hevpeyvîneke pir girîng heye. Ensarîoglu, di hevpeyvîna xwe da gelek tiştên girîng îfşa dike.

Ensarîoglu, derbarê mesela kurd da dibêje, “tenê aktor guherîne, siyaseta dewletê ya kurd hîn dom dike. Yanî di mesela kurd da di siyaseta dewletê da tu guherîn tuneye.”

Ensarîoglu, qala raporeke dewletê ya derbarê kêmkirina nufûsa kurdan jî dike, dibêje, dewlet ji zêdebûna nufûsa kurdan pir nerehet bû. Li gorî hesabê wan “di sala 2010-an da ewê ji sedî 40-ê û di sala 2025-an da jî ji sedî 50-ê nufûsa Tirkiyê bibûya kurd û dewletê ev yek jî weke tahlûkeyeke pir mezin didît.

Loma jî di raporê da pêşniyara çêkirin 3 zarokan tenê dihat kirin. Kesên ku ji zarokan zêdetir çêkirana ewê bihatana cezakirin.”

Û her wisa , “kesê ku nufûsa kurdan zêde bikira ewê ceza û yê kêm bikira jî ewê mukafat bibûya.”
Wek tê zanîn Erdogan jî çend caran qala çêkirina 2-3 zarokan kir. Diyar e Erdogan jî dixwaze ji nuh ve vê rapora salên 1990-î têxe dewrê.

Lê mixabin Ensarîoglu hemuyê naveroka raporê eşkere nake, dibêje heger serokwezîr û ya jî serokkomar bixwaze ezê bidim wan.

Ensarîoglu, di hevpeyvînê da xwe derdixe paqijê û îdîa dike ku wî ji bo kurdan tim tiştê baş kiriye û tu carî tiştê xerfab qebûl nekiriye.

Ji bo ku meriv baştir bizanibe ku ev dewlet ji bo kurdan çi difikire dibê meriv vê hevpeyvînê bixwîne.


XXX
Kesê ku cesaretî tu tiştî neke nikane bibe xwediyê tu tiştî. Loma pêşiyên kurdan bi baqilî gotine, mêrê tirsonek nikane bi sîngên gewr û boz şa bibe...



XXX
Li ba min 1 hêk heye, li ba ta 1 hêk heye. Ez 1 hêkê bidim, tu 1 hêkê bidî min, dibe 1 hêk li ba min, 1 hêk li ba te.
Li ba min 1 zanîn heye, li ba te 1 zanîn heye. Ez 1 zanînê bidim te, tu 1 zanînê bidî min, li ba min dibe 2 zanîn, li ba te dibe 2 zanîn. //Konfüçyus


XXX
Cîgirê serokê Emerîkayê Joe Bîden gotiye, ”Em hêvî dikin ku demokrasiya Tirkiyê ya xurt û hurmeta ji mafê însanan ra hîn xurttir bibe.”

Wey agir bi cila te nekeve Bîden efendî, lawo demokrasî û mafê mirovan li Tirkiyê çi digere?
Helbet tu ji min baştir zanî ku li Tirkiyê ”demokrasî” û ”mafê însanan” tuneye, lê nayê hesabê te ku tu îro vê rastiyê bibêjî.

Pere û berjewendî însanan ne tenê ji dîn û îmanê, ji exlaq û ûjdan jî dike. Yoe Bîdenê ku berê Tirkiye dixist binê erdê, nuha jî bi derewan bi asîmanan dixe, soza piştgiriya li hemberî PKK-ê dide Tirkiyê…


XXX
Bala min lê ye hin kurd ji bo azadiya gelê xwe pir dixebitin, hinek hindik û hinek jî tew naxebitin.
Yên naxebitin zimanê wan hirinekê dirêj e, weke tiralên Bexdayê li mala xwe rûniştine û pel pel li bûyeran û li êrîşên ser gelê xwe temaşe dikin.

Di xwe ra nabînin şevê du rêzan li vir binivîsin, du gotinan bibêjin.
Û dû ra jî nizanim ji xurtbûna kê û kê nerazîbûna xwe nîşan ddidn û gazinan dikin....
Destê xebitî tim li ser zikê têr e, kî bixebite ewê bixwe; ne şert e rast be...


XXX
-Ji dêlî ku tu yê hin tiştan nîvçe bizanibî, tiştekî nizanibe hîn çêtir e.//NİETZSCHE

-Zanîna xwe weke saeta xwe bikar bîne, ji xwe ra veşêre. Di orta her kesî da gav û saetê dernexe û pê quretiyê neke. //CHESTERFİELD

Hûn dibînin camêran tiştên rast û di cîda gotine...


XXX
Abdullah Gul, ji cîgirê serokê Emerîkayê Biden ra gotiye, ”Heger mesele PKK-ê çareser nebe emê bi şiklekî berfireh midaxeleyî Bakurê Îraqê bikin.”

Weleh hertişt ji we tê. Hûn har bûne, çavê we kurdan dibire, heger bibe hûnê hemû kurdan jî qir bikin.
Lê dibê hûn baş bizanibin ku bi kuştinê, bi qedandina PKK-ê mesela kurd naqede, zû dereng hûnê jî teslîmî rastiyê bibin.

Aqîbeta te û Erdogan jî ewê weke ya hemû zalim û dîktatoran be, hûnê jî li belaya xwe rast werin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE