19 november 2011

Rojeke ji siyasetê dûr

Ez bîstek berê ji pêşangeha resamên kurd hatim. Weke min texmîn dikir pir baş derbas bû.

Bi vê wesîleyê me him berhemên şeş hunermendên kurd dît, ji xebat û hunera wan agahdar bûn, him li wan guhdarî kir û him jî bîstekê li ser huner û teknîka wan bi wan ra sohbet kir.

Li Swêd minasebetên wiha weke derman e, meriv ji qulika malê derdikve der, dost û hevalan dibîne û bîna meriv fireh dibe.

Ji ber ku vira xerîbistan e, ne Kurdistan e ku tu rojê bi sedan nas, dost û hevalan bibînî û sohbet bikî.

Li welêt bîna meriv ji derekê, ji qahweyekê, ji hevalekî teng bibe, meriv dikane here çayxaneyeke din, here ba hevalekî din., here dikane nas û dostekî din.

Ya jî hema ji xwe ra di nava bajêr da bigre û dilê xwe rehet bike.


Lê li vir ne wiha ye, ciyekî meriv pê da here tuneye.

Ciyê min aşxaneya Lawikê Licî bû, ji şansê min ra ew jî nexweş ket û nuha li mal e. Ew kêf jî ji min hat stendin.

Do min jê ra got, zû rehet bibe, ya jî hema roja îniyê ji bo saetekê were wir, em bi hev ra qehweyekê vexwin û dîsa here.

Xwedê kir li Stockholê qahwa Hecî heye, milet carnan dihere wir ruhê xwe trapî dike, dilê xwe aş dike.

Xwedê neke heger rojekê “tiştek” bi Hecî were, weleh malikê li kurdên vir bişewite, dereke herinê namîne.

Loma jî hemû kurdên Stockholmê bi şev û roj "dua" dikin ku tiştek bi Hecî neyê, temenê wî dirêj bibe û tu carî jî nexweş jî nekeve.

Şirîkê wî ne hewceyî “duayê” ye, çimkî ew hîn xort e...

Ez hinekî ji mijarê dûr ketim, ez werim ser mijarê.

Pêşangeh ji alî Kitêbxaneya Kurdî, Komela Nivîskarên Kurd û Federesyona Komeleyên Kurdistanê ve hatibû amadekirin. Hevkarî û xebata hersê dezgehên kurd bi hev ra tiştekî pir baş e.

Li Swêd bi sedan sinetkarên(resam, karîkatorîst, nivîskar, şair, dîroknas, peykertiraş û hwd) kurd hene.

Lê mixabin ji ber şertên welatê me û rewşa siyasî ya mewcûd meriv fersenda çalakiyên wiha qet nabîne û nafikire.

Ji ber ku hemû kurd ji ber şertên welatê me konsentreyî siyasetê û akîvîteyên siyasî bûne, aktîvîteyên hunerî nayê bîra kesî. Dil dixwest ku çalakiyên wiha hîn zêdetir bûna...

Ev daxwaz li wir ji alî bepirsiyarên hersê rêxiztinên ku pêşangeh organize kiribûn û ji alî hunermendan bi xwe jî hat zimên.
 
Herkesî xwest ji nuha û pê va aktîvîteyên wiha yên hunerî zêde bibin û kurd hunermendên xwe nas bikin, ji berhemên wan gahdar bibin.

Bi hêviya ku ev daxwaz di gotinê da nemîne û di pêşerojê da aktîvîteyên wiha zêde bibin.

Di pêşangehê da min bi çend dost û hevalan ra çend sûret jî kişandin, ez wan jî di facebooka xwe da diweşînim; ji bo ku hûn jî çend dîmenan ji pêşangehê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE