14 december 2011

Bi darê zorê kes nabe dostê meriv

Li gorî malpera ANF-ê dinivîse, ji bo protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û operasyonên ku li Tirkiyê û Kurdistanê li dijî siyasetmedarên kurd tên meşandin, hin kurdan li Swîsrê, Fransê, Brîtanya û Holandayê dîsa çalakiyên dagîrkirinê li dar xistine.

Yanî ji bo ku cîhanê bi zulma ku dewleta tirk li kurdan dike bihesînin û piştgiriyê ji gel û welatên Ewrûpî bigrin çûne hin rêxistin û dezgehên Ewrûpiyan îşxal kirine.

Weleh kê ev aqil dabe van kurdên me ya kêmaqil e û ya jî ne dost e, bi kirinên bi vî rengî dixwazin dijminên kurdan zêde bikin.

Li tu dera cîhanê kes bi darê zorê nabe dost û hevalê meriv. Meriv xelkê bi xebatên siyasî û dîplomatîk, bi zimanekî şîrîn, bi propagandeyê, bi têkiliyên însanî dike dost û hevalê xwe, ne bi darê zorê û bi îşxalan.

Li hemberî çalakiyên wiha berî hertiştî medîa û çapemenî dibe neyarê meriv û mohra ”terorîzmê” li meriv dixin.

Li Ewrûpayê meş, protesto, grevên birçîbûnê, weşan û her babet xebatên demokratîk mefên demokratîk in û pir hindik tesîra wan heye.

Lê îşxala rêxistin û dezgehên resmî û civakî , tenê antîpatiyê û îmajeke xerab li hemberî meriv peyda û zêde dike.

Ev aqil û metot ya çepên tirk e û ew jî bi piranî di bin ra merivên dewletê ne, sîxur û provakatorên dewletê yên di nava tevgera kurd da ne.

Hinek werin bi darê zorê têkvin dikana we, male we û bi zor ji we bixwazin hûn piştgiriyê bidin wan, ma hûnê qebûl bikin?

Ji xwe bûyer û çalakiyên wiha, bikaranîna zorê û şîdetê bû bingeh û sebebê ku welatên Ewrûpî guh bidin daxwazên Tirkiyê û mohra ”terorîzmê” li PKK-ê xin û kes û rêxistinên nêzî wê jî tim bigrin bin kontrol û taqîbê.

Heger PKK-ê rêxistin û komeleyên nêzî wê dixwazin li hemberî zulma Tirkiyê alîkariya gelên Ewrûpayê, çapemeniya Ewrûpayê bigrin dibê dev ji çalakiyên bi vî rengî berdin û giraniyê bidin xebatên demokratîk.

Bi zorê, şîdetê û îşxalan yek ferdê Xwedê jî nabe dostê meriv, lê bi sedan kes dibin dijber û xêrnexwazên meriv.




XXX


Nivîskarê rojnameya Straê Fethî Koru, di nivîsa xwe ya îro da dibêje, di lêpirsînên Ergenekonên da ”wisa xuya ye ku pir nêzî zilika pîvazê bûye” û dû ra jî bêyî ku nav bibêje Suleyman Demîrl îşaret dike, dibêje serî ewê here bigihîje wî.
Ê ji xwe kerr û kor jî zanin ku serî Demîlrel e, dû ra Mehmet Agar, Cîller û Dogan Gunes e.
Demîrel, Agar, Gunes(serokerkan 1990-1994) û Çîller dibê nuha ne ji derva, di hefsê da bûna. Ji ber ku her kes zane vê ekîbê û bi taybetî jî Demîrel bi sedan kurd dane kuştin.




XXX
Gelekê caran meriv ji kalbûnê gazinan dike. Lê heger mriv dixweze bijî dibê kalbûnê jî qebûl bike. Ji ber ku alternatîfa din xerabtir e....

Serkeftin ne girêdayî şans û tesadufan e, jê ra xebat, ezm û berdewamiyeke dûr û dirêj dixwaze.



XXX
 Sînorekî mutleq yê zanînê(dahîtiyê) heye, lê yê ehmeqiyê ebeden...
//Albert Einstein

4 kommentarer:

  1. Birêz Xamo,

    Pirsgirêka apociyan ku nizanin bi rêya metodên aştiyanae balê bikşînin li ser rewşa birêz Ocalan. Berî her tiştî divê spasiya we bikin ku hûn vê rexneyê li wan dikin ji bo ku carek din van şaştiyên xerab nekin.

    Her wisa divê alîkarî destgehên pispor di warê kişandina bala raya giştî li ser pirsgirkan bixwazin. Divê ji şêweya xebata rêxistina Lêborîna Navnetwî fêr bibin, çawa bandorê li civakê dikin ji bo pirsa mafên mirovan.

    Barek silav ji warê Don Kîxotê (ew wek Don Kîşot tê naskirin, lê bi spanî wisa tê bilêvkirin Don Kîxotê û ji ber ku x di kurdî de heye ez wisa bikartînim)

    SvaraRadera
  2. Sipas ji bo şiroveya te Zinarê hêja.
    Weleh bi baweriya min tevgerên wiha meriv tenê xelkê ji xwe aciz dike û dike neyarê xwe.
    Yê ku ev rê bi ber kurdan xistiye ya kêmaqil e û ya jî xêrnxwaz û neyarê kurda ye.
    Yek were bi zor têkve mala min û bi zorê alîkariyê ji min bixwaze ezê nekim û heger ez dost bim jî ezê jê dûr bikevim...

    SvaraRadera
  3. Slav Mamoste Zinar û birêz Zinar Ala,

    Berî her tiştî dixwazim bejim ku ez nivîzen te (Mamoste Zinar) bi kêfxweşi dixwinim. Nivîsen bi kurdîyeki xweş û zelal, û dîtinen demokrat û welatperwerî.

    Lê li gor min hûn herdu şaşîtîyek mezin dikin. Ji analîze we mirov fêm dikî ku hûn ewropa û welaten ewropa mîna aktoren bêalî û objektif dinirxin. Birêz Zinar Ala şaşîtîtyek dîn ji dikî wexta ku dibejî ku:

    "Pirsgirêka apociyan ku nizanin bi rêya metodên aştiyanae balê bikşînin li ser rewşa birêz Ocalan."

    "Apocîyan" ne grubekî homojene yên ku bes çalakîyen "ne aştîyane" bi kar tîni. Yên ku tu jêra dibejî "apocîyan" kanalen televzîyonen kurdî li ewropa wekirin, herwiha bi sedan komeleyen sivîl wekirin, çalakîyen aştîyane (mînak: xwepeşandan) û yên ku festîvalen çandî lidardixin.

    Ji xencî wi, çawa ku ez çalakîyen "occupy Wall Street" mîna çalakîyen sivîl dibînim, çalakîyen ketina di nav ofîsen medîyaye ewropi wek çalakîyen "sivîl" dibînim. Çalakîyek ne aştîyane, çalakîyek ku têda şidet tê bi kar anî. Ez wan çalakîyen mîna aksîyona yekser (direct action) û bê sidet dinirxim. Çalakî dikarin îlegal bin, lê ew naye wê mane ku çalaki bi xwe "ne aştîyane" ye. Wekî mînak gelek çalakîyen Greenpeace îlegalin, le di eyni deme ji aştîyane. Eger tu (birêz Zinar Ala) dibejî ku çalakîyen wisa nagihin tu armanc ew meseleyeke dîn e.

    Lê ez dixwazim wegerim nivîsa Mamoste Zinar. Ew welaten ku em dixwazim bibin doste me bi salan buye doste Tirkiye. Carinan rexneye Tirkiye dikin lê di praktikêda piştgirî didin Tirkiye. Li welat anuha rewşek heye ku diçibe rewşa pişti juntaye di destpêkeda heştida. Bi hezaran kesên sîvil hatîye girtin, şerekî kirej tên meşandin û asîmîlaysone li hembere kurdan berdewame. Pêwist naki ku ez zêde li ser rewşe biseknin, hûn we rewşe ji min baştir dizanîn.

    Xwazî welaten ewropî cesarete ku li Libya, Suriye, Sudan (Darfur) an welaten dî nişan dan, li hemberî Tirkiye ji nişandaniba. Lê nakin. Eksî wi, di mesele Kurdistan piştgirî didin dewleten dagirker û ji kurdan re dibejin "terorîst" an "hun dive mesafeye xwe ji "teroristan" ji dûr bixin.

    Ew meseleyên ber bi çave. Welaten navnetewî dizanin ku li li Tirkîye (li gor terminolojiya welaten navnetewî) gelekî kurd heye. Ew dizanin ku bi deh hezaran sîyasetmedarên kurd di zîndaneda and li zîndaneda mabun. Ew dizanin ku dewlet nahîle ku milyonen kurd zimane xwe di dibistane fêr bibe.

    Ew ne meseleyekî çekirina dostên nu. Ew "dosten" sîyasetekî bi zanebun dimeşin. Ez nabejim ku kurd diwê têsîra dezgeheyen ewropî nekin. Li gor min ew karekî hêjaye û karekî ku anuha zate tên meşandin, lê eyni demeda ez jî qebul dikim ku ew karekî ku dive were pêşxistin.

    Lê belê ew teswira rewşe ku hun didin tozekî sivik u bê nuans e.

    Slav û rêz,

    Xortekî kurd

    SvaraRadera
  4. Xortê kurd yê hêja, li qusûra min nenêre, min şiroveya te nuh dît. Xortê hêja, siyaseta dewletên Ewrûpî ya li hemberî kurdên bakur ez baş dizanim, ez dizanim ku ew li gorî menfeeta xwe hereket dikin.
    Heta nuha min çend caran qala vê bêûjdaniya û vê menfeetperestiya Ewrûpiyan kiriye.
    Di nivîsa xwe da ez ji dewletan bêtir, qala sempatî û piştgiriya gelan û medyayê dikim.
    Ez dibêjim bi çalakiyên wiha ne gel û ne jî medya nabin "dostên" meriv, dibê meriv riyên didn bibîne....
    Li gel silavan...

    SvaraRadera

PARVE BIKE