15 december 2011

Onder ji tespîteke rast netîceyeke şaş derdixe

Parlamenterê BDP-ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, di axavtina xwe ya meclîsê ya li ser minaqesseyên butçeyê da bêyî ku nav bide, qala hatina Kemal Burkay ya Tirkiyê kir û helwesta hukûmetê ya li hemberî wî rexne kir.

 Onder di axavtina xwe da got:
”Kesê ku federasyonê dixwaze dewletê bi merasimeke resmî pêşwazî lê kir û di bin ala tirk da Quranek diyarî wî kir. Wî hevalê me serdana Diyarbekirê jî kir, kesên ku çûn pêşwaziya wî ne bi qasî nîvê girtiyên doza KCK-ê yên Diyarbekirê bûn.”
Onder, dû ra jî axaftina xwe wiha domand:

”Gelek kes hene ku serxwebûnê dixwazin, federasyonê dixwazin, lê dewlet dengê xwe ji wan ra dernaxe. Lê kesên ku dibêjin emê di nava vê xakê da bimînin, dewlet gelekî ji wan aciz dibe. Ji bo çi? Ji ber ku ew kes sîstema dewletê qebûl nakin û dixwazin sîstem bête guhertin. Desthilat tehemulî kesên ku dixwazin sistemê buguherinin nake.”

Çi heyf ku Onder ji tespîteke rast, netîceyeke pir şaş derdixe.

Rast e, hukûmeta AKP-ê îro naçe ser Burkay û kesên weke wî, kesên ku ji bo kurdan federasyonê ya jî serxwebûnê dixwazin. Ev, ne ji ber ku hukûmet ji wan hez dike ya jî dîtinên wan rast dibîne. Sebebê vê yekê gelkî cuda ye.

Lê li gel ku BDP ne "federasyonê" û ne jî "serxwebûnê" dixwaze, dîsa dewlet bi şev û roj diçe ser wan û kesên ku otonomiyê jî naxwazin, kesên ku dixwazin di nava ”vê xakê da bimînin.”

Lê sebebê vê şêla hukûmetê weke Onder dibêje, ne ji ber wê yekê ye ku PKK û BDP li dijî sîstemê ne, dixwazin sîstemê biguherînin loma.

PKK û BDP daxwaza guherandina tu sîstem mîstema nakin, ev ne rast e.

Sebebê vê şêla hukûmetê ya esasî, ji ber ku hukûmet kesên ku federasyonê û serxwebûnê dixwazin îro ji bo xwe tahlûke nabîne loma naçe ser wan.

Ji ber ku xwediyên vê daxwazê(federasyon û serxwebûn) li Kurdistanê hîn nebûne hêzeke madî ku kanibin vê daxwaza xwe li ser dewletê ferz bikin.

Û ya din jî, ji ber ku hukûmet îro naxwaze mafekî herî biçûk jî bide kurdan, loma jî daxwazên PKK-ê û BDPê qebûl nake û diçe ser wan.

Heger hukûmeta AKP-ê  bifikiriya ku mafekî herî biçûk jî bide kurdan, bêguman ewê daxwazên   PKK-ê û BDP-ê qebûl bikira û bi wan ra rûnişta.

Lê îro di rojeva dewlet û hukûmetê tiştekî wiha tuneye.

Kesên dibêjin ”federasyona” û ”serxwebûn”  îro li Kurdistanê ne hêzeke hewqas mezin in  ku hukûmet ji wan bitirse. Ji ber ku hukûmet dizane ku di praktîkê da nikanin van daxwazên xwe li ser hukûmetê ferz bikin.
Ew hêza wan tuneye.

Hukûmet îro li dijî kesên xwedî hêz in, dixwazin berê wan ji ortê rakin.

Hema heta ji Burkay tê bira di hevpeyvînan da bibêje ez ”federasyonê” dixwazim. Piştî ku hêzeke mezin ya vê daxwazê li ser hukûmetê ferz bike tunebe, hukûmet naxwaze îro biçe ser xwediyên vê daxwazê.

Berî wan, dibê îşê PKK-ê û BDP-ê, kesên xwedî çek, xwedî hêz û qewet biqedînin. Dema ew qedandin, helbet ewê vegerin ser Burkay û kesên weke wî jî .

Lê ne îro, demeke din…

Lê PKK tiştê dixwaze pir hindik be jî, bi hêzeke mezin dixwaze û ji bo van daxwazan bi milyona kurd her roj di nava çalakiyan da ne.

Hukûmet, van daxwazan ya ewê qebûl ya jî red bike; ya ewê bi xwediyên van daxwazan ra rûne ya jî ewê li hemberî wan şer bike.

Û ji xwe hukûmet jî wisa dike. Ne amadeye mafekî herî biçûk jî bide kurdan û ji ber vê  yekê jî êrîşê dibe ser PKK-ê û BDP-ê û bi merasim jî pêşwaziyê li Burkay dike.

Çimkî nuha hewcedariya wan bi Burkay û kesên weke wî heye, ew nuha dest nadin kesên li dijî    PKK-ê, lê sibe ewê dor were wan jî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE