03 november 2011

Mêrik him sûcdar e him zimandirêz e

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan do li Almanyayê dîsa siyaseta Almanyayê ya entegrasyonê bi tundî rexne kir û got ”ez qebûl nakim ku birayê min ê tirk li vir werin asîmîlekirin.”

 Mêrik rexneyên wisa li Almanyayê girt, fena ku ew ne serokwezîrê welatekî ku hebûna 20 milyon kurd înkar dike be.

Fena ku li Tikriyê kurd û gelên din hemû xwedî maf û azadî bin, zimanê her miletî serbest be, zarokên her miletî bi zimanên xwe perwerde dibînin.

Mêrik li Tirkiyê, di meclîsa xwe da çawa dipeyive, quretî û çavsoriyê dike, li Almanyayê jî bi eynî termînolojiyê peyivî û wiha got:

”Min di her fersendê da anî zimên, ez îro li vir jî dibêjim; birayê min ê li vir miheqeq dibê almanî fêr bibe. Heger heq dike bira bibe hemqelatiyê Almanya. Lê belê dibê tu kes ji me nepê ku emê zimanê diya xwe ji bîr bikin. Em naxwazin piştî 50 salên din civateke ku tenê paşnavê wan bi tirkî be, civateke ku asîmîle bûbe bibînin. Em dixwazin civateke ku bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi urf û adetên xwe, bi baweriyên xwe li ser niga mayî û di her warî da di xizmeta civatê da bibînin.”

Erdogan van dîtinên xwe yên li dijî asîmîlasyona tirkên Ewrûpa ne li Almanya tenê, li hemû welatên Ewrûpayê dubare dike.

Ji hemû lîderên ewrûpayî ra dibêje, tirk li welatên we bi sedsalan jî bimînin nabe ku hûn wan bihelînin, bikin alman, fransiz, îngîlîz û hollandî, dibê ew heta û heta tirk bimînin, bi zimanê xwe bixwînin û kultur, urf û adetên xwe biparêzin.

Serokwezîrê dewleteke weke Tirkiyê, bira perwerdeya bi kurdî li wir bimîne, hebûna kurdan û bi dehan miletên din qebûl nake, çawa diwêre ji Merkel ra wiha bibêje?

Û Merkel ya jî siyasetmedarekî alman yê din jî newêre bibêje, tu bi xwe li welatê xwe hebûna kurdan înkar dikî, elîfba û navên bi kurdî qebûl nakî û di ser da jî tu tê van gotinan ji me ra dibêjî !

Tiştê ku tu li bvir ji bo tirkên karkir ji mer dixwazî, tu berê li welatê xwe bide kurdan û miletên din, dû ra were van daxwazan ji me bike.

Lê yek serokê ewrûpî jî newêre viya ji Erdogan ra bibêje û loma jî Erdogan û tirk tim wiha bêperwa dipeyivin.

Serok û siyasetmerên ewrûpî bi piranî merivên pûlperest in, dema menfaet û kara wan tê hebe dev ji hemû normên xwe yên exlaqî, însanî û pîvanên xwe yên demokrasiyê berdin û dibin êsîrê zalim û dîktatoran.

Dîktator û nîjadprestekî weke Erdogan, dewleteke weke Tirkiyê, li welatekî weke Almanya van quretiyên heq, huqûq, edaletê, wejheviyê û demokrasiyê bike, meriv matmayî dibîne...

Lê ji ber ku tirkan fêm kiriye ku ewrûpî ”bi çi tên îmanê”, loma jî dema serok û siyasetmedarekî ewrûpî qala ”demokrasiyê” û ”mafê mirovan” bike, tirk tavilê di bin masê ra ”gizêrekê” dirêjî wî dikin û di cî da devê wî digrin.

Loma jî tirk dibêjin, ”dîn û îmana ewrûpiyan pere ye”, hinek pere bide wan ewê dev ji hemû nirxên xwe berdin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE