22 november 2011

Sibe ewê dor were we jî...

Operasyonên vê sibehê yên li hemberî siyasetmedar û abûqatên kurd ez gelkî bêhuzûr û aciz kirime.
Cergî min bûyer bihîstiye bîna min pir teng e. Ji hêrsan li ser serê xwe digerim.

Herçiqas fizîkî dûrî bûyerê me û nehatime girtin jî, lê psîkolojîkman ez xwe di nizareta Diyarbekrê da his dikim.

Ev zulm û çavsoriya Erdogan bi min pir zor tê…
Û ji ber ku ez nikanim vê zulm û terora pir qebe ya li ser gelê xwe rawestînim ya jî kêm bikim pir pê diqeherim.

Ev terora ku ev demeke di bin navê KCK-ê da li hemberî kurdan tê meşandin Almanyaya salên 1930-î ya dema naziyan tîne bîra meriv. Hemû cihû hedefa naziyan bûn.

Li Tirkiyê jî wiha bûye. Êdî kurdbûn tahlûkeya herî mezin e. Kî ji xwe ra bibêje ez kurd im û nebe zilam û şelafê AKP-ê û Erdogan hedefa hukûmetê ye, tê terorîze kirin û girtin.

KCK, PKK vana hemû bahane ne, kî doza mafê kurdan bike, AKP li dijî wan e.
Îro PKK. KCK xurt e loma jî berê diçin ser wan, dixwazin berê wan biqedînin.
Heger ne BDP, HAK-PAR wiha xurt bûya, ewê eynî tişt biniyana serê wan jî.

Dema PKK, KCK û BDP qedandin, îcar ewê berê xwe bidin Bûrkay û hemû kurdên din, kurdên ku îro li hemberî vê terorê xwe kerr û lal dikin…

Erdogan dixwaze berê yên xurt ji ber xwe da bixîne, dû ra ewê dor were ser yên zeîf jî.
Loma jî bêdengiya li hemberî vê terora hukûmeta AKP-ê şaşiyeke pir mezin e, dibê hemû hêz û kesên welatparêz li hemberî vê terora AKP-ê dengên xwe bilind bikin.

PKK, BDP serxwebûnê, federasyonê, heta otonomiyê jî naxwzin. Tenê dibêjin hebûna kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikin û Ocalan berdin ya jî şertên wî baştir bikin temam e.

Lê hukûmet dîsa jî qebûl nake û dixwaxe wan bi şer ji ortê rake, wan digre, dixe davêje zindanê.
Lê eynî hukûmet bi Kemal Bûrkay ê ku federasyonê dixwaze ra rûdine, fikrê wî digre û pê ra xoşbêşê dike.

Ma ne dibê Bûrkay û hemû kurdên ku nabêna wan û hukûmetê baş e bifikirin, bibêjin ev çi mesele ye yaho, ma ev hukûmet çima wiha dike?

Li alîkî kesên ku otonomiyê jî naxwazin davêjin zindanan, dikujin, lê bi me ra , bi kesê federasyonê dixwaze ra jî civînan çêdike, nabêna xwe xweş dike.
Ev rewş bi xwe gelek tiştî dibêje.
Dibê kurd vê şêla hukûmetê ji Erdogan bipirsin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE