20 december 2011

Kurdan şaşiya vî hesabî berê çend caran nîşan dane

Parlamentera Partiya Çep ya Almanya Federal Ulla Jelpke jî îro li dijî girtina bi dehan rorjnamevan û xebatkarên çapemeniya kurd derket û got, ”hukûmeta Tirk azadiya çapemeniyê binpê dike.”
Jelpke got, ”Tirkiye bi tu hawî ji bo Rojhilata Navîn nikane bibe nimûneyek. Li Tirkiyê siyasetmedarên muxalif, rojnamevan, abûkkat, parêzvanên mafên mirovî tên girtin û bi hezaran dixin zîndanan. Tiştên di dema hukûmeta Erdogan da diqewimin dişibin demên dîktatoriyên leşkerî.”
Jelpeke, di berdewamiya axaftina xwe da got, ”Li tu dera cîhanê bi qasî Tirkiyê rojnamevan û nivîskar ne di zîndanandane."
Ev ne tiştekî nuh e, lê mixabin hîn nuh bala ewrûpiyan dikşîne.
Bi rastî Erdogan merivekî pir jehatîye, dîktatorekî weke xwe weke merivekî demokrat û rejîma xwe ya ceberût û despotîk jî weke rejîmeke demokratîk firotiye dinyayê .

Piraniya ewrûpiyan wisa bawer dikin ku Tirkiye welatekî demokratîk e, tu miletekî bindest tuneye û her kes dikane fikrên xwe bi azadî îfade bike.

Erdogan heta nuha li gora şîreta pêşiyên xwe hereket kir:
”Heta tu ji pirê derbas bî ji hirçê ra bibêje xalo”
Wî jî wisa kir, heta ku zora leşkeran bir xwe weke merivekî demokrat û azadîxwaz nîşan da û berbî demokrasiyê ve hin gavên biçûk avêtin.

Lê piştî ku cî da nigê xwe û îşê leşkeran qedand (hinek tasfiye kir û bi hinan ra jî li hev kir), êdî hewcedariya wî bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê û Ewrûpiyan nema.

Loma jî nuha hewil dide hemû kurdan yanî ku miletekî bi tevayî êsîr bigre û têxe hefsê.
Piştî siyasetmedar û abûkatan, nuha jî dest bi topkirina rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê kirin, îcar wan dixwe zindanan.

Ji bo ku li meydanê ne kesên muxalefetê bikin bimînin û ne jî kesên di çapemeniyê da qala wan û zulm û terora hukûmetê bike hebin.

Leşker û Çîllerê kurd dikuştin, Erdogan dixe hefsê.
Yanî Çîllerê çek Erdogan jî kelepçeyê bikar tîne. Û dixwaze ku kurd ji bo vê yekê jî sipasdarê wî bin. Çimkî ji dêlî kuştinê davêje zindanê.

Îro li Tirkiyê Qanûn, heq, huqûq , mahkime, edalet tiştek nemaye. Dilê Erdogan çawa bixwaze wer dike.

Camêr bûye ”Dîkê Qoqo”, kes nikane li hember wî dengê xwe derxe, hukûmet, dewlet ew tenê ye, ew çi emrî bide, dewlet mecbûr e bicîh bîne.

Van operasyonên ku li hemberî BDP-ê û kurdan dibin hemû bi emir û daxwaza Erdogan dibin.
Heger Erdogan bêyî muxalefeta kurdan, ji hundur û ji derve muxalefeteke xurt nebîne ewê vê teror û zorbatiya xwe bidomîne.

Loma jî dengê weke yên Jelpke gelkî giorîng in.
Her wisa dibê kurd bi Yekîtiya Ewrûpayê ra jî di nava têkiliyeke xurt da bin, hemû kirinên hukûmetê bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê.

Erê ew bi xwe dibînin, taqîb dikin lê dîsa jî dibê kurd zextê bide ser wan.
Netîce dibê terora Erdogan pere neke, kurd gavê paşda navêjin, heger Erdogan di vê terorê da karê bibînin ewê bidomîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE