21 december 2011

Her lûleyek du devên wê hene...

Cîgira serokê grûba meclîsê ya BDP-ê Perwîn Buldanê di axaftina xwe ya meclîsê da li ser rejîma Erdogan çend tiştên pir xweş gotine.

Bûldan xanimê gotiye:

”Her lûleyek(namlûyek) du devên wê hene, yek yê hember dikuje û ya din jî ûjdanê kesê nig(tetikê)dikşîne dikuje."
Bi rastî jî wisa, erê tirkan heta nuha gelek kurd kuştine lê bi vê kuştina kurdan ra ûjdan û însaniyeta xwe jî kuştine.

Li ser îdîaya hukûmetê ku xwedêgiravî salên 1990-î yanî salên ku dewletê li kuçe û kolanan kurd direvandin û dikuştin li dû man jî Bûldan xanimê gotiye:

”Hukûmetê gotibû salên 90-î li dû man, lê dema meriv li kirinên hukûmetê yên nuha dinêre meriv tu ferqê nabîne. Wê demê gava parlamenterên kurd ji meclîsê derketin hat girtin, nuha hûn nahêlin têkevin meclîsê..."
Ev tespît jî pir rast e.

Esas meriv dikane wiha jî bibêje, wê demê parlamenterên kurd ji meclîsê bi darê zorê birin kirin hefsê, nuha berî ku werin meclîsê xistin hefsê.
Ferq tenê ev e.

Yanî wê demê jî ciyê parlamenterên kurd zindan bû û nuha jî zindan e. Ferq tenê yek piştî hatina meclîsê û yek jî berî hatina meclîsê ye.


Bûldan xanimê îktîdara Erdogan şibandiye dema McCarty û gotiye, ”Dema Erdogan bû weke dema McCarty, her roj girtin û hefs e.”

XXX
Bi vekişîna hêzên Emerîka li Îraqê erebên şîe û sunne bi hev ketin. Cîgirê serokkomarê Îraqê Tarik Haşimî, ji ber serokwezîr Nûrî el Malikî reviya Kurdistanê û xwe avêt dexlê kurdan û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Serokwezîr Nûrî El Malikî, îro li Bexdayê di civîneke çapemeniyê da bang li hikûmeta herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî kir û xwest ku ew Haşimî radestî wan bike.

Malikî di civînê da got, divê hikûmeta herêma Kurditanê Haşimî bêqeyd û şert teslîmî Bexdayê bike.

Neh (9)wezîrên partiya Al Iraqiye ya Haşimî di hikûmetê da ne. Elawî got, rewş wiha dom bike ewê beşdarî civînan nebin.

Malikî jî îro got, heger ew beşdarî civînên hikûmetê nebin, ewê neçar bimînin ku di dewsa wan wan da hin kesên din bikin wezîr.

Lê wisa xuyaye ku kurd jî nuha naxwzin Haşimî bi zor teslîmî Bexdayê bikin.

Srokê dîwana seroktiya Kurdistanê Dr. Fûad Husên, do di daxuyaniyekê da got ew Haşimî teslîmî Bexdayê nekin û heger pêwîst be ewê ji bo Haşimî li Kurdistanê dadgehekê deynin.

Ji xwe Haşimî jî dibêje ku baweriya wî bi dadgehên Bexdayê tuneye, ew dixwaze li Kurdistanê were dadgehkirin.

Sebebê li pişt vî şerê Malikî û Haşimî yê ji nişkave hîn baş nayê zanîn, lê Malikî Haşimî bi alîkariya terorîstan tewanbar dike û loma jî di heqê wî da biryara girtinê daye derxistin.

Îdîa piştgiriya terorîstan çiqasî rast e, çiqasî ne rast em nizanin, lê tiştê ji derve xuyaye berî her tiştî tiliya Îranê di vî şerê Malikî û Haşimî da heye. Îran dixwaze tavilê ciyê Emerîka bigre.

Û ya din jî rastî ew e ku şîe û sunne êdî li hev nakin, do bi zorê bi hev ve hatibûn zeliqandin, lê ew zamq êdî kevn bûye hew digre.

Ya rast ew e ku Îraq li gorî rastiya coxrafî, dîrokî, qewmî û olî ji hev biqete û bibe sê perçe û sê dewlet; kurd, erebên şîe û erebên snnî.

Çareseriya herî rast ev e, heta ku ev rastî neyê qebûlkirin li Îraqê rehetî çênabe, şer û teşxele nasekine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE