03 december 2011

Mêr mêran nas dike

Kudan gotiye ”mêr mêran nas dike”. Bi baweriya min ne tenê ”mêr mêran nas dike”,pîs pîsan, rezîl rezîlan û pûlperest jî pûlperestan nas dike. Zû dereng herkes yê li gorî qerekterê xwe dibîne.

XXX
Camêrekî gotiye, "Evîn li Fransayê komediyek, li Înglistanê Trajediyek, li Îtalyayê operayek, li Almanyayê melodramek e."
Baş e, le li Kurdistanê evîn çi ye?

XXX
Derya çiqasî bi pêl be jî dawiya dawî sakîn dibe, disekine.

XXX
Biaqilî ne tişteke, ya girîng di cîda bikaranîna wî aqlî ye. Descartes

XXX
Kûçikê bitahmije hestiyê ber deriyê qesaban hew vedigere gundê xwe.



XXX
Xanî û malzemeyên ku berî nuha bi demekê ji alî Weqfa Barzanî ve ji bo mexdûrên erdheja Wanên hatibûn şandin, hîn jî li gelê Wanê û Erdîşê nehatine belavkirin.
Heyeta Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji Ferhad Ewnî, Mama Reşad û Erdar Herkî pêkhatî do çûn navçeya Erdîşê ya Wanê.

Heyetê despêkê Şaredariya Çebelîbagê û Şaredar Veysel Keser ziyaret kir, derbarê rewşa şaredariyê û xebatên piştî erdhejê hatine kirin agahî girt. E...ndamên şandê pişt ra jî bi Şaredar Keser ra çûn Navenda Krizê û mexdûrên erdhejê ziyaret kirin.

Piştî hevdîtinê û guhdarîkirina li gel heyetê diyar kir ku kontainerên ku berî nuha bi çendakî ji aliyê Weqfa Barzanî ve hatine şandin hîn jî li gel nehatine belavkirin. Heyetê got, ji bo ku xanî û malzemeyên ku bi 113 TIR-an hatine şandin li gel bên belavkirin ewê careke din têkevin nav hewldanan.

Wek tê dîdin, gel ji serma dimmre, lê ev hukûmeta zalim tiştên ku kurdan şandine jî li gel belav nakin. Weqfa Barzanî li dora 400 xanî şandibûn lê xaniyan danînin û nadin gel. Û gel jî li wir di nava gerekê da perîşan e.



XXX
Li gorî anketeke dawî şêniyên paytexta Awustûrya Wîyanayê li cîhanê xwedî jiyana herî bi qalîtete ne.
Li gorî şîrketa lêkolînan Mercersê, di warê qalîteya jiyanê da li cîhanê 5 bajarên herî herî baş bi rêzê wiha ne:
1-Wîyana, Awustûrya
2-Zurîh, Îswîçre
3- Auckland, Nya Zeland
4- Munchen, Almanya
5- Duşeldorf, Almanya

Û ji Skandînavyayê jî paytexta Danîmarka Kopenehagen bajarê 9-em, Stockholm (Swêd) bajarê 20-em, Oslo(Norweç) bajarê 33-em û Helsinkî (Fînlandiya) jî 35-em e.
Navê Tirkiyê di lîsteyê da tuneye. Gelo li Tirkiyê li bajran qalîteya jiyana însanan çawa ye, însan xwe çawa his dikin?

Lê bi taybetî jî kurd, gelo kurd li bajarên tirkan ji jiyana xwe memnûn in, xwe dilşa û bextewar his dikin?

Ji ber ku ez di nava tirkan da najîm ez nizanim, loma jî kurdên li wir dijîn dikanin bersîva vê pirsê bidin.

Yê min bi xwe zêran jî berberî bejna min bikin, ez li bajarekî Tirkiyê û di nava tirkan da najîm. Xanima min tirk bûya ji zûda min telaqê wê xistibû destê wê. Ne ku ez îro viya dibêjim, nêzî 30 berê min ev tişt gotiye. Yanî ev dîtina in ne nuh e.

Ji xwe ez matmayî dimînim hin ”serokên kurdan” di taliya emrê xwe da diçin li bajarên tirkan bi cî dibin û beklkî jî dixwazin li wir, di nava tirkan da bimrin.

Weke soran dibêjin ez tozekî/kemekî (hinekî) ji meselê dûr ketim lê tişt nabe.
Rewşa bajarênKurdistanê ez dizanim, tenê zulm û terora hukûmeta AKP-ê heye, kes nizane kînga pûlisên AKP-ê ewê li deriyê wî jî xe…

XXX
Serokwezîr Erdogan tim bi fexir dibêje, 70-75 mebûsên wî yên kurd hene. Lê bi derketina Albûma Meclîsê ra hejmara mebûsên ku bi kurdî dizanin ya jî yên ku zanîna xwe venassêrin jî derket ortê.

Li gorî Albûma Meclîsê, ji 549 endamên meclîsê 37 mebûsan gotine ku ew bi kurdî dizanin ya jî zanebûna xwe venassartine.

Ji vanan 24-ên wan BDP-yî, 7-ên wan AKP-yî û 2-ên wan jî CHP-yî ne.
Îcar ev 70-75 wekîlên Erdogan yên kurd li ku ne ez nizanim. Hey ji bo kurdan tu xweliyê li serê xwe nakin, viya ez bass dizanim, lê wa ye camêran zimanê xwe jî înkar kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE