05 december 2011

Hişê min îşev weke kertalekî bi ber bê keve...

Gelî dost û hevalan, fena ku hinekan ez xistibim cûnî û weke dan kutabim, ez xwe îşev wisa bêhal û westiyayî hies dikim...

Ez li dora kompîtorê diherim û têm, lê dikim nakim tiştekî bi ser hev naxim, hişê min weke kertalê ku bi ber bê keve, hercarê berê xwe dide derekê...

Nuha tiştê ji min hat ev çend rêzên jor in, bîsteke din ezê bikanibim tiştekî binivîsim ya na, ez nizanim...
Hela ka em bênirin Xwedê çawa dike....


XXX
Mêrxasê hêja, ez ne nexweş im, tenê xwe westiyayî û pir bêhal his dikim û hişê min jî baş ne li serê min e, fena ku derketibe gerê, ya jî îşev ne li ciyê xwe be...:))
Loma jî ez dikim nakim dilê min li tu mijarê rûnane....



XXX
Kurdino!
Baweriyê bi efûya tirkan neynin!
Xwe navêjin bextê tirkan!
Baweriya xwe bi wê yekê neynin ku hukûmeteke tirk ewê mafê kurdan dîsa paşda bide!
Bi hev ra di nava yekîtiyê da bin û ji hev hez bikin!
... Hêviya xwe wenda nekin!
Kurdistanê bigihîje azadiya xwe û kurd jî ewê bextewar bibin!
Vê gotina pêşiyên me ji bîr nekin: Bextê Romê tuneye!
[Rêxistina Xoybûnê(1928-)


XXX
Çi heyf ku hinek kes xwe pir erzan harac û mazat dikin. Erdogan li hemberî vê erzaniyê, vî buhayê kêm matmayî maye.

Erdogan tu carî bawer nedikir van kesên ku di wext û zemanekî da bi şûran nedihatin xwar û di nava kurdan da deng dabûn, ewê hewqasî rehet û erzan "werin îmanê" û bibin piştevanê siyaseta Erdogan ya îmhakirina tevgera kurd ya siyasî...

Ê heyra, kurdan bela sebeb negotiye, "navî giran e warî wêran e !"


XXX
Însan bê xeta nabe. Hin xeta hene tavilê tên ji bîr kirin û hin xeta jî dereng. Lê hin xeta jî hene ku tu carî nayên ji bîr kirin, weke teniya bi don in, meriv xwe bi heft qalib sabûn bişo jî meriv jê pak nabe. Heta mirinê meriv cezayê wan dikşînne….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE