31 december 2011

Hukûmeta AKP-ê sersala îsal jî li kurdan kir şîn

Min nuha di Roj TV da li axaftina Mûrad Karayilan guhdarî kir. Karayilan di axaftina xwe da got, ev çend sal in dewleta tirk her çejnê û sersalê li kurdan dike rojên xemgîniyê û şînê.

Ez fikirîm bi rastî jî wisa ye, her sal gava ku cejn û sersal nêzîk dibin, hukûmeta AKP-ê miheqeq teşxeleyekê, bûyerekeke biêş, ya jî qetlîamekê dike û cêjnê û sersalê li me dikin rojên şînê, jahrî û zindan...

Wa ye îsal jî wisa kirin, li Qilabanê bi qetilkirina 35 xortên kurd sersal him li hemû malbatên şehîdan û him jî li hemû miletê kurd kirin rojeke şînê.

Hinek kurdên AKP-yî ji bo ku AKP-ê û hukûmetê derxin paqijiyê di qetlîamê da li "tiliya" Ergenekonê digrerin.

 Tiliya kesî tê tuneye, hertişt bi TILÎ û bi destûr û emrê hukûmetê hatiye kirin.
Erdogan bitir bûye, mêrik dixwaze nîşanî kurdan bide ku destê dewleta tirk pir giran e, sîleyekê li kê xe wisa dike. Dixwazin kurd ji qetlîamê dersekê bigrin.

Ya din ji bo ku yên tên kuştin kurd in loma jî zêde guh nadin dîqetkirinê. Bi ”şaşî”(!) çend kurdan bikujin jî pir ne girîng e. Loma jî pir bêperwa hereket dikin.

Û sebebekî din yê vê bêperwatifya wan jî kîn û nefreta wan ya li hemberî kurdan e.
Du rojan bêdengmana hukûmetê, gotinên Erdogan û dû ra jî beyanên hin berpirsiayran yên zorakî û dijminane diyar dike ku tu tiştekî bi ”şaşî” û bêyî haya hukûmetê bûye tuneye.

Pîlot bi serê xwe naçe însanan bombebaran nake, miheqeq hinekan emir daye.
Heger ne derewe e bira bibêjin kê bi "şaşî" emir daye û bira wî bigrin û derxin ber dadgehê.

Şêla hukûmetê û ya medyaya tik nîşan dide ku ev hukûmet û miletê tirk pir û pir neyarê kurdan e.
Heger kesên hatin kuştin ne kurd lê tirk bûna mediayê ewê qiyamet rakira, Erdogan, wezîrê edaletê, serokkomar ewê tavilê beyan li dû beyanê bidana û tavilê bizdana ciyê bûyerê.

Lê Serokkomar Gul hîn mesajeke sersaxiyê ji malbatên şehîdan ra neşandiye.
Rastiyek heye dibê em wê bibînin, Erdogan jî bi qasî Bahçelî neyarê miletê kurd e. Erdogan û hukûmeta wî jî weke Bahçelî miletê kurd neyarê xwe dibîne û dixwaze ji ortê rake.

Loma jî ji dilê Erdogan Gul, Şahîn û mediyayê û tu tirkî nayê ku ji bo kurdan bişewtin û xemgîn bibin.
Mêrika dibêjin "gotine belkî PKK-yî ne, yanî heger PKK-yî bûna ne 50, 500 kes bûna jî ewê bikuştina û dû ra jî serkeftina xwe pîroz bikirana.

Û ev hukûmet jî xwedêgiravî ewê hemû mafên kurdan bide. Ê heger ewê maf bide wê demê ji bo çi dikuje?



XXX
Gelî dost û hevalan, sala we ya nû pîroz be!
Piştî çend saetên din em saleke din li pey xwe dihêlin û dikevin saleke nû.
Sala 2011-an ji bo me û gelê me mixabin bi êş û qetlîameke mezin qediya.

Sê roj berê li gundê Roboskî ya girdayî navçeya Qilabana Şirnexê balafirên tirk yên şer 35 gundiyên kurd bi hovîtiyeke mezin qetilkirin. Ev komkujiya dewleta tirk bû sebeb ku em bi xemgînî û bi dilekî bi êş têkevin sala nû.
Êşa malbatên şehîdên Roboskî êşa me hemûyan e.

Bi hêviya ku sala 2012-a ji bo gelê me bibe sala serketinê û bidesxistina azadiyê.

Bi qetlîaman hûn nikanin vî miletî biqedînin

Min axaftinên hemû kesên di merasima cenaze da peyivîn bi dest nexist.
Min tenê beşek ji axaftina Demirtaş bi dest xist. Ez qismekî ji axaftina Demirtaş dikim kurdî û bi we dost û hevalan ra par ve dikim.
Ez hêvî dikim ku bi dilê we be.


"Min axaftinên hemû kesên di merasima cenaze da peyivîn bi dest nexist.
Min tenê beşek ji axaftina Demirtaş bi dest xist. Ez qismekî ji axaftina Demirtaş dikim kurdî û bi we dost û hevalan ra par ve dikim.
Ez hêvî dikim ku bi dilê we be.
”Bedena 35 kesî bi bombeyan peremperçe hatiye kirin. Di ser vê ra 24 saet bihurîye lê serokkomar derneket sersaxî nexwest. Muxalefetê sersaxî nexwest. Serokwezîr derneket ji malbatan ra negot serê we sax be. Ev tê wê maneyê ku ”êş êşa we ye.” Dibê hûn bizanibin ku gelê kurd ne bêxwedî ye. Ew kesên ku bedenên perçebûyî û cenazeyan bi tiştekî nahesibînin dibê bizanibin ku ev xort ewê vî welatî rizgar bikin….
Dadgehkirina adîl bidin aliyekî serokwezîr êşa gel jî parve nake.
Hûn 50 hezar caran jî van çiyan bombebaran bikin, 50 hezar caran jî vî gelî ji qetlîaman derbas bikin dibê hûn bizanibin ku navê vî welatî Kurdistan e û navê vî gelî jî kurd e. Tu kes nikane vê rastiyê biguherîne.
Kesên ku xebera vê qetlîamê çênekirin dibê bizanibin ku ev defter ewê li vir neyê girtin. Heta ku ji sûcê li hemberî însaniyetê em we derxin ber dadgehê têkoşîna me ewê dom bike.
Me gundê kesî neşewitandiye, me ziman, kultur û nasnameya kesî qedexe nekiriye. Ev gel dixwaze li ser axa xwe azad bijî. Yê li hemberî viya raweste faşîzim e, qetlîam e.
Dîrokê li serê van çiyan qetlîameke din jî nivîsî. Lê mixabin karê paqijkirina vê qetlîamê bi yekî kurd dan kirin, bi wezîrekî AKP-ê yê kurd(Hueseyîn Çelîk) dan kirin. Ji Anqereyê ev qetlîma weke ”qezayeke kar” bi yekî kurd dan gotin… Dîrokê vê rûreşiyê jî binivîsîne.
Dema gel gihîşt cenazeyên du zarokên ku di bombebranê da hatibûn kuştin, dîtin ku herduyan bi destên hev girtine. Ji bo me ev mesajeke. Heger cenazeyan bi destên hevûdu girtine, zindiyên me jî ewê destên xwe bidin hev û emê li ser vê axê bi heysiyet û azad bijîn.”




XXX

Di dema definkiriana 35 şehîdên Kurdistanê da dayikên şehîdan ji bo ku dilê dewlet û hukûmeta tirk xweş nekin ji dêlî girî û reşgirêdanê siniyek hine di destê xwe da gerandin.

Ev jî mêranî û restxwendineke jinên kurd ya ji dewleta tirk ra ye. Ez bi hurmet û giramiyeke mezin serê xwe li ber van dayikên qehreman ditewînim.

29 december 2011

Hûnê jî rojekê hesabê van komkujiyan bidin

Balafirên tirk yên şer do li gundê Qilebana girêdayî Şirnexê 35 mirovên kurd yên siwîl kuştin.
Di ser bûyerê ra 24 saet derbas bûne, lê hîn jî ne serokwezîr, ne serokkomar, ne wezîrê karên hundur û ne jî wezîrê parastinê derbarê qetlîamê da beyanek nedana, ji malbatên kesên jiyana xwe wendakirine sersaxî nexwestine, xemgîniya xwe neanîne diyar nekirine.

Di bûyereke trafîkê da jî hewqas însan bimrana Erd...ogan û Gul ewê dîsa jî beyanek bidana û ji malbatên kesên jiyana xwe wenda kirine ra sersaxî bixwestana.

Lê di vê bûyerê da hîn Erdogan û Gul bêdeng in.
Heger kesên hatine kuştin ne kurd, tirk bûna hukûmet het nuha wisa bêdeng nedibima, Erdogan, Gul, Şahîn û berpirsiyarên din heta nuha ewê gelek beyan dabûna.

Lê ji ber ku yên hatine kuştin kurd in, loma jî Erdoga û Gul nabêje nabêje serê we jî sax be...
Huseyin Çelîkê durre û bêesil piştî beyana serekerkaniyê dibêje ewê lêkolîn were kirin(!)
Şêla hukûmetê ya li hemberî vê qetlîamê têr dike ku em bizanibin ev hukûmet çiqasî neyarê miletê kurd e....



XXX

Serokerkaniya Tirk debarê qetlîama gundê Roboskê da beyaneke nivîskî belav kiriye. Serokerkan di beyanê da bi yek gotinê be jî nabêje ”şaşî bûye, me nizanîbû, me got belkî gerîla ne…”
Bi yek gotinê be jî uzrê xwe naxwazin, nabêjin ji ber vê ”şaşiya me”(!) em xemgîn in…
Dibêjin sûc yê wan e û me rast kiriye.

Li hemberî qetilkirina 40 însanên bê sûc û bêguneh gotineke însanî, gotineke bi rahm, goti...neke ku poşmaniyê îma bike bikar neanîne, gotine ew terorîst in û me rast kiriye….

Belê, dibê kurd bibînin ku ev dewlet çiqasî neyarê vî miletî ye. Li hemberî qetlîameke hewqas mezin jî gotineke ”poşmaniyê” û xemgîniyê ji devê wan derneketiye….
Di beyanê da jî kîn, nefret û neyetiya xwe baş nîşan dane…



XXX
Rejîma AKP-ê li aliyekî li Uluderê li gundê Roboskê bi kuştina 35 kesan qetlîameke meizn kiriye û li aliyê din jî ji bo ku xebera vê qetlîamê di întenetê da belav nebe êrîşên "sîber" dibe ser malpera Fratnewsê, weşana wê asteng dike.

Ev yek jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê di şerê li hemberî kurdan çiqasî bi israr e. Him qetil dikin û him jî nahêlin kes qetlîama wan bibihîze...
Kurdina, bizanibin ku ev rejîm pir û pir neyarê we ye...



XXX
Ez qetlîama dewleta tirk ya li Uludereyê(Roboskê) bi şîdet û nefreteke mezin şermezar dikim.
Ev qetlîama dewleta tirk domandin herbeke mezin ya li hemberî miletê kurd e. Ev qetlîama li hemberî xelkê siwîl jî nîşan dide ku ev dewlet ji qetilkirina tu carî îmtîna nake.

Erdoganê ku xwedêgiravî ji ber qetlîama Dêrsimê uzir xwest, ew bi eynî qetlîaman dike, emrê qetlîaman dide.

Dibê hemû kurd bizanibin ku rejîma AKP-ê li hemberî miletê kurd dest bi herbeke berfireh kiriye.
Tiştê hukûmeta AKP-ê dike herb e, ne tiştekî din e...

28 december 2011

Ronakbîrên ku naxwazin li welatê xwe bijîn

Min nuha di Dunya TV-ê da li hevpeyvîna Dr. Tarik Zîya Ekîncî guhdarî kir. Heta nuha min wisa texmîn dikir ku birêz Ekîncî li Diyarbekrê dijî.

Lê di vê programê da ez fêr bûm ku ew jî ji dêlî Kurdistanê Tirkiye û ji dêlî Diyarrbekrê Stenbol tercîh kiriye.

Birêz Ekîncî, di programê da gazin ji salên sirgûniya Parîsê (1982-1989) ya mecbûrî kir, got sirgûnî pir zor e û pir ne xweş e.
Lê nuha jî bêyî mecbûriye wî bi kêfî xwe sirgûn kiriye, lê vê yekê jî weke sirgûn nabîne.

Tiştekî pir ecêb e siyasetmedar û ronakbîrên kurdên Kurdistana bakur bi piraniyeke mezin naxwazin li Kurdistanê bijîn, berê wan tim li Tirkiyê ye.

Loma jî bajarên Kurdistana Tirkiyê weke Silêmaniyê û Mehabadê tu carî nebûne merkezên siyasî, kulturî û edebî. Çimkî ne kesên xwedî sermiya û ne jî kesên xwedî "meju" nexwestine li Kurdistanê bimînin, tim koçî Tirkiyê kirine.

Ji dema Osmaniyan da ye dewletê bi darê zorê siyasetmedar û ronakbîrên kurd tim sirgûnî nava tirkan kirine; ji bo ku ne di nava gelê xwe da bin, ji bo ku ji gel qut bibin, tesîr û giraniya wan li ser milet çênebe.

Lê eynî siyasetmedar û ronakbîr gava ne mecbûr bûne, îcar wan bi xwe sirgûna nava tirkan tercîh kirine, tu carî nexwestine li welatê xwe û di nava gelê xwe da bijîn û li wlatê xwe bimrin.

Nuha bi sedan siyasetmedar û ronakbîrên kurd kêfî li Tirkiyê û di nava tirkan da dijîn, naxwazin li welatê xwe û di nava gelê xwe da bijîn.

Hemû gazinan ji sirgûna dewletê dikin lê dema dewlet wan sirgûn neke jî ew vi xwe sirgûnê hildibojêrin.

Ji bo piraniya siyasetmedar û ronakbîrên kurd welat û ciyê jiyanê tu carî nebûye tercîheke siyasî, rehetiya wan ya şexsî tim ji berpirsiyariya wan ya siyasî girîngtir bûye.
Loma jî hema hema hemû serok, siyasetmedar, ronakbîrên kurd yên ku kanibin li Tirkiyê bijîn Anqereyê, Stenbolê û hin bajarên din hildibijêrin. Tu carî nafikirin ku dibê li welatê xwe bijîn û di nava gelê xwe da bin.

Şexsiyetên wek Tarik Ziya Ekîncî, Nacî Kutlay, Kemal Burkay û bi sedan kesên weke wan dibê nuha li welatê xwe, di nava gelê xwe da bûna. Bi hebûn û jiyanên xwe jiyana siyasî û kulturî ya bajarên Kurrdistanê geştir û dewlementir bikirana…

Lê mixabin wiha nakin, sirgûniya di nava tirkan da tercîh dikin û tew belkî jî jiyana li Tirkiyê weke sirgûnê jî qebûl nakin…

X XX


Li ser şiroveya Salihê Kevirbirî ku gotibû, ”Ezbenî hema tu ji swêdê, em jî ji stenbolê sibê vegerin diyarbekir, mêrdîn, riha, sêrt, wan, batman û colemêrgê ;)” min jî ev bersîv da.

Salihê xoşewîst, kî vedigere, kî venagere ew dizane, lê roja ku ez bikanibim vegerim, helbet ezê vegerim. Roja ez teqawit bûm ezê vegerim. Lê nuha îmkana min ya madî tuneye.

Ya din, ez qala hemû kurdan nakim, helbet hin kes nikanin, ez qala serok, siyasetmedar û ronakbîrên ku di tu warî da ne mecbûr in li Tirkiyê bijîn dikim. Teqawit bûne lê naçin welatê xwe, li Stenbolê dijîn.

Ma çi îşê Ekîncî, Kutlay û Burkay û gelek kesên weke wan li Stenbolê heye?

Ma te cara bihîstiye ku serok, siyasetmedar û ronakbîrên kurdên Îranê û Îraqê li Bexda û Tahranê bicî bûne û ji wir serokatiye kurdan kirine?

Meseleya zimên û dera bicîbûna siyasetmedar û ronakbîrên kurdan meseleyeke hêjayî lêkolînan e.
Bi dîtina min piraniya siyasetmedar û ronakbîrên kurd ji zimanê xwe, ji kultur û welatê xwe hez nakin, pêve negirêdayî ne.

Ji bo wan ne ziman, ne jî welat ne girîng e. Ji kurdî û Kurdistanê bêtir, heyranê tirkî û Tirkiyê ne û loma jî li wir dijîn…

27 december 2011

Riya zindanê dîsa ji parlamenterên kurd ra xuya dike

Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da dibêje wisa xuyaye ku hukûmet haziriya girtina BDP-ê û hin parlamenterên BDP-ê dike.

Bi dîtina min ev texmîneke rast e. Ji xwe serokê BDP-ê Demîrtaş jî got me xebera vê yekê girtiye.
Altan dibêje, di demên firhe da BDP-ê gelek axaftinên zêde, gelek beyanên îro ji bo wê dikanin bibe sûc dan.

Wê demê konjoktur jihê bû û hukûmetê dengê xwe nedikir. Dewlet , him bi Apo ra û him jî bi Qendî ra muzakere dikir.

Lê nuha êdî tiştekî wiha nemaye, loma jî ewê wan kirin û axaftinên berpirsiyarên BDP-ê yên berê nuha ji wan ra bikin sûc.

Sedîsed hukûmetî viya bike û ji xwe ev serê sê salan e ku vê taktîkê bikar tîne. Bi van ”sûc û delîlên” bêbextiyê bi sedan siyasetmedar, abûkat û rojnamevan digre.

Nuha jî ewê eynî tiştî li hemberî merkeza BDP-ê û parlamenterên wê jî bikar bînin.
Lê ev, komplo û siyaseteke bêexlaqî ye.

Û li alî din jî ji vê êrîşê jî ewê tişt dernekeve, kurd ewê hinekî din jî ji dewletê û ji AKP-ê dûr kevin.
Kurd, ewê careke dibin jî bibînin ku ev dewlet û AKP çiqasî bêbext, beêxlaq û zalim in, dibê meriv tu carî pişta xwe nespêra wan û ji sozên wan bawer neke.

Altan di dawiya nivîsa xwe da dibêje, ”heger hukûmet wiha bike, tê wê maneyê ku qet guh nade hest û fikrên kurdan.”

Kenê min hat, hukûmet pênc pereyê xwe jî di ”hest û fikrên” kurdan nade, heger bida dibê nuha 6 parlamenter û 5 hezar siyasetmedarên kurd ne di zindanan da bûna. Dibê hewqas zul û neheqî li kurdan nekirana. Dibê hurmeta nîşanî îradeya kurdan bidana.

Hukûmet, ji hurmeta "hest û fikrên" kurdan bêtir, li dû pelçiqandina kurdan e, ji bo vê potansiyela kurda ya heyîû belav bikin amadene her zulmê bikin.

Piştî BDP-ê, hukûmetê eynî dosyayê ji bo HAK-PAR-ê, KADEP-ê, hemû kes û hêzên welatparêz û heta ji bo kurdên dostên AKP-ê jî veke, ji wan ra jî bibêje, filan wextê, li filan derê we filan tişt gotiye, filan fikir parasiye, nuha dibê hûn hesabê wê bidin.

Ji bo hukûmeta AKP-ê hemû BDP-yî gîha bi jahrî ne

Li gorî wezîrê karê hundur Îdrîs Naîm Şahîn, kesê ”terorîst” ne ew kesê ku çek di dest da û li serê çiyan e, nivîskar, şair, resam û mamosteyê zanîngehê jî terorîst, bi nivîs, helbest, risim û ilmê xwe moralê hêzên ewlekariyê xera dikin. Loma jî di ”bexçeyên dawî da ew gîhayên bi jahrî ne…”

Di rojnameya Yênî Şefakê da Alî Bayramoglu, di quncikê xwe da li ser vê axaftina Şahîn rawestiyaye ûgotiye dema min axaftina wî xwend verşiya min aht.
Beşekî axaftina Îdrîs Naîm Şahîn wiha ye:

”Xebatên rêxistina terorê êrîşên li çiyê, li çolê, li bajêr, li kolanê, bi kemîn danîn û kuştina bi xayinî ya li kuçeyan tenê nîne. Nigekî wê yê din jî heye. Terora ilmî jî heye… Bi çêkirine risman, derbasî tuvalê dike, bi nivîsandina helbestan, derbasî helbestê dike, bi nivîsandina meqaleyên rojane, propagande dike. Leşker û pûlisê ku di şerê li dijî terorê da wezîfe girtiye dike mijara sinetê xwe û demoralîze dike. Yanî bi kesên ku bi terorê ra micadelê dikin micadele dike. Bexçeyê dawî Stenbol e, Îzmîr e, Bursa ye, Wîyana ye, London e, Washington e, kursuya zanîngehê ye, komele ye, rêxistina siwîl e. Di bexçeyê dawî da gîha tahl û gîhayên cihê tevlihev dibin. Qismek bi feyde, qismek bi jahrî ye…”
Yanî kurd, tevgera kurd ya netewî, rêxistinên kurdan ”gîha bi jahrî” ye û dibê werin çinîn.
Helbet ev dîtin ne ya Şahîn tenê ye, ya hukûmetê û ya Erdogan bi xwe ye. Erdogan, wezîrekî li gorî siyaseta xwe dîtiye û kiriye wezîr.
Loma jî dibê meriv van gotina ne weke yên Şahîn tenê, weke yên hukûmetê qebûl bike.
Meriv ji van gotina jî fêm dike ku di rojên pêşda ewê bi hezaran kurdên din jî bigirin û bi îhtîmaleke mezin ewê kilîtê li deriyê BDP-ê jî xin. Dixwazin hemû rêxistin û kadirên kurdan ji kok da tasfiye bikin....

XXX
Welatên endamên Nato, hêdî hêdî fêm dikin ku Tirkiye ne mitefik û dîwarekî saxlem e. Tirkiye weke dîwarekî ji tepikan e, gava baran bibare meriv nikane pişta xwe bispêrê....

Tirkiye weletakî wisa ye ku tenê li kar û menfeeta xwe difikire, gava ne li gorî berjewendiyên wê be tu mesûliyet û berpirsiyariyê qebûl nake.

Ji xwe sebebê endametiya Tirkiyê ya Nato-yê mesela kurde, li hemberî tirsa alîkariya Sovyetê ya bi kurdan ra Tirkiye bû endamê Nato-yê.

Û nuha jî Tikriye Nato-yê li hemberî kurdan bikar tîne, xêra Nato-yê li hemberî kurdan xwe li ser nigan digre. Bêyî alîkariya Nato û emerîkayê şansê Tikriyê li hemberî kurdan tuneye.


XXX
Asli Aydintaşbaş, li Qerergeha Talabanî ya li Qolaçanê bi tarik el.Haşimî ra hevpeyvîneke balkêş kiriye.

Aydintaşbaş dibêje, Haşimî jî weke kurdan Xweseriyê dixwaze. Li gora wê di nava 10 salên pêş me da Îraq miheqeq ewê bibe sê perçe.

Ev tespît rast e, wê rojê di nivîseke xwe da min jî eynî tiştş gotibû. Lê ev perçebûn ewê bi xwîn bibe ya jî bêxwîn, mesele ev e.

Dîroka ereban nîşanî me dide ku ...ereban heta nuha tu meseleyeke xwe bi rehetî û bi riya aştiyê çareser nekirine.
Gelo Îraq ewê bibe îstîsna pêşîn?
Ez bi xwe bawer nakim.
Di vir da ya girîng rewşa kurda ye. Gelo kurdê çawa xwe ji vê veqetandina bi xwîn xelas bikin?
Bi hêviya ku kurd bikanibin bi riyeke aştiyane xwe ji ereban xelas bikin.

Turkone: Em difikirin ku Xelata Ataturk ya îsal bidin Burkay

Endamê Saziya Bilind ya Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk Mumtazer Turkone, di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Haberturkê da dibêje, ”Em difirkirin ku Xelata Ataturk ya Aştiyê ya îsal ya Tirkiyê bidin Kemal Burkay. Û ya navnetewî jî ji Tunesê bidin Gannuşî.”
Di vî warî da Burkay hîn tu beyan nedaye. Loma jî em nizanin ku Burkayê Xelata Ataturk ya Aştiyê bigre ya na.

Lê li gel vê jî ev beyana Turkone tê wê maneyê ku Saziya Bilind ya Ataturk û Mumtazeer Turkone, Burkay gelkî nêzî xwe û dostê îdeolojiya kemalîzmê dibînin.
Heger ne wiha bûya ewê cesraretî tiştekî wiha nekirana.

Burkay sibe vê xelatê red bike jî ev dîtina dijmin ya derheqê wî da pûç nabe, maneya xwe ya siyasî wenda nake.

Turkone, ne mimkûn bû ku 15-20 berê derbarê Burkay da tiştekî wiha bifikiriya. Lê nuha difikire. Maneya xwe  ew e ku sebeb û bingehekî wê yê îdeolojîk û siyasî heye.

Yê ku cesareta fikreke wiha daye Saziya Bilind ya Ataturk û Turkone ne fantaziyeke wan e, şêl û siyaseta Burkay bi xwe ye. Siyaseta Burkay ya piştî vegera Tikriyê di nava dewletê û kemalîstan da rê li ber vê fikrê vekiriye.
Yanî kes li ciyê rehetiyê tiştên wiha nafikire.

 Loma jî dibê Burkay kumê xwe deyne ber xwe, hinekî bifikire û bibêje:

 ”Wey bavo, min çi kir! Ma di taliya emrê min da ev jî bihata serê min?”

 Ev xelat tirkan di sala 1992-an da dabûn Nelson Mandela, lê Mandela ji ber zulm ali ser kurdan û xelata dîktatorekî weke Ataturk red kir û neçû Tikiyê.


 Li ser vê, tirk gelkî aciz bûn. Wê demê çapemeniya tirk gotinên pir ne xweş ji Mandela ra kiribûn û Mandela weke meymûnan nîşan dabûn û gotibûn ”reşikê pîs” ji xwe tu ne layiqî vê xelatê yî…

 Hela ka em binêrên Burkayê jî weke Mandela xelatê red bike ya na û ewê bersîveke çawa bide Turkone û Saziya Ataturk?

25 december 2011

Weleh malik li kurdan viritî, "pakêta" duyem jî di rê da ye

Du kurdên kurdperwer û jîr di binê nivîseke min da du şiroveyên pir xweş kirine, kêfa min ji herdu şiroveyan ra jî pir hat. Loma jî ez dixwazim van herdu şiroveyan jî bi we ra parve bikim.

Ji şiroveyan yek ya Mehmet Halît Çolgeçen e, gotiye:

”Veleh mamoste bi vê pakêtê vê carê tek tiştek maye nekirine, wê Xwedê bigrin û wê Wî jî biken zîndanê dê jê ra bêjin "te çima kurd anîn wê dinyayê?" Ma qey tiştekî ku van çavsoran nekirî maye?”
Xwediyê şiroveya duyem Bawer Berşev jî gotiye, ”Vê carê dora sewalên(heywanên)men ne. Gund nema, siyasetmedar neman.”
Bi rastî jî wisa ye, yên negirtine tenê ”Xwedayê” kurdan û sewalên wan mane, dibe ku bi vê pakêtê îcar wan jî bigrin.


Herçî pirsa, ”çima te kurd xuliqandin?”, heger mimkûn bûya ew bi rastî jî tirkan ewê ji Xwedê bikirana, lê nikanin bikin.

Tiştê dikanîbûn bikirana înkar bû, esas ew jî babetekî derketina (eduwatiya) li hemberî Xwedê bû bi salan kirin, 90 salî gotin kurd tunene.

Nuha fena ku hukûmet hebûna kurdan înkar nake, lê milet û dewletê hîn dev ji înkara xwe bernedane. Li herderê kurd hîn jî ji ber kurdayetiya xwe tên dîskrîmînîzekirin, pelçiqandin û kuştin.

Hukûmet jî erê herçiqasî bi devkî hebûna kurdan înkar nake jî lê di praktîkê da heta nuha tu gaveke ku hebûna kurdan û mafên wan bi qanûnan qebûl bike û têxe bin garantiyê navêtiye, hîn zimanê kurdî nekirine zimanê perwedehiyê, hîn navê welatê kurdan qedexe ye.

Îdîa ew bû ku di pakêta berê da ewê nasnameya kurd bihata qebûlkirin û hemû mafên kurdan bihata dayin.

Lê ji ”pakêtê” ji dêlî azadî û mafan, çiwisandin, terorîzekirin, girtin û kuştina kurdan derket. Agir bi ser serê kurdan da barandin.

Loma jî hercara ku qala ”pakêtê” tê kirin kurd ditirsin, diqutifin.

Heta nuha bi rastî jî yên ku ji doza KCK-ê negirtine tenê Xwedê û sewalên kurdan mane. Dibe ku di vê pakêta duyem da berê xwe bidin Xwedê û sewalan jî…

XXX
Weleh dîsa mala kurdan şewitî, dibê kurd haziriya xwe bikin, hukûmetê "pakêteke" din hazir kiriye.
Cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay gotiye hukûmet "pakêteke" nuh amade dike. Atalay, îcar "pakêt" bi nav nekiriye, lê gotiye ev pakêt ji bo hertiştî ye.

Di pakêta pêşî da cenazeyên bi sedan gerîla û li dora 5 hezar girtiyên siyasî derketin.
Gelo di vê pakêtê da ewê çi heye?

Heger em ne li gotinê, li kirinên hukûmetê binêrin îhtîmal heye ku ji bo kurdan ev "pakêt" ji pakêta berê hîn xerabtir be...

Lê ez hêvî dikim ku reşbîniya min ne rast be....

24 december 2011

Xemgînî û lêborîna sexte

Her tiştê tirkan derî dinyayê ye, tu tiştekî wan ne li gorî urf û adetê ye, miheqeq anormalî û xaviyekê dikin.

Du roj berê mudûrê giştî yê TRT6-ê Îbrahîm Şahîn, li Anqereyê di civînekê da li ser pirseke derbarê TRT6-ê da ji bo hunermend Rojînê gotibû ”ew jina aşûte” yanî ew jina tolaz, şiliq, bi cîlwe, nerehet, vekirî...

Piştî ku bûyer di çapemeniyê da belav bû, cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, him bi beyanekê Şahîn rexne kir û him jî telfonî Rojînê kiriye û jê uzir xwestiye.

Piştî vê reaksiyona Arinç, Şahîn jî bi beyanekê uzrê xwe ji Rojînê xwest û got dibê min ew gotin bikar neaniya.

Şahîn di beyana xwe da ji alîkî ve xwedêgiravî ji Rojînê uzrê xwe dixwaze(helbet bi zorê)lê li aliyê din îcar jî li hemberî Orhan Mîrogluyê ku pê ra ketibû minaqeşeyê eynî bêedebiyê dike.

 Şahîn di beyana xwe ya nivîskî da wiha dibêje:

”Di civînê da gotin hat ser TRT6-ê. Di civînê da YEKÎ weşana kanalê bi rengekî neheq rexne kir. Piştî pirs û îfadeyên tahrîkar, min jî di dema îzahkirina programên TRT6-ê da di heqê Rojînê da îfadeyeke ji nêta xwe wêdetir bikar anî. Ji ber vê yekê jî ez him ji wê û him jî ji bîrûraya giştî ya Tirkiyê uzrê xwe dixwazim.”

Kesê ku di civînê da bi Şahîn ra ketiye minaqeşeyê Orhan Mîrogluye. Şahîn, Mîroglu baş nas dike, lê li gel vê jî dema qala bûyerê dike navê wî nade, dibêje ”di civînî da YEKÎ...”

Yanî tenezul nake ku navê Orhan Mîroglu jî bigre devê xwe….

Ev aliyekî meselê ye.

Aliyekî din yê meselê yê herî balkêş, Şahîn tenê ji Rojînê uzir nexwestiye, li gorî çapemenî dinivîsîe piştî Arinç, serokwezîr Erdogan û jina wî Emîne xanin jî bi telefonê li Rojînê geriyan e û jê uzir xwestine.

Nuha uzirxwestina Îbrahîm Şahîn me fêm kir, çimkî wî heqaret li Rojînê kiriye, lê Arinç, Erdogan û jina wî Emîne çima xwe li ber baranê şil dikin û ew çima ji Rojînê uzir dixwazin?

Tu mane û sebebekî maqûl û di cîda tuneye ku Arinç, Erdogan û Emîne xanim uzrên xwe ji Rojînê bixwazin.

Ji ber ku di nabêna wan û Rojînê da tiştek neqewimîye.

Heger hinekan fikrên wan yê li ser vê meselê bipirsiya û wan jî fikrên xwe bigota û heta Îbrahîm Şahîn rexne bikirana dîsa dibû, lê telefonkirin û uzirxwestina ji Rojînê ”hurmet û nezaketeke” ne samîmî û siyasî ye. Û ev yek jî pir beloq û xuyaye.

Tirk tu tiştî bi rehetî qebûl nakin

Axelaqê tirkan e, tu carî tu tiştî bi rehetî û weke însanan qebûl nakin, miheqeq ewê serî li xwe bigerînin û him xwe û him jî hevalê xwe nerehet bikin.

Wek tê zanîn li Tirkiyê heta nuha ji bo Abdulah Ocalan bilêvkirina peyva ”birêz, rêber” ya jî bikaranîna gotineke pesindayinê qedexe û sûc bû. Kesê ku ji bo A. Ocalan di axaftina xwe da bigota ”birêz” dihat tewqîfkirin.

Lê li gorî xebera rojnameya Akşamê, 8-mîn Dahîreya Dadgeha Bilind ya Tirkiyê bi biryarekê ev qedexeya li ser pesindana A.Ocalan rakirye û gotiye ev mafekî însanan yê civakî ye.

Roj baş û siba we bixêr !

Yaho ev tirk çi kêmaqil in, ji bo ku werin vê nuxteyê tam 27 salan înat kirin, gelek argumentên dûrî aqilan nîşan dan, bi sedan însan avêtin hefsan lê dawiya dawî waye gotine heyran hûn serbest in, kî jê ra dibêje çi bila bibêje.

Mesle kurd jî wiha ye, berê gotin kurd tunene, dû ra gotin kurd hene lê mafên wn tuneye. Nuha jî dibêjin, mafên wan ne ev e, ev û ev e. Nizanim çi dibe û çi nabe...

Weleh weke numûneya navê A.Ocalan, hûnê mesela kurd jî qebûl bikin. Lê înkara nuha, bi vî şerî hûn tenê demê dirêj dikin û zirarê him didin xwe û him jî didin kurdan.

Ya baş ew e ku zêde israr nekin, tiştê ku hûnê 10 salên din qebûl bikin, baştir e ku hûn îro qebûl bikin...

XXX
Mudûrê giştî yê TRT6-ê Îbrahîm Şahîn, du roj berê li Anqereyê li Swiss Hotêlê bi hin rojnamevan û akademîsyenan ra hat ba hev.

Di civînê da li ser pirseke Orhan Mîroglu ya derbarê TRT6-ê da Şahîn mesele anî ser ser BDP-ê û hunermenda kurd Rojînê û ji bo Rojînê got, ”ew jina aşûfte” yanî ew jina tolaz, şiliq, bi cîlwe, nerehet, vekirî...

Li ser acizbûna Mîroglu , Şahîne” got, ”uslûba min wiha ye” û gotina xwe paşda negirt....
Li gorî çapemeniya tirk dinivîse, li ser vê, Mîroglu civîn terikand.

Ê ev îş wiha ye, tirk piştî karê xwe bi meriv diqedînin îcar nav û nîçokan li meriv dikin û meriv dikin ”aşûte”.

Lê dibê bête zanîn ne ji bo Rojînê tenê, ji bo ”transferên” programên siyasî jî sibe ewê eynî tiştî bibêjin.
Pêşiyan bela sebeb negotine ”bextê romê tuneye”!

XXX
Tirkiyê li dijî Fransayê dest bi tehdîda qetlîama Cezaîrê kiriye. Yanî Tirkiye ji Fransayê ra dibêje ku heger hûn qala qetlîama me bikin, emê jî qala qetlîama we bikin, ji ber ku we jî li Cezaîrê qetlîam kiriye.

Maneya vê tehdîda tirkan ew e ku wan ermenî qetil kirine, ew viya qebûl dikin, lê naxwazin Fransa qala vê qetlîamê bike.  Ji fransizan ra dibêjin, heger hûn ji ya me ra bibêjin qetlîam,  wê demê emê jî  qetlîama wan eşkere bikin...

Lê ew baş dizanin ku fransiz tu carî kirinên xwe yên li Cezaîrê înkar nakin û ev yek qebûl kirine. Bi sedan lêkolîn, kitêb li ser hatine weşandin, gelek fîlm li ser hatine çêkirin.

Ya din ew ji fransizan ra dibêjin qanûna li dijî înkarê dernexin, bes wan qanûna li dijî qebûl(301)derxistiye. Li Tirkiyê qebûlkirina qetlîama ermeniyan sûc e.
Tirk tiştên xwe normal û tiştên xelkê anormal dibînin.

"Pêşîvekirina mesela kurd" bi girtina 36 rojnamevanan berdewam e

Ji 42 rojnamevanên ku li ser fermana Erdogan 36 roj berê hatibûn binçavkirin jê 6 heb hatin berdan û 36 hebên wan jî ji alî dadgeha Stenbolê ya nobetdar ve hatin zindankirin.

Di dîroka Tirkiyê da ev cara pêşîye ku li dijî çapemeniya muxalif û hewqas rojnsmevan tewqîfateke hewqas mezin tê kirin.

Diyar e girtinên yeko yeko êdî ji bo hukûmeta AKP-ê têr nake, ew girtinên girseyî dike.
Yanî mêrika çita bilind kirine.

Wek tê zanîn dîsa li ser ferfmana Erdogan çend roj berê jî 47 abûqat bi carekê da girtibûn.
Û nuha jî 36 rojnamevanan bi carekê da tewqîf kirin.

Arinç du roj berê got, ewê nasnameya kurdan qebûl bikin û hemû mafên wan bidin.

Ê ev çawa mafdayin e min fêm nekir, ji alîkî da tu yê soza dayina hemû mafên kurdan bidî û ji aliyê din da jî bi girtinên wiha bixwazî çapemeniya kurd serkut û bêdeng bikî.

 Ev herdu tişt qet li hev nakin.

Heger ne liberxwedan, înat û israra kurdan ya têkoşînê bûya tevgera kurd îro nedigihîşt vê nuxteya ku Arinç di meclîsê da mecbûrî vê axaftinê bike.

 Loma jî dibê ev libexwedan, înat û israra di micadeleyê da berdewam bike heta ku kurd hemû mafên xwe yên netewî distînin.

 Wekî din tu rê, tu çare tuneye, sistiyeke herî biçûk jî ewê hukûmetê di dana mafan da dudil bike.

 A ji ber vê yekê jî dibê dewsa van 36 rojnamevanan tavilê werin dagirtin û têkoşîn ji berê xurttir dom bike.

 Çeka kurdan ya herî xurt ev e, ancax ev înat û israr hukûmetê û dewletê bîne rê.

Dîplomasiya tirkan tenê "ço" ye

Tirk mirovên  pir sergerm, pir bi heyecan û hinekî jî zirzop in, zû germ dibin û weke zarokan zû hol dibin û zû ji wîtêzê davêjin.

Lê pir zû jî poşman dibin.

Tirk bi rastî jî merivên pir ecêb in, carê bi devê xwe nikanin û bi gotinên xwe nizanin. Gotina herî dawî, herî pêşiyê dibêjin.

Lê ji gotina xwe jî zû poşman dibin.

Tirk, ji gotinên bêtir baweriya xwe bi ço û bi zorê tînin. siayset û dîplomasiya wan ya esasî zor, ço û zorbatîye.

Kultura peyvê, minaqeşeyê, îqnayê, dîplomasiyê, tehamula rexneyê li ba tirkan tuneye, baweriya wan tenê zorê, gefan û ço tê.

Loma jî pêşiyên wan gotine, ”Lêdan ji bihuştê derketiye.”
Ji ber vê yekêye ku tirk di her kirîzeke dîplomatîk û siyasî da tim ço nîşanî yê hember didin, tim serî li riya zorê, tehdîdê û santajê didin.
Û di bûyera Fransayê da jî eynî metodên bav û kalên xwe diceribînin; tehdît, şantaj, ço û zor...

Piştî biryara Parlamentoya Fransayê ya derbarê qetlîama ermeniyan da siyasetmedar û hemû civata tirk dîsa weke zarokan hol bûn ser xwe û tiştên pir eyb, pir bêedeb gotin û kirin, gotinên gelkî ne xweş ku însanên kamil û biaqil nagre devê xwe ji fransizan û ji Sarkozy ra gotin û dibêjin.

Siyasetmedarên wan di êrîşa Fransayê da xwe di ber hev ra dikin, heryek dixwaze ji yê din bêtir ji fransizan û ji Sarkozy ra xeberan bidin.

Serokwezîr Erdogan, serokkomar Gul û hemû siyasetmedaran derbarê biryara meclîsa Fransayê ya li ser qetlîama ermeniyan da beyanên pir fahş dan.

Erdogan ji bo îspatkirina mezinayiya tirkan ji arşîvên Osmaniyan belge û nameyên 400-500 sal berê derxist û di telewîzyonan da xwend û bi bîra Sarkoy xist ku dewleta Osmanî 500 sal berê bav û kalên wî yên cuhû ji qetlîama Îspaniyan xelas kiriye û loma jî dibê ew vê bêhurmetiyê li hemberî tirkan neke.

Yanî bi kurtayî li tirkan weke congeyê har dîsa herder tevî hev kirin, qiyamet rakirin. Dikandarên tirk dîsa malên fransayê ji refên xwe davêjin.

Civat hatiye xeleyanê. Ji qutkirina têkiliyên dîplomatîk bigre, heta bi têkiliyên siyasî, aborî û kulturî Faransayê di her warî da bi boykotê tehdîd dikin.

Ji ber ku civata tirk civateke cahil e, loma jî sîrek jî naçe eyarê wan, loma jî civat zû tê xeleyanê.
Lê ji kirinên xwe jî zû poşman dibin.

Erê nuha hemû tirk rabûne pêdarê û li hemberî fransizan û Sarkozy çi tê devê wan dibêjin, lê ne pir, piştî çend rojên din serî da Erdogan û hemû siyasetmedar, hemû civat ewê ji van kirin û gotinên xwe poşman bibin û bibêjin xwezî me wiha nekira û wiha negota.
Lê wê demê jî hasilê çûbe mûsil û ev poşmaniya wan ewê pere neke.

22 december 2011

Erdogan ewê ji vê Qebedayîtiya xwe poşman bibe

Parlamentoya Fransayê îro qanûna qedexekirina înkarkirina qetlîama ermeniyan qebûl kir. Li gorî qanûnê li Fransayê kesê ku bibêje ”qetlîama ermeniyan çê nebûye” ewê bi salek hefs û 45 hezar Euro were cezakirin.

Lê ji bo ku qanûn têkeve meriyetê ewê hîn here senatoyê û ji wir jî here ba serokkomar. Dibê ji alî senato û serokkomar ve jî were qebûlkirin.

Yanî ji bo qnûnbûna vê biryara meclîsa Fransayê hîn riyeke dûr û dirêj heye.

Lê Tirkiyê guh neda vê prosesê û weke hertim ji nuha da reaksiyoneke pir mezin li hemberî Fransayê nîşan da.

Piştî diyarbûna biryara Fransayê, serokwezîr Erdogan tavilê ambargo û gelek tedbîrên ku Tirkiye ewê li hemberî Fransayê bigrin eşkere kir.

 Di nava tedbîrên Erdogan li pey hev rêzkirin da tenê îlana herbê kêm e, belkî di rojên pêşda tirk wiya jî bikin.

 Li ser vê reaksiyona tirkan ya pir zêde û nekamil, wezîrê karê derve yê Fransayê Alaîn Juppê got, ”Tiştê ez dixwazim dibê dostên me yên tirk li hemberî vê biryara parlamentoyê reaksiyoneke pir zêde nîşan nedin.”

 Lê ne mimkûn e ku tirk sakin bin, ji ber ku ji vê şêla xwe, ji van reaksiyonên xwe yên pir zêde tim kar dîtine. Loma jî ewê vê xeta xwe ya êrîşkar bidomînin heta ku rojekê li yekî ”gunreş” rast werin…

Gotin têr nake tetbîq bike

Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, do li parlamentoyê di dema munaqeşeyên li ser budçeya sala 2012-a da di derbarê mesela kurda da hin tiştên pir girîng gotin, hin mesajên pir girîng dan.
Arinç got:

”Însanekî ku dibêje ez kurd im li vî welatî bi qesî me hemuyan, bi kêmanî bi qasî me hemuyan mafê jiyanê, yê zanînê, yê perwerdeyê, yê ziman û kulturê, yê nasnameya wî heye. Emê van mafan hemuyan bidin. Ev ne tiştekî ku em ji bêrîka xwe didin."
”Neskirina nasnameya kurdan meseleyeke gelek giring e Ev meseleyeka mafê mirovan e. Merivekî ku li Tirkiyê dijî gava bibêje ”Ez kurd im û bi vê nasnameya xwe îftîxar dikim û ez dixwazim bi vê rastiya xwe bêm nasîn, dibê em rêzê li vê bigirin, viya qebûl bikin."


Berê tespîtek.
Carê ev axaftina Arinç pir girîng e.

Çimkî ev cara pêşîye ku di Meclîsa Tirkiyê da wezîrekî tirk bi vî rengî behsa nasname û rastiya Kurd dike û sozên naskirina vê nasnameyê û mafên kurdan dide.

 Lê Arinç di vê axaftina xwe d a çiqasî cidî ye, çiqasî ne cidî ye û ji bo xapandinê wiha dike di rojên pêşda ewê diyar bibe.

Dibê kurd û bi taybetî jî BDP, bicîanîna van sozan ji Arinç û hukûmeta wî bixwazin.
Dema ev sosên xwe bicîneanîn û di qanûna esasî da nasnameya kurd nas nekirin wê demê derewên wan ewê derkeve ortê.

 Yanî tu sebeb tuneye ku meriv ji nuha da ji bo van gotinên Arinç bibêje vir in û daxwaza realîzekirina wan jê nexwaze.

 Ji xwe şêla herî baş cîgira serokê BDP-ê Gulten Kişanakê nîşn da û got, ”Êdî tu maneyeke van gotinan tuneye. Heger dev ji siyaseta înkarê hatiye berdan, dibê bingehê wê yê huqûqî hebe.”
Kişanakê axaftina Arinç wiha şirove kiriye:

”Ez axaftina Arinç girîng dibînim, gavek rast e lê di heq samîmiyeta wê da şikên me hene. Bûyerên ev salek e, du sal in em dijîn li ortê ne. Heger tu yê vê hebûnê qebûl bikî ev zulm ji bo çi ye? Bi hezaran siyasetmedar ji ber ku ev tişt gotin di girtîgehan da ne. Di nabêna kirin û gotinên wan da dibê hewqas tezat tunebe. Ez dixwazim hêvîdar bim feqet gava meriv dîtineke hewqas otorîter, hewqas zorba û van gotinan dide kêleka hev em jê bawer nakin, tiştên em jiyana ji bo me rasttir xuya dike.”

Bêguman tiştên Kişanak dibêje hemû jî rast in, li alîkî tu yê li seranserê Kurdistanê operasyonan bikî, rojê bi dehan endamên BDP-ê bigrî, 47 abûqat û 46 rojnamevanan bigrî bin çavan û li aliyê din jî di meclîsê da van gotinan bikî...
Weke Kişanakê jî gotiye ev gotin û ev kirin li hev nake, meriv nikane ji samîmîyeta van gotinan bawer bike.

Lê li gel vê jî dibê em kurd praktîka van gotinan ji Arinç û hukûmeta wî bixwazin…

21 december 2011

Her lûleyek du devên wê hene...

Cîgira serokê grûba meclîsê ya BDP-ê Perwîn Buldanê di axaftina xwe ya meclîsê da li ser rejîma Erdogan çend tiştên pir xweş gotine.

Bûldan xanimê gotiye:

”Her lûleyek(namlûyek) du devên wê hene, yek yê hember dikuje û ya din jî ûjdanê kesê nig(tetikê)dikşîne dikuje."
Bi rastî jî wisa, erê tirkan heta nuha gelek kurd kuştine lê bi vê kuştina kurdan ra ûjdan û însaniyeta xwe jî kuştine.

Li ser îdîaya hukûmetê ku xwedêgiravî salên 1990-î yanî salên ku dewletê li kuçe û kolanan kurd direvandin û dikuştin li dû man jî Bûldan xanimê gotiye:

”Hukûmetê gotibû salên 90-î li dû man, lê dema meriv li kirinên hukûmetê yên nuha dinêre meriv tu ferqê nabîne. Wê demê gava parlamenterên kurd ji meclîsê derketin hat girtin, nuha hûn nahêlin têkevin meclîsê..."
Ev tespît jî pir rast e.

Esas meriv dikane wiha jî bibêje, wê demê parlamenterên kurd ji meclîsê bi darê zorê birin kirin hefsê, nuha berî ku werin meclîsê xistin hefsê.
Ferq tenê ev e.

Yanî wê demê jî ciyê parlamenterên kurd zindan bû û nuha jî zindan e. Ferq tenê yek piştî hatina meclîsê û yek jî berî hatina meclîsê ye.


Bûldan xanimê îktîdara Erdogan şibandiye dema McCarty û gotiye, ”Dema Erdogan bû weke dema McCarty, her roj girtin û hefs e.”

XXX
Bi vekişîna hêzên Emerîka li Îraqê erebên şîe û sunne bi hev ketin. Cîgirê serokkomarê Îraqê Tarik Haşimî, ji ber serokwezîr Nûrî el Malikî reviya Kurdistanê û xwe avêt dexlê kurdan û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Serokwezîr Nûrî El Malikî, îro li Bexdayê di civîneke çapemeniyê da bang li hikûmeta herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî kir û xwest ku ew Haşimî radestî wan bike.

Malikî di civînê da got, divê hikûmeta herêma Kurditanê Haşimî bêqeyd û şert teslîmî Bexdayê bike.

Neh (9)wezîrên partiya Al Iraqiye ya Haşimî di hikûmetê da ne. Elawî got, rewş wiha dom bike ewê beşdarî civînan nebin.

Malikî jî îro got, heger ew beşdarî civînên hikûmetê nebin, ewê neçar bimînin ku di dewsa wan wan da hin kesên din bikin wezîr.

Lê wisa xuyaye ku kurd jî nuha naxwzin Haşimî bi zor teslîmî Bexdayê bikin.

Srokê dîwana seroktiya Kurdistanê Dr. Fûad Husên, do di daxuyaniyekê da got ew Haşimî teslîmî Bexdayê nekin û heger pêwîst be ewê ji bo Haşimî li Kurdistanê dadgehekê deynin.

Ji xwe Haşimî jî dibêje ku baweriya wî bi dadgehên Bexdayê tuneye, ew dixwaze li Kurdistanê were dadgehkirin.

Sebebê li pişt vî şerê Malikî û Haşimî yê ji nişkave hîn baş nayê zanîn, lê Malikî Haşimî bi alîkariya terorîstan tewanbar dike û loma jî di heqê wî da biryara girtinê daye derxistin.

Îdîa piştgiriya terorîstan çiqasî rast e, çiqasî ne rast em nizanin, lê tiştê ji derve xuyaye berî her tiştî tiliya Îranê di vî şerê Malikî û Haşimî da heye. Îran dixwaze tavilê ciyê Emerîka bigre.

Û ya din jî rastî ew e ku şîe û sunne êdî li hev nakin, do bi zorê bi hev ve hatibûn zeliqandin, lê ew zamq êdî kevn bûye hew digre.

Ya rast ew e ku Îraq li gorî rastiya coxrafî, dîrokî, qewmî û olî ji hev biqete û bibe sê perçe û sê dewlet; kurd, erebên şîe û erebên snnî.

Çareseriya herî rast ev e, heta ku ev rastî neyê qebûlkirin li Îraqê rehetî çênabe, şer û teşxele nasekine.

20 december 2011

Erdogan jî dest bi metodên Çîllerê kir

Terora di bin navê KCK-ê da tê meşandin li hemberî kurdan berdewam e.
Pûlisên rejîma AKP-ê vê sibehê li çend bajaran di eynî wextê da girt ser gelek buroyên çapemeniya kurd.

Di encama operasyonan da ji Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeya a Etîkê, Çapxaneya Gun û Demokratik Moderniteyê bi dehan rojnamevan û nûçegihan hatin binçavkirin.

Pişî girtina bi hezaran siyasetmedar, nuha ...jî dora çapemeniyê ye, dibê kesên xeberan binivîsin û belav bikin nemînin.

Dibê kes nizanibe dïktatoriya Erdogan çi zulmê li kurdan dike, çi tîne serê kurdan, dibê kes pê nehese…

Erdogan dixwaze bi terorê, bi girtinê kurdan teslîm bigre, tevgera kurd ya netewî tasfiye bike.
Îktîdara AKP-ê êdî tam dişibe dema cûntayê û Çîllerê, dewlet bi şev û roj bi hemû jêz û îmkanên xwe ve li pey kurdan e.

Erdogan dixwaze tu kurdê azadîxwaz li der nemîne, dibê ya were girtin ya jî were kuştin.
Vê terora li hembeî kurdan ya rutîn ya rejîma Erdogan hîn tu tesîr li ûjdanê hin siyasetmedarên kurd nekiriye, ew her angajeyî rexekirina PKK-ê ne.


XXX
Serokê Komisyona Sûsurlikê Mehmet Elkatmış di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Yeni Şafakê da li ser cînayetên dewletê tiştên pir girîng dibêje. Mehmet Elkatmış dibêje:

”Lîsteya Mirinê,. Cendirme, JITEM û Emniyetê bi hev ra hazir kir û MGK-ê(Konseya Ewlekariya Millî) jî tesdîq kir. Dû ra bû lîsteya rantê.”

”Lîsteya mirinê” ya ku Elkatmış qal dike, wek tê zanîn lîsteya navên kesên ku li gorî dewletê alîkarî didan PKK-ê ye. Dewletê li gorî xwe lîsteyeke dewlemend û tucarên kurd çêkir û dû ra piraniya wan da kuştin.

Ji xwe serokwezîra kevn Tansu Çillerê jî wê demê di axaftineke xwe da gotibû, ”Lîsteyeke Tucarên kurd yên ku alïkariya PKK-ê dikin di destê me da ye.”

Du hefte berê (8/12-11)wezîrê karê hundur yê wê demê Nahit Menteşe jî di hevpeyvînekê da got, ”me lîsteya tucarên kurd yên ku alîkariya PKK-ê dikirin da MGK-ê”

Yanî êdî tu berpirsiayrekî dewlet û hukümetê yê wê demê hebûna lîsteyeke wiha înkar nake. Di vï warî da bi sedan belge û îfadeyên şahidan li ber destên hakiman e.

Lê li gelvê jî hîn yek berpirsiyarê wê demê yên van cïnayetan nehatiye girtin. Tansu Çiller, Suleyman Demïrel, Nahit Menteşe, Mehmet Agar, Mesût Yilmaz, Dogan Guneş, Mehmet Şahîn û berpirsiayrên din hîn serbest digerin.

Sebebê vê yekê ji valahiyên qanûnan bêtir, dudiliya hukûmetê ye, hukûmet naxwaze van cînayetan hemûyan derxe ortê û berpirsiyar û qatilan bigre. Heger hukûmetê bixwesta nuha ji züda hemü berpirsiayar û qatilên van cînayetan hatibûn girtin.

Heger Erdogan bixwaze dikane sibe wê ”lîsteya mirinê” ji arşîva MGK-ê derxe û hemû endamên MGKê yên wê civînê derxe ber dadgehê.

Lê hukûmet gaveke wiha navêje, naxwaze bavêje ji ber ku ew jî îro heta dereceyekê eynî siaysetê li hemberî kurdan(PKK-ê)dimeşîne.

Tansu Çillerê, lîsteya kurdên ewê werin kuştin çêkiribû, Erdogan jî lîsteya kesên ewê werin girtin û cezakirin çêkiriye.

Ferq, Çillerê dikuşt, Erdogan dixe hefsê.
Lê di warê terorê û serkutkirina kurdan da di nabêna Tansu Çillerê û Erdogan da tu ferqeke mezin tuneye, tenê hin taktîkên wan cuda ne.

Çillerê digot alîkariya PKK-ê dikin, Erdogan jî dibêje endamên KCK-ê ne û lo0ma jî mafê jiyanê û xebata siyasî nade kurdan û wan bi zorê tasfiye dike. Armanc û hedefa Erdogan jî weke ya Çillerê û hukûmetên berê, qebûlnekirina hebûna kurdan, nedana mafên wan yên netewî û israra di şerê li dijî PKK-ê ye.




Kurdan şaşiya vî hesabî berê çend caran nîşan dane

Parlamentera Partiya Çep ya Almanya Federal Ulla Jelpke jî îro li dijî girtina bi dehan rorjnamevan û xebatkarên çapemeniya kurd derket û got, ”hukûmeta Tirk azadiya çapemeniyê binpê dike.”
Jelpke got, ”Tirkiye bi tu hawî ji bo Rojhilata Navîn nikane bibe nimûneyek. Li Tirkiyê siyasetmedarên muxalif, rojnamevan, abûkkat, parêzvanên mafên mirovî tên girtin û bi hezaran dixin zîndanan. Tiştên di dema hukûmeta Erdogan da diqewimin dişibin demên dîktatoriyên leşkerî.”
Jelpeke, di berdewamiya axaftina xwe da got, ”Li tu dera cîhanê bi qasî Tirkiyê rojnamevan û nivîskar ne di zîndanandane."
Ev ne tiştekî nuh e, lê mixabin hîn nuh bala ewrûpiyan dikşîne.
Bi rastî Erdogan merivekî pir jehatîye, dîktatorekî weke xwe weke merivekî demokrat û rejîma xwe ya ceberût û despotîk jî weke rejîmeke demokratîk firotiye dinyayê .

Piraniya ewrûpiyan wisa bawer dikin ku Tirkiye welatekî demokratîk e, tu miletekî bindest tuneye û her kes dikane fikrên xwe bi azadî îfade bike.

Erdogan heta nuha li gora şîreta pêşiyên xwe hereket kir:
”Heta tu ji pirê derbas bî ji hirçê ra bibêje xalo”
Wî jî wisa kir, heta ku zora leşkeran bir xwe weke merivekî demokrat û azadîxwaz nîşan da û berbî demokrasiyê ve hin gavên biçûk avêtin.

Lê piştî ku cî da nigê xwe û îşê leşkeran qedand (hinek tasfiye kir û bi hinan ra jî li hev kir), êdî hewcedariya wî bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê û Ewrûpiyan nema.

Loma jî nuha hewil dide hemû kurdan yanî ku miletekî bi tevayî êsîr bigre û têxe hefsê.
Piştî siyasetmedar û abûkatan, nuha jî dest bi topkirina rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê kirin, îcar wan dixwe zindanan.

Ji bo ku li meydanê ne kesên muxalefetê bikin bimînin û ne jî kesên di çapemeniyê da qala wan û zulm û terora hukûmetê bike hebin.

Leşker û Çîllerê kurd dikuştin, Erdogan dixe hefsê.
Yanî Çîllerê çek Erdogan jî kelepçeyê bikar tîne. Û dixwaze ku kurd ji bo vê yekê jî sipasdarê wî bin. Çimkî ji dêlî kuştinê davêje zindanê.

Îro li Tirkiyê Qanûn, heq, huqûq , mahkime, edalet tiştek nemaye. Dilê Erdogan çawa bixwaze wer dike.

Camêr bûye ”Dîkê Qoqo”, kes nikane li hember wî dengê xwe derxe, hukûmet, dewlet ew tenê ye, ew çi emrî bide, dewlet mecbûr e bicîh bîne.

Van operasyonên ku li hemberî BDP-ê û kurdan dibin hemû bi emir û daxwaza Erdogan dibin.
Heger Erdogan bêyî muxalefeta kurdan, ji hundur û ji derve muxalefeteke xurt nebîne ewê vê teror û zorbatiya xwe bidomîne.

Loma jî dengê weke yên Jelpke gelkî giorîng in.
Her wisa dibê kurd bi Yekîtiya Ewrûpayê ra jî di nava têkiliyeke xurt da bin, hemû kirinên hukûmetê bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê.

Erê ew bi xwe dibînin, taqîb dikin lê dîsa jî dibê kurd zextê bide ser wan.
Netîce dibê terora Erdogan pere neke, kurd gavê paşda navêjin, heger Erdogan di vê terorê da karê bibînin ewê bidomîne.

PARVE BIKE