11 december 2011

Malperên "helal" û "heram"

Can Dundar tirkekî ne nêzî kurdan e, merivekî kemalîst, sosyaldemokrat û rojnamevanekî girêdayî dewleta xwe ye. Merivekî "helîm selîm" e, zêde xwe tevî siyasetê jî nake...

Dundar, îro di quncikê xwe yê rojnameya Millîyetê da qala Cubbelî Ahmet Hoca yê faşîst û qedexeyên li ser hin malperên înternetê dike.

Dundar dibêje, li Tirkiyê li dibistanan xwendevan û mamoste ewê têkevin kîjan malperan, nekevin kîjan malperan wezareta perwerdeyê biryarê dide. Wezaretê, li gorî xwe lîsteyeke ”malperên bi zirar” çêkiriye û gihîştina wan malperan qedexe kiriye.

Li hemû dibistanên Tirkiyê Facebook, YouTube, twîtter qedexe ne, xwendevan nikanin xwe bigihînin van qadan.
We çewt nexwend, li hemû dibistanan Facebook, YouTube, twîtter qedexe ne, xwendevan nikanin têkevin van qadan...

Û li gora hin kurdên AKP-ê, ev welat jî li Rojhilata Navîn ewê bibe "lîder" û "model" !
Can Dundar ji bo ku bizanibe hela ka malpera (sîteya)wî jî qedexeye ya na, ji hevalekî xwe yê mamoste pirsiye.

Hevalê wî yê mamoste li dibistanê “candundar.com.tr” nivîsiye. Teksta derketiye hemberî wî ev bûye:

”Gihîştina vê malperê ji ber naveroka wê ya bi zirar li ser daxwaza Wezarata Perwerdeyê, ji alî Şîrketa Turk Telekomê ve hatiye qedexekirin.”
Tiştekî pir ecêb e, ez bawer nakim tu fikrekî Dundar ji bo dewleta tirk bi zirar be, eksê wê, hemû fikrên wê li kar û menfeeta dewletê ye, lê dîsa jî têr nake.

De îcar hesab li ba we ye?

Li ser vê zanînê Dundar şoke dibe û dibêje, "nivîsên min ketine kitêbên dersê, fîlmê min yên dokumanter di sinifan da hatin nîşnan dan, lê malpera min li dibistanan qedexeye.”
Ev çawa dibe?

Dundar dibêje, tiştekî wiha berê jî hatibû serê nivîskarekî din jî û dema wî nivîskarî ev yek bi bîra wezîr xistibû, wezîr gotibû:

”Kontrolkirina bi milyonan malperan yek bi yek ne mimkûn e, ji dêlî wê, me hemû malperên şexsî qedexe kirin. Malpera min ya şexsî jî nuha girtî ye."
Bersîv û îcreateke tam li gorî tirkan, ancax hukûmetgeke tirk dikane biryareke wiha dûrî aqilan bide.


Dundar dibêje, dû ra wî bi hevalê xwe malpera M. Alî Bîrand, Ugur Dundar û ya Cubbelî Hoca jî daye kontrolkirin. Derketiye ortê ku malperên van hersê kesan jî vekirî û di xizmeta xwendevanan da bûne.

Di malpera Cubbelî Hoca da meriv dikanîbûye xwe bigîhanda hemû axaftin û programên wî yên telewîzyonan jî.

Cubbelî Hoca nuha ji sûcê tîcareta jinan di hefsê da ye, li hemberî kurdan xelkê her roj teşwîqî xeleyanê dike, ji dewletê ra dibêje çima hûn ”terorîst” û kurdên tên girtin di hefsan da xwedî dikin, dibê li gorî qanûna şerîetê hûn van xayinan hemûyan bikujin.

A wezareta hukûmeta AKP-ê malpera merivekî wiha serbest dihêle, lê ya nivîskarekî weke Can Dundar qedexe dike.

Û helbet malpera Fetullah Gulen jî serbest e.

Piştî ku malpera nivîskarekî weke Can Dundar meşhûr were qedexekirin, îcar ewê rewşa malperên kurdan çi be de êdî hesa bli ba we ye!

Li Ewrûpayê hin qesab û dikanên tirkan etîketên ”helal” û ”heram” datînin ser goşt.
Wisa xuyaye ku bi saya serê hukûmeta Erdogan, li Tirkiyê jî ewê ji nuha û pêva dewra ”malperên helal û heram” dest pê bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE